Şîlan Kobanê sala 1971’an, li bajarê Rojavayê Kurdistanê Kobanê tê dinyayê. Ew endama eşîra Kêtikan e û di nav malbatek mezin a xwedî 5 keç û 4 zarokên kur de mezin dibe. Ew hîn di temenê biçûk de ji ber rewşa nebaş a aboriyê û zehmetiyên di vê mijarê de, rastiya penaberiyê fêm dike û dijî.
Dema hîn 5 salî ye, malbata wê koçî Helebê dike. Şîlan Kobanê ku hîn rola zayendan nas nake, yek ji zarokên keç ên malbatê ya pêşî ye ku diçe dibistanê. Malbat naxwaze wê rêbike dibistanê. Ji ber wê jî hîn di temenê biçûk de li dijî vê biryarê radiweste û diçe qeyda xwe li dibistanê çêdike. Ew hîn di zaroktiya xwe de dixwaze her kes rêz nîşanî vîn û daxwazên wê bide.
Jiyana ku kêlî bi kêlî bi têkoşînê hat hûnandin
Şîlan hîn di 9 saliya xwe de, di sala 1980’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Her ku mezin dibe lêgera wê jî mezin dibe û hezkirinek mezin nîşanî raman û felsefeya Rêber Apo dide. Ew hîn di temenê ciwan de dikeve nav kar, xebat û têkoşîna azadiyê. Ji ber welatparêziya malbatê û xebatên dikin, Şîlan Kobanê hîn di 12 saliya xwe de ji aliyê rejîma Suriyê ve tê binçavkirin. Dema ku hîn refa navîn dixwîne û temenê wê hîn 14 de ye, diçe kampên Tevgera Azadiyê yên li Lubnanê û dixwaze beşdarî nava refên azadiyê bibe. Lê vê carê ev xeyala wê pêk nayê. Ew li ser sînorê Suriyê û Lubnanê tê girtin û nêzî du mehan di bin çavan de tê destgîrkirin.
Xeyalên ber bi jiyana azad ve
Lêgerînên Şîlan Kobanê qet ranawestin, li pey heqîqet û rastiya dîrokî ya kurd û Kurdistanê, gav bi gav diherike. Ew xwe amade dike ku beşdarî şahiya Newrozê bibe, lê berpirsyarên dibistan û hevalên di pola wê de li dijî vê biryara wê derdikevin. Ew bi awayek tund li hemberî wan disekine û biryardariya xwe ya beşdarbûna Newrozê raber dike. Dovre ji ber sekna xwe ya siyasî Şîlan Kobanê ew ê ji aliyê rayedarên Sûriyê ve bê girtin. Ji ber kevneşopiyên civakî û ferasetên paşverû yên li dijî jinê, ew ê Şîlan Kobanê di ciwaniya xwe de rastî gelek zor û zehmetiyan bihata. Şîlan Kobanê ya di wê baweriyê de bû ku divê jin li hemberî kevneşopiyên li ser jinê tên ferzkirin bên parastin, hertim bi azadiya jinê bawer kir û têkoşiya.
Şîlan Kobanê, di sala 1981’an de, bi riya hin kadroyên tevgerê ku hatibûn Rojavayê Kurdistan û Suriyê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Kadroyên PKK’ê bi caran diçin mala Şîlan Kobanê û di mijara bihêzkirina zimanê Kurdî de bi wê re dibin alîkar. Ji bo cara pêşî ew li Helebê di dema xwendina xwe de bi zarokên din re dibe alîkar û wan fêrî Kurdî dike.
Şîlan Kobanê lêgerînvanek azadiyê bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê jî vê pir zû ferq dike ku ew hertim di nav kelecana beşdarbûna nava refên gerîla de ye. Beşdarî çalakiyên li Helebê, komên jin û hunerê dibe. Di nava ciwanên Heleb û Efrînê de xebatên şoreşgerî dike. Her wiha bi kadroyên Tevgera Azadiyê re tevlî perwerdeyên îdeolojîk dibe. Gelek caran serdana kampên Partiya Karkerên Kurdistan PKK yên li Lubnanê û Sehîl El Biqayê dike û perwerde dibîne. Piştî demekê jî li radyoya “Dengê Gerîla” erk digire ser xwe û dest bi xebatan dike.
Êdî ew ketibû ser riya heqîqetê!
Şîlan Kobanê di Tebaxa 1988’an de beşdarî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Tevî 4 hevalên xwe diçe Lubnanê. Li ser sînorê Surî û Lubnanê li noqteya kontrolê tên binçavkirin û du mehan girtî dimînin. Dovre dîsan diçe û li Lubnanê, di akademiya Mahsum Korkmaz de perwerdeya siyasî û leşkerî dibîne. Ji bo cara pêşî navê “Seadet” digire û piştî demekê navê xwe diguhere û êdî dibe Şîlana Kobanê. Şîlan Kobanê salekê di kampên Lubnanê de li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne. Tevî ku pir ciwan e jî pir dixwaze biçe çiyayên Kurdistanê. Lê, Rêber Apo ji ber temenê wê hîn biçûk e vê napejirîne û daxwaza wê red dike. Ji ber wê, vedigere û heya sala 1991’an li Heleb û Efrînê xebatên civakî dike.
Ew di destpêka sala 1991’an de derbasî çiyayên Kurdistanê dibe. Dixwaze têkoşîna çekdarî ya jinan bimeşîne û di vê mijarê de jî bi israr e. Her wiha dixwaze di mijara têkoşîna çekdarî de bi rola pêşengiyê rabe û bi vî ruhî jî diçe çiyayên Kurdistanê. Di sala 1999’an de, bi biryara ku di duyemîn kongreya partiyê de tê girtin, PJKK tê avakirin. Bi avakirina fermî ya Tevgera Jinê re Şîlan Kobanê di rêveberiya tevgerê de cih digire. Jixwe dovre ew ê Tevgera Jin di bin navê PJA de xwe birêxistin bikira û mezintir bûbûya.
Heta henaseya xwe ya dawî têkoşiya
Di sala 2003’an de kongreya PYD tê lidarxistin ku Şîlan Kobanê jî beşdarî vê kongeryê dibe. Şîlan di kongrê de weke endama komîteya navendî ya PYD’ê tê hilbijartin. Di sala 2004’an de jî Şîlan Kobanê li ser daxwaza rêxistinê diçe Rojavayê Kurdistanê û xebatên rêxistinî rêve dibe. Li gelek herêmên Rojava û yên Sûrî yên wekî Heleb û Şamê dimîne. Di nava gel de xebatên birêxistinkirinê dimeşîne. Bi sekin û xebata xwe dilê gel û baweriya gel bidest dixe û dibe xwedî kedek mezin a di vê qadê de. Lê piştî demekê îstixbarata Sûrî agahî digire ku Şîlan Kobanê dîsan hatiye Rojava û xebatan dimeşîne. Ji bo ku ew li vê qadê nemîne û xebatan neke, serî li her rê û rêbazê dan. Dovre li ser biryara ku Tevgera Azadiyê digire, Şîlan Kobanê ji bo xebatên PYD’ê derbasî Iraqê, bajarê Mûsilê dibe. Îstixbarata Sûriyê dikeve nav tevgerê û li dijî Şîlan Kobanê komployekê birêxistin dike. 29’ê Mijdara 2024’an, dema ku li sînorê Iraq-Sûrî li ser erka xwe bû, di encama reşkujiyekê de tê qetilkirn û şehîd dibe. Şîlan Kobanê tevî çar hevalên xwe yên bi navê Zekeriya, Ciwan, Fuad û Cemîl şehîd dibin. Cenazeyên wan bi merasimekê pêşî ber bi wargeha Mexmûrê û piştre jî dibin goristana şehîdan a li Qendîl ê. Belê ew şêre jina Kobanê şehîd bû, lê li pey xwe xebat û têkoşînek mezin, mîrateyek ji dîroka têkoşîna jinê hişt ku jin îro li ser şopa vê heqîqetê dixebitin û û li berxwe didin. Heqîqet bû Şîlan Kobanê li pey bû û dovre bû dengê vê heqîqetê ku bigihe hemû jinên Kurd, herêm û cîhanê. Weke gelek şehîdên Tevgera Jinê wê jî dil û mêjiyê xwe di ber têkoşîna azadiyê ya jinê de da û hişt ku îro bi sed hezaran vî dengî bibihîzin û li pey biherikin. Dengê raman û felsefeya “JIN, JIYAN, AZADΔ ku îro ne tinê li Kurdistanê belkî li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê li asoyên azad olan dide û mizginiya têkoşîna sedsala jinê radigihîne.