Li gorî dîroka tomarkirî, dîroka têkoşîna jinên Nepalê ji sala 1814’an ve dest pê dike. Ev dîrok hemwexte li gel têkoşîna ji hêla fermandarê leşkerî Balabhadra Kunwar ve ku li dijî dagirkeriya Brîtanî şer kir. Bi sedan jinan şer kiriye û heta hêzên Ingîlîz bi lehengiya jinan matmayî mane . Di wê demê de, têgihiştina welatparêziyê di nava Nepaliyan de guherî. Ji beriya vê tenê weke erkên mêran bû, lê piştî vê serîrakirinê êdî weke erka jinan jî hat qebûlkirin.
Yek ji jinên ji aliyê çendayetî ve ji bo jinên Nepalî pêşengî kiriye, aktîvîst û helbestvan Yogmaya Neupane. Wê di sala 1917’an de pêşengiya tevgera jinan kir ku li dijî monarşiya Rana bi daxwaza sîstemeke demokratîk têkoşîn kiriye. Di sala 1942 de, bi 67 pêşengên tevgera xwe re, xwe avêt çemê Harûn da ku darvekirina çar pêşengên tevgera xwe şermezar bike.
Jineke din kû di heman demê de pêşengî ji bo jinan kiriye Chandrakanta Mathema. Di di sala 1935’an de wê bi pêşengiya di warê perwerde û bilindkirina zanabûna jinan de rol lîst. Wê çanda jiyan û xebata hevbeş di nava jinan de pêş xistiye. Ne tenê jin, di heman demê de beşên din ên civakê jî perwerde kiriye û li Nepalê tevgerek siyasî ji bo demokratîkkirina pergala siyasî pêş xist. Prensîbên wan pêşdîtin, têgihiştin, hişyarbûn û îqnakirin bû.
Yekem rêxistina siyasî NWO
Jinên Nepalî di sala 1947’an ve, weke tevgereke siyasî ya jinan derketin holê. Lê çar jinên xwepêşander Sahana, Sadana, Snehalata û Kanaklata ji bo du hefteyan hatin girtin. Girtina jinan heta wê demê ji bo malbeta wan û civakê weke şermekê dihat dîtin. Lê piştî serbestberdana wan, nêrîna civak û jinan li ser sekna wan hat gûhertin. Yekser piştî serbestberdana wan, Rêxistina Jinan a Nepalê (NWO), bi rêbertiya Mangaladevi hat damezrandin. Ev, yekem tevgera siyasî ya jinan e ku daxwaza mafê dengdanê û perwerdehiya jinan dikir. Ev tevger wisa mezin bû, padîşah neçar kir daxwazên wan qebûl bike.
Tevgerê di Çileya 1947’an de kongreya xwe ya yekemîn li dar xist. Di kongreyê de mijarên derketin pêş ev bûn; herî zêde zext li jinan tê kirin, cihêkarî li hemberî wan pêk tê û mafên wan tên desteserkirin. Kongreyê bi yekdengî biryarek giring da, ku hemû cureyên zordarî û cudakariya li ser jinan ji holê rabe, jin jî bi mêran re wekhev bin û ji bo vê têbikoşin.
Piştî damezrandina Partiya Komunîst a Nepalê ya bi pêşengîya Pushpalal Shrestha, di sala 1949’an de yek ji rojeva wan wekheviya zayendî ya di warê mûçeyên wekhev ji bo xebata wekhev, ji bo jinan betlaneya dayikbûnê, kreş û ji bo zarokan perwerdehiya belaş bû. Bi van durûşmeyan jin di sala 1951’an de, li dijî monarşiya Rana rabûn. Sadhana di sala 1953’an de bû yekem nûnera jin a şaredariyê, Dwaarikadevi jî bû yekem parlamenter û wezîr di kabîneya hukûmetê de. Piştî rûxandina rejîma Rana ligel sîstema pirpartiyan, jinan bi awayekî yasayî mafê dengdanê, xwendinê, wekheviya di zagonan de, mûçeyên wekhev di destûrê de bi dest xistin. Li gorî vê, feraseta femînîst a lîberal serdest bû.
Lê, ev pêla hewildanên Partiya Komunîst bi darbeyek leşkerî ji hêla şah Mahendra ve hat têkbirin. Rêxistinên jinan û hemû partiyên siyasî hatin qedexekirin. Shailaja Acharya Shailaja Acharya (1944-2009) tevî çend kesên din ji bo protestokirina padîşah “ala reş” bilind kirin. Acharya 3 sal di girtîgehê de ma. Piştî ku hate berdan, çalakiya xwe dewam kir.
Di sala 1971’an de, tevgera Jhapa ji ‘Japali’ wekî yek ji komên komunîst yên çekdar derket. Jinên ku alîgirê guherîna civakî bûn, bi dizî dest bi rêxistinkirina xwe ya di nava tevgerê de kirin. Sita Khadka, Gaura Persain û Leela Kunwar jinên pêşeng ên vê tevgerê bûn. Salên 1970’an ji bo jinên Nepalî salên bi tevger bûn ku bi dizî beşdarî xebatên siyasî dibûn û ji malê derdiketin. Derheqê vê pêvajoyê de lêkolîner û nivîskara Nepalî Bande Pendey dibêje “Jinên Nepalî li gorî şiyan û hebûna xwe stratejiya pêşvebirina eniyên cuda yên rêbertiyê di bereya xwendekaran, jinan, cotkaran û hwd birêxistin dikirin”.
Di tevgera jinên Nepalî de civakîbûn
Gavên civakbûna tevgera jinan a Nepalê di salên 1990’î de hatin avêtin. Laxmi Karki û Meena Paudel van du pêşengên li dijî monarşiyê pêşengiya jinên xwedî perspektîfên femînîst ên Marksîst dikirin. Têkoşîna vê tevgerê rejîma Panchayat neçar kir ku sîstema yek-partî veguhere sîstema pir-partiyan. Jinên Nepalî vê yekê weke gaveke mezin dibînin, lê di encama van guhertinan de tenê ji sedî 20’ê jinan karîbûn beşdarî biryar, hukûmet û saziyan bibin. Di encama şert û mercên tevlîbûna rêveberiyên herêmî de, zêdeyî 40 hezar jin ji bo rêveberiyên herêmî hatin hilbijartin.
Ji kadroyên pêşeng ên ku di teşwîqkirina gel de ji bo xwe birêxistinkirinê roleke sereke lîstin gotin “Rêberên hemûyan”. Nona Koirala jî di nav de van pêşengan hemû dema xwe dan têkoşînê. Pêla tevgerên jinan daxwaza mafên jinan ên wekhev, beşdarbûna biryardayînê û mafên milkiyetê dikir, ku di bin bandora tevgera femînîst a sosyalîst de bûn. Jinan ji bo armancên xwe rojeva xwe li hundir û derveyê hukûmet û parlementoyê kiribûn yek. Heta ku di sala 2006’an de ji bo edaleta civakî di navbera xwe de koalîsyoneke ku bi navê hevpeymana Jinan a Nav-Partî (IPWA) wek mekanîzmayeke siyasî ya hevpar ava kirin. Vê tevgera jinan di nava civakê de tevgerên girseyî pêk anî û daxwazên wan di 9 xalan de bi kurtî anî ziman: 1. Mafên wekhev ji bo zayendan. 2.Mafên wekhev ên mîrateyê 3. Beşdarbûna ji sê parên jinan li qadên giştî 4. Kampanyayek ji bo bidawîkirina tundî, destavêtin û dûrxistina jinan 5. Demokrasiya tam, aştiya mayînde û mafên mirovan 6. Reforma jiyana jinên mexdûrên pevçûnan. 7. Maf û Tenduristîya zayînê 8. Temînkirina perwerdeya ji bo jinan 9. Xebatên azadiya jinê di bin banê IPWA de. Jinan partiyên siyasî jî neçar kirin ku van daxwazan qebûl bikin. Li ser vî bingehî jin beşdarî serhildana li dijî desthilatdariyê bûn û hilweşandin. Ev tevkarî bû bingehê pergala sîstema komarî kû piştî rûxandina monarkî ava bû.
Piştre li Meclîsê li ser navê tevgera jinan Bidayadevi Bhandari ji bo wekheviya zayendî, milk, beşdariya siyasî û têkoşîna li dijî tundiyê biryara jinan a ji çar xalan pêk tê pêşkêş kir û di 30’ê Gulana 2006’an de ev yek hate qebûlkirin. Salek şûnde makezagon li ser vî bingehî hat guhertin. Li gorî vê, tevgerên girseyî, di esasê xwe de jin, çîna karker û gundî, guherîna di warê çawaniyê de dixwazin. Ji sala 2015’an ve heta radeyekê qanûna bingehîn li gorî daxwaza jinan hatiye amadekirin.
Tevlîbûna rêjeyî-qismî ya jinan a di pêvajoya siyasî de û guhertina kalîteyî ya di naskirina jinê de weke ‘hêza kedê’ bandor li zêhniyeta mêrtiyê dikir. Mafê kurtajê li Nepalê ji sala 1995’an heta sala 2002’an ku hat qebûlkirin di rojevê de bû. Nivîskar û lêkolîner Bandî Pandey vê yekê weke beşdarbûna jinên Nepalî di pêla sêyemîn a femînîzmê de dibîne.
Hêza guherînê û destkeftên jinan
Niha tevgerên jinan û bi giştî jin ji xwe dipirsin ka destkeftiyên me çi çareserî ji pirsgirêkên me re aniye. Ew bi bîr tînin ku destpêka têkoşîna bi pêşengiya Yogmaya Neupane (ku di civakê de kevneşopiya Sati-Pratha serdest bû) guhertin pêk anî.
Hema bêje hemû tevgerên jinan û jinên ji hêzên siyasî yên sosyalîst, çep û komunîst dizanin ku destkeftî û guhertinên jinan ne di asta pêwist de ne. Mafên qanûnî yên ku bi têkoşînê hatine bidestxistin di pratîkê de ne wek hev in. Her çend ji sedî 33’ê jinan di rêveberiyên herêmî de cih bigirin jî, pirsgirêkên xizanî, bêkarî û biçûkxistina jinan çareser nebûne.
Li Nepalê, Komîsyona Neteweyî ya Jinan wekî saziyek destûrî tê hesibandin û jinên di nava komîsyonên din de jî bi wan re didin û distînin. Partiyên siyasî li ser pêvajoyên siyasî yên li Nepalê xwedî bandorek mezin in û jin ji bo guhertinê bi giranî xwe disipêrin çalakî û tevlîbûna qada siyasî. Duruşma welat ya ji dema guhertina rejîmê ji padîşahiyê ji bo komarê ev e: “Dayik û Welat ji bihuştê binirxtir e”. Lê di pratîkê de jinên Nepalî weke karker û xizmetkarên malan li seranserê cîhanê belav bûne. Ew bi xwe jî pêvajoya siyasî ya li Nepalê weke pêvajoyeke ku hîna veguhêz û teşe negirtiye dibînin. Pêvajoya siyasî di bin bandora du awayên ramanê de ye ku yek feodal e û ya din jî kapîtalîst e. Ew di wê baweriyê de ne ku pêwistî bi tevgereke jinan a çalak heye ku bandorê li mekanîzmayên biryargirtinê bike û jinan di asta civakê de baştir birêxstin bike. Bêgûman têkoşîn û beşdariya qada siyasetê piranî ji aliyê jinên elît û navenda bajaran ve pêk tê. Weke din jî zêhniyeta ku demokrasî û sosyalîzmê ji dewletê hêvî dike bi bandor e. Civak xwe birêxistin nake. Li ser têkçûnên sosyalîzma ‘dewletî’ nirxandineke kûr nîne.
Li Nepalê bandora Jineolojî
Di dema hevdîtinên me yên Rojên Foruma Civakî ya Gerdûnî de, me bi perspektîfa Jineolojî û Konfederalîzma Demokratîk pêşkeşiyên xwe kirin. Her wiha rexneyên Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Jinên Kurd li vê şêwaza hizirandinê kir. Piranî beşdarên Nepalî pêwistî dîtin ku van nîqaşan kûrtir bikin û diyar kirin ew dixwazin bi perspektîfeke rexnegir, awayê nêrîna li krîza demê û çareseriyê li ber çavan derbas bikin.
Nivîskar û lêkolîner Binda Pandey di wê baweriyê de ye ku çawaniya xurtkirin û entegrekirina îdeolojiya femînîst û tevgerên wan di astên cuda de ji bo şikandina pratîka mêraniyê, yek ji xebatên pêwist e. Ew di wê baweriyê de ye ku di nav tevgerên femînîst de pêdivî bi rojevek hevpar û pêşengiyeke pispor, bihêz û bi bawer heye ku bikare bibe bersiv.
Jinên Nepalê ji bo peywendiyê vekirîne û civak bi gelemperî di bin bandora dîroka xwe ya kevnar de ye. Di mijarên li ser dîrok, çand û aliyên ruhî de bi hêsanî parve dikin û qebûl dikin. Nemaze dema ku em behsa metodolojiya Jineolojiyê dikin, jê bandor dibin. Belê, Jineolojî ji hêla rêbazê ve ji bo wan nû ye. Lê serwextbûna bi ol û mîtolojiyê ji bo wan ne nûye. Bandora çanda xwedawendan gelek kûr e. Çend fîgurên xwedawendan hene ku hîn jî çanda wan li ser jin û mêr bi bandor in. Ji wan Kalî, kumarî, Tara u Laximî tenê çend nav in. Lê jineke akademîsyen ku beşdarî panêla Jineolojî bû ku li zanîngehê mamosteya beşa sosyolojiyê ye wiha got “ Jineolojiyê li ser rêbaza xwendina me ya mîtolojiyê tiştêkî nû zede kir ku hîn jî di jiyana me de bi bandor e, me ev nezanîbû”. Ev nêrîn dikare bibe zemînek ji bo têkoşîna hevpar.