Komputerên Harvard ê: Li hemberî cudakariya zayendî serkeftina jinan

- Berjin TEKOŞER
15 views
Tevî hemû zehmetiyan, ew jinên zanîst bi derfetên sînorkirî û dijwarîyên mezin re têdikoşiyan Di cîhanekê de ku pêşbazî ne pêkan bû, ew ne tenê xwe, lê di heman demê de mêrên ku pergalê hemû derfet ji bo wan afirandiye jî li dû xwe dihiştin.

Di sedsala 19’an de hebûna jinan li cihên kar ne tiştekî asayî bû û ev yek bi taybetî di warê astronomiyê de rastiyeke ji jiyanê bû. Rola giştî ya jinan bi lênêrîna malbat û zarokan re sînordar dima. Lê guhertin bi kelecanî li ber derîyên dîrokê rawestiya bû. Komek zanyarên jin ji sînorên civakî ber bi stêrkan ve baskên xwe vekirin.
Komputerên Harvardê (Harvard Computers) komeke lêkolînerên jin bûn kû di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de li Çavdêrxaneya Zanîngeha Harvardê dixebitin. Di nav wan de Henrietta Swan Leavitt, Annie Jup Cannon, Williamina Fleming, û Antonia Maury hebûn. Di navbera salên 1877 u 1919’an de, nêzî 80 jinên din jî li komê zêde bûn.

Destpêka pêvajoyeke bi bandor

Beriya salên 1875’an di xebatên zanistî de pranî asîstanên mêr dihatin erkdarkirin. Lê dema astrofîzîknas Edward Charles Pickering dîmenên stêrkan analîz dike dibîne ku asîstanên wî pir hêdî tevdigerin û ji vê rewşê nerazî dibe.
Rêveberê Çavdêrxaneya Zanîngeha Harvardê E. Charles Pickering di heman salê de biryareke girîng da û yekem car komek jin wek alîkar   girtin da ku wêneyên stêrkan lêkolîn bikin. Beşdarên “Harvard Computers” di warê stêrnasiyê de alîkariya katalogkirin û nexşekirina zêdetirî 400,000 stêrkan kirin. Bi vî rengî jî bingeha astronomiya nûjen hate avêtin.

Di qada zanistê de têkoşîna jinan

Di dawiya sedsala 19an de gelek jinên ji çînên navîn û jorîn xwende bûn, lê pêşkevtina akademîk hîn ji bo wan ne vekirî bû an jî sînordar bû. Têvî ku ji hevkarên xwe yên mêr jêhatîtir bûn jî, gelek jinên zanist nikarîbûnbi navên xwe xebatên xwe biweşînin. Gelek lêkolîn û xebatên girîng yên zanistên jin ji aliyê hevkarên mêr ve dihatin dizîn.
Yek ji wan jinan jî Ada Lovelace bû. Ada yekemîn zanista jin e ku bernamesaziya bingehîn a komputerê nivîsand. Lê xebata Ada Lovelace ji aliyê hevkarê wê Charles Babbage ve hat dizîn. Tevî ku di her qadên jiyanê de newekheviya zayendî û cudakariya li hemberî jinê di asta herî jor de berdewam dikir jî, pêşveçûnên berbiçav jî diqewimîn.

Ji qerwaşiya malê ber bi zanistiyê ve

Williamina Fleming li Îskoçyayê mamosteye lê belê dema li Bostonê bi cîh dibe ji ber neçariya aborî dest bi karê paqijiyê bike. Di sala 1881’an de, dema ku Williamîna li mala Pickering kar dike tevlî koma Harvard Komputerê dibe.
Williamina Feleming bi qerwaşiya nav malê destpê dike lê bi alikariya astrofiziknas Edward Charles Pickering 30 sal di qada zanistiyê de xebatên xwe dimeşîne.  Di bin gelek keşfên astronomî de navê wê heye; yek ji wan keşfan jî Nebûlaya Serê Hespê bû, ku nêzîkî 1500 salên ronahiyê dûrî cîhanê bû.
Xebat û berhemên Williamina Fleming heya destpêka sedsala 20’an  bi navê Edward Charles Pickering dihatin tomarkirin. Rojnivîsên Flemîng ên wê demê heya niha jî tên lêkolîn kirin û nîşeyên wê ji bo yekemîn jinên di qada astronomiyê de çavkaniya herî girîng bûn.

Ji zilaman zêdetir kar lê kêmtir mûçe

Jinên ku li Çavdêrxaneya Harvardê de kar dikirin tenê serê saetê di navbera 25-50 sent muçe digirtin û di hefteyê de şeş roj kar dikirin. Rêjeya mûçeyê wan tenê nîvê heqdestê zilamekê bû ku heman karê dikir. Heman mijar Flemîng bi xwe jî di nîşeyên xwe de destnîşan kiribû. ‘Ji min re digotin ku ez li gor jinên din mûçeyek pir baş distînim. Gelo ew difikirin ku ez jî mîna zilaman xwedî mal û malbatim ku divê li wan binêrim?

Antonia Maury

Di nav jinên din ên li mala çavdêriyê kar dikirin, biraziya astronoma bi nav û deng Henry Draper, Antonia Maury jî hebû. Antonia di sala 1887’an li koleja Vassar di beşa Astronomî, Fîzîk û Fîlozofiyê de perwerdeya xwe diqedîne. Piştî salek tevlî mala çavdêriyê ya Harvard dibe û dest bi analîza daneyên stêrkên cot dike. Keşfa wê ya herî girîng pergaleke stêrkan a cot Beta Aurigae ye.

Henrietta Swan Leavitt

Henrietta Swan Leavitt bêrê li koleja Oberlîn dest bi xwendinê dike, lê beriya ku di sala 1892’an de mezûn bibe, derbasî Zanîngeha Radcliffe dibe. Piştî ku xwendina xwe diqedîne, li mala çavdêriyê dest bi kar dike. Di sala 1898’an de, ji aliyê E. Charles Pickering ve wekî Berpirsa Wêneyên Astronomîk tê wezîfedarkirin. Henrietta li ser stêrkên guherbar ên li Ewrên Macellan ên Biçûk û Mezin lêkolîn kir û piraniya xebatên xwe bi navê xwe yê rastîn weşandin.
Xebata Leavitt a ku di salên 1910’an de hatibû weşandin, niha wekî “Zagona Leavitt” tê naskirin. Wê têkiliya di navbera serdem-ronahîyê de ji bo Sepheids keşf kir. Ev têkilî  ji ber ku rêyek ji bo pîvandina dûrahiya galaksiyên dûr peyda dikir, di asta şoreşê debû.

Annie Jump Cannon

Annie Jump Cannon jî di sala 1896’an de tevlî xebatên li Harvardê dibe. Ew li zanîngeha Wellesley di beşa fîzîk de mezûn dibe. Piştî tevlîbûna mala çavdêriyê, di pêşxistina nexşeya dabeşkirina stêrkan a Harvardê de alîkariya Pickering dike. Ew yekemîn jine ku doktoraya rûmetê ya di warê zanistê de ji aliyê Zanîngeha Oxfordê werdigire. Du sal berî mirina xwe, li Harvardê wekî ‘Stêrnasê William C. Bond’ hat hilbijartin.

Komputerên Harvard şoreşek bû

Tevî hemû zehmetiyan, ew jinên zanîst bi derfetên sînorkirî û dijwarîyên mezin re têdikoşiyan Di cîhanekê de ku pêşbazî ne pêkan bû, ew ne tenê xwe, lê di heman demê de mêrên ku pergalê hemû derfet ji bo wan afirandiye jî li dû xwe dihiştin. Xebata wan ne tenê karek di qada zanistê de bû, lê têkoşînek piralî ya li dijî pergalê bû ku her cure astengî li pêş jinan derdixist, derfetên kar nedida, ger bida jî ewê her tim di rêza duyemîn de  bihata hesibandin. Lê xebata wan di warê zanistê de ne tenê vê hişmendiyê ji holê rakir, di heman demê de, li gorî serdema ku ew tê de dijîn, rê li ber şoreşeke di zanistê de jî vekir.