Hêvî ji mirin û tirsê mezintir e

- Gelawej Ewrin
217 views
Her dema ku rejîm xwe lawaz hîs bike, serî li zexta li ser jinan û civaka sivîl dide. Ji ber ku dizane jin li Îranê bûne sembola guherînê. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî tam ji vir destpê kir. Kuştina Jîna Emînî tenê bû sedemek ku hestên salan di hundirê civakê de kom bûbûn derbikevin derve. Ji Kurdistanê heta Tehranê, ji bajarên mezin heta herêmên Belûc û Ereb, nifşeke nû derket holê ku êdî naxwaze bi tirs bijî.

Şer li Îranê sekiniye, lê her kêlî dibe ku careke din bi şêwazên cuda destpê bike. Hemû aliyên şer bi lîstoka muzakereyan hewl didin wext qezenc bikin û xwe ji bo her rewşê amade bikin. Bêdengiyek heye ku mirov dikare bêje bêdengiya beriya tofanê ye. Jixwe karaktera şerên vê serdemê wiha ye; dibe mehek şer hebe, piştre çend meh bêdengî û paşê dîsa agirê şer gur bibe. Dibe kêliyekê alî lihev bikin, kêliyek din li hev bidin. Lê ya ku îro di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de pir bi bandor dimeşe ne tenê şerê germ, hewayî yan bejahî ye. Şerê rastî îro li ser hiş û derûniya civakan tê meşandin. Di vî şerê nû de medya bûye qada sereke ya cengê. Her du alî jî bi televîzyon, torên civakî û propagandayê hewl didin ne tenê li dijminê xwe, lê di hişê mirovan de jî serketinê bi dest bixin. Ji sibê heta êvarê dîmenên kuştinê, bombebaranê, gef û wêraniyê têne belavkirin. Mirov hêdî hêdî bi kuştinê re dijîn û fêrî vê rewşê dibin. Jiyana mirovan tê bênirxkirin, civak fêrî şert û mercên neasayî dibe. Di nav vê bombebarana psîkolojîk de aliyekî pozîtîf ku mirov xwe pê bigire, ku hêviyek biafirîne jî nayê hiştin. Ev şert û merc di dawiyê de tundiyê normal dike.
Ji ber vê, îro li Îranê tenê şerê hewayî, deryayî û şerê li ser sînoran nameşe; di heman demê de şerekî derûnî û navxweyî jî tê meşandin. Rejîma Îranê bi taybet di bikaranîna hestên civakê de gelekî pispor bûye. Nêzîkî nîv sedsal e ku xwe bi vê rêbazê li ser piyan hiştiye. Ji destpêka salên 80’î heta îro, her dema ku krîzek derve çêbûye, rejîmê hemwext tirs û zexta navxweyî zêde kiriye. Ji bo ku civak li dijî dernekeve, dijminê derve hatiye afirandin û di heman demê de her dengê rexneyê li hundir tê bêdengkirin. Bikaranîna hestên netewperest, ol û baweriyan, her wiha bikaranîna jinan wek amûrek siyasî, bûye hunera sereke ya vê rejîmê. Rejîma ku di sala 1979’an de li ser hêvî û xeyalên bi milyonan Îranî rûnişt, bi derew û hîlebaziyan desthilat girt. Wê demê gelek kes li dijî pergala Şah rabûn ji ber ku azadî, dad û civakeke baştir dixwestin. Mamoste, xwendekar, karmend, jin, ciwan û heta gelek kesayetên olî beşdarî şoreşê bûn. Lê piştî ku desthilat ket destê komên tundrew, rêya şoreşê guherî. Li ser navê ”parastina destketiyên şoreşê” hêzên Besîc û Sipah hatin avakirin û hêdî hêdî li ser hemû dezgehên welat serdest bûn. Di destpêkê de van koman xwe wek parêzvanên gel nîşan didan. Lê dema ku hêza wan mezin bû, niyeta wan a rastî jî derket holê. Armanca wan ne tenê rêvebirina Îranê bû; dixwestin modela xwe ya olî û siyasî li tevahiya herêmê belav bikin. Ji bo vê jî her awayê zext û kontrolê bi kar anîn. Heta ol jî, ku diviya bibe qadeke exlaq û rûmeta mirovî, ji bo amûrek siyasî hat veguherandin û bikaranîn.

Darvekirin mîna gefek siyasî tê bikaranîn

Îro jî heman rêbaz dewam dike. Her kesê ku rexne bike, daxwaza maf û azadiyê bike yan jî ji rêya fermî derkeve, wek tehdîdek ji bo“ol” û “berjewendiyên netewî” tê nîşandan. Di demekê de ku herêm di nav aloziyên şer de ye, rejîm li hundir çalakvan, rojnamevan û girtiyên siyasî digire û darve dike. Ev tesaduf nîne. Çimkî rejîm dizane ku şertên şerê derve şertên herî guncaw in ji bo ku zexta navxweyî bê zêdekirin. Darvekirina sê jinên Behayî ku yek ji wan ducanî bû, di vê çarçoveyê de divê were xwendin. Ev ne tenê biryareke cezayî ye; mesajeke siyasî ye. Rejîm dixwaze bi vî awayî civakê bide tirsandin û bêje ku di demên krîzê de jî dê dest ji zordariyê bernede. Dixwaze nîşan bide ku gelekî bihêz e û dikare her tiştî bike. Her wiha gelek kesên ku di serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” û protestoyên din de hatibûn girtin, niha di bin metirsiya darvekirinê de ne. Bi taybet girtiyên siyasî yên jin di rewşeke gelekî giran de ne û her kêlî dibe ku biryarên darvekirinê li ser wan werin sepandin.
Ev yek rasterast bi xwezaya şerê ku rejîm dimeşîne ve girêdayî ye. Her dema ku rejîm xwe lawaz hîs bike, serî li zexta li ser jinan û civaka sivîl dide. Ji ber ku dizane jin li Îranê bûne sembola guherînê. Serhildana “Jin Jiyan Azadî” jî tam ji vir destpê kir. Kuştina Jîna Emînî tenê bû sedemek ku hestên salan di hundirê civakê de kom bûbûn derbikevin derve. Ji Kurdistanê heta Tehranê, ji bajarên mezin heta herêmên Belûc û Ereb, nifşeke nû derket holê ku êdî naxwaze bi tirs bijî.

Rejîm nikare bi siyaseta tirsê û şer li ser piyan bimîne

Lê bersiva rejîmê li hember vê daxwaza jiyanê bû gule, girtin û darvekirin. Ji ber ku rejîmê ev serhildan û tevger tenê wek protestoyek civakî nedît; wek tehdîdekî li hemberî hebûna xwe dît. Ji wê demê ve jî siyaseta tirsandinê hê bêtir kûr bû. Îro jî şertên şerê herêmî tên bikaranîn ji bo ku ev siyaset were rewakirin. Di heman demê de medyayên fermî û televîzyonên dewletê çek, leşker û tehdîdan di weşanên zindî de nîşan didin. Ev dîmen ne tenê ji bo nîşandana hêza leşkerî ne. Armanca wan amadekirina hişê civakê ye. Dema ku civak her roj bi dîmenên çekan re rû bi rû bimîne, şer hêdî hêdî normal dibe. Tundî wek parçeyek ji jiyanê tê qebûlkirin. Ev jî şertên derûnî yên şereke navxweyî diafirîne. Bi vî rengî hewl dide civakê ber bi parçebûnê ve bibe. Ji ber ku civaka Îranê tenê bi aloziyên siyasî nehatiye parçekirin; salan e ku bi siyasetên netewperestî û olperestî jî ji hev hatiye dûrxistin. Kurd, Belûc, Ereb, Azerî, Sunnî, Behayî û gelek komên din her carê wek pirsgirêk hatin nîşandan. Rejîmê xwe bi vê siyaseta cudakirinê li ser piyan hiştiye. Lê şertên niha dikarin vê parçebûnê derxin qonaxeke gelekî xeternak. Ji ber ku civakek ku salan bi tirsê hatiye rêvebirin, dema ku hêvî û baweriya xwe bi tevahî winda bike, dikare ber bi teqînekî navxweyî ve here.

Di nava bêdengiyê de dengê guherînê tê bihîstin

Ji ber vê yekê divê şertên îro tenê wek aloziyeke derve û behaneyên hebûna şer neyê xwendin. Li Îranê niha şerekî li ser wateya jiyanê, azadiyê û pêşerojê tê meşandin. Aliyek dixwaze civakê bi tirsê, ol û şer kontrol bike; aliyê din jî tevî hemû zextan hewl dide jiyaneke azad û normal ava bike. Ji bo vê rawestandina çerxa darvekirin, qetil û zordariyê ne tenê daxwazeke mirovahî ye; di heman demê de şertê sereke yê parastina pêşeroja civakê ye.
Dîroka Îranê careke din nîşan dide ku ti rejîmek nikare heta hetayê li ser tirs û şer bimîne. Civak dikare demek dirêj bêdeng bimîne, lê bêdengî her tim wateya razîbûnê nade. Carnan bêdengî tenê berhevkirina hêzê ye. Û niha li Îranê, di nav vê bêdengiya giran de, dengê guherînê hêdî hêdî dîsa tê bihîstin. Em di bin xirbe û wêraniya rejîmê de dîsa dengê zelal ê Jin Jiyan Azadî dibihîzin.
Ev deng ne tenê qêrîna li dijî zordariyê ye; ev deng hêviya tevahiya Îrana resen e ku salan e di nav êş, tirs û bêdadiyê de dijî. Dengê jinan e ku li hemberî şermezariya rejîmê rawestiyan, dengê ciwanan e ku xewnên wan li zîndanan û taristanan de nehat kuştin û dengê gelekî ye ku hêj bawer dike rojekê wê azadî were. Her çend rejîm hewl dide bi tirs û xwînê vî dengî biçewisîne, lê dîrokê gelek caran nîşan daye ku dengê gelan nikare her tim bê vemirandin. Di nav tarîtiya vê demê de, hêvî wek çirûskekê hîn jî di dilan de ronî ye. Carnan ew ronî di çavên dayikekê de xuya dibe ku li benda vegera kurê xwe ye, carnan di stranên ciwanan de ku bi dizî li ser şevan tê gotin û carnan jî di nav qêrînên “Jin Jiyan Azadî” de ku ji kolanan bilind dibe. Ev gotin bûne sembola berxwedanê; sembola xwesteka jiyaneke bê tirs, bê zordarî û birûmet.
Dîrok hîn ne qediyaye û naqede li welatekî wiha kevnar. Îran hîn di nava şerekî mezin de ye. Ne tenê şerê siyasî, lê şerê di navbera tirs û hêviyê, di navbera zordariyê û azadiyê de. Her çiqas şev dirêj be jî, sibehek Mezdayî wê bê. Û belkî ya herî giring ev e ku niha gelek kes li Îranê êdî ji tarîtiyê natirsin, ji ber ku ew fêr bûne hêvî, her çend bi êş be jî ji ji tirsê bihêztir e. Perdeya reş wê li ser bedena Îrana pirreng rabe û em ê şahidiya şoreşa herî mezin a vê serdemê bikin.