Doria Şefîq: Li Rojhelata Navîn asoyek nû

- Berjin TEKOŞER
105 views
Di sala 1954’an de, Doria Şefîq ji ber ku di komîteya destûrî ya nû de cih nadin jinan, li navenda Sendîkaya Çapemeniyê dest bi greva birçîbûnê dike û vê rewşê protesto dike. Piştî ku Serokkomarê Misrê Naguyîb sozek nivîskî da ku ew amade ne di destûra bingehîn a were nivîsandin de rêz li mafên jinan bigire, wê greva xwe ya heşt rojî ya birçîbûnê bi dawî kir.

Doria Şefîq yek ji pêşeng û rêbera tevgera azadiya jinên Misrî bû. Ew di heman demê de femînîst, felsefevan, helbestvan û weşanger bû. Wê bi çalakî û biryardariya xwe, ji bo mafê dengdana jinên Misrê jî hewldanek mezin kir. Doria Şefîq, di 14’ê Kanûna 1908’an de, li Tantaya li Nîlê ji dayîk bû. Ew li dibistana Fransî dixwîne. Di 19 saliyê de, ji Wezareta Perwerdehiya Misrê burs werdigire da ku bikare li Zanîngeha Sorbon a Parîsê bixwîne. Piştre li Sorbonê  doktoraya xwe ya felsefeyê werdigire. Doktoraya teza Şefîq bi rûmeta herî bilind tê pejirandin. Ew di sala 1937’an de li Parîsê bi xwendekarê hiqûqê Nûr Elî Dîn Ragaî re dizewice. Du keçên wê yên bi navê Azîza û Jehan tên dinyayê. Piştî 31 salan, di sala 1968’an de ji hevjînê xwe cuda dibe.

Gerînendeya weşana giştî ya ‘Jina nû’

Dema Doria Şefîq di sala 1940’an de vedigere welatê xwe, hêviya wê ew e ku ciwanên welatê xwe perwerde bike. Lê belê, dekanê Fakulteya Hunerê ya Zanîngeha Qehîreyê bi hinceta ku Şefîqe pir modern e, napejirîne ku Şefîqe weke mamoste kar bike.  Di sala 1945’an de, Prenses Chevicar, hevjîna yekem a Qiral Fuad ê Misrê – pêşniyarî Doria Şefîq kir ku bibe edîtora sereke ya “La Femme Nouvelle”, ku kovareke çand û wêjeyê ya bi zimanê Fransî bû. Şefîq vê pêşniyarê dipejirîne, li gel wê piştî mirina Prensesê, di sala 1947’an de mijara darayî jî di nav de ew hemû berpirsyariya kovarê digire ser xwe. Di bin serokatiya wê de, kovar statuyek herêmî bi dest dixe.
Di sala 1945’an de, Şefîq biryar da kovareke bi zimanê Erebî çap bike. Armanca wê bi vê perwerdekirina jinên Misrî û dabînkirina piştgiriya pêwist ji bo misogerkirina roleke herî bi bandor a jinan, çi di nava malbatê de û çi jî di civakê de bû. Yekmîn hêjmara bi navê “Bint El-Nîl” (Keça Nîlê) ku di Mijdara sala 1945’an de hat çapkirin, bi eleqeyek mezin tê pêşwazîkirin, di demeke pir kin de hêjmarên wê hemû tên firotin.

Yekîneyek ji 2000 jinên leşker ava dike

Doria Şefîq di sala 1948’an de komeleya “Bint El-Nîl” ava dike. Yek ji armancên komelê jî çareserkirina pirsgirêkên jinan ên civakî ne. Bi vî rengî, beşdarî mijarên polîtîk ên bandor li welat dikin dibe. Komele her wiha li çar aliyên welat xebatên xwe berfireh dike, navendên cuda avadike da ku xwe bigihîne her qadekê; di heman demê de ji bo jinên ku kar dikin jî buroya kar û kafeteryayekê vedike. Di Sibata 1951’an de, Doria Şefîq û hevkarên wê bi dizî, 1500 jinên ji du komên femînîst ên pêşeng ên Misrê (Bint El-Nîl û Yekîtiya Femînîstên Misrê) kom dikin da ku meş û çalakiyek rûniştinê li ber Parlamentoyê li dar bixin. Ew lîsteyeke daxwazan a di derbarê mafên civakî û aborî yên jinan de pêşkêşî parlamenterên mêr dikin ku salona parlemenê bi wan dagirtî ye. Her çî serokê senatoyê gelek soz dide wan jî, lê pişt re di derbarê rewşa jinan de tu pêşketinek çênabe.
Doria Şefîq di sala 1951’an de, ji bo ji dagirkeriya Îngilîzan rizgar bibin, bi armanca piştgiriyê bide şerê heyî 2000 jinan kom dike û li welat yekem yekîneya leşkerî ya jinan ava dike. Her wiha ev jin, ji bo ku bikarin di eniya şer de erka perestariyê bigirin ser xwe tên perwerdekirin û amadekirin.

Ji bo mafê jinan çalakiya birçîbûnê

Di 23’ê Tîrmeha 1952’an de, “Tevgera Efserên Azad”, bi serokatiya Mihemed Naguyîb û Cemal Ebdunnasir, darbeyeke leşkerî pêk tîne, Qiral Farûq ji desthilatdariyê dixe û wî dişînin sirgûnê. Bi destê Xanedaniya Mihemmed Elî, Komara Misrê tê damezrandin û dagirkeriya Brîtanî ya li ser Misrê bi dawî dibe. Piştî Şoreşa Misrê, Şefîq daxwaz dike ku hikûmeta “Bint El-Nîl” wekî partiyek siyasî û ew bixwe jî weke seroka vê partiyê bê pejirandin; di demek kin de ev daxwaza wê tê qebûlkirin.
Di sala 1954’an de, Doria Şefîq ji ber ku di komîteya destûrî ya nû de cih nadin jinan, li navenda Sendîkaya Çapemeniyê dest bi greva birçîbûnê dike û vê rewşê protesto dike. Piştî ku Serokkomarê Misrê Naguyîb sozek nivîskî da ku ew amade ne di destûra bingehîn a were nivîsandin de rêz li mafên jinan bigire, wê greva xwe ya heşt rojî ya birçîbûnê bi dawî kir.
Ji ber greva birçîbûnê ku dabû destpêkirin rastî eleqeyek mezin tê û ji gelek deverên cîhanê vexwendname digire da ku li ser jinên Misrê dersan bide. Ji bo vê armancê jî, wê seferên Asya, Ewropa û Emerîkayê kir; çû Îtalya, Îngîlîstan, Fransa û gelek cihên din ên wek Japonya, Pakîstan û Hîndistanê.

Navê wê tê qedexekirin, nivîsên wê tên tinekirin

Di encama hewldanên Şefîq de, di destûra bingehîn a 1956’an de mafê dengdanê didin jinên Misrî, bi şertê ku ew xwende bin. Lê belê, ji bo ku mêr bikarin deng bidin, ti şertek wiha tine bû!
Di sala 1957’an de, Doria Şefîq cara duyemîn, vê carê li Sefaretxaneya Hindistanê, ji bo protestokirina desthilatdariya dîktatorî ya Serokkomarê Misrê Cemal Abdunnasir  dest bi greva birçîbûnê dike. Di encama vê de jî, ji hêla Nasir ve mehkûmî girtîgeha male tê kirin; her wiha belavkirina kovara wê tê sekinandin, behs di derbarê Şefîq de tê qedexekirin û gelek nivîsên wê tên tune kirin. Piştî hebsa malê ya Doria Şefîq, ew ê jiyanek bi tenê dijî. Piştî 18 sal ên hebsa male û şûnde jî her bi rengekî ku jiyanek bi tenê bijî, jiyana xwe domand.
Wê salên xwe yên dawî bi keç û neviyên xwe re jiyan kir, lê tu caran dest ji xwendin û nivîsandinê berneda û ev karê xwe jî domand. Di 20’ê Îlon a 1975’an  de, li Qehîrê, di 66 saliya xwe de, xwe li balkona mala xwe de tavêje xwarê û dawî li jiyana xwe tîne.

Li gel xebatên polîtîk, karên nivîsandinê jî dike

Beriya hebsa xwe ya malê, Doria Şefîq ku li kêleka xebatên xwe yên polîtîk, karên nivîsandinê jî dike; ew bi rêya kovarên ku diweşîne hewl dide ramanên xwe bi beşên berfireh ên civakê re parve bike û di hişyarkirin û polîtîkirina jinên Misrî de rolek giring digire ser milê xwe.
Di salên ku di hebsa malê de tê girtin, wê romanek bi navê “Siltanê Kole” nivîsand û çend cild helbest jî nivîsandin ku piştre ew ê bihatina çapkirin. Dîsa di heman salan de, Doria bîranînên xwe dinivîsîne û Qur’anê werdigerîne zimanên Îngîlîzî û Fransî.
Doria Şefîq ku ji bo mafên jinên Misrî û demokratîkirina welatê xwe têkoşînek mezin û berbiçav da, di serdema Nasir de navê wê tê qedexekirin, dîsa dibe armanca paşverûtiyê. Navê Doria Şefîq ji pirtûkên dersê yên sala perwerdehiyê ya salên 2013-2014’an tê derxistin.  Lê belê berovajî van êrişên li dijî Doria, jinên cîhanê ji bo ku nav û têkoşîna jinên wek Doria Şefîq neyê ji bîrkirin û di taritiyê de nemîne, dixebitin û têdikoşin. Jiyan û têkoşîna Doria Şefîq hîn jî asoya jinan ronî dike.