Li Iraqê tundiya li dijî jinan

- Eylem Şoreş
125 views
Şerê 3. yê cîhanê wekî hemû şeran, herî zêde bandorê li jiyana jinan dike. Beriya niha jî di şerên cuda yên desthilatdaran de pir eşkere hat dîtin ku yên ji şer bandor dibin jin û zarok in. Lê li aliyê din jî di dîroka mirovahiyê de tê dîtin, yên pêşiya şer digirin jî her jin in. Li Iraqê jî bi rojevên cuda hewl tê dayîn, jin bikevin bin kontrola zêhniyeta baviksalar. Yek ji van rojevan bêguman zagona ‘’Rewşa Kesî’’ ye ku di çarçoveya wê de temenê zewacê tê nîqaşkirin.

Li gorî vê zagonê tê xwestin zarokên keç yên 9 salî û zarokên kur ên 15 salî bi awayek fermî bên ‘zewicandin’. Mirov çiqas dikare ji vê re bêje zewac jixwe bi serê xwe mijara lêpirsînê ye. Biryarek bi vî awayî eşkere tecawîzkirina zarokan a bi awayekî fermî ye. Ev yasa bêguman divê ne tenê weke pêkanînek li dijî jin û zarokan were nirxandin, divê weke êrişek siyasî-civakî were destgirtin.

Jinan helweste xwe  nîşan dan

Qurbankirina jiyana zarokan ji bo desthilatê ne windahiyek e. Jixwe tişta ku tê xwestin ew e, civakek bê wijdan û bê ehlaq were pêşxistin. Lê hikumeta Iraqê ku jixwe di nava krîzek siyasî, civakî û aborî de ye, di ferqê de ye ku bi guhertinên bi vî awayî çiqasî zirarê dide. Civak û bi taybet jinên Iraqê di ferqa vê zagonê de ne û li beramberî guherînê xwedî helwest in. Di encamê de civîna diduyan a nîqaşên li ser vê yasayê hate paşxistin. Sedem ew bû, beşek ji parlementerên Sune, Kurd û Şîe li dijî guhertina vê yasayê derketin. Lê di encamê de guhertina yasaya ‘Rewşa Kesî’ nehat betalkirin. Jinên çalak li dijî vê yasayê dibêjin ‘’Ev sererastkirin zewacê, pirjinî, cudabûn û destavêtina keçên neh salî teşwîq dike. Ev şîdet û destdirêjiya li ser jinan e û nayê qebûlkirin.’’ Li welatekî ku tê xwestin emrê ‘zewacê’ yê zarokên keç bibe 9 salî, bingeha parastina heqê jinan jî tine.
Li gel van ji bo rêxistiniya jinan tiştên baş jî pêş dikevin. Li dijî hemû kiryarên li dijî jin û zarokan, êdî jin dest didin hev û hevdû hişyar û zana dikin. Hêviyên xwe ji hukûmetê qut dikin û digihin encama ku sedema êrişa li dijî jinan polîtîkayên nerast yên dewletê bixwe ye. Ya ku wê jinan ji êrişan biparêze jî hevgirtina jinan e. Dema mijara zagona ‘Rewşa Kesî’ vebû, jinan zend û bend badan, semîner lidarixistin, îtîraz kirin, nerazîbûn û helwesta xwe nîşan dan. 

Jinên Şengalê serî natewînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ, ji Şengalê nerazîbûna xwe bi daxuyaniyekê eşkere kir. TAJÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev yasa ji bo rewakirina şîdeta li dijî jinê ye û divê ji aliyê ti kesî ve neyê qebûlkirin. Jinên Êzidî yên Şengalê, bi taybet piştî fermanê bi awayek eşkere hat dîtin ku pêşengiya civakê dikin û li dijî zilmê serî natewînin. Jinên Êzidî piştî 74 fermanan êdî di ferqê de ne ku yê zilmê û hovitiyê bi ser civaka wan de anî eqlê zilam ê desthilatdar e. Ji ber vê ye ku jinên Şengalê, li dijî şîdeta li beramberî jinê bêdeng namînin û kiryarên li dijî jinan li ku dibin bila bibin, wekî pirsgirêka xwe dibînin. Di nav civakek ku fermana reş bi ser de hatî de û bi hezaran kes bi awayek hovane hatîn qetilkirin de û hîna jî bi hezaran jin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtîne, refleksên di cih de derdikevin pêş. Li beramberî vê jî êdî bi şerê taybet, hewl didin bi taybetî eqlê ciwanan biguherînin. Bi riya medya dijîtal her roj bi hezaran fikirên dijber dixin eqlê ciwanan. Ev yek dibe sedema xwekuştinên jin û xortên ciwan. Dîsa bi awayek zirav hewl tê dayîn ciwanên Êzidî ji çanda wan werin dûrxistin. Dûrxistina ji çanda Ezdayetiyê wê bê maneya jiyana bêpîvan û jiyana bê armanc. Lê tişta ku ji bîr dikin ev e, çandek ewqas qedîm ku îro bi pêşengiya dayîkên Êzidî tê parastin, wê bi êrişên modernîteya Kapîtalîst têk neçe. Heta ku jin pêşengiya civakê dikin û yek jin jî xwedî li çanda xwe derbikeve, wê nekarin dest biavêjin Şengalê û jinên wê. 

Divê Ferman were venasîn

Di çanda Ezdayetiyê de jin cihek pîroz digirin û xwedî rolek giring in. Jin bi rêvebirina xwe ya civakê gavên giring diavêjin û pêşengiya civakê dikin. Yên ku îro ji bo naskirina fermanê têdikoşin di serî de jin in, yên ji bo jinûve avakirina Şengalê têdikoşin di serî de jinin. Yên ku ji bo domandina hebûna xwe û baweriya xwe li ber xwe didin jin in. Ji ber vê ye, jin dibin armanca êrişan. Piştî hemû şerên ku bi destê zilaman û bi eqlê zilaman hatin destpêkirin û pêşxistin, yên ku ji wêraniyê jiyan şîn kirin jin bûn. Li Şengalê jî ya pêkhat û tê dîtin ev e. Piştî 10 salan îro nifûsa Şengalê 20 qat zêde bû. Civak vedigere warê xwe û dest dide hev da ku bi hevdu re Şengalê ji beriya Fermanê xweştir û aramtir bikin. Ku keda jinan bi berhemên wan were nîşandan ji hemû reqem û îstatîstîkan zêdetir bi wate ye. Ji bo vê jî divê em tenê berê xwe bidin guhertinên 10 salên borî û baş bixwînin. Eger em rast jê fêm nekin, em ê nekarin guhertinên heyî bibînin û hedefên dema pêş ji nav hev derxin.