Bi salan e bi hişmendiya netew-dewletê ya ku li herêmê kirine model û bi lingên dewletê yên ku xwe dispêrin neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, bûye sedem ku li herêma Rojhilata Navîn kevir li ser kevir nemîne.
Ji bo pêşîlêgirtina komkujiyan, pêkanîna demokrasiyê û avakirina aştiyeke mayînde, Rêber APO pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi vê pêvajoyê dawî li şerê çekdarî anî û stratejiyeke nû ya têkoşînê avakir. Li ser vê bingehê, bi gotina “Partî gihîştiye armanca xwe û rola xwe bi cih aniye”, PKK’ê xwe fesih kir.
PKK’ê li Rojhilata Navîn û bi taybetî li Kurdistanê, li dijî dogmatîzma serwer a ku bi hezaran salan wekî zincîrekê li civakê hatibû girêdan, zayînek nû afirand. Bi derketina xwe re, li cihê ku li Kurdistanê bi navê Kurdîtîyê pel nedihejiya, di şert û mercên wiha de hebûna Kurdan bi pêşengiya jinan misoger kir.
Jina ku deng û rengê wê hatibû fetisandin û îradeya wê hatibû desteserkirin, bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re roleke nû girt ser milên xwe û mîsyoneke nû pêk anî. Bi zanist û baweriya ku bê azadiya jinê azadiya civakê ne mimkûn e, dest bi rêwîtiya xwe kir. Bi vê armancê têkoşîna xwe bilind kir û di encama têkoşîna 50 salî de, ne tenê li Kurdistanê, lê li tevahiya Rojhilata Navîn çandeke nû pêş xist.
Di van 50 salan de, hebûn û nasnameya Kurdan bi deng û rengê jinê ji bin îmha û înkarê derxist. PKK’ê ji dema derketina xwe heta roja fesihkirina xwe, tevgerê pêşvebir û her dem zayînên nû afirand. Bi fesihkirina xwe re jî gaveke nû avêt û zayînek nû pêk anî.
Wekî ku tevgera PKK’ê di hebûna gelê Kurd de xwedî roleke girîng bû, di hebûna jinê de jî xwedî heman role bû. Tevgera PKK’ê bi fikra “Çand, ziman, civakbûn û hebûn bi jinan tê parastin” bingehên hebûna civaka Kurd bi hebûna jinê ve girê da. Di heman demê de, analîza xwe ya li ser mêtingeriya civaka Kurd jî li ser mêtingeriya dîrokî ya li dijî jinê ava kir.

Ji bo baş fêmkirina pêvajoyê çavkanî dîrok e
Dema em li dîrok û sosyolojiya civaka Kurd dinêrin, dibînin ku Kurdîtî û jinbûn ji dîrokê heta roja me ya îro heman çarenûsê parve kirine. Ev çarenûsa hevbeş jî ew e ku her du, dema ji xwe û kokên xwe bêpar bibin, dikarin bibin milkê her kesî.
Fêmkirina pêvajoya banga Aştî û Civaka Demokratîk jî şikandina vê çarenûsê ye. Armanca sereke ya ku Rêber APO ev pêvajo da destpêkirin, valaderxistina siyaseta hêzên hegemon ên li ser Kurdan û gelê herêmê ye. Bi salan e bi hişmendiya netew-dewletê ya ku li herêmê kirine model û bi lingên dewletê yên ku xwe dispêrin neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê, bûye sedem ku li herêma Rojhilata Navîn kevir li ser kevir nemîne. Ji bo vê siyasetê pêk bînin, bi salan e siyaseta dijminatiyê pêş dixin û gelê Kurd û gelên herêmê didin şerkirin.
Ji bo valaderxistina vê siyasetê, fêmkirina dîroka gelê vê herêmê girîng e. Bi salan e gelê vê herêmê li hemberî êrîşên tunekirinê, ji bo xwe biparêzin di nava lihevkirin û hevpeymaniyan de bûn. Ji bo ku em vê pêvajoyê bispêrin nêzîkatiyeke pozîtîf a dîrokî, fêmkirina têkiliyên Anatolya û Mezopotamyayê girîng e. Lewra pêwîst dike ku nêzîkatiya li hemberî vê pêvajoyê ne taktîksel, lê stratejîk be. Heger nêzîkatiyek stratejîk pêş nexkeve, wê berjewendiyên gelê herêmê bikevin metirsiyê.
Beriya niha jî ji bo çareserkirina pirsgirêkê Rêbertî serî li rêyên aştiyane da, lê ji ber ku dewletê nêzîkatiya xwe ya taktîksel û hişmendiya xwe ya înkarê derbas nekir, hemû hewildanên berê yekalî man û negihîştin encamê.
Qeyranên Rojhilata Navîn û xurtbûna hişmendiya Kurdan
Li hemberî pirsgirêkên ku hene, Rêbertî weke rêya çareseriyê modela entegrasyona demokratîk derxist pêş. Di serdema ku em tê de derbas dibin de, asta têkoşînê û ezmûna gelê Kurd têrê dike ku ji tevahî alozî û qeyranên Rojhilata Navîn re çareseriyê peyda bike. Di dîrokê de, bi qasî ku desthilatdaran bi hev re şer kirine, ji vê zêdetir civakan bi hev re di nav aştiyê de jiyan kiriye. Di vê wateyê de, dîrok ne tenê dîroka şerê desthilatdaran e, di heman demê de dîroka biratiya gelan e. Tişta girîng ew e ku li hemberî hişmendiya netew-dewleta înşakirî, em bîra xwe ya civakî bi bîr bînin.
Ev demeke dirêj e li Rojhilata Navîn ji bo destxistina statûya Kurdan têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bi taybetî di qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn de, têkoşîna gelê Kurd bi pêşengiya jinên Kurd, ji bo tevahiya mirovahiyê bû sembol. Di encama têkoşîna demdirêj a PKKê de, çanda ku li ser hêzên demokratîk ên cîhanê bandor bike û karibe Rojhilata Navîn biguhere, pêş ket.
Ev têkoşîn bi grûpeke biçûk a jinan dest pê kir, pê re bû yekîne, bû artêş û bû partiya jinên azad. Pêşengî û rêxistina jinan pêl bi pêl mezin bû û bi gelemperî li Kurdistanê bi hişmendiya azadiya jinê re çandeke nû ava kir. Bi vê çandê re li Rojavayê Kurdistanê şerê ku bi pêşengiya YPJê li dijî faşîzm û mêtingeriyê hate meşandin, bû sembola berxwedana mirovahiyê.

Keziyên ku bayê hevgirtin û sekna têkoşînê xurtkir
Li Rojhilatê Kurdistanê serhildana ji ber kuştina Jîna Emînî bû dengê “Jin, Jiyan, Azadî” li cîhanê. Li Şengalê jinên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, bi destê xwînmijan hatibûn dîlgirtin û îstismarkirin, neşikestin û bûn sembola îradeyeke polayî. Rizgar bûn, vegeriyan ser axa xwe û ji bo azadiyê şer kirin. DAIŞê bi revandina wan xwest wan bixe nava şermeke mezin, lê rizgariya wan û sekna wan a serbilind bû rûmeta jinên cîhanê.
Dîsa birîna keziyên jinên şerker nebû tirs û xof, bû pira girêdana navbera mirovahiyê. Li Başûrê Kurdistanê ji aliyê bav û birayan ve keziya jinan hate hûnandin.
Bi taybetî rewşa ku niha li Rojhilata Navîn rû dide, berdewamiya siyaseta parçekirina herêmê û bi hev re dane şerkirinê ye. Hêzên hegemon ji bo ku herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin, têkoşîna bi salan a gelan berovajî dikin û gelan ji destkeftiyên wan ên têkoşînê bêpar dihêlin. Karê wan a destpêkê ji bo bi bernameyên pir hovane êrîşkirina ser hebûna manewî û rexistinbûna jinê ye. Li herêmê anîna îslama tundrew ser desthilatdariyê nîşaneya vê yekê ye. Li Afganistanê Talîban, li Rojava HTŞ ne tenê desthilatdarên welatekî ne, di heman demê de tê wateya hedefgirtina azadiya jinan a li Rojhilata Navîn. Ji lewra pêwîst e ku li hemberî vê siyasetê yekîtiya jinan, hevgirtin û sekna têkoşînê xurt bibe.
Felsefeya Rêbertî bi pêşengiya jinê belav dibe
Em ji bîr nekin, bernameyên ku ji bo jiyan û pergala siyasî-polîtîk a li Rojhilata Navîn têne pêşxistin, ji aliyê hêzên hegemonîk ên Rojavayî ve tên çêkirin. Wan hêzan dibe ku li ser pergala cîhanê serwer bin, lê ji sosyolojiya Rojhilata Navîn dûr û biyanî ne. Ji ber ku xalên esasî yên Rojhilata Navîn nikarin bi rêkûpêk tehlîl bikin, çi bernameyê çêkin, çiqasî pê re mijûl bibin hemû encam wekî ku ew dixwazin nabin. Ji ber vê mudaxeleyê li kîjan welatî bikin, weke ku li wir bikevin nava lîtavekê de asê dimînin.
Rastiya çandî, dîrokî û jiyanî ya Rojhilata Navîn ew e ku ev der warê xwedawendan e. Mirovahî, civakbûn, aqil, felsefe, zanist û ol ji vê derê belavî dinyayê bûne. Di çêbûna wan nirxan de jî çavkanî jin e.
Di sedsala 21. de û piştî têkoşîna 50 salî ya azadiyê, êdî bi pêşengiya jinên Kurd û jinên Rojhilata Navîn, mirovên Rojhilata Navîn ew kefenê ku bîra wan di tarîtiyê de hiştiye, çirandine. Êdî wêrektiya wan a daxwaza mafan, edalet, wekhevî û demokrasiyê ava bûye. Êdî ji hêzên derve re dikare bêje: “Tu biyanî yê, em te li vir naxwazin”, ji desthilatdarên ku wekî dewlet xwe rêxistin dikin re jî dikare bêje: “Tu mecbûrî xwe biguherînî, heger na, em ê te biguherînin.” Ev sekna jin û gelan bi raperîna gel a Sûdanê re jî diyar bû, bi serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” re hate dîtin.
Ev hemû didin nîşandan ku gelên Rojhilata Navîn dibêjin: Felsefeya Rêbertiyê ya “Ger jin azad nebe welat jî azad nabe” gihîştiye me. Di warê têkoşîn, rêxistinbûn, aqil û cesaretê de hişyarbûnek çêbûye. Ji ber ku di rastiyê de, di têkoşîn û destkeftiyên jinên Kurd de dibînin ku; heger tu bibî ya xwe, heger tu têkoşîn bikî û heger tu xwe rêxistin bikî, hovîtiya dinyayê jî bidin meşandin dîsa tu hêz nikare te bin bixe, ji ber ku jin jiyan e, heqîqeta mirovahiyê ye.
