Rojhilata Navîn, êdî tê gohartin, ji ber kû jinên Kurd bi dehan sal in li ser alîyên wî a xweşik kû bin enqazên qirêjîya netew-dewletê hatine veşartin û nayen dîtin, di qûncikên dîrokê de hatine berteref kirin, di dîroka niviskî de bi ti rengî qala wan nehatîye kirin; niha serî hildane û şer dikin. Jinên Kurd şerê delalî, pîrozî nirxên civakî dikin, lewma jinên Kurd, bedewên dîrokê ne. Peyva Birêz Ocalan “yên şer dikin azad dibin, yên azad dibin bedew dibin, yên bedew dibin tê hezkirin” wateya xwe di jinên Kurd de dibîne. Ev peyv, herî zêde di şerê azadiyê de bi bandor bûye. Jin fêrbûn ku paqijkirina peyvên siyasi, jiyan , hezkirin, eşq û heqîqet pir zêde hatîye qirêjkirin. Paqijkirina van kirêtiyan, têkoşîneke dastanî dixwazê, lewma dîroka 36 salên têkoşîna azadîya gelê Kurd, tije dastanên lehengîyê û cengaweriyê ne. Kî heye ku dastana efsaneyî a Bêrîtan ne bihîstî be, yên temenê wan nîvî 36 sal jî nîne, îro li ser dika dîrokê lehengîyên keç û xortên Kurdan li Kobanê dibînin û fam dikin kû ev dîroka 36 salan, çiqasî bi ked û têkoşîna bê navber hatîye bedew kirin. Têkoşîna jinên, wê dûnya û axîretê li Dagîrkerên Kurdistanê, herî dawî jî li “DAIŞ”ê bike dojeh. Ji xwe çete dibêjin, dema ew bi destê jinekê werin kuştin wê biçin dojehê ? Ev rastî hêza efsaneyî a jina Kurd nîşan dide. Jina Kurd hêza xwe ji kurahîya dîrokê digire.
Niha di rastîya Rojhilata Navîn de azadî her diçe rengê xwe ya rast, ji guleyên çekên jinên Kurd distîne. Êrişa herî mezin a DAÎŞê û fînanskar û pewerdekarê wan bi taybet jî Tirkiye, ne tenê li hermber Kurdan, li hember nasnameya azadî û nirxên mirovahiyê ye. Jinên Kurd û Tevgera Azadiyê jî, pêşengîya parastina van nirx û pîroziyan dike. Lewma cîhan li dora xwe civandîye. Erişa wan bi sedema modeleke kû li Rojava hatîye damezirandin e. Ji bo wê jî DAÎŞê kirine maşeya xwe û dixwazin vê modela îînsnaî û demokrtaîk têk bibin ketina nava hewldanan. Ji bo ku DAÎŞê li ser pêyan bigirin, çi ji destê wan werê diken.
Ne xwe li welatêkî weke Tirkiye kû Serok Komarê wê destê xwe dixe nava nivîna razana malbetê û ji bo wan biryar li ser hejmara zarokan jî dide, jin û mêr berovajî fitretê dibînê, bêguman rê nade ku sîstenmeke dmeokrtaîk, însanî li Rojava ava bibe û bibe cîranê wan. Ew temsîlkarên sistema rizîyayî ne, çeteyên DAIŞê jî maşeyên wan e. Welatên wek Îranê kû tecawizkar tên xelat kirin û yên kû tên tecawiz kirin, bi dardekirinê tên cezakirin dixwazin. Me di mînaka Reyhane Cebbarî de ev rastî dît. Çewa dengê xwe li hemberê êrişên ewqasî hovane li ser Kobanê derdixe kû cîhan li ber qehremenîya Jinan matmayî maye, çewa grûbên terorîst yên bi navê Îsalmê, her roj serê mirovan jê dikin, êriş neken kû dema dibînin tevahî berovajî zihnîyeta hov, Kantonên Rojava zagonên demokratîk erê dikinn û jîyana civakê û azadîya giştî û taybet a ferd û civakê bi taybet jinan, bi zagonan misoger dikin.
Radikal, peyveke hem dikarê nerênî hem jî erênî werê bikaranîn e. Jinên Kurd li hember rêxistinên kû bi hemû watayên xwe terorê dikin, şerêkî radîkal birêve dibin. Mîna rojnamewan Tara Brown di dokumentera “statûya jinên şervan de ” dibêjê ” jinan ti cêh nadin hisê xwe, di şer de ji ber kû dema wan nekujin, wê ew werin jnan kole bikin, bifiroşin, bigirinû tecawûz bikin “. Ev şerê radîkal, li hember terora radîlal de, mercên paqijkirina Rojhilata Navîn û serkeftina hêza jinê ye, ji bo paşerojeke demokratîk, azad û bi edalet.
Ev şer, şerê Jinên Rojhilata Navîn teva ye û di şexsê AKPê de li hemberî hemû coreyên mîtingerîyê ye; ev zihniyet bi rengê xwe ya piştgirîya çeteyan û bi zihinyeta xwe ya desthilatdarî û bi kanunan dixwazê jinan bifetisînê, lê piştî şerên şoreşgerane a jinan çerxa dîrokê paşda naçe. Her guleyek ji çekên jinan derdikeve li zihinîyeta serdestan dikeve. Ev şer şerê paqijkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye, ji hemû cureyên qirêj û kirêt e. Jinên Şingalê jî weke destpêkê jî bi êşa bê rêxistinbûnê famkirin ji bo wî jî di karwana bedewbûnê de derdikevin ser dika dîrokê û her roj pêl bi pêl, di vî karwanê de cih digirin.
Ne tesadûfe kû jinên Efganistanê, hem le meydanan, hem jî di qada serbazî de li dijî terorê dixwazin bibin xwedî inîsîyatif. Îlhama kû, şer kirin mirov azad dike gehişte jinên Efganistanê jî. Şer li her derekê li meydana siyasetê, şer bi çek li hemberî kevneperestî û dagirkeran e. Ev şerê bedewiyê ye û şerê li hember xwe û cesaret girtin û şikandina dîwarên tirs û guman, jinan bi şer û têkoşînê hem jîyana xwe û hem civakê bedew dikin.