YPJ nasname û îradeya jinê ye

- editor
18 views
Tenê parastina YPJ’ê ya di Wezareta Parastina Sûriyeyê de ne mijara gotinê ye, di heman demê de bi vê re wê mafên hemû jinan bê mîsogerkirin. Ev kampanyaya hatiye destpêkirin jî vê nîşan dide. Mîsogerkirina hebûna YPJ’ê ya di Wezareta Parastina Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê hemû jinan e. Em çiqasî bi hevre bêhtir û xurtir dengê xwe derxin, em dikarin ewqas behsa îrade û nasnameyeke azad bikin.”

Berdevka YPJ’ê Ruksen Mihemed li ser kampanyaya “Em hemû YPJ’yî ne” diyar kir ji bo nasname û îradeyeke azad divê jin bibin yek, çalakiyan ji bo YPJ’ê li dar bixin û wiha got:” YPJ’ê di warê çand, exlaq, pîvanan de jiyanek afirand, di warê sîstemeke demokratîk de li ber xwe da. YPJ îrade û nasnameya jinê ye. Divê piştgiriya kampanyaya ji bo YPJ’ê bidome.”

Tevger û rêxistinên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê de ji bo piştevaniya bi YPJ’ê re bi dirûşmeya “Em hemû YPJ’yî ne” dest bi kampanyayekê kirin. Piştevaniya jinan a ji bo vê kampanyayê dewam dike. Têkildarî sedem û dewama kampanyayê, giringî û taybetiya wê, kampanya çawa tê meşandin, heta niha encamek çawa derketiye pêş, berdevka Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Ruksen Mihemed bersiv da pirsên me.

 Hûn pêvajoya entegrasyonê ya bi hukûmeta Sûrî re dimeşe çawa dinirxînin? Di vê pêvajoyê de YPJ çawa tê destgirtin? 

YPJ di vê pêvajoya entegrasyonê de xaleke esasî ye. Piştî 29’ê Çileyê bi peymana di navbera QSD û hukûmeta demkî ya Sûriyeyê de pêvajoya entegrasyonê destpê kir. Di warê îdarî û leşkerî de jî ev pêvajo niha tê meşandin. Di pratîkê de her çiqas zehmetiyên wê hebin jî dewam dike. Kêmasî û derengxistina vê pêvajoyê heye. Ev kêmasî û derengxistin jî ji aliyê hukûmeta demkî ya Sûriyeyê ve derdikevin pêş. Divê ev entegrasyoneke demokratîk be û hemû mafên gelan tê de bên parastin. Di warê hebûn û nasnameya Gelê Kurd de divê di çarçoveyeke demokratîk de bê meşandin. Divê mafên Gelê Kurd di warê destûrî de bên qebûlkirin. Divê hemû kesên dîl hatine girtin bên berdan. Di warê parastina YPJ’ê de li gel wezîrê parastina Sûriyeyê hevdîtin çêbû. Lê divê têkoşîna di vî warî de dewam bike. Divê nasnameya YPJ’ê bê parastin. YPJ’yî zarokên vî gelî ne û di nav gel de hatiye pejirandin. Vî gelî bedelek mezin da ye. Li Sûriyeyê destdirêjî û kiryarên ne baş ên li hemberî jinan dewam dikin. Loma jî pêwistiya xweparastinê ya jinê gelekî giring e. Li Rojhilata Navîn û cîhanê jin YPJ’ê ji bo xwe weke mînakek baş dibînin. YPJ di vê pêvajoya entegrasyonê de xaleke esasî ye. YPJ’ê xwe bi rêxistin kiriye. Gelek aliyên ku dixwazin hertim şer hebe li pêş in. Loma jî divê xalên entegrasyonê bê kêmasî pêk werin. Ji bo Sûriyeyek nû û demokratîk xebat û têkoşîna me didome.

Ji bo piştgiriya YPJ’ê kampanyayekê destpê kir. Sedema vê kampanyayê çi ye? Hûn dikarin pêvajoya berî pêngavê bi kurtî rave bikin ?

YPJ’ê di şoreşa Rojava de pêşengî kir. Di 26’ê Nîsanê de hem rêxistin hem jî saziyên jinan li Rojavayê Kurdistanê ji bo YPJ’ê kampanyayek piştgiriyê dan destpêkirin. YPJ’ê salên dirêj di şoreşa Rojava de pêşengî kir. Loma jî ev kampanya ji bo parastina YPJ’ê ya di Sûriyeyê de giring e. YPJ’ê ji avakirina xwe hate îro bi xwe re jiyanek afirand. Di warê çand, exlaq û pîvanê de jiyanek afirand û her wiha di warê sîstemeke demokratîk de li ber xwe da. YPJ îrade û nasnameya jinê ye. Divê piştgiriya ji bo kampanyaya YPJ’ê bidome. Bi YPJ’ê re îrade, zanist û nasnameya jinan pêş ket. Di esasê xwe de di YPJ’ê de kesayeta jinê derket pêş. Ev kesayet bi reng, nêrîn, îrade, kar û têkoşîna xwe tevlî xebatan bû. YPJ’ê di heman demê de şoreşeke civakî pêk anî. Di sîstema jiyanê de her tim êrişên herî dijwar li ser jinan hatine kirin. Vê sîstemê hertim êrişî nêrîn, îrade, fikir û hebûna jinan kir. Vê sîstemê hertim jin tine hesibandiye. YPJ’ê jî li hemberî vê sîstemê têkoşîn kir. YPJ bi biryar, nêrîn, xebat û têkoşîna xwe bû sembola jinan. Her wiha guhertin û veguhertinek di nava civakê de ava kir. Jin tevlî kar û xebatan kir. Loma jî YPJ’ê bi şerê leşkerî di eslê xwe de hebûna jinan parast. Ji bo pîvanên mirovahiyê li berxwe da. Her wiha YPJ’ê nehişt pîvanên mirovî di şer de werin binpêkirin. Tenê parastina YPJ’ê ya di wezareta parastina Sûriyeyê de ne mijara gotinê ye, di heman demê de bi vê re wê mafên hemû jinan bê mîsogerkirin. Ev kampanyaya hatiye destpêkirin vê nîşan dide. Mîsogerkirina hebûna YPJ’ê ya di Wezareta Parastina Sûriyeyê de mîsogerkirina mafê hemû jinan e. Parastina YPJ’ê parastina destketiyên jinan e. Wexta em qala demokrasî û azadiyê dikin divê jin tê de hebin.

Di civakê de li ser hêza jinan a parastina xwe hûn çi dibêjin? Giringiya têkoşîna YPJ’ê ya bi salan hûn çawa dinirxînin?

Em nikarin qala artêşekê bikin ku YPJ tê de cih negire. Parastin mafekî rewa ye. Li gor zagonên navneteweyî jî ev mafekî rewa ye. Mafê jinê ye xwe li hemberî tundî, destdirêjî, tinekirina jinê biparêze. Îro bi vê kampanyayê re piştgiriya YPJ’ê tê kirin. Armanca vê kampanyayê parastina mafên YPJ û bi vê re parastina mafên hemû jinên li Sûriyeyê ye. Ti kes nikare vî mafê rewa înkar bike. YPJ’ê li hemberî hêza terorîzmê şer kiriye. Li hemberî vê rûmet û azadî parastî ye. Loma jî mîsogerkirina hebûna YPJ’ê ya di nava destûrê de giring e û şertekî esasî ye. YPJ xwediyê mîrasekê ye. Bi hezaran jin û zarok ji tarîtiyê rizgar kiriye. Di her kêliyên têkoşînê de amade bû. Hertim rol û berpirsiyarî hilgirt ser xwe. Di hêla civakî, leşkerî, guhertin û veguhertinê de peywir girt. Di warê exlaqî û civakî de bingehek da avakirin. Ya ku îstiqrar û ewlehiyê pêk bîne rola jinê ye. Mirov têkoşîna YPJ’ê ya bi salan nikare înkar bike. Ezmûnên YPJ’ê yên di warê parasina jinê de, yên di warê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de û her wiha ezmûnên di warê lehengiyê de giring in. Loma jî divê ev yek were mîsogerkirin.

Parastin û xwedîderketina li têkoşîna YPJ’ê ji bo çi giring e?

YPJ li cîhanê mînakek yekem e. Israra di doza xwe de hîn bêhtir dihêle ew pêşde biçe û xwe xurtir bike. Parastina YPJ’ê jî parastina israra di doza xwe de ye. Asta zanebûnê ku jinan bi dest xistî di pratîkê de çawa dikarin xurtir bikin û mafê gel çawa dikare hîn xurtir bê mîsogerkirin? Ev jî giring in. YPJ di vî warî de jî rolekê digire ser xwe.  Di warê rêxistinbûyineke bi vî rengî de, di fikir û tecrûbeyê de YPJ li cîhanê yekem e. Hêzeke xweser a jinê di warê leşkerî de hat avakirin. Ev jî tecrûbe û nimûneyek e. Loma jî em dibêjin jin bê civak nabe civak jî bê jin nabe. Pêşengiya jinê di vî warî de civakbûyineke rasteqîn derdixe pêş. Mafê jinê heye ku di warê leşkerî de jî bibe mînak û nûnertiyek. YPJ’ê jî ev tişt kir. Felsefeyek pêş xist.

Doz û mafên jinan sînoran nas nakin. Her wiha êrişên li ser jinan her çiqas di warê rêbazê de cuda bin jî lê zihniyeta ku vî tiştî pêk tîne heman e. Armanc tinekirina jinan e. Loma jî ji bo piştgiriya YPJ’ê, ji bo piştgiriya jinên Rojava û hemû Sûriyeyê divê hemû jinên li cîhanê yên dibêjin em têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê dimeşînin xwedî li YPJ’ê derkevin. Ji bo guhertin û veguhertinên li Sûriyeyê rola van kesayetan a li her qadê û di her saziyê de giring e. Divê zext li hukumeta demkî ya Sûriyeyê bê kirin. Pêşketin û guhertinên li Sûriyeyê û îstiqrara li vir wê bandora xwe li tevahî cîhanê û mirovahiyê bike.

Ji bo raya giştî ya navneteweyî û parêzvanên maf û azadiya jinan hûn dixwazin çi peyamê bidin?

 Ji bo asname û îradeyeke azad divê jin bibin yek û çalakiyan ji bo YPJ’ê li dar bixin. Niha hem li Kurdistan, li Rojhilata Navîn hem jî li tevahiya cîhanê hezkirin û piştgiriyek ji bo YPJ’ê heye. Lê divê ev bi demê re sînordar nemîne û bi çalakiyan bê xurtkirin. Divê zexteke mezin di qada raya giştî de were çêkirin. Ji ber ku dengê YPJ’ê dengê hemû jinan e. Reng û hebûna YPJ’ê reng û hebûna hemû jinan e. Loma jî li sefaretxaneyan dibe, li parlamentoyan dibe, li saziyan dibe, li cihên hiqûqî û mirovî dibe, divê çalakiyên xurtir ji bo YPJ’ê bên lidarxistin. Pêwiste saziyên jinan xebatên bêhempa bikin. Loma divê jin xebat û têkoşîneke hevpar bimeşînin. Divê yekîtî û rêxistinbûna jinan di vî warî de xurtir bibe. Di vê demê de ev hewcedariyeke mezin e. Dê yekîtiya me jinan maf û hebûna me biparêz e. Sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e. Em çiqas bi hevre bêhtir û xurtir dengê xwe derxin, em dikarin ewqas behsa îrade û nasnameyeke azad bikin.