Bi jinê re civak dibe hedef

- Roza METÎNA
64 views
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Colemêrgê Oznur Bartin têkildarî tundiya li ser jinan, polîtîkayên şerê taybet û xurtkirina stratejiya rêxistinên jinan a li dijî êrişan nirxandin kir. Oznur bal kişand ser xurtkirina rêxistinbûyinan jinan a li dijî tundî û polîtkayên şerê taybet û wiha got:”  Polîtîkayên şerê taybet, tundiya li ser bingeha zayendî û binpêkirina mafên mirovan a bi taybetî li dijî jinan, bingeha astengiyan ava dike. Divê rêxistinên jinan stratejiyeke xurt pêş bixin da ku bibin parçeyek bi bandor a vê têkoşînê.”

‘Bi jinê re civak jî dibe hedef’

Oznur da zanîn jin bi awayekî sîstematîk dibin hedef û wiha got:”Şer, pevçûn di her serdemên dîrokê de ji bo civakên dibin hedef, lawaz bikin û bikin bin kontrola xwe wekî alavekê hatine bikaranîn. Bi vê re girêdayî têkiliyên zayenda civakî û bedena jinan jî bi awayekî sîstematîk bûne hedef. Gelek sedemên teşegirtina taktîkên şer ên bi vî rengî yên li ser bedena jinan, hene. Bi taybet di şer, talankirin, pêvajoyên tundiyê de tundiya zayendî, destdirêjî, tecawiz li jinan tên kirin û bi zorê tên koçkirin. Di eslê xwe de bi vê re ne tenê kes di heman demê de civak jî dibe hedef.”

‘Şîdeta li ser jinê amûra hejandina hîman e’ 

Oznur bi lêv kir ku êrişên li ser jinan di heman demê de wekî alaveke lawazkirinê tê bikaranîn û wiha pê de çû:”Bedena jinê di warê çandî û biyolojik de berdewamiya jiyan, malbat û civakê temsîl dike. Şîdeta li ser jinê weke amûreke hejandina hîmên bingehîn ên civakê tê bikaranîn. Bi êrişên li dijî laşê jinê, di heman demê de ku travmayên takekesî diafirînin, armanc dikin ku zirareke cidî bidin avahiya çand û nasnameya civakê. Ev stratejî dibe amûrek ji bo lawazkirina civakê û şikandina berxwedana wê ya derûnî û çandî.”

‘Hedefgirtina nasnameya civakê’

Oznur da zanîn bi tundiyê nasnameya jinê civak jî dibe hedef û wiha dewam kir:”Jin weke ferdên ku bîra çandî radigihînin nifşê pêş, berdewamiya civakê misoger dike. Di civaka Kurd de jin li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê weke xala berxwedanê tê dîtin. Di heman demê de hedefgirtina jinan ji bo tunekirina çand, ziman, kevneşopî û nasnameya wê civakê, stratejiyek e. Şîdeta ku jin pê re rû bi rû dimîne, bi armanca hilweşandina pêkhateyên civakî û qelskirina nasnameya çandî ye.”

‘Jin ji jiyana civakî tên dûrxistin’

Oznur da zanîn di dema şer de polîtîkayên tundiyê li ser bedana jinan tê meşandin û wiha lê zêde kir:”Polîtîkayên tundiyê yên di dema şer de li ser bedena jinê hatine pêşxistin bandorê li dînamîkên aborî, civakî û siyasî yên wê civakê jî dike. Mînak jinên ku şîdeta zayendî li wan tên kirin ji jiyana civakî tên dûrxistin û ev yek jî zirarê dide hilberîn û avahiya civakî. Di warê aborî de jî travmayên ku jin dijîn, dibe sedema dûrxistina wan a ji kar û dibe sedema xizaniyê. Di heman demê de bikaranîna şîdeta zayendî weke taktîka şer jî stratejiyeke şikandina berxwedana siyasî ya civakê ye. Êrişên li dijî jinê, di aliyê siyasî de jî jin û civakê qels dike.”

‘Newekheviya zayendî kûr dibe’

Oznur da zanîn ji ber tundî û şerê li holê, jiyana civakî ya jinê jî tê astengkirin û wiha got:”Di demên şer de newekheviya zayendî hîn kûrtir dibe. Jin bi encamên herî hovane yên vê newekheviyê re rû bi rû dimînin û di vê pêvajoyê de xizanî zêdetir li ser jinan tê hîskirin. Şer û pevçûn barê aborî yê malbatan bi giranî li ser jinan dihêle, ji ber ku mêr dimirin, birîndar dibin an jî direvin. Lê di heman demê de jin zêdetir bi tundî û cudakariyê rû bi rû dimînin, gihandina wan a perwerdehî û xizmetên tenduristiyê kêm dibe û tevlîbûna jiyana civakî tê astengkirin. Ji ber vê şer ne tenê dibe qadeke ku çek lê diteqin, di heman demê de dibe qadek ku rolên zayendî lê ji nû ve tên avakirin.” Oznur di heman demê de bal bir ser polîtîkayên şerê taybet ên li Colemêrgê û wiha got:”Çeteyên tiryakê yên li Colemêrgê derketine holê û polîtîkayên şerê taybet ên ku fuhûşê ferz dikin, weke parçeyek ji stratejiyeke îmhaya kûr û sîstematîk a ku herêmê dike hedef, dikare were nirxandin. Polîtîkayên bi vî rengî ji bo têkbirina tevna civakî ya li herêmê û lawazkirina kapasîteya berxwedan û hevgirtina gel tê bikaranîn. Bi taybetî hedefgirtina jinên ciwan ne tenê derbekê li nirxên bingehîn ên civakê dixe, di heman demê de dibe sedem ku kes di aliyê aborî û derûnî de têk biçin.”

Tinekirina potansiyela berxwedanê ye

Oznur bal bir ser armanca polîtîkayên şerê taybet a li Colemêrgê û wiha dewam kir:”Armanca din a vê xurtkirina polîtîkayên şerê taybet jî hejandina nirxên exlaqî yên gelan û tinekirina potansiyela berxwedanê ye. Îstîsmara zayendî ya jinên ciwan ne tenê trajediyeke takekesî, di heman demê de birîneke kolektîf ku civakê bi kûrahî dihejîne jî vedike. Rewşên bi vî rengî hevgirtina di nava civakê de qels dike, hestê baweriyê ji holê radike û dibe sedema windakirina hêviya gel a ji bo pêşeroja xwe.”

Polîtîkayên bêcezahiştinê

Oznur da zanîn polîtîkayên bêcezahiştinê şerê taybet xwedî dike û wiha got:”Bûyerên li Colemêrgê yek ji mînakên berbiçav ên vê stratejiya şerê taybet e. Di tîrmeha 2024’an de îdiayên tacizkirina zarokên 16-17 salî derketibûn pêş û hat gotin ku kiryar çawîşên pispor in. Lê belê ji aliyê rêveberiyên herêmî û edliyeyê ve hewl hat dayîn ku ev bûyer bê veşartin û qeymeqamtiyê jî bi gotinên wekî ‘girtina dest’ ev çewisandin pir hêsan kir û bûyer biçûk xist. Bûyerên bi vî rengî bi saya neparastin û necezakirina sûcdaran berbelav dibin, tirs û bêbaweriyeke kûr di nav gel de çêdike. Dîsa di Îlona 2024’an de îdiayên ku li Colemêrgê çeteyek bi darê zorê fuhuşê li ser zarok û jinan ferz dike, di çapemeniyê de cih girtibû. Ji ber ku ev çete girêdayî dewletê ye û bavê seroka vê çeteyê, Ayşegul Akdogan, cerdevan e û birayê wê jî berbaz e, tê vê wateyê ku dewlet li pişt van kesan e. Polîtîkayên bêcezahiştinê dibe sedema tundiyê û qetilkirina jinan û hêzê dide polîtîkayên şerê taybet.”

‘Nûçeya Rabîa rastiyê derdixe holê’ 

Oznur di heman demê de bal kişand ser hedefgirtina rojnameger Rabîa Onver a ku polîtîkayên şerê taybet teşhîr kir û wiha got:”Hedefkirina Rabîa Onver a piştî nûçeyên wê yên der barê çeteyên tiryak û fihûşê yên li Colemêrgê de, nîşan dide ku zextên li ser çapemeniya azad ên li Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin. Lêpirsîna ku bi îdiaya ‘ji raya giştî re agahiyên xapînok belav kiriye’ hatiye destpêkirin, ji bo cezakirina xebatên Rabîa Onver ên ragihandinê ye. Ev rewş derdixe holê ku dewlet rasterast mudaxeleyî azadiya çapemeniyê û mafê agahîgirtina raya giştî dike. Nûçeya Rabîa rastiyên ku divê beşeke mezin a civakê bibîne derdixe holê û erka sereke ya çapemeniyê bi cih tîne. Lê belê zextên li ser rojnamegerên ku rastiyên bi vî rengî derdixin holê bi awayekî eşkere li dijî nirxên bingehîn ên civakên demokratîk e.”

Stratejiya rêxistinên jinan 

Oznur da zanîn li dijî tundî û polîtikayên şerê taybet ê divê rêxistinên jinan stratejiyeke xurt pêş bixin  û wiha got:”Mafên jinan û wekheviya zayendî kevirên bingehîn ên pêşveçûna civakî ya domdar in. Têkoşînên di vî warî de guhertinên ku ne tenê jinan lê hemû civakan eleqeder dike û bi kêrî wan tê, diafirîne. Lê li hemberî vê têkoşînê astengiyên giring hene. Polîtîkayên şerê taybet, tundiya li ser bingeha zayendî û binpêkirina mafên mirovan a bi taybetî li dijî jinan, bingeha astengiyan ava dike. Divê rêxistinên jinan stratejiyeke xurt pêş bixin da ku bibin parçeyek bi bandor a vê têkoşînê. Di gava yekem de divê têkiliyên bi civakên herêmî re bên xurtkirin. Tesbîtkirina hewcedariyên jinan û pêşxistina çareseriyên taybetî ya bi hevkariya komele û platformên xwecihî re giring e. Bi vî awayî bernameyên li gorî civakî, aborî û çandî yên jinan tên amadekirin. Bi taybetî jî li ser mijarên wekî tundiya li ser jinan, bihêzkirina aborî û gihandina xizmetên tenduristiyê tên sekinandin.”