Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewletê û wiha got:” Armanca şerê taybet rizandina civakê ye, dewlet dixwaze bi şerê taybet, civakê asîmîle bike û bîne halekî ku nekare bertekê jî nîşan bide. Helbet rêbazên li dijî şerê taybet/îllegalîteya bi kontrol zelal e. Li dijî vê rêxistinbûyin,mezinbûn û bi hişmendiyekê guhertina civakê yekem antîdot e.”
Polîtîkayên şerê li bajarên Kurdistanê her ku diçe zêde û kûr dibe. Bi destên qursên Quranê, bi destê leşker û polîsan her wiha fuhuş û hişbirê tê xwestin jin û Gelê Kurd ji hebûn û nasnameya xwe dûr bikevin. Bi çarçoveya polîtîkayên şerê taybet êrişeke mezin û sîstematik bi taybet li dijî jinên kurd pêk tê. Li dijî van êrişana têkoşîn û berxwedana jin û Gelê Kurd jî dewam dike. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça têkildarî mijarê nirxandin kir.
‘Dewlet çavên xwe digire’
Ceylan bi lêv kir ku dewlet ji polîtîkayên şerê taybet re çavên xwe digire û wiha got:”Dewlet bi taybet li Kurdistanê û bi awayekî qismî li hinek herêmên Tirkiyeyê ji fuhuşê, hişbirê û belavbûna rizandina civakî re, çavên xwe digire. Jin û saziyên ku li dijî vê têdikoşin jî dibin hedefa dewletê. Her wiha dewlet leşker û polîsên ku li kolanan tundiyê dikin û bersûcên tundiyê jî bêceza dihêle. Sedema van kiryarên dewletê jî afirandina “Îllegaliteya bi Kontrol” e. Îllegaliteya bi Kontrol bi taybet ji bo netew dewletan rêya kontrolkirina li ser nasnameyên cuda ye. Wekî mînak, em dikarin behsa cinayeta Narînê ya di demeke nêz de bikin. Vê cinayetê civak pir êşand. Di vê bûyerê de dewsa ku lêpirsîna rizandina bi sponsoriya dewletê bê axaftin, pêşdaraz û stereotİpên bi rêya “Îllegaliteya bi Kontrol” li hemberî kurdan pêş dikevin, hatin axaftin. Ev polîtikaya ji bo fetisandina nîqaşên berpirsiyarî û para dewletê digirin dest, derketin pêş. Binêrin, di cinayeta Narînê de civakê dikaribû têgeha malbata pîroz a feodal, zayendperest û dijminê jinê lêpirsîn bikira. Civakê dikarî li ser êrişên ku tevgera azadiyê ya ji bo guhertinê li ber xwe dide, dike hedef bi awayekî baldarî bifikirya û ronahiyek bidîta. Dikarî pêşdarazên bi propagandaya jehrî hatiye biteşekirin, lêpirsîn kiriba.”
Siyaseta ‘Îllegaliteya bi Kontrol’
Ceylan bal kişand ser siyaseta dewletê “Îllegaliteya bi Kontrol” û wiha pê de çû:”Nirxên siyasî û civakî yên Tevgera Jinên Kurd a Azad û Gelê Kurd ji aliyê dewletê ve dibe hedef. Bi polîtîkayeke pir kûr ev yek tê kirin. Hinek apartên dewletê yên diyar e, ji bo tevgerên siyasî yên kurd wekî alternatîfekê tên pêşkêşkirin. Ev hewldan beşek ji siyaseta dewletê ya ‘Îllegaliteya bi Kontrol’ e.”
‘Dewlet fuhuş û hişbirê belav dike’
Ceylan dîsa bal bir ser îddiayên Dîlek Emekçi yên fuhuş û hişbir li ser zarokên keç tê ferzkirin û wiha dewam kir:”Fuhuş û hişbir bi çavdêriya dewletê belav dibe. Yek ji sedema vê jî ji bo armanca debara faliyetên nelirê yên hinek apartên diyar e. Binêrin li gor îddiayên Dîlek Emekçi tîne zimên, li Saziyên Parastina Zarokan fuhuş û hişbir li ser zarokên keç tê ferzkirin. Ev jî bi destên ‘daraz û emniyet’ê tê kirin. Dewleta ku divê li ser vê yekê lêpirsînekê bike, rêbazeke “SLAPP” tercîh dike û kedkaran digire.”
‘Yên hişbirê difroşin polîs in’
Ceylan anî ziman ku bi çek û unîformayên Tirkiyeyê sûcên li dijî mirovahiyê tê kirin û wiha lê zêde kir:”Bi taybet li bajarên kurdan ên ku qeyûm lê tên tayinkirin, nûnerên wan ên legal tên girtin ji 2016’an heta niha nasnameyên kesên hişbirê difroşin û qaçaxçîtiya mirovan dikin, leşker û polis in. Heman siyaset li cihên kurdan ên Rojava yên ku Tirkiyeyê dagir kiriye jî xuya dike.Serekê çeteyan ‘Abu Amsha’ di bin hîmayeya Tirkiyeyê de bi awayekî sîstematîk tecawizî jinên kurd dike û ji bo fîdyeyê mirovan direvîne. Bi çek û unîformayên Tirkiyeyê van sûcên li dijî mirovahiyê dike. Hem Abu Amsha hem jî kesên piştgiriyê didin ji ber sûcên li dijî mirovahiyê wê bên darizandin.”
‘Armanca şerê taybet rizandina civakê ye’
Ceylan da zanîn tê xwestin bi şerê taybet civak bê rizandin û asîmîlekirin û wiha got: “Dewlet ji bo tevgerên civakî û siyasî yên statukoya dewletê lêpirsîn dike, bertaraf bike îllegalîteya bi kontrol bi kar tîne. Bi vê re dixwaze bêîstikrariya civakî ava bike û civakê lawaz bike. Dixwaze bi vî rengî rêxistinbûyina civakî dijwar bike. Îllegalîteya bi kontrol şerê taybet e. Armanca şerê taybet rizandina civakê ye, dewlet dixwaze bi şerê taybet, civakê asîmîle bike û bîne halekî ku nikaribe bertekê jî nîşan bide. Helbet rêbazên li dijî şerê taybet/îllegalîteya bi kontrol zelal e. Li dijî vê yekê rêxistinbûyin,mezinbûn û bi hişmendiyekê guhertina civakê yekem antidot e. Bi vê girêdayî em wekî aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo rêxistinkirina civaka exlaqî-polîtîk li mal û gundan xwendinên azadiyê dikin. Wekî nûnerên siyasî em bi saziyên civaka sîvîl û bi rêxistinbûyina civakî re di nava koordînasyonekê de ne. Em wiha mekanîzmayên piştevaniyê ava dikin. Em dîsa di çarçoveya faliyetên qanûndanînê de faliyetên şopdariyê û kontrolkirinê didomînin.”
‘Civak serî li me dide’
Ceylan diyar kir ku civak dewsa mekanîzmayên netew dewletê xwedî bike serî li nûnerên xwe yên civakî û siyasî didin û wiha got:”Em bi teşeyê rêxistibûyina xwe ya berfireh têkiliya xwe ya hemû aliyan xurt dikin, loma gelê me yê bi polîtîkayên şer dibin hedef dikarin bi me re têkiliyê deynin. Ji dozên xwînê bigirin heta parvekirina erdan gelê me dizane ku çareseriya esil nûnerên wan e û ji bo çareseriyê serî li med didin. Ev mînaka civaka rêxistinkirî ye. Ev di heman demê de teşeyekî xweparastinê ye. Civak dewsa mekanîzmayên netew dewletê xwedî bike serî li nûnerên xwe yên civakî û siyasî didin. Ev jî encama rêxistinbûyina me ya çalak û berfireh e.”
Li dijî tecrîdê wê mîtîng bê lidarxistin
Ceylan bal bir ser mîtînga wê li Amedê li dijî tecrîdê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir û wiha got:”Netewdewleta ku bi ‘Îllegaliteya bi Kontrol’ encameke dixwaze, nagire vê carê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam dike. Netew-dewlet dixwaze vê siyasetê dewan bike loma jî dixwaze Kurdistanê di nava ewrekî bi toz de bifetisîne. Ji ber vê jî hem mûxatab hem jî avahîsazê çareseriya aştiyane Birêz Ocalan ji qada civakî dûr dixin. Li dijî vê yekê daxwaza azadiya fîzîkî û rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan gaveke giring e. Loma jî em ê di meha Cotmehê de ji bo şermezarkirina 9’ê Cotmehê û ji bo daxwaza azadiya Birêz Ocalan, li Amedê mîtîngekê li dar bixin. Em dixwazin dîsa bang li gelê xwe bikin. Li dijî zihniyeta ku asîmîlasyon û rizandin ji xwe re kiriye hebûnek, em civakek azad biafirînin, em tevli vê mîtîngê bibin. Tevlibûna vê mîtîngê berpirsiyariyeke civakî û firsendek e.”