Li Kolombiyayê pêvajoya muzakereyan, aştî û vegera qada siyasî

- Gulîstan ÇİYA ÎKE
156 views
Divê bê gotin ku danûstandinên aştiyê û aştîxwazî ji bo FARC-EP’ê her tim armancek stratejîk bû. Di dirêjahiya dîroka Kolombiyayê de gelek hewldan hatine kirin. Mînak di sala 1984’an de pêvajoyek di navbera FARC’ê û hikûmeta Kolombiyayê de, bi pêşengiya Serok Belisario Betancur, destpê kir. Bi navê ‘Peymana La Uribe’ peymanek hate îmzekirin.

Piştî şer û pevçûna 53 salan, 24’ê Mijdara 2016’an rayedarên FARC’ê û dewleta Kolombiyayê peymaneke aştiyê mohr kir. Di koma danûstandinê de jinek tenê cih digire ku ew jî Vîktorîa Sandîno (Judith Simanca Herrera) ye. Sandîno ya ku 24 salan gerîlatiyê dike û di asta bilind de erk digire, di pêvajoya danûstandinan de serkêşiya avakirin û karkirina jêrkomîsyona Cinsiyetperestiya Civakî jî dike. Di binê peymana aştiyê de îmzeya wê jî heye. Piştî vegera siyasetê, di navbera salên 2018-2022 de weke Senator kar dike. Weke aktîvîst ji bo çareseriyên siyasî, mafên jinan û mirovan di qada navnetewî de xebatên xwe didomîne. Viktoriya Sandîno derbarê pêvajoya danûstandinê û peymana aştiyê de bersiv dan pirsên rojnameger Gulistan Çiya Îke.

Piştî pevçûna 53 salan sala 2016’an aliyan peymana aştiyê mohr kir. Pêvajoya aştiyê ya di navbera tevgera we FARC’ê û hikûmeta Kolombiyayê de kengê û çawa destpê kir?

Divê bê gotin ku danûstandinên aştiyê û aştîxwazî ji bo FARC-EP’ê her tim armancek stratejîk bû. Di dirêjahiya dîroka Kolombiyayê de gelek hewldan hatine kirin. Mînak di sala 1984’an de pêvajoyek di navbera FARC’ê û hikûmeta Kolombiyayê de, bi pêşengiya Serok Belisario Betancur, destpê kir. Bi navê ‘Peymana La Uribe’ peymanek hate îmzekirin. Vê peymanê rê da FARC’ê ku piştî agirbestekê û avakirina tevgereke siyasî ya bi navê ‘Yekîtiya Welatparêz’ bikeve qada siyasî ya giştî. Lê ku tevgera siyasî derket holê, jin û mêr bi cilên sivîl û bêçek derketin qadên giştî, komkujiyan li dijî vê tevgerê destpê kir. Ez dubare dikim, ev tevgerek bû ku di encama peymaneke aştiyê de hatibû avakirin. Zêdetirî 6.000 endamên Yekîtiya Welatparêzan hatin kuştin. Ev bû sedem agirbesta ji peymana 1984’an ve di meriyetê de bû, di sala 1990’î de xira bibe. Wiha pêleke tundûtûjiyê li seranserê welat belav bû. Hêzên paramîlîter li Kolombiyayê hatin seferberkirin, ku ev yek bû sedema komkujiyan û jenosîdeke berfireh li dijî tevgera siyasî û rêberên civakî. Piştre, di sala 1991’an de hewldaneke din a danûstandinan çêbû ku ‘Koordînasyona Gerîlayan a Simón Bolívar’ jî beşdar bû. Piştî du salan ji danûstandinên li derveyî welat li Caracas û Meksîkayê, ev pêvajo ji aliyê hikûmeta Kolombiyayê ve ji ber bûyerên cihêreng ên wê heyamê pêk hatîn, hat dawîkirin. Lê FARC’ê dest ji lêgera çareseriyeke bi rêya danûstandinê berneda. Hewldana duyem sala 1998’an, piştî guhertina hikûmetê pêk hat. Bi Andrés Pastrana re ku wê demê namzedê serokatiyê bû, hevdîtin hatin kirin. Ji bo avakirina maseya danûstandinê li hev kirin. Ev pêvajoya mîna “Diyalogên Caguán” tê zanîn li başûrê Kolombiyayê, li wîlayeta Caquetá pêk hat. Di encama pêvajoyê de pênc herêm hatin valakirin da ku hêzên gerîla di çarçoveya diyalogê de lê bi cih bibin.  Vê pêvajoyê ji sala 1998’an heta 2002’an dom kir. Ku Serok Pastrana danûstandin birîn, tundûtûjî li seranserê welat dîsa geş bû. Piştî têkçûna sala 2002’an, yek ji xwînîtirîn serdemên pevçûna çekdarî li Kolombiyayê destpê kir ku tê de rêberên civakî û çalakger hatin kuştin. Piştre, di bin serokatiya serokê rastgir ê tund Álvaro Uribe (2002–2010) de, şer girantir bû. Enceq dema ku Juan Manuel Santos bû serok, di navbera Serok Santos û serokên gerîlayan de diyaloga bi rêya nameyan pêk hat. Piştî vê danûstandinê, biryara amadekirina plansaziyekê hat dayîn ku bibe bingeha pêvajoyeke danûstandinên destpê bikin. Di sala 2012’an de, piştî şeş mehên danûstandinên destpêkê, rojeva hevdîtina pêvajoya aştiyê ya ku dê li Hawanaya Kûbayê pêk bihata, hat temamkirin. Bi vî awayî pêvajoya danûstandinê destpê kir. Piştî çar salan, 2016’an bi îmzekirina peymana ji bo ‘Dawîkirina pevçûnê û Avakirina Aştiyek Mayînde, pêvajo bi encam bû.

Cudahiya helwesta FARC’ê û dewleta Kolombiyayê derbarê pêvajoyê de çi bû?

Ez bawer dikim her çend her aliyekî berjewendiyên xwe jî hebûn, bi giştî helwest raberkirina îradeya siyasî ya ji bo gihiştina peymaneke aştiyê bû. Ji aliyê FARC’ê ve, baweriyeke kûr hebû ku divê tundûtûjî bi dawî be. Ji ber piştî 54 salan, bi şerê çekdarî yê hema hema bênavber, wan ne karîbû desthilatê bi dest bixin û ne jî karîbûn di civaka Kolombiyayê de guhertinên mezin pêk bînin. Berevajî, li welat tundûtûjiyeke kûr û dabeşbûneke civakî ya pir berbiçav hebû. Armanc ew bû, ji bo pevçûna civakî û çekdarî ya ku Kolombiya di nav de mabû, li çareseriyeke bi riya danûstandinê bigerin. Ji aliyê hikûmetê ve jî, ji ber awayê ku şer bi dehsalan dom kiribû di warê budce û stratejîk de, her wiha di bikaranîna tundûtûjiyê de westaneke berbiçav çêbûbû. Di çarçoveya ‘Plan Colombia’ de ku bernameyeke ji aliyê Dewletên Yekbûyî ve dihat fînansekirin bû, êrişeke leşkerî ya bêhempa hatibû destpêkirin. Lê dîsa jî wan nekarîbû serhildanê ji aliyê leşkerî ve têk bibin. Rast e ku heta wê demê hêzên gerîla çalakiyên xwe û hêjmara şervanên xwe kêm kiribûn, lê wan operasyonên xwe didomandin û zirar didan artêşê. Girêdayî vê rastiyê, hem hikûmeta Kolombiyayê hem jî hêzên gerila îradeya siyasî ya ji bo gihiştina lihevkirinekê nîşan dan. Berjewendiya sereke ya dewletê, bi pêşengiya Serok Santos, ew bû ku gerîla bêçek bike.

Di vê pêvajoyê de, aktorên duyem, sêyem û aliyên din ên beşdar kî bûn? Wan çi rol lîst?

Gelek aktorên duyemîn hebûn û wan roleke bingehîn lîst. Yek ji aktorên sereke Tevgera Civakî ya Kolombiyayê bû. Ji destpêka pêvajoyê ve baweriyeke kûr nîşan da ku çareseriyeke siyasî ya bi rêya danûstandinê ji bo dawîkirina şer û pevçûnan pêwist e.
Hêzeke din a pir giring mexdûrên şer ên ji herêmên cuda yên welat bûn û di bin bandora dehsalan a şerê çekdarî de mabûn, ji serî ve çareseriyeke siyasî daxwaz dikirin ku dawî li rijandina xwînê û afirandina domdar a mexdûriyetên nû bîne. Bi taybetî dema wan karî şahidiyên xwe rasterast bînin ser maseya danûstandinan, beşdariya wan bi bandor bû. Civaka navneteweyî jî di misogerkirina peymana aştiyê de roleke teqez û biryardar lîst. ‘Welatên garantor’ Norwêc û Kûba bûn. Wan ji bo pêkanîna danûstandinên li Hawana hemû garantiyên lojîstîkî û siyasî yên pêwist peyda kirin. Wekî din, Venezuela û Şîlî mîna “welatên hevrê” tevlî pêvajoyê bûn û bi awayekî rêkûpêk beşdarî danûstandinên bi aliyan re bûn.  Gelek welatên din jî bi awayekî nefermî beşdar bûn, bûn navbeynkar ji bo hêsankirina danûstandin û hevdîtinan. Bi kurtî, qada navneteweyî di tevahiya pêvajoyê de roleke çalak û berdewam lîst. Ji aliyê xwe ve, Neteweyên Yekbûyî hêdî hêdî pêvajoyeke baweriyê bi aliyan re ava kir. Di dawiyê de, ji bo pêvajoya agirbestê û bêçekbûnê, lihev kirin ku mîsyoneke Neteweyên Yekbûyî ya mîna mîsyona Yekem tê zanîn, beşdar bibe. Ev mîsyon ji avahiyeke sêalî pêk dihat ku Neteweyên Yekbûyî, hêzên leşkerî yên Kolombiyayê û FARC di nava xwe de dihewand. Ev mîsyon ji piştrastkirina pêvajoya radestkirina çekan û pêkanîna sozên ku ji aliyê her du aliyan ve derbarê derbasbûna jiyana sivîl de hatibûn dayîn, berpirs bû. Piştre, piştî radestkirina çekan a dawî ya di sala 2017’an de, li Kolombiyayê Mîsyoneke Duyem a Neteweyên Yekbûyî hat damezrandin, ku peywira wê çavdêriya pêvajoya jinûve entegrekirina îmzekarên peymanê bû. Bi vî awayî, Neteweyên Yekbûyî roleke çalak, domdar û giring lîst. Taybetî jî di çêkirina baweriya di navbera aliyan de û di peydakirina piştgiriya navneteweyî ya ji bo pêvajoya aştiyê de.

Di qonaxa danûstandinan de astengî çi bûn û FARC’ê çawa ew tengav derbas kirin?

Di dirêjahiya vê pêvajoya çar salî de gelek astengî hebûn. Ya yekê çêkirina baweriyê bû, taybetî baweriya bi hikûmet û dewleta Kolombiyayê. Ev zehmetiyeke aloz bû, ji ber her tevgereke hikûmetê an jî serhildêran wek hewldana ji bo bidestxistina avantaja li ser maseya danûstandinan dihat şîrovekirin. Hêdî hêdî ew bawerî çêbû û wisa gihiştina lihevkirinekê pêkan bû. Hikûmeta Kolombiyayê hertim li rêya bêçekirina serhildêran geriya, lê ne bêçekirineke bi rûmet, bêçekirinek ku serhildêran di şert û mercên nebaş de bihêle. Ev, di heman demê de di kampanyaya berdewam a medyaya dewletê de jî xuya bû. Medyayê serhildêr wekî rêxistineke terorîst û binpêkerekî mafên mirovan nîşan da. Ew vegotin ti carî nesekinî. Ji aliyê serhildêran ve, armanc hertim avakirina peymaneke aştiyê bû. Lê, bêbawerbûna li hemberî hikûmeta Kolombiyayê kûr bû.
Faktorên din jî hebûn ku pêvajo asteng dikirin. Pevçûnên leşkerî di tevahiya danûstandinan de berdewam kirin. Ji ber ku ne ji destpêka pêvajoyê ve, lê tenê ber bi qonaxa wê ya dawî ve agirbest hebû. Gelek caran, dema ku artêşê êriş an jî teqîn pêk dianî û serhildêr dihatin kuştin, bêy ku bandora van kiryaran bipejirîne hikûmetê hewl dida danûstandinan bidomîne. Berevajî vê, dema ku gerîla hêzên leşkerî ceza dikir, hikûmetê ji carekê zêdetir biryar da ku danûstandinan bi temamî an jî bi awayekî demkî rawestîne. Ev kêlî bûn sedema krîzên kûr. Lê, gelek ji van astengan taybetî bi saya rola bi biryar a civaka navneteweyî, tevgerên jinan, mexdûrên şer û tevgerên civakî li ser maseya danûstandinê hatin derbaskirin. Kengê krîzek derdiket, rawestandin an jî gefeke têkçûna pêvajoyê hebû, van aktoran dest li pêvajoyê werdidan; daxuyaniyên giştî didan, diçûn Hawanayê û pirên pêwendiyê ava dikirin da ku pêşî li têkçûna teqez a diyalogê bigirin. Ev piştgirî di domandina vîna siyasî ya ji bo berdewamkirina pêvajoyê de bingehîn bû.

Kengê alî li ser peymanekê li hev hatin? Xalên sereke çibûn?

Peyman 24’ê Îlona 2016’an li bajarê Cartagena hate îmzekirin. Lê, hikûmeta Kolombiyayê biryar da ku 2’ê Cotmeha 2016’an ji bo pesendkirina peymanê referandumekê li dar bixe. Encam, dengê ‘NA’ bi ser ket. Vê jî hişt naveroka peymanê were vekolan û lêpirsîn. Lewma pêvajoyeke sererastkirinê hat destpêkirin. Ev jî bû sedema amadekirina metneke nû. Metna mijara gotinê, 24’ê Mijdara 2016’an hat îmzekirin û bû peymana dawî. Ev peyman ji şeş bendan pêk dihat. Reforma berfireh a gundan, beşdariya siyasî, dawîkirina pevçûnan, çareseriya pirsgirêka madeyên hişbir, rewşa mexdûrên pevçûnê û xala dawî jî bicihanîna peymanê bû. Ji bo alî peymanê pêk bînin, mekanîzmayên pêwist hatin avakirin. Li ser bingehê van şeş xalan di muzakereyên 4 salan de peymanên qismî hatin amadekirin. Herî dawî, li ser vî bingehî Peymana ji bo Dawîkirina Pevçunê û Avakirina Aştiyeke Mayînde hate îmzekirin.

Taybetî bêçekirina gerîlayên FARC’ê weke xala sereke hat ferzkirin. Ev pêvajo çawa meşiya?

Di rastiyê de, bêçekirin ne wekî çareseriya sereke ya pevçûnê hatibû hesibandin û ne jî li ser wê li hev hatibû kirin. Lê hikûmet bi israr bû ku serhildêr çekên xwe deynin. Ev mijar di bin banê xala sisiyan de bû ku bi dawîbûna pevçûnê ve girêdayî bû. Bi vî awayî çêbû; me li ser mijarên têkildarî jinûve entegrasyona berfireh, ango jinûve entegrasyona aborî, siyasî û civakî ya şervanan danûstandin kir. Bêçekirin an jî danîna çekan wekî encama dawî ya vê pêvajoyê dihat dîtin. Lê, pirsgirêka sereke derbarê awa û dema pêvajoyê de bû. Protokol ji aliyê komîteyeke teknîkî ve  hatibû diyarkirin ku tê de fermandarên gerîla û fermandarên hêzên çekdar ên dewleta Kolombiyayê beşdar bûn. Protokol û dema radestkirina çekan di vê komîteyê de hat diyarkirin. Ev biryar di nava rêxistina serhildêr de bi yekdengî nehat pejirandin. Derbarê îhtîmala pabendnebûna dewleta Kolombiyayê de fikarên kûr hebûn. Nemaze dema li ber çavan bê girtin ku çek bi dehsalan tekane amûra serhildanê bû ku di berxwedan, şer û parastinê de spartek bû. Ji ber vê, mijar di nava arêxistinê de bû sedema nîqaşên dijwar û gotûbêjên navxweyî.

Pêvajoya jinûve entegrasyonê û derbasbûna qada siyasî çawa destpê kir, zehmetî çi bûn?

Veguherîna ji jiyana leşkerî ber bi jiyana siyasî û sivîl ve bi îmzekirina peymana aştiyê destpê kir. Destpêkê, gerîla li herêmên diyarkirî yên wekî ‘herêmên gundan’ dihatin zanîn, kom bûn. Piştî şeş mehan, di Hezîrana 2017’an de, radestkirina dawî ya çekan pêk hat. Ev pêvajo li gorî protokolên hişk hat meşandin. Ji bo îmhakirinê çek radestî Neteweyên Yekbûyî hatin kirin. Pêvajoya reentegrasyona siyasî bi avakirina partiya siyasî destpê kir. Ev partî piştî radestkirina çekan hat damezrandin. Lê, ev veguherîn ne hêsan bû. Zehmetiyên giring hebûn ku piranî girêdayî kêmahiya zelaliyê bû. Nimûne, dê partiyeke siyasî çawa were avakirin ku divê tê de gotûbêjên demokratîk û stratejiyên siyasî yên bêçek li pêş be. Ev di nava rêxistinê de bû sedema tengezariyên navxweyî û dabeşbûnan. Gelek îmzakerên peymanê xwe ji partiyê dûr xistin û tenê kêmaniyek di nav avahiya fermî de ma.

Tevî peymanê jî dijberiyan dewam kir, komek veqetiya û şer domand. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?

Derketina komên dijber yek ji zehmetiyên herî aloz ên pêvajoyê bû. Ji destpêkê ve, piştî îmzekirina peymanê (Ya pêşî ya di Îlona 2016’an de û referanduma paşê ya ku tê de dengê ‘NA’ bi ser ket) hin fermandar û fraksiyonan biryar dan ku peymanê qebûl nekin û yekser bi çekên xwe ve ji hev veqetiyan. Ev kom wekî FARC’a Muxalîf hat naskirin. Paşê, di sala 2018’an de, bûyereke din qewimî ku bû sedema krîzeke kûr a bêbaweriyê. Li dijî rêberên partiya nû operasyonek pêk hat û  Jesús Santrich hat girtin. Vê geşedanê aloziyên nû derxist holê û bû sedem komeke din a fermandarên berê ku di nav de Iván Márquez û Jesús Santrich jî hebûn biryar bidin di bin avahiyeke nû ya bi navê Segunda Marquetalia de dîsa serî hildin. Van bûyeran pêvajoya aştiyê paş xist û baweriya bi pabendbûna dewletê ya ji bo pêkanîna sozên wê lawaz kir. Encam vegera hin fraksiyonan bo şerê çekdarî û berdewamiya tundûtûjiyê li herêmên cuda yên welat bû.

Gotûbêjên li ser babiksalariyê di pêvajoyê de bûn rojev?

Nîqaşa li ser sîstema babiksalarî bi awayekî eşkere cara yekê di pêvajoyeke aştiyê de li Kolombiyayê pêk hat. Mijar taybetî di peymana 2016’an de ket rojevê. Ev, bi saya çalakiya hevbeş a tevgera jinan a Kolombiyayê, rêxistinên femînîst ên netewî û hêza gerîla yên jin pêk hat. Vê pêvajoyê her wiha ji bo lêkolîn û ramana li ser femînîzmê û mafên jinan jî qad çêkir. Ya herî giring, bû sedema avakirina “Jêrkomîsyona Zayendî” ku peywira wê ew bû perspektîfeke zayendî li seranserê xalên peymanê bi cih bike. Her çend vê pêvajoyê yekser avahiyên babiksalar yên welat neguherand jî, di asta navneteweyî de bandoreke sembolîk, siyasî û teknîkî ya pir giring çêkir.

Li gorî tecrûbeyên we, nêrîn û pêşniyarên we ji bo pêvajoya li Bakurê Kurdistanê çine?

Bi rastî ti bersiveke teqez nîne ku rasterast li ser pêvajoya li Kurdistan û Tirkiyê were sepandin. Ji ber her çend, her du çarçove jî serhatiyên berxwedana çekdarî û lêgera çareseriyên siyasî parve dikin, şert û mercên dîrokî, çandî û siyasî cuda ne. Kolombiya û gelê Kurd di herêmên cuda û di demên cuda yên dîrokê de, di pêvajoyên cuda re derbas bûne. Ji ber vê, divê her pêvajoyeke aştiyê li ser rastiyên xwe were avakirin. Lê, hin ders hene ku dibe bikêr werin. Ya yekê; her çiqas rê dijwar xuya bike jî, divê her derfeta ji bo çareseriyeke li ser bingehê danûstandinan were nirxandin. Tecrûbeya Kolombiyayê nîşan dide heta 10 salan piştî şer jî, heke îradeya siyasî û piştgiriya navnetewî hebe, pêkan e ku ji bo diyalogê qad werin vekirin. Ya duyemîn, giringiya analîzkirina zehmetiyên di dema pêvajoyê de derdikevin holê ye. Li Kolombiyayê, gelek astengî derketin pêşiya me; bêbawerîbûna di navbera aliyan de, krîzên li ser maseya danûstandinan, zextên derve û zehmetiyên di cîbicîkirinê de. Fêmkirina van serhatiyan dikare alîkariya pêvajoyên din bike ku pêşbîniya rîskan bikin û baştir amade bibin. Dersa sisiyan ew e ku bawerî yekser çênabe. Ew hêdî hêdî, bi riya biryarên şênber, sozên têne piştrastkirin û piştgiriya navnetewî çêdibe. Zêdetirî deh salên di ser îmzekirina peymana li Kolombiyayê re derbas bûne nîşan da ku aştî bi îmzekirina belgeyekê pêk nayê. Pêkanîn, pêvajoyeke dirêj û aloz e ku jêre israr, organîzasyon û hişyariyeke domdar divê. Ji ber vê, ez bawerim serhatiya Kolombiyayê dikare bibe mijareke lêkolîn, hizirandin û fêrbûnê. Taybetî jî ji bo alî û kesên niha di pêvajoyên danûstandinê de ne, an jî ji bo dawî li şer bînin li çareseriyeke siyasî digerin.

Di vê çarçoveyê de, bi taybetî derbarê rola jinan de, hûn dixwazin çi ji jinên Kurd re bibêjin?

Beriya her tiştî, ez dixwazim ji jinên Kurd re heyraniya xwe bînim ziman. Rola ku wan weke tevgereke civakî, weke rêberên siyasî û şervanan ji bo xwe afirandiye, bi rastî giring e. Wan di rêvebirina rêxistin û saziyan de wekheviya zayendî pêş xistiye. Ev pêşketineke wisa ye ku di gelek tevgerên din ên serhildêr an berxwedana çekdarî de li seranserê cîhanê pêk nehatiye. Di serhatiya Kolombiyayê de ku hêjmareke mezin a şervanên jin lê hebûn, asta wekheviya zayendî bi qasî ji aliyê jinên Kurd ve hatiye pêşxistin, nehatiye bidestxistin. Ev destketiyeke dîrokî ye ku divê bê zanîn û vegotin. Dixwazim bêjim, ev asta pêşketinê ya di warê beşdarî û pêşeniya jinan de hatî bidestxistin, nabe ku di pêvajoyên danûstandinên aştiyê de were piştguhkirin û bê dûrxistin. Heger jin di rêxistinê de, di berxwedanê de û di pêşketina siyasî de roleke xurt listine û bûne hêzek sereke, divê ew di maseyên danûstandinê de jî bi awayekî wekhev amade bin. Danûstandinên aştiyê ew qad in ku tê de pêşeroja siyasî, civakî û herêmî ya gelan tê destnîşankirin. Ji ber vê, pir giring e ku jin ne tenê weke çavdêr an nûnerên sembolîk, lê weke aktorên siyasî yên xwedî hêza biryardayîna rastî beşdar bibin. Her çend agahiyên min ên temam derbarê pêkhateya heyî ya şandeyan di vê pêvajoyê de tine bin jî, tiştên heta niha hatine dîtin nîşan didin ku nûnertiya jinan sînordar dimîne. Ji ber vê ez bang dikim ku hebûna jinan di cihên danûstandinê de xurtir bikin, wekheviya ku jixwe di astên din ên rêxistinî de hatiye bidestxistin biparêzin. Ez ji ber heyranî û rêzgirtina ji bo têkoşîna jinên Kurd vê peyamê didim. Ji ber, weke ku em ji deverên cuda yên cîhanê fêr bûne, eger jin ji biryarên peşeroja gelên diyar dikin bên dûrxistin, aştiyeke mayînde pêk nayê.