Bersîva me têkoşîn e

- Dengîr Güneş
60 views
Êrîşên li hemberî jinê ji roja ku mêr pergala xwe ya serdest ava kiriye dewam dikin. Kujer kes nînin, ev pergal û desthilatdariya dijberî jinê bi xwe ye. Yên li dijî xwedavendan ev pergala mêr bi rêxistin kirin, jinên weke Hypatia, Olympe de Gouge, Rosa Luxemburg kuştin û bi îdîaya ku pîravok in deh hezaran jin bi komkujiyan tine kirin xwedî heman hişmendiyê ne. Lê tevî van êrîşên dijwar û demdirêj, ji heyama xwedavendan heta îro berxwedana li dijî vê pergalê jî ranewestiya.

Her êrîş sedemên têkoşînê zêde kirin û bi xwe re berxwedanên nû anîn. Di her demê de jinên ku li hemberî vê desthilatdariyê serî hildane, pêşengî kirine û berdelê wê her çibe jî dev ji azadiyê bernedane her hene.
Di sedsala 21’an de jî tevgera azadiyê ya jinên Kurdistanê bi biryardariyeke mezin vê têkoşînê dimeşîne. Ev 50 sal in li hemberî vê zilma dagirkeriyê şerekî dijwar dide. Jin ji bo vê xwe bi rêxistin kirin û artêşên jinan ava kirin. Her gava azadiyê bi jinên din û civakê re parvekirin. Mafê hemû jinan parastin. Berdelên giran dan, lê tevî hemû êrîşan asta têkoşîna xwe bilind kirin û di roja me ya îro de bi îdîaya ku vê sedsalê bikin ya jinê gavên xwe diavêjin.

Ji têkoşîna jinê ditirsin

Têkoşîn çavkaniya rûmetê, serketin û hemû xweşikbûnan e. Ji ber vê yekê ya herî zêde tirsê dixe dilê desthilatdaran têkoşîn û pêşengên wê ne. Lewma di dîroka Kurdistanê ya nêzîk de ji Besê û Zarife heta Leyla Qasim û Sarayan jinên pêşeng bûn qurbanê van êrîşan. Ji şehîda destpêkê ya artêşa jin Besê Anûş heta Berîtan (Gulnaz Karataş), Berîvan (Binevş Agal), Mizgîn (Gurbet Aydin) û şehîdên dawî yên tevgera azadiya jin, ev êrîş heta îro dewam dikin. Komkujiyên Parîsê û êrîşên li hemberî Sêvê, Hevrîn, Nagehan û Gulistanan jî bi heman hişmendiyê pêk hatin.

Ti carî serî netewandin

Her yek ji wan xwedî têkoşînek bê hempa û pêşengê pêvajoyek bê hempa yê dîrokê bûn. Lê ji bo vê meşa azadiyê bigihînin serketinê taybetmendiyê wan yê hevbeş jî hebûn. Ti carî serî netewandin û nexwestin kesek ji rêzê bin. Rojek ji jiyana bi azad berdelî bi sedan salên jiyaneke asayî dîtin. Pêşeng, zana, bê tirs û leheng bûn. Weke artêşekê bi hêz û bi bandor bûn. Li dijî hemû pîvanên paşverû yên serdestiya mêr serî hildan. Xizmetî berjewendiyên desthilatdariyê nekirin, şoreşgerên gelê xwe û mirovahiyê bûn. Ji jin û jiyanê hezkirin û azadiya civakê di azadiya jinan de dîtin. Di nav civakê de hêz û wêrekî çandin. Bi vê israra xwe derî li demeke nû, jiyaneke nû vekirin. Destanên lehengiyê nivîsandin.

Di hembêza çiyayan de mezin bû

Endama Konseya Rêveber a KCK Evîn Goyî (Emîne Kara) ku di 23’yê Kanûna 2022’an de tevî rêhevalên xwe Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil li Parîsê hate qetilkirin jî yek ji van jinên pêşeng û xwedî van taybetmendiyan bû. Evîn Goyî jineke çiyayî ya Botanî bû. Li gundê Hîlalê yê navçeya Qilebanê ku bi sedan şoreşger mezin kirine hate dine. Çanda berxwedanê û jiyana nû ya gerîla li vir nas kir. Ji gerîlayan pir hez kir û hîn di zaroktiya xwe de nanê xwe bi wan re par ve kir. Dema ciwanên gund tevlî doza azadiyê bûn û ew jî xwest bibe yek ji wan gerîlayan. Xwest li cem wan, di êniyê wan de li dijî zilma dijmin şer bike. Temenê wê piçûk bû, lê li ber çavên wê şerekî dijwar hebû û weke hevalên xwe yên din ew jî dixwest di vê têkoşînê de cîh bigire. Di 1988’an de bû şervaneke vê dozê û hîn di ciwantiya xwe de berpirsyariyên mezin hilgirt. Di hembêza çiyayê Kurdistanê de di nav şer de mezin bû. Dibistana wê ya bi tenê, perwerdehiya wê ya herî demdirêj û mamosteya wê çiya bûn. Her tiştên jiyanê ji çiyayan, rêxistina xwe û rêhevalên xwe fêr bû. Li hemberî zilma dijmin fêrî têkoşînê û şer bû. Bi qasî ciwaniya xwe, şervantî û gerîlatî jî weke qonexeke asayî ya jiyanê dît. Mîna ku ji bo bibe gerîla hatibû dinê, ji bilî gerîlatiyê ti tişt xeyal nekiribû. Hêviyên wê, hezkirinên wê û heta xewnên wê, sînorê hemû cîhana wê gerîla û çiyayên bilind yê Kurdistanê bûn. Di salên herî dijwar yên têkoşînê û artêşbûnê de yek ji wan jinên ku bi ked û çelengiya xwe bingeha artêşbûna jin avêt jî Evîn Goyî bû. Ji hezaran şervanan re fermandartî kir û hemû tecrûbeyên xwe û mîrasê têkoşînê bi wan re par ve kir. Bi rihê civakbûnê û çanda Botanê mezin bû û hebûna xwe di vê doza xwe de dît. Evîndara wan çiyayan û gelê xwe bû. Bi vê evînê berê xwe dabû vê dozê. Jiyan bi vê evînê nas kiribû û bi vê mezin bûbû. Ew evîn ji her tiştî wirdetir bû. Çiyayên wê mezin kirin weke dayika xwe, rêhevalê xwe dît; bi her awayî hîs kir û weke bedeneke bi wan re bû yek. Li Başûr, Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê xebat meşand û ti sînor nas nekir. Dema DAIŞ´ê êrîş kir ji bo gelê xwe biparêze berê xwe da Rojava. Li vir di şer de birîndar bû û ji bo pirsgirêkên tendûristiyê ji neçarî ji welatê xwe dûr ket û derbasî Fransayê bû.

Dilnizmî, welatparêzî û fedakarî…

Evîn Goyî, li dûrî welat, li bajaran jî bi wî rihê gerîla xebat meşand û berê wê her tim li çiyayên Kurdistanê bû. Lê peyvên ku herî zêde Evîn Goyî û jiyana wê pênase bike dilnîzmî, welatparêzî û fedekarî ye. Cara dawî di bihara 2022’an de li Parîsê rastî vê bedewiya wê hatim. Piştî israra bi rojan di dawiyê de êdî qebûl kir ku derbarê artêşbûna jin û dîroka jinên Kurd de hevpeyvînekê bide. Di wê hevpeyvînê de jî ya derkete pêş dilnizmiya wê bû. Şahîdî li hemû qonaxên vê dîrokê kiribû, bi sedan şehîdên vê têkoşînê re jiyan par ve kiribû û ji malbata xwe bi qasî 60 şehîd hebûn. Lê weke yek ji pîvanê herî bingehîn yê şoreşgeriyê fêr bûbû ku ew bi xwe behsa xwe neke, di dewsa peyvan de bi keda xwe biaxive. Bi vê yekê di jiyanê, dilê hevalên xwe û gelê xwe de cîh bigire. Ji ber vê yekê gotinên wê bi cewher û kin, lê karê wê zêde û serketî bû. Tim bi vî awayî xwe anî ziman û gelek hat hezkirin. Ji bo kar bike ti carî erk û paye girîng nedît. Yeqîn dikir ku şervantiyeke baş ya vê şoreşê bingeha her serketinê ye û ji her tiştî bi nirxtir e. Lewma di wê hevpeyvînê de jî nikarîbû behsa xwe û jiyana xwe bike û pir zehmetî kişand. Peyva “ez” an “min” ji devê wê derneket. Bi hemû dilnizmî û sadebûna xwe ew 30 salên dûr û direj yên têkoşînê ku bi ked, lehengî û berxwedanê hunandibû weke jiyaneke hevbeş a çiya û hemû gerîlayên jin anî ziman. Ew wêneyê ku piştî komkujê di çalakiyan de ji aliyê jinan ve hate hildan, yê wê hevpeyvîna xwe ya dawî ye. Hêz û sadebûna wê di wî wênejî de jî xwe dide der. Weke çiyayekî qewîm û serbilind e. Ji xwe bawer e, bi hêvî ye û di çavên wê de biryardariya têkoşînê heye.

Ji bo kujerên cihê herî bi “ewle”

Li pêşiya me salvegera du komkujiyên Parîsê, salvegera du êş û hersên mezin hene û emê jî bi vê biryardariyê derkevin qadan. Komkujiyên ku li Fransayê pêk hatine tenê bi du komkujiyên Parîsê yên li dijî Kurdan sînordar nînin. Heta niha tevî endamên ETA, Tamîl, Rêxistina Rizgariya Filîstinê, Bask, Nûnerên Efrîkaya Başûr, muxalîfên rejîma Îranê, gelek reşkujiyên siyasî pêk hatin. Weke yên Parîsê lêpirsîna van jî bi dehan selan dewam kir û beyî ku werin ronîkirin û berpirsyar werin cezakirin ev  doz girtin. Di van komkujiyan de xala hevbeş, hevkarî û bêdengiya Fransa ye. Sedema hemû komkujiyên li Fransayê jî ev bi xwe ye. Ev dihêle ku kujerên van komkujiyan ji bo van kiryarên qirêj Fransa hilbijêrin û vî welatî ji xwe re weke cihê herî bi “ewle” bibînin.

Çanda berxwedanê wê bijî

Di heman demê de ev êrîş, tirsa pêrgalê ya ji jinên têkoşer jî eşkere dike. Ji avakirina civakeke nû ya xwedî îrade û fikir ditirsin. Dijberên jinê, xwezayê û civakê ne. Berpirsyarê hemû xirabî, şer û kuştinan e. Ji bo desthilatdariya xwe ya qirêj û bi xwîn bidomînin civakeke azad naxwazin.  Lewma komkujiyên li dijî jinan tenê li hemberî kesekê û bi awayekî fizîkî pêk nayên. Di şexsê wan de dixwazin biryardariya jinan ya azadiyê, hêvî, hêz û têkoşîna jinan tine bikin. Her komkujiyek li dijî jinan li dijî hemû jinên cîhanê û siberoja me ye. Her êrîşek li hemberî jinê li dijî zanîn, hêza têkoşîn û hebûna me ye. Em ji hevkarên van komkujiyan hêviya edaletê nakin. Em ê vê bi têkoşîna xwe bi dest bixin. Li hemberî van komkujiyan wê têkoşîna me jî hesap pirsîna me jî bê navber û demdirêj be. Çawa ku pêşengên vê têkoşînê her kêlî ji bo azadiyê ked dan, ji bo vî mîrasî bi şoreşa jinê tacîdar bikin em ê jî her tim li ser piyan bin û têkoşînê bilind bikin. Bersîva herî xurt, xwedî derketina bîranîna wan jî ev bi xwe ye. Em ê ne tenê li hemberî komkujiyên Parîsê, li dijî hemû komkujiyan têbikoşin. Soza me û tola me jî wê her têkoşîn, têkoşîn be. Ev rihê berxwedanê weke roja ku piştî şeva tarî di her berbangê de ji nû ve hilte wê her xwe nû bike. Bi hêz û vîna jinan wê her roj ji ya din ronîtir û xweştir be. Ev çanda berxwedanê wê her bijî û xwe bigihîne hemû nifşan. Berdel her çibe, ev têkoşîna azadiyê wê ti carî bi dawî nebe.