Şaredarî; têgîneke ji Erebî tê ku wateya wê bajar an jî medenî ye. Di vê wateyê de mirov dikare bibêje; şaredarî axa ku mirov li ser bi cih bûye, xwe lêgirtiye û li ser dijî, bi kar û barên şaredariyê diguherîne, baxçeyê jiyana lê azad û xweşwar bijî ye. Wekî ji vê pênaseyê jî tê fêhmkirin şaredarî axa ku mirov li ser bi cih bûyî di hundirê sînorên xwe de dihewîne.
Ev sazî ji deverên dîrokî yên wî warî bigire heta xebatên çandî, ji ava wê bigire heta dar û daristanan, ji paqijiyê heta rêyan, ji xaniyan heta baxçeyan, ji kuçe û kolanan, ji ronahiyê heta qadên werzîşê, ji cihê lîstokên zarokan heta pergala bin erd û ya tenduristiyê di her warî de bi pêdiviyên civakê re eleqeder dibe. Di vê wateyê de ji pêşketina hemû têkiliyên civakî hem berpirse û hem jî pêş dixe. Bi demê re, bi cihwarbûna mirovan re li gel pêşketina têkiliya mirov bi mirov re, têkiliya mirov bi ajalan û têkiliya mirov bi xwezayê re çand û ziman jî pêşketiye.
Ya herî giring di pêşketina çand û hunerê de jinan risteke sereke ya giring û diyarker leyîstiye. Ev jî rihekî îfade dike û ev rih bi hezkirina xweza û jiyanê re têkildar e. Pirrengiya xwezayê, serxwebûna xwezayê, cûrbicûrbûna xwezayê jin bandor kiriye, dilbijînek di dil û xeyalê jinan de avakiri ye. Lewma jinan herdem xwestiye wekî xwezayê azad û serbixwe, pir reng û cûrbicûr dewlemend bijîn û jiyana xwe bi rastiya rengê vê heqîqetê bihûnin. Vê rastiyê di yekparebûna têkiliya jin û cihwarbûnê de hevsengiya gelbûyîn û civakbûyînê erênî bandor kiriye. Ji ber vê bi rêya xebatên şaredariyan jin li ser erdê bi ava wê, axa wê, xweşikahî û şînahiya xwezayê, bi hevsengiya di nava têkiliyên aram de, bi zanebûna azadiyê jiyanê dihûne û dixemilîne.
Jin pira têkiliya civak û xwezayê ye
Ya mirov bi xwezayê re têkildar kirî jin bixwe ye. Ji ber jin bi xwezayê re yek e, bi vê heqîqetê civak û civakbûn jî ava kiriye. Ya destpêkê xweza ji mirovahiyê re keşîf kiriye, cewherê xwezayê dîtiye, şopandiye, naskiriye û ketiye ferqa wê jin bixwe ye. Qonaxa herî giring ya vê jî di dema Neolîtîkê de bi kedîkirina ajal û nebatan pêk hatiye. Bi vedîtina nebatan tovê jiyanê li ser axê reşandiye û bingeha çanda ekolojîk daniye. Bi vê re têkiliya jinê bi xwezayê re hê xurtir bûye. Kengê jinê bi nebatan çand û çandinî da destpêkirin, mirovahî derbasî qonaxeke nû kir. Li şûna jiyana koçberî, jiyana xwecihî mayîn de bû. Êdî erdê li ser bi cih bûyî veguherand cih û warê ku dê pêşerojê bibe welat. Bi nêrîna welat re hemû pêdiviyên xwe xwedîkirinê bi şêwazên dewlemend û jîr afirand. Vê jî bi hîs, hiş û hestên ji nava rastiya jiyanê fêr dibe û fêr dike. Lewma Rêber Apo dibêje ‘pêşenga yekem, endazyara yekem, bijîşka yekem û hozana yekem jin bixwe ye.’ Yekbûna wê ya bi xwezayê re dibe sedem cihê lê dijî, ji firaxên aşxanê bigire heta bax-bexçe û şêwazên aboriya serbixwe bi dest dixe. Bi van taybetmendiyên xwe yên afirîner mirovahiyê li derdora xwe kom dike û pêşengiyê dike. Bi vî awayî pêşengiyê ji civak û civakbûnê re dike. Dendika jiyana di zeviyên axê de veşartiye derdixe holê û dixe xizmeta mirovahiyê. Ax ne tenê di demsalan de, her wiha herdem û her kêliyê bi zayînê re diherike, bi mirov re dijî û bi gerdûnê re serwext dibe. Ev ew hevîr e bi destê jinan hatiye sitrandin. Mîmarê vê jin bixwe ye. Ev jî hunermendiya jiyanê dixwaze, ev kar û keda hunerkariyê pêwist dike. Lewma vedîtinên arkeolojîk ên dîrokî hemû nîşan didin xwezaya civakî bi jiyaneke hevpar û komînal bi destê jinê dest pê kiriye.
Pêdiviya avabûna saziya şaredariyan
Kengê têkiliya mirov bi xwezayê re pêşketiye, wê demê pêdivî bi avabûna şaredariyan çêbûye. Kar û xebatên şaredariyan jî li ser heman diyardeya jinê ya felsefîk û polîtîk beridiye. Ya pêşengî ji vê re kiriye hiş û hestên jinan ên civaka xwezayî ne. Jinê bi vî aqilî û hestên xwe civak pêşde biriyee, bi pêşdebirina civakê jî têkiliya gel û axê bi hev ve hûnandiye. Di vê wateyê de jinan pirek temamker di navbera mirov û axê de ava kiriye. Ji ber hişê jinê bi hişê gerdûnî û bi xwezayê re di nava hevsengiyeke pirreng de serwext bûye. Têkiliyê jin û xwezayê di têkiliyên ekolojiyê de têdigihêje, bi zayîn, têrkirin û berhemdayînê re cehwerekî hevbeş di heman rihî de vedijîne. Bi vê jin bi têgîna şaredariyê re, şaredarî bi jinê re pêşdikeve. Di bingeha têkiliyên jin û şaredariyê de zanîsta ekolojîk û çanda demokratîk radizê. Li ser vî bingehî şaredarî têkiliya mirov ya bi xweza û jiyanê re bi feraseta jinê ya jiyanê pêşdixe. Ya rastî şaredariyê bi xwezaya jinê ve girêdayî ji malê, hewşê û dewrûberê dest pê kiriye. Mirov dikare bêje şaredariyê ji çêkirina mal û çandina dara li ber hewşê ra berdaye. Lewma her malek bi bax û bexçe tê wateya her gund û warekî bi bax û bexçe. Ev jî bêgûman bi hişyariya berpirsyariya wijdan û ehlaqê jinan a li hemberî derdorê pêşdikeve. Lewma Rêber Apo dibêje ‘asta zanebûna jinê asta zanebûna civakî diyar dike’. Di vê wateyê de asta pêşketina zanebûna civakî, asta şaredariya demokratîk û ekolojîk di pêşengiya jinê de diyar dibe. Lewma şaredariya di pêşengiya jinê de pêş bikeve, şaredariya ehlaqî û polîtîk e ku rê li ber zanîsta civakî vedike. Ji bo wê tevlîbûna jinan ya şaredariyan tê wateya tevlîbûna edalet, wekhevî û parvekirina jiyana azad.
Lê her şaredarî xwediyê zihniyetekê ye. Şaredariya her bajarî an jî ya her welatekî li gorî hiş û feraseta rêveberiya wî welatî tê rêxistinkirin. Saziya şaredariya netew-dewletan li gorî siyaseta desthilatdariyê tê avakirin. Jixwe di şaredariya netew-dewletan de hêjmara jinê di asteke jêr de tê hiştin. Di van şaredariyan de rengê jinê zêde xuya nake. Ji ber ne xwedî raye û înisiyatîv e, neçar dimîne tenê li gorî pîvanên dewletê tevbigere. Ev şaredarî jî nabe ya gel. Lê şaredariyên rêveberiya xweser li gorî hiş û feraseta paradîgmaya Netewa Demokratîk û Ekolojîk a gel tên avakirin. Jina ku avakera bingeha civakî bû, ji aliyê rahîbên Sumeran ve bi zihniyeta desthilatdarî û desteserkirinê ji rêveberiya herêmî tê dûrxistin û di ‘mala mêr’ de dîl tê girtin. Bi bêbandorkirina jinê re heman tişt tê serê xwezayê jî, weza jî bêbandor dibe.
Bi vê re rêveberiya herêmî ya xweser derbeke mezin dixwe. Jê û şûnde şaredariya dewletê çavkaniyên ser erd û bin erd desteser dike û gel terkî xizaniyê dike. Bi vî awayî gelê herêmê ji hêz û enerjiya xwe ya jêhatî û berhemdar dikeve rewşeke belengaz. Sedema vê jî di şaredariyan de nebûna jinan e. Şaredariya ku hêjmara jinan têde zêdeye bêhtir bi civakê re eleqedar e. Ji ber jin rastiya civakî bêhtir hîs dike û fêm dike. Şaredariyeke bê jin, ne gengaz e gelêrî û civakî be. Berevajî vê xebatên şaredariyê ji xizmeta gel û civakê zêdetir dikeve bin xizmeta dewletê. Heta şaredariya dewletê bi rêya rêveberiyê ked û nirxê gel û civakî dagir dike û dimêje. Destûr nade gel ji derfetên şaredariyê sûd wergire û pê re bibe yek.
Di şaredariyên rêveberiya xweser de jin
Lê şaredariya gel a rêveberiya xweser berî her tiştî xebatên şaredariyê mîna rengên xwezaya civaka demokratîk û ekolojîk digire dest. Yek ji karên esasî ji bo siberojê pêş bixe, divê her şaredarî xwedî zanebûna ax, dîrok, çand û civakî be. Lewma divê dîroka bajar bi xebatên wekî pratîka zanebûna civakî di hiş û bîra gel de ava bike. Pêwiste ji bo aliyê çandî û hunerî bi civakê bide hîskirin, hertim di nava tevger û çalakiyan de afirîner be. Vê jî bi rêya mîhrîcanan, şahiyan û çalakiyên wiha pêş dixe. Mînak li cihekî çavkaniyên wekî hêjîr, hinar, hingiv hebe û her wiha bi rêya mîhrîcanan li gorî taybetiyên berhemên gund û gundikan rojên çandî û hunerî pêş dixe. Mîhrîcan tên wateya rojên pîrozkirina nirx û berhemên civakî. Bi vî awayî, bi pîrozkirina nirxên civakî hem dîrokê dide nasîn û hem jî girêdana gel bi ax û nirxên wê ve pêş dixe. Pêkanîna vê jî bi feraseta rêveberiya xwedî ehlaq û demokratîk ve girêdayî ye. Şêniyên li ser wê axê dijîn bi rêya mîhrîcanan dîroka xwe nas dikin, agahdar dibin. Bi naskirin û agahdarkirinê hestên hezkirinê jî pêş dixîne ku girêdan bi cihê lê dijî re çêbibe. Li gorî feraseta şaredariya demokratîk û ekolojîk, çawa dayîkek darekê di hewşa xwe de diçîne û her roj av dide, dişopîne, pêre diaxive, paqij dike, divê her kes bi heman ferasetê nêzî mal û gundê xwe jî bibe. Di vê wateyê de yek ji erkê şaredariyê jî ew e ku vê berpirsyariyê di hest û rihê pêkhateya xwe de ava bike. Jixwe jin xwedî erk û berpirsyariyeke wiha ya xwezayî ye. Lê ji ber jin ji kar û barên derve hatiye dûrxistin enceq di nava sînorên malê de mijûl dibe. Şaredariyeke baş bi tevlîbûna jinan dikare bibe şaredariyeke bihêz. Şaredariyeke bê jin, şaredariyeke nîvçe-nîvcî ye û nabe ya gel. Wiha jî nabe xwedî feraseteke şaredariya gel, demokratîk û ekolojîk. Ji bo şaredarî bibe ya civakê neçare jinan tevlî xebatên şaredariyê bike. Ji bo jinê tevlî bike divê bi projeyên ku jin di nav de bixebitin bingeh ava bike, desteka madî û manewî raber bike. Wê demê dê şaredarî bibe reng û dengê civakê. Şaredariya bibe reng û dengê civakê jî şaredariya gel a serketî ye.
Şaredarî rêveberiya herêmî ya gund û bajarê xwe ye. Rêveberî saziyek polîtîk e ku kar û barên rojane bi rêve dibe. Hem bi plansaziyan kar bi rêve dibe û hem jî ji bo pêkanînê derfet pêşkêş dike. Rêveberiya şaredariyê berî her tiştî divê ji axa xwe, ji bajarê xwe û ji gelê xwe hez bike û pêve girêdayî bijî. Di bin serweriya şaredariyê de hemû pêkhateyên heyî di aliyê bawerî, çandî, hunerî û dîrokî de hem diparêze û hem jî pêşdixe. Ji bo biparêze û pêşbixe derfet ava dike û amadekariyên madî û manewî pêşkêş dike. Heta proje û plansaziyan datîne pêşiya gel û gel teşwîk dike. Ji ber rêveberiya şaredariyê rêveberiyeke herêmî ye, divê ji her beşên civakê nûner tê de cih bigirin. Ji ber rêveberiya şaredariyê di heman demê de meclîsa gel e, bi xizmeta xwe gel dike xwedî vîn û hêza jiyaneke azad û hemû pêkhateyê himbêz dike û dike xwedî karûbar. Pêwiste şaredarî bêy ferq û cûdatiyê bêxe nava gel, cih bide her malbat û taxan. Heta hewceye bi pirsgirêkên malbatan yên navxweyî re jî eleqeder bibe. Ji bo vê rista jinan di şaredariyan de rengekî gring e, di çareseriya pirsgirêkên gel de aştî û yekîtî di lihevanînê de çêker e. Rista jinê di erk û berpirsyariya şaredariyê de çiye? Ya herî giring hiş û feraseta bi wijdan û pîvana ehlaqî bi hevre jiyan parvekirin e. Ji bo şaredarî bibe ya herkesî û herkesî bikişîne şaredariyê divê hewl bide projeyên wekî Atolye, Kooperatîf û derfetên xebatkirinê çêke. Bi taybetî pêwiste şaredarî ji bo jinan ji nava malê derxe bibe war û bi derfetên karkirinê qadên xebatên jinan zêde bike. Armanc hem jinan ji nava malê derxe û hem jî bi hebûna jinê xebatên şaredariya xwe dewlemend bike. Ev nêzîkatî jî feraseta çanda demokratîk a gel e.
Şaredarî warê xizmeta gel e
Xebatên şaredariyê yên esasî xizmeta civakê ye. Şaredarî xebatên xwe li ser sê esasan dimeşîne; av, paqijî, û ronahî. Bi vê re qadên ku malbat û cîran bihev re civakî bibin û bêhnekê lê bistînin ava dike. Li gel vê gund û bajaran xweş dike û bi feraseteke ekolojîk saz dike. Li ku derê gerekî avê çêbe û bêhn bide divê di cih de sererast bike. Her qirêjiya derdorê dilewitîne paqij bike. Ji ber zebale tenduristiya mirovî jî bandor dike. Wekî tê zanîn rista jinê di warê xebatên çanda civakî û tenduristiya civakî de di şaredariyan de pir giring e. Ya rastî wekî me li jor jî bilêvkir jin û şaredariyên demokratîk xwediyê heman zihniyet û ferasetê ne. Paqijiya derdorê bi paqijiya rih ve jî girêdayî ye. Herî zêde jin di mijara paqijiyê de tendurist tevdiger e. Ji ber rihê paqij reng dide ser jiyana tenduristî jî. Lewma şaredariyeke tendurist jî bi tevlêbûna jinan pêkan e.
Di vê çarçoveyê de; jin û şaredarî li ser esasê fikir û zihniyeta çanda demokratîk û ekolojîk bajar û derdorê bi avakirin û nêrîneke têrker wekî gulekê, baxçeyekî, darekê û kaniyekê xwedî dike. Ev jî nêzîkatiyeke bîrdozî ya Paradîgmaya Netewa Demokratîk e. Ji bo şaredariyeke demokratîk teqez rêxistinkirin û çalakbûna jinan ferz e.
