Jin li Îraqê di rojevê de ne?

- Necîbe QEREDAXî
624 views

Her sal hinekî din, têkoşîna jinan di cîhanê de geş dibe. Bi taybet jî,  jinên Kurd êdî ne tenê di navenda rojeva Kurd û Rojhelata Navîn de,  di rojeva cîhanê de ne. Gelo, li Îraqê çi heye? Nêzî salêkê ye ku di Desteya Wezîrên Heydar Ebadî de, tenê wezîrek jin heye û piştî salêkê wezîra karûbarên jinan, raporek derbarê rewşa jinan de weşand. Wekî din qala jinan li   cihekî naye kirin. Jin çi diken, di kîjan rewşê de ne, asta beşdarİya wan a nava jiyana siyasî û civakî çî ye? Ne ti agahî, kesek û saizyek jî nagire rojeva xwe. Ji bo mirov, li Îraqê, li ser rewşa jinê lêkolîn bikin, mirov pir kêm dikare  agahiyan bibîne. Di nava Desteya Wezîran de tenê jinêk heye. Wezîra karûbarên jinan a hikûmeta Îraqé de jinek ji Başûrê Kurdistanê ye û navê wê Beyan Nûrî ye. Ji Partiyeke Îslamiye ye û salêk dibe ku li ser pirsgirêkên jinan ranewestiya ye. Li ser jinên Êzîdî ku ji  aliyê DAIŞê ve hatin revandin û kolekirin, yek  peyv tenê jî ne gotiye. Tevî ku birêziya min ji bo hemû jinên ku di cihekî hestiyar û girîng  de kar dikin heye. Lê  jina ku wek wezîrekê di desthilatdairyê de cih digire, ne mimkûne ku derveyî çareseriya olî, ji bo jinan çareserieykê bîne û pêşniyaz bike.

Ji xwe wezîrên din hemû mêr in, wezîfeya ku  desthilatdariyê ji wan re xêz kiriye pêk tînin û  hemû meydanan ji xwe re heq dibînin û li ser rewşa trajîk a civakê tiştekî nabêjin. Eger bêjin jî, wê di xeta mêjiye dewletê û detshilatdariya mêr de bêjin. Nêrîna wan ya li jinê û civakê na guhere. Jinan mîna amûrêkî seks û zarokan, ji bo xizmeta mêran û karê malê dibînin.

Wezîra jin piştî salêkî çi li ser rewşa jinan dibêjê? ” Rewşa jinan ne baş e, mîna rewşa siyasî û aboriya welat, şerê DAIŞê bandora xwe li ser jinan kiriye, hejmarek jin, ji alî DAIŞê vé hatine girtin û nebûne mûçe-meaş bandora li jiyana jinan jî kiriye. Cûdabûn û hilweşîna malbet %20 li gorî salên berê zêde bûye.  Piranî cûdabûna jinan di  temenê  navbera 11-15 salan de ne. Yek milyon jinên Îraqê hevjînên xwe winda kirin e. Jinên ku malbetê xwe xwedî diken ji %10 dikare pêk bîne. Sunetkirina keçan li herêma Kurdistanê dewam dike. Balkêş e ku ev mînakek bi vî rengî tûne ye.

Mirov nikarê bêjê wezîra jin, ji partiyeke xwedî îdolojiyeke îslamî a sûnî ye, wê dikaribe pirsgirêkên jinên Êzîdî çareser bike. Ji ber ku heya niha dengêk ji jina wezîr û Desteya Wezîran derneketiye. Li hemberî kuştin û revandina jinên Êzîdî ku parçekeye ji ol û kultura Kurdistanê ne, dengê xwe dernexistiye. Li hemberî zewaca sîxe, ku her sal bi hezaran jinên şiî dibine qûrban jî dengê xwe dernayêxin. Li hemberî kuştin û komkujiyên jinên li Başûrê Kurdistanê jî dengê xwe bilind nekirine.

Dibe ku hen rastî û agahiyan li ser jinên Îraqê û Başûrê Kurdistan hebin, lê pir tiştên bi serê jinan hatine zêde cih negirtine. Ji ber ku ya zelal ew e ku, di sistema rêvebiriya navendê ve, amar û raportên ku alî çend kesên bin çavdêriya wezaretêke de û ji bo 26 milyon mirov tê amadekirin, tişteke ku ne mimkûne bibe bersiv. Zihniyeta karkirinan jî bi zihniyeta olî li bûyer û pirsgirêkan bi taybet pirsgirêkên civakê û jinan dinêrin û kar jî wisa dikin.

Êdî pirsgirêkên civakê ji navendan nikarin werin şirove kirin û çareser kirin. Pirsgirêkan detayên wan hene û pêdivî bi rêbazên dewlemend û pir reng û xwecihî û çareseriyê  heye. Tiştê ku wezîra jin dikarê bike ewe kû bi qanûnan, kujerên jin ceza bikin û perleman naçar bikin qanûnên demokratîk derxînin. Dawî li zihniyeta “mêr lêdixe û dewlet diparêzê” bînin. Pirsgirêkî jinan ne ew e kû hevjîna wan nîne, an mûçeya wan nîne,  pirsgirêka sereke ewe ku jin mîna mirov werê dîtin. Dema ev nêzîkayetî werê sererastkirin, karêk nîne ku jin nikarê bike û meydanek nîne ku têde bisernekeve. Mînaka herî balkêş û berbiçav Jinên qahereman a li Kobanê li hemberî DAIŞê şer kirin e. Piştî Kobanê ti kesêk, aliyek û hikûmet û hêzêk nikarê jinan tine bihesibîne, an jî îradeya wan bin pê bike.

A herî girîng ew e ku jinan bi xwe rêxistinî-kirinê xwe bihêz biken. Li hember karên ne lirê bisekinin. Divê jin diakirbin bersiv xwe bidin. Rewşa kambax ew e ku, jin bi xwe naxwazin azad bin, jin bi xwe li pişta hev dixin, an jinan jî şirîkên fesadî û karên ne li rê ne  . Çewa di têkoşîna tevgera azadiya gelê Kurd e û di şer û têkoşîna hundir de li hember têgîna kursî, pere û mal û mulkên taybet bi ser ketin û ne hatin xapandin, divê jin neyên xapandin, li hemberî tiştên bi serê jinan tên jî bêdeng nemînin.

Mînaka herî balkêş a di 11 Sibatê de me dît. Dema Ozgecan Aslan li navçeya Tarsûs a Mêrsînê bi şêwazeke hovane hat qetilkirin, çend hefte ne jinan qad terk nekirin û di kolanan de nerazîbûn nîşan dan. Bêguman nerazîbûn tenê ne bes e, jin di warî de û di xweparastinê de gavan ne avêjin û mekanîzmayên parastinê n eafirênin ne mimkûne tenê bi derxistina zagonan xwe biparêzin. Ji ber ku qanûnên ku ne xwedî naverok û pîvanên wekehevî bin, wê rewşa jinê zêdetir xerab bike.

Çewa jinên Kakeyî a li Başûrê Kuridstanê daxwaz ji Gerîla dikin ku alî xwe parstinê de, wan pêşbixin û herwisa jinên Kerkukê heman daxwazê diken, divê ew mekanîzmeya  parastinê ji bo hemû jinên Îraqê wiha be. Ji ber ku xeteriya DAIŞê îro di holê de ye û heya pergaleke demokratîk û pir reng û xweser ava nebe, wê xeteriya qikirinê her hebe. Ev qirkirin ne tenê ji dûjminên dervey, lê ji nava malbetê bigre heya cihê kar û li kolanan heye. Xwe parastin li her derê pêdiviyeke ku dest jê naye berdan. Bêguman parastin ne tenê bi çek, lê bi rêxstin, dîroka xwe nasîn û tevlîbûna hemû aliyên jiyanê de ye.