Asmahan: Dengeke jinê ku di nav sinoran, şer û dîroka mêran de bilind bû

- NÛPELDA TEKOŞÎN
24 views
Îro Asmahan ne tenê bi dengê xwe yê bi hêz tê bîranîn; ew di heman demê de wek yek ji wan jinan tê dîtin ku di nav şer, siyaset û dîrokeke ku ji aliyê mêran ve hatiye nivîsandin de ji bo dengê xwe û ji bo hebûn xwe têkoşiya.

Hin jin ne tenê di serdema xwe de cihê taybet digirin, lê di dîroka ku piştî wan tê nivîsandin de jî cihê xwe diparêzin. Asmahan, ne tenê bi şopa ku di muzîka Erebî de hişt, lê her wiha bi gotegotên ku di derbarê jiyana wê de hatin belavkirin, bi pêşketinên siyasî û mirina wê ya ku heta îro jî bi awayekî teqez nehatiye ronîkirin, di bîra mirovan de maye. Çîroka wê çîroka jineke ku ji xizaniyê dest pê kir, bi hunerê hêz girt û di siya şer de bi dawî bû.

Asmahan, ku navê wê yê rastîn Amal al-Atrash bû, di 25’ê Mijdara 1912’an de di nav malbateke Durzî de hat dinê. Malbata wê li yek ji taxên hêsan ên Qahîreyê şert û mercên dijwar ên jiyanê derbas dikir. Bavê wê, Fahd al-Atrash, mîrê Durzî bû; dayika wê Alia al-Mundhir jî dotmîra Durzî ya Lubnanê bû. Bavê wê ji eşîra navdar al-Atrash bû ku bi berxwedana li dijî dagirkeriya Fransî li Suriyeyê tê naskirin.

Dayika wê, ku barê aborî yê malbatê li ser milê xwe girtibû, bi şuştina cilan û dirûnê zarokên xwe mezin kir. Ev salên ku di xizanî de derbas bûn, di heman demê de bûn destpêka rêya hunerî ya Asmahan.

“Asmahan yek ji dengbêj û stranbêjên herî taybet ên muzîka Erebî bû.”

Dengê wê ji temenê biçûk ve bal kişand. Di demeke kurt de ew bû yek ji stranbêjên jin ên herî taybet ên muzîka Erebî. Firehiya dengê wê ku di navbera kontralto û mezzo-soprano ya dramatîk de digeriya, teknîka bi hêz û şêwaza şirovekirina hestyar, di cîhana muzîkê ya ku mêr serdest bûn de cihê wê cuda kir.
Asmahan kevneşopiya muzîka Erebî bi teknîkên stranbêjiya Rojava re li hev anî. Wê dengê xwe ne tenê ji bo stranbêjiyê, lê wek amûrek ji bo vegotina hest û ramanan bikar anî.
Bi dengê xwe yê xwezayî û şêwaza samîmî ya stranbêjiyê, di demeke kurt de navdar bû. Heta îro jî stranên wê ji bo gelek kesan li cîhana Erebî çavkaniya îlhamê ne. Wê bi dengê xwe yê hestiyar gelek stranên ku li cîhana Erebî bûn klasîk tomar kir.

Di nav şer de hunermend û jineke dîplomat

Jiyana Asmahan tenê bi hunermendiyê re sînordar nebû. Di salên ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn Rojhilata Navîn vediguherand de, navê wê bi pêşketinên siyasî û leşkerî re jî hate anîn.
Li gor çavkaniyên dîrokî, di sala 1941’an de, bi daxwaza Brîtanya û Fransiyên Azad, ew çû Sûriyê ku di bin desthilata hikûmeta Vichy de bû. Tê gotin ku armanca wê ew bû ku civaka Durzî ya li Cebel el-Durzî razî bike, da ku li dijî hêzên hevalbend çek hilnegire.
Di nav şertên şer de, weke hunermendeke jin ku têkiliyên dîplomatîk pêş dixist, bû sedema gelek şîrove û nîqaşan. Piştî ku hevalbendan ji bo Sûriye û Lubnanê soza serxwebûnê dan û paşê vê sozê cih neanîn, hate îdiakirin ku Asmahan bi rêya Tirkiyê hewl da bi Elmanyaya Nazî re têkiliyê ava bike.
Hin lêkolîner dibêjin ku ev hewl ne ji ber armancên siyasî, lê ji ber şertên aborî bû. Lê hûrguliyên vê bûyerê heta îro jî bi awayekî teqez nehatiye ronîkirin.
Bîranînên fermandar û berpirsiyarên Fransî û Brîtanî yên wê serdemê jî nîşan didin ku Asmahan di têkiliyên bi civaka Dûrzî re rolek lîst. Lê ev agahî jî nekarî dawî li gotegotên li dora jiyana wê bîne.
Asmahan ne tenê di jiyana xwe de, lê piştî mirina xwe jî bû mijara gelek îdiayan.

Jina ku di nav vegotinên desthilatdariya mêran de ji bo hebûna xwe têkoşiya

Di 14’ê Tîrmeha 1944’an de, li nêzîkî Mansûra, otomobîla ku ew tê de bû ket kanala avê û wê jiyana xwe ji dest da. Jina din a ku di otomobîlê de bû jî mir, lê ajokar sax derket. Ev bû sedem ku salan pirs were kirin ka ev qezayeke trafîkê ya asayî bû an na.
Di lêkolîna mirina wê de navê îstîxbarata Brîtanya, Gestapo, kesayetên siyasî û têkiliyên kesane derbas dibûn. Lê heta îro tu îdîayek bi belgeyên teqez nehatiye piştrastkirin. Bi vî awayî, mirina Asmahan jî wek jiyana wê nehat ronîkirin.
Dîroka ku mêr nivîsandine, gelek caran Asmahan bi navên wek “casûs”, “prenses”, “jina razdar” an “stêrka trajîk” da naskirin.
Lê li pişt van navan jinek hebû ku hunera xwe bi xwe ava kir, pîvanên serdemê şikand û bi dengê xwe di muzîka Erebî de qada estetîkeke nû vekir.
Îro Asmahan ne tenê bi dengê xwe yê bi hêz tê bîranîn; ew di heman demê de wek yek ji wan jinan tê dîtin ku di nav şer, siyaset û dîrokeke ku ji aliyê mêran ve hatiye nivîsandin de ji bo dengê xwe û ji bo hebûn xwe têkoşiya.
Ne tenê berhemên wê, lê jiyana wê jî hîn jî mirovan dihêle ku li ser cihê jinan di dîrokê de û awayê ku tên temsîlkirin bifikirin.
Li gor daxwaza xwe ya dawî, Asmahan li Misirê, li goristana Fustat a Qahîreyê, li tenişta birayên xwe Fouad û Farid al-Atrash hate veşartin.

Berhemên herî navdar ên hunermend Asmahan

 Di kariyera xwe ya muzîkî de Asmahan bi bestekarên mezin ên wek Muhammed al-Qasabji, Riyad al-Sunbati û birayê xwe Farid al-Atrash re xebitî.

Di nav berhemên wê yên herî navdar de ev hene:

  • Layali al-Uns fi Vienna (Şevên Evînê li Viyanayê) – yek ji klasîkên wê yên bi şêwaza valsê.
  • Ya Habibi Taala Elhaani
  • Enta Hataraf
  • Ahwa
  • Ya Bida’a al-Ward
  • Asqiniha
  • Ahla Binour al-Ain (bi Farid al-Atrash re)

Her wiha muzîkên ku ji bo fîlmên Intisar al-Shabab (Serkeftina Ciwanan) û Gharam wa Intiqam (Evîn û Tolhildan) tomar kirin, di dîroka sînemaya Erebî de berhemên wê di nav berhemên herî navûdeng de cih digirin.