Ji bo pêvajoyê gavên demokratîk û zagonî

- Roza METÎNA
167 views
 Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku rastiya çareseriyek demokratîk a ji bo meseleya Kurd tê nîqaşkirin û çarçoveyek siyasî ya demokratîk a xurt dibe, giring e û wiha got:”Pêdivî ye ku pêvajo bi gavên demokratîk û zagonî yên berbiçav were pêşxistin. Divê nêzîkatiyek baweriyê dide civakê, zelal, bingehek hiqûqî ya xurt hebe û divê nêzîkatiyek beşdariya civakî dide pêşiyê, were pêşxistin.”


Serokwekîla DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” diyar kir ku rastiya çareseriyek demokratîk a ji bo meseleya Kurd tê nîqaşkirin û çarçoveyek siyasî ya demokratîk a xurt dibe, giring e û wiha got:”Pêdivî ye ku pêvajo bi gavên demokratîk û zagonî yên berbiçav were pêşxistin. Divê nêzîkatiyek baweriyê dide civakê, zelal, bingehek hiqûqî ya xurt hebe û divê nêzîkatiyek beşdariya civakî dide pêşiyê, were pêşxistin.”

Ji bo pêvajoyê gavên demokratîk û zagonî

Gulistan Kiliç Koçyigit li ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di destpêkê de wiha got:”Çareserkirina aştiyane û siyasî ya pirsgirêka Kurd, yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye, ji bo her kesê ku li Tirkiyeyê dijî, bi taybetî ji bo gelê Kurd, xwedî giringiyeke dîrokî ye. Nêzîkatiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ vê bingehê bi awayekî rast nîşan dide. Ji ber ku êdî her kes dizane ku çareseriyeke mayînde bi polîtîkayên ewlehî-navendî, înkar û rêbazên dûrxistinê nayê hilberandin û dê neyê hilberandin. Îro qonaxek giring e. Rastiya çareseriyek demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin û çarçoveyek siyasî ya demokratîk a xurt dibe, giring e. Lê ji vê gavê û pê ve, pêdivî ye ku pêvajo bi gavên demokratîk û zagonî yên berbiçav were pêşxistin. Em ji ezmûnên berê dizanin, ger aliyên demokratîkbûnê, hiqûq û ewlehiya civakî kêm bin, pêvajo wê ji bo pêşveçûnê zehmet be. Wekî DEM Partiyê, em dibêjin çareserî di siyaseta demokratîk û parlamentoyê de ye. Ji ber vê, divê nêzîkatiyek baweriyê dide civakê, zelal, bingehek hiqûqî ya xurt hebe û divê nêzîkatiyek beşdariya civakî dide pêşiyê, were pêşxistin.”

Rola Birêz Ocalan giring e

Gulistan Kiliç Koçyigit bal bir ser rola Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoyê û wiha pê de çû:”Di mijarên dîrokî yên wiha de, divê rêyên diyalog û danûstandinê ji bo pêşveçûna ber bi çareseriyê ve vekirî, bimînin. Rola Birêz Abdullah Ocalan lîst û nêzîkatiya wî ya di hewldanên berê yên çareserkirina pirsgirêkê de nîşan da, eşkere dike, ew îro jî di pêvajoyê de aktorekî sereke ye. Ji ber vê, em bawer dikin şert û mercên xebat û ragihandinê yên Birêz Ocalan divê li ser bingeha prensîbên hiqûqî yên demokratîk ji nû ve werin nirxandin. Ji ber ku di pêvajoyên wiha de, destnîşankirina muxatab, vekirîhiştina rêyên ragihandinê û xurtkirina îradeya çareseriyê pir giring in. Di heman demê de, ev pirsgirêk rasterast bi demokratîkbûna Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Ji bo ku raya giştî baweriya xwe bi aştiyê bîne, da ku nîqaşên li ser çareseriyê berfirehtir bibin û siyaseta demokratîk xurt bibe, diyalogek vekirîtir û bihêztir giring e.”

Divê komisyon berfireh bixebite

Gulistan Kiliç Koçyigit di heman demê de bal bir ser komisyona di binê banê meclisê de hatiye avakirin û wiha dewam kir:”Em bawer dikin ku divê meclis platforma sereke û navendî ya vê pêvajoyê be. Ji ber ku pirsgirêka Kurd nikare tenê di bin sernavê ewlehiyê de were çareserkirin; berevajî vê, ew meseleyek hiqûq, demokrasî, hevwelatîbûna wekhev û aştiya civakî ye. Ji ber vê, navnîşana herî xurt ji bo çareseriyê parlamento ye. Em komîsyona damezrandî di vî warî de giring dibînin. Lê, dema ku hêviyên civakê dibe mijara gotinê, divê komîsyon karê xwe bi awayekî bibandortir, berfirehtir û hîn encamgir bimeşîne. Pêvajo tenê dikare bi demokratîkbûn, reformên hiqûqî û mekanîzmayên ku dê baweriya civakî zêde bikin, pêş bikeve.”

Divê mafên demokratîk bên misogerkirin

Gulistan Kiliç Koçyigit li ser mafên gelên Kurd ên mîna çand û hunerî jî wiha got:”Eger em behsa çareseriyeke demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd bikin, yek ji aliyên wê yên herî bingehîn misogerkirina mafên ziman, nasname û çandî ye. Mafê perwerdehiyê ya bi zimanê dayikê, mafê wergirtina xizmetên giştî yên bi zimanê dayikê, bikaranîna azad a ziman a di qada giştî de, parastina jiyana çandî û xurtkirina nûnertiya demokratîk şertên pîvanên demokratîk ên gerdûnî ne. Hemwelatîbûna wekhev tenê di pergalekê de mimkun e ku her kes bikare bi nasname, ziman û çanda xwe azad bijî. Ji ber vê, em bawer dikin divê gavên wêrektir û berbiçavtir ber bi demokratîkbûnê ve werin avêtin. Ji bo aştî mayînde be, divê mafên demokratîk werin misogerkirin. Ji ber aştî ne tenê rewşek nebûna pevçûnê ye; ew di heman demê de xurtkirina jiyana demokratîk e.”

Li girtîgehan binpêkirina mafan

Gulistan Kiliç Koçyigit têkildarî rewşa girtîgehan jî wiha got:”Binpêkirinên mafên mirovan li girtîgehan ji bo demek dirêj yek ji pirsgirêkên mafên mirovan ên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye. Rewşa girtiyên nexweş, pratîkên cezakirinê yên zêde, rêziknameyên ku di cezakirinê de newekheviyê diafirînin, cezayên dîsîplînê yên keyfî, veguhestinên bi zorê, sînordarkirinên li ser veguhestinê, mafên ragihandin û serdanê û binpêkirinên di gihiştina xizmetên tenduristiyê de wêneyekî cidî nîşan dide. Divê neyê jibîrkirin ku pêdiviya herî bingehîn ji bo xurtkirina aştiya civakî avakirina hestekî edalet û ewlehiyê ye. Li cihê vî hestî zirar dîtibe, aştiya mayînde ne pêkan e.”

Bandora pêvajoyê ya li ser meseleya Kurd

Gulistan Kiliç Koçyigit têkildarî bandora pêvajoyê ya li ser meseleya Kurd jî ev tişt anî ziman:”Pêşveçûna erênî ya pêvajoya heyî dê bandorek rasterast û bihêz li ser çareseriya meseleya Kurd bike, ne tenê di asta siyasî û civakî de, lê di heman demê de di warê aliyên aborî û pêdiviyên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd de jî. Berî her tiştî, lêçûnên giran ên civakî yên ji ber pevçûnên dehsalan çêbûne kêm dibin; ev rasterast bandorê li ser psîkolojiya civakî û rewşa aborî ya welat dike. Her wiha wê bandorê li ser polîtîkayên ewlehî-navendî jî bike. Ev yek di asta jiyana giştî ya civakê de jî xuya dike û her wiha bingehek giring ji bo çareserkirina newekheviyên avahîsaziyê diafirîne, nemaze li herêmên ku serjimara Kurd lê zêde ye. Ji bo gelê Kurd, encama herî giring a vê pêvajoyê, pêkanîna pêdiviya wan a ji bo jiyana azad a nasnameya xwe, bikaranîna zimanê xwe ya bê astengî ya di qada giştî û jiyana rojane de, parastina hebûna xwe ya çandî ya bi ewlehî û beşdarbûna bi tevahî ya di jiyana siyasî û civakî de ye. Ev jî divê li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev be. Ev ne ‘lîsteyek daxwazan’ e, lê mafên xwezayî yên di civakek demokratîk de ne. Ji ber vê, em mijarê ne tenê wekî meseleyeke ewlehiyê, lê wekî meseleyeke demokrasî, edalet, jiyana hevbeş û wekheviya aborî û civakî dibînin. Her ku diyalog xurt bibe, wê qada siyaseta demokratîk berfireh bibe û civak bêtir tevlî pêvajoyê bibe, hem îhtîmala aştiyeke mayînde û hem jî derfeta pêkanîna pêdiviyên bingehîn ên demokratîk, çandî û aborî yên gelê Kurd dê bi hev re mezin bibin.”