Zîlanek nemir a ji nifşê xwedawend Zîlanê

- Nûjiyan Spêrtî
84 views
Beriya perwerde destpê bike, hevala Zîlan bedewiya cewherê xwe li tevahî hevalan dabû hîskirin û bûbû yek ji hevalên herî çêker û çareserker a vê civata me ya nû. Piştî perwerdê destpê kir, me dê ev xisleta wê ya zêrîn zêdetir fêm bikira. Ew li hemberî her xetimandinekê xwedî fikreke çareseriyê bû. Carnan di kêliyên wisa de ku herkes dest ji lêgerînê berdida, tenê fikir û gotineke wê hêvî dida mirov. Yanî ji wê fikirê zêdetir, ew baweriya wê ya bi çareseriyê gelek tişt hînî mirovan dikir û di bîskekê de kenek dibexşand li rûyan.

  Di şeveke hênik a havîneke germ de, li ser şîverêyeke zirav û dirêj, em û Zîlan li rastî hev hatibûn. Di wê tarîtî û bêdengiya şevê de, me komeke gerîlayan a ku ji qadên cuda dihat pêşwazî dikir. Em bûbûn rêzanên wê rêya ku me beriya du rojan naskirî. Ew jî di nav desteya ji bo perwerdeyê berê xwe dabû qada em lê bûn de bû. Di ziraviya şîverêyê de gavên me ber bi hev ve dikişiyan û em di nîvê şevê de gihiştin hev. Bi dengek nizim me silav da hev û me hevdû himbêz kir. Piştî gerîlaya pêşî, di rêza duyem de gerîlayeke bejin kurt silav da û bi dengekî zelal got: “Qewet be heval.” Ev du peyvên ku ji lêvên Zîlanê derketin, mîna aveke zelal bi coş herikîn dilê min. Di nava gerîlayan de yek ji hevokên herî zêde tê bihîstin ev hevoka kurt û cewherî ye: Qewet be!
Ev bîranîna ku ji bo min wateyên giranbiha dihewîne, careke din min dixe nava ramanên kûr. Ez her carê ji nû ve diponijim ku hevaltiya gerîlatiyê hêza herî mezin a li ser rûyê erdê dide mirov. Belê, dema hevokek bi hemû sadebûn û paqijiya xwe tê bikaranîn, ew hevok ji sînorên çend peyv û dengan derdikeve û dibe rastiyeke ajokar û herikbar. “Qewet be” jî hevokeke wiha bi sêhr e û ev peyv bûye manîfestoya hevaltiya di navbera du gerîlayan de.
Min Zîlana dilmezin di kêliyeke wiha de naskir û piştre em bi hevre ketin rêyeke rengîn. Zîlan ji Qamişloyê bû. Sala 2015’an tevlî Şoreşa Rojava bûbû. Sê salên dijwar di nava agirê şoreşê de pijiya bû û di dawiya sala 2017’an de berê xwe dabû çiyayên azad. Ez di kêliyeke wiha de rastî wê hatibûm. Ya ku em anîn cem hev, pêşniyarên me yên hevpar ên derbarê dîtina perwerdeya leşkerî de bûn.

Bedewî û başiya di dilê Zîlanê de rakêş bû

Her şervanek teqez pêdiviya xwe ya bi perwerdeya leşkerî dibîne. Ya rast, perwerdeya leşkerî ne tenê ji bo şervanan, ji bo her kesê ku rastî êrişên tund tê pêdiviyeke bingehîn e. Nexasim dema mijara gotinê gerîlayeke jin be, ev xwestek û pêşniyar pir dijwartir dibin. Em ew kes bûn ku bi hezaran salan ji parastina xwe ya cewherî bêpar mabûn. Em ew kes bûn ku bê çek, bê bask, bê dest û mil hatibûn hiştin. Lewma me hewcedariyeke pir dijwar a vê perwerdeyê di nava hebûna xwe de dihewand. Belê, ya ku em bi Zîlana dilmezin re anîn cem hev ev bû.
Em di nava koma ku pêşî ya ji bo perwerdê kombûyî de bûn. Lewma dê  qederek dema me ya hevnasînê çêbûba. Di nav hevalan de yek ji wan hevalên ku herî zêde çavên min lê asê diman Zîlan bû. Carnan mirov sedemên pir tiştan nizane û nikare bi nav bike. Lêbelê, hertim tiştên xweş û baş mirovan dikişînin û yên nebaş jî dehf didin. Bedewî û başiya di dilê Zîlanê de, ji roja yekem ve mirov mîna miknatîsekê dikişand ber bi xwe ve. Bi demê re mirov fêm dikir ka ew çi bû ku evqasî mirov dixist nava hestên giranbiha.

Me ji hevaltiya Zîlanê pir hezkir

Di wan rojan de Zîlan li çiyan rojên xwe yên destpêkê dijiya, lê di têkoşîna şoreşgerî de ne nû bû; ji me gelekî zêdetir têgihiştî û pijiya bû. Em di heman temenî de bûn, lê ew ji min gelekî ciwantir xuya dikir. Kesên ku li rûyê wê dinêrîn, digotin mîna zarokekê nû ye di vê jiyanê de; lê her roja ku derbas dibû, mirov li ber têgihiştîbûna wê şaş dima û digot: “Ezmûnên pir mezin ji jiyanê derxistine.” Belê, ew rojên ku di çiyan de ji bo Zîlanê yekem bûn, ji bo min jî bi wateyên pir mezin dagirtî bûn. Ji bo perwerdeyê nêzî 40 hevalên ku ji çar aliyên Kurdistanê û ji qadên cûda ên têkoşînê berê xwe dabûn vir, li vê derê kom bûbûn. Piraniya hevalan jixwe xwedî ezmûnên şer û têkoşînê bûn, lê ji bo pisporiya taktîkî wan jî hewcedariya vê perwerdeyê dîtibû. Di nava hevalan de ya ku li çiyan nû bû Zîlan bû, lê di ezmûna şer de hertim xwedî gotin bû û xwedî li keda xwe derdiket. Di çavên wê de kelecana jiyanê diforiya. Çavên Zîlan mîna tîrêjên bihuştê hêviyên pir mezin diyarî mirovan dikirin. Zîlan ji kêliya ewil û pê de di dilê her hevalekê/î de cihekî taybet çêkir. Ji hevalên nû heta yên kevin, ji hevalên jin heta hevalên xurt, her kesî bi hezkirin û rêzdarî ew pêşwazî dikir û ji hevaltiya wê pir hez dikirin. Hin mirov hene ji gotinên xwe zêdetir tiştan dibêjin, ji karên ku xuya dikin zêdetir tiştan dikin û bi ser dixin. Heval Zîlan jî yek ji wan kesên ku serketinên nedihatin binavkirin pêk dianî. Mirov tenê ev dizanî: Dema ew hebe pir tişt di rêya xwe de ne, lê dema ew nebe jî nebûna wê pir diyar e.
Beriya perwerde destpê bike, hevala Zîlan bedewiya cewherê xwe li tevahî hevalan dabû hîskirin û bûbû yek ji hevalên herî çêker û çareserker a vê civata me ya nû. Piştî perwerdê destpê kir, me dê ev xisleta wê ya zêrîn zêdetir fêm bikira. Ew li hemberî her xetimandinekê xwedî fikreke çareseriyê bû. Carnan di kêliyên wisa de ku herkes dest ji lêgerînê berdida, tenê fikir û gotineke wê hêvî dida mirov. Yanî ji wê fikirê zêdetir, ew baweriya wê ya bi çareseriyê gelek tişt hînî mirovan dikir û di bîskekê de kenek dibexşand li rûyan.
Perwerdeya me ya leşkerî pir baş û serketî derbas bû. Her roja wê ji bo tevahî hevalan xwedan qedrekî bilind bû. Ji ber ku di her rojekê de em hînî tiştekî nû dibûn; her tişta em fêr dibûn, dibû nirxekî me yê hevpar û êdî me dikaribû li ser vê tişta nû li hev bicivin. Bi rastî tişta herî xweş jî ew bû ku her hevalek di wê ferqê de bû ku ka çima li vê derê ye. Her hevalek xwedî îdiaya serketinên mezin bû. Jixwe ew hevalbûn ku piştre di nava şerê giran de her yek jê bûbû pêşengên navûdeng. Mîna Zîlan, Havîn û Mizgîn Zerya li Heftenînê; mîna Ekîn Tolhildan û Amara Botan li Avaşînê; mîna Tîrêj Dijwar li Zapê; mîna Mazlûm Rojhilat û Rojdî Amed li Serhedê… Dê her yek ji wan bûba pêşeng ji bo şerê rizgariya welatê me.

Zîlan hevalek rengîn û kolektîv bû

Belê, Zîlan di nava vê perwerdeyê de yek ji hevalên herî rengîn bû. Rojek nebû ku ew nêrînekê parve neke, rojek nebû ku ew bi hevalan re danûstandinê neke an jî tenê bi xwe re sînordar bimîne. Ew keseke pir kolektîv bû. Di nava perwerdeyê de hertim destê wê li hewa bû; an pirs dikir, an jî nêrîneke nû parve dikir da ku mirov di vê beşê de pêşde biçe. Di perwerdeyên pratîkî de gava ew di nava desteyekê de di nava pêşbirkekê de ba, hevalên ku temaşe dikir tev bi yek dengî bi gotina “Zîlan, Zîlan!” aliyê wê digirtin. Bi rastî jî yek ji hevalên ku hezkirina tevahî hevalan qezenc kiribû ew bû. Kesekî ku xwe dûrî wê didît hema hema tine bû. Her hevalekî xwe pir nêzî wê didît û li hemberî wê hezkirineke nayê pênasekirin dijiya.
Di dahurandin û civînan de jî Heval Zîlan pir bi wêrekî rexne dikir. Bi rastî tespîtên di cih de dikir û ti heval jî ji rexneyên wê aciz nedibû. Ji ber ku beriya rexneya wê, mirov dengê hezkirinê yê ku ji dilê wê derdiket dibihîst. Li hemberî her hevalekê hezkirineke wê ya felsefî hebû. Belê, wê bi hestên erzan hevaltî negirt dest. Jixwe hevaltî bi serê xwe têkiliya ku herî zêde nêzîkî heqîqetê ye. Tê de xapandin û derew, newekhevî, serdestî û bindestî nîn e û nabe. Hevaltî di nav têkiliyên mirovan de têkiliya herî nêzîkî azadiyê ye. Zîlan jî xwedî nêrînên kûr bû, di jiyanê de gotinên wê yên watedar kêm nedibûn. Li ser her bûyerekê hevokeke wê ya dîrokî her hebû.

Zîlan şervanek jîr û têgihiştî bû

Dema em ber bi dawiya perwerdeyê ve hatin, guhertin û pêşketinên di her hevalekî/ê de xuya dikir. Bi rastî mîna ku em jinûve bi rext û çek bûbûn. Lê ev rext û çek ne ew çek bûn ku li milê me û  navtenga me xuya dikir; ev ponijîn û serweriya ku di hunera şer de hatibû qezenckirin bû. Zîlan jî li ber çavên me, tevî wî rûyê xwe yê mîna zarokan xuya dikir jî, wekî şervaneke pir jîr û têgihiştî ya ku ji demên xwedawendan derketî û hatî xuya dikir. Ya rast, di perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya çalak a ji her alî ve, baweriya tevahî hevalan wergirtibû; lê dîsa jî tevahî hevalan li hemberî wê hestek kûr a parastinê jî dijiya.
Ber bi dawiya perwerdeya me ve, Dewleta Tirk a Dagirker êrişî Efrînê kir. Wê demê ew xezeba ku di dilê her Kurdekî û her mirovekî azadîxwaz de çêbû, nayê jibîrkirin. Lê, bi rastî hestên ku di wê kêliyê de di her gerîlayekî de ava bûn, tiştekî ku pênaseya wê pir zehmet e. Dilê me hemûyan li Efrînê lê dida û her hevalî pêşniyarên xwe yên bi israr ji tevgerê re dikir ku biçe Efrînê. Yek ji wan hevalên ku pêşniyara wê pir zelal bû hevala Zîlan bû. Bi rastî ewqas bi israr pêşniyar kir ku cara yekê heval ji xwe aciz kirin. Hevala Zîlan ne bê ezmûn bû, lê nû berê xwe dabû çiyan û tevlî perwerdeyeke nû bûbû; lewma jî hevalan çûyîna wê ya ji bo şerekî bi vî rengî zû didît. Lê hedara wê nedihat. Çend rapor nivîsîbûn û di her firsendekê de dubare û dubare di vê pêşniyara xwe de israr dikir. Jixwe herî dawî îknakirina hevala Zîlan ji şiyana rêveberiyê derbas bû û em tevahî hevalên di perwerdeyê de ketin seferberiyê da ku hevala Zîlan bidin sekinandin.

Li Heftenînê tevlî tîma çalakiyê bû

Dema perwerdeya me qediya û êdî dema wezîfedarkirinê hat, kelecana di dilê her hevalekî de di çavên wan de diteyîsî. Çavên Zîlan ên birqok ji her demê zêdetir zelal bûn di vê demê de. Vesaziya hevala Zîlan wê demê li herêma Garê çêbû, lê ew bi awayekî tund li dijî derket û ev qebûl nekir. Vê carê digot: “Qad ferq nake, lê çi dibe bila bibe, divê ez bi awayekî çalak tevlî şer bibim.” Hevalên perwerdeyê li qadên cûrbicûr ên têkoşînê hatin erdarkirin û me xatir ji hev xwest. Dîtina min a dawî ya Zîlan jî wiha bû; ew li dijî vesaziya xwe derketibû û bi zelaliyek mezin dixwest tevlî şer bibe. Piştre min bihîst ku di encama israra wê ya zêde de, vesaziya wê ji bo Heftenînê çêbûye.
Hevala Zîlan li Heftenînê tevî hevalên me yên dewreya perwerdeyê şehîd Havîn û şehîd Mizgîn, bûn tîmeke çalakiyê. Heftenîn yek ji wan qadan e ku şerkerî û têkoşeriya jina Kurd xwe lê îsbat kiriye û mayînde bûye. Di şerkerî û têkoşeriya jina Kurd a ku li ser her lat û zinarekî Heftenînê hatiye nexişandin de keda Zîlan jî heye. Zîlana dilmezin kelecana xwe ya jiyanê di têkoşîna rizgariya welatê xwe de dît û ji bo vê armancê kedek mezin da. Di 29’ê Mijdara sala 2018’an de, di eniya şehîd Kendal a li Heftenînê de, hevala Zîlan tevlî karwanê nemiran bû. Hevala min a rûbiçûk û dilmezin, tu yê di nava dilê welatê min de hertim bijî û zindî bî.