Rojnameger Şehrîban Aslan diyar kir ku di dozên jinan de zagon wekî amûreke parastinê ya mêran tên bikaranîn û wiha got: “Mirov dikare bibêje, têgehên edalet û hiqûqê li Tirkiyeyê di warê lêpirsînên dozên jinan de bi hilweşîneke cidî ya pratîkî rû bi rû mane.”
Rojnameger Şehrîban Aslan a ku gelek dozên jinan ên mîna Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz dişopîne li ser polîtîkayên bêcezahiştinê, geşedanên di doza Gulistan Doku de, polîtîkayên şerê taybet û bandora medyaya serdest a li ser kuştinên jinan nirxandin kir. Şehrîban Aslan diyar kir ku tevlîbûna hemî saziyên dewletê yên li Dêrsimê ya di doza Gulistanê de, nemaze rastiya ku kurê walî û kurê polîs gumanbarên sereke ne, rastiya tevahî ya rewşê eşkere dike û wiha got: ”Rastiya Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaiş, Îpek Er û gelek jinên din, ber bi xwekuştin, fuhuş û tiryakê ve hatine ajotin, hemî beşek ji şerê taybet e.”
Hewl hat dayin, doz were veşartin
Şehrîban Aslan di destpêkê de bal bir ser geşedanên ji ewil heta niha yên di dosyaya Gulistan Doku de û wiha got: “Şeş salan hewl hat dayîn doz were veşartin. Em dibînin, tevî waliyê wê demê Tuncay Sonel û kurê wî Mustafa Turkay Sonel, hema hema hemû saziyên giştî yên Dêrsimê, di veşartina vê dozê de rolek lîstine. Operasyon û girtinên di 13’yê Nîsana 2026’an de hatin kirin, diviyabû bi salan berê bihata kirin ji ber ku hemû rastiyên wê demê dihatin zanîn. Her çend dewletê îdia kir ku ew xwekuştin e jî, parêzer, malbata Gulistanê û jinan qet bawer nekirin ku ew xwekuştin e. Wan tekez kir ku Gulistanê winda bûye û doz bi zanebûn hatiye girtin. Belê, her çend di encama operasyonê de hin kes hatin girtin jî, em dizanin ku gelek navên din di nava vê bûyerê de hene. Em dizanin ew hîn jî bi awayekî azad digerin. Di dozê de hîn jî gelek valahî hene, ya herî girîng jî, cihê Gulistanê hîn jî nayê zanîn. Divê ev valahî werin dagirtin û divê yên ku hîn nehatine girtin werin girtin.”
Li Dêrsimê şerê taybet
Şehrîban Aslan bal bir ser polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrsimê û wiha pê de çû: “Dêrsim bi polîtîkayên şerê taybet derdikeve pêş. Ev şerê taybet di heman demê de, ji hêla dîrokî û civakî ve di bin navê ‘Keçên Winda yên Dêrsimê’ de jî kodkirî ye. Bi Komkujiya Dêrsimê re jî ev polîtîkayên şerê taybet hîn bêhtir belav bûne. Her wiha vê yekê ji damezrandina Komara Tirkiyeyê heta roja îro jî berdewam kiriye. Van polîtîkayên şerê taybet bi komkujiyekê dest pê kirine û paşê veguheriye hilweşîna civakî. Di vê hilweşîna civakî de, jin bi taybetî hatine hedefgirtin. Hilweşandina civakî bi rêya jinan hatiye xwestin, bi armanca ku civakê li gorî fermana dewletê bi teşe bike, pêş bikeve. Li ser vê bingehê, di doza Gulistan Doku de, me şahidiya kurteyek siyaseta dewletê ya 90 salan a li Dêrsimê kir.”
Zelalbûna dosyayê dê bandora erênî bike
Şehrîban Aslan bandora zelalkirina doza Gulistan Doku ya li ser dosyayên dinê yên jinan jî wiha şîrove kir: “Eger ev doz bi tevahî were eşkerekirin, em dikarin bibêjin dewlet dê di dawiyê de, di pirsgirêkên jinan de pêşketinan bi dest bixe. Her wiha em dikarin bibêjin ku dozên din ên jinan jî dê werin çareserkirin. Dê hêvî hebe ku çarenûsa kesên dozên wan hatine girtin, yên ku winda ne, were eşkerekirin û têkoşînek wisa ji hêla malbat û jinan ve were destpêkirin. Ji ber ku ev êdî dê bibe pêdivîyek. Heta niha jî, malbat doza Gulistanê wekî çavkaniyek hêviyê dibînin û têkoşînek dest pê kirine. Ger doza Gulistanê were çareserkirin, ev tê vê wateyê ku çareserkirina dozên jinan dê hîn bi leztir bibin. Tevlîbûna hemî saziyên dewletê yên li Dêrsimê ya di doza Gulistanê de, nemaze rastiya ku kurê walî û kurê polîs gumanbarên sereke ne, rastiya tevahî ya rewşê eşkere dike. Rastiya Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz, Rojîn Kabaiş, Îpek Er û gelek jinên din, ber bi xwekuştin, fuhuş û tiryakê ve hatine ajotin, hemî beşek ji şerê taybet e.”
Zagon bûye amûrek ji bo parastina mêran
Şehrîban Aslan da zanîn ku zagon wekî amûreke parastina mêran tên bikaranîn û wiha dewam kir: “Mirov dikare bibêje, têgehên edalet û hiqûqê li Tirkiyeyê di warê lêpirsînên dozên jinan de bi hilweşîneke cidî ya pratîkî rû bi rû mane. Ji ber ku, bi taybetî ji sala 2015’an vir ve, me bi çavên xwe li dadgehê dîtiye ku çawa zagon bûye amûrek ji bo parastina mêran a di dozên jinan de. Bi hezaran mînak hene ku em dikarin bidin. Mînaka herî berbiçav ‘kêmkirina reftarên baş’ di warê zagonî de ye. Mêr qrewatekê dema dixe stûyê xwe yan jî cilekî xweşik li xwe dike, ev dikare bibe sedema daxistina cezayên wan. Bi dehan mînakên weha dikarin werin dayîn. Di darizandinên jin û zarokan de ku em li dadgehan dişopînin, dadgeh her gav jin û zarokan sûcdar dibîne û li gorî wê biryaran dide. Ev biryara dadgehê, her çend mêr wekî di pozîsyona beraetkirinê de nîşan dide jî, mêr di heman demê de hêzdar dike. Ev yek dihêle mêr xwe wekî mafdar bibîne. Ev, di encamê de, dibe sedema komkujiya bêkontrol a jin û zarokan. Di doza Gulistan Doku de, Gulistanê di destpêkê de hate sûcdarkirin. Hawîrdora wê, jiyana wê ya dibistanê, jiyana wê ya kar gihîş wê astê ku were lêpirsînkirin. Heta gihîştiye wê astê ku pirsa çima ew ji bo xwendinê çûye Dêrsimê jî hat kirin. Lêbelê, di encama hewldan û têkoşîna mezin a malbatê û jinan de, hemî rastî yek bi yek derketin holê û em îro gihîştine vê nuqteyê.”
Rola medyaya serdest
Şehrîban Aslan di heman demê de, bal bir ser bandora medyaya serdest a di kuştinên jinan de û wiha got: “Li Tirkiyeyê, medya ji bo demek dirêj, bi piranî bi hinceta sedemên aborî, hatiye tepeserkirin. Ev bûye çerxek dîrokî, her hikûmetek medyaya xwe diafirîne. Hikûmeta dawî ev yek biriye asteke dinê, medyayek bi tevahî di binê kontrola xwe de diafirîne. Mixabin, niha medyayek heye, hikûmet çi difikire, ew jî heman tiştî difikire, hikûmet çi dixwaze bibîne, ew jî heman tiştî dibîne. Bandorên vê yekê di jiyana rojane de têne dîtin. Medyaya serdest, mîna dadgehan, jinê sûcdar dike. Ew her tiştî ji ser jinê lêpirsîn dikin, ji cil û berg û axaftina jinê bigire heta helwest û jiyana jinê ya taybet, bi vî awayî kuştinê rewa dikin. Em pir caran di medyaya serdest de daxuyaniyên wekî ‘Wê di wê saetê de li wir çi dikir? Çima wê ew li xwe kiribû? Wê ew provoke kir? Mêr krîza derûnî derbas kiribû’ dibînin. Ev yek mêr û dadgehan wêrek dike. Siyaseta bêcezatiyê encama vê yekê ye.”
