Gulrox Îrayî: Jina ku hemû sînorên li dora ramanan hilweşand

- Berjin TEKOŞER
45 views
Gulrox Îrayî, çalaka medenî û mafê mirovan a Îranê ye ku bi tometa heqaret û dijayetiya pergala Komara Îslamî ya Îranê bi caran hat binçavkirin û girtin. Îrayî tevî hemû zext û çewisandinan jî gav paş de neavêt, bi sekneke berxwedêr têkoşîna xwe domand. Îrayî ne tenê li derve, belkî di nav çar dîwaran de jî çalakiya xwe roj bi roj mezintir kir, hîn zêdetir pêş de bir û karî bibe yek ji pêşengên jin ên li zîndanên Îranê.

Ji sînorên li pêş xwe netirsiya

Gulrox Îrayî di sala 1980’an de tê dinyayê. Ew çalaka medenî û mafê mirov a Îranê ye. Îrayî bi hinceta heqaret, dijayetî û propagandaya li dijî rejîma Îranê gelek caran rastî zext, çewisandin û girtinê tê. Hevjînê Gulrox Îrayî, Areş Sadiqî jî çalakvanê mafê mirov û parêzvanê mafên girtiyên siyasiye ku ew bi xwe jî ji ber xebatên xwe yên di vê mijarê de niha girtiye. Gulrox Îrayî di tevahiya xebatên xwe yên siyasî de, îmze avêtiye bin gelek daxûyaniyên di derbarê piştgiriya ji bo girtiyên siyasî, her wiha şermezarkirina komkujiya sala 1988’an. Îrayî piştî ku veguhestin zîndana Qerçek, tevî girtiya jin a wê demê Atena Daemî di 24’ê Çileya 2018’an de dest bi gireva birçîbûnê dikin û dixwazin wan dubare vegerînin zîndana Evîn. Ev greva birçîbûnê heya 24’ê Nîsana 2018’an didome. Gulrox di 8’ê Nîsana 2019’an de azad dibe, lê di 9’ê Mijdara 2019’an de careke din tê girtin. Gulrox Îrayî ku beşek mezin ji têkoşîna wê di qada mafê mirov de pêk hat, di 6’ê Îlona 2014’an de tevî hevjînê xwe Areş Sadiqî tên girtin. Dovre di Gulana 2015’an de, ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi tawana heqaret û propagandaya li dijî rejîmê bi 6 sal girtinê hat mehkûmkirin. Ew ji ber çîrokek xwe ya ku di lênûsa wê ya kesane de hatibû nivîsîn û hîn nehatibû weşandin, bi hinceta heqaret li pîroziyên rejîmê dike, hat tawambarkirin. Di vê çîrokê de jinek piştî dîtina fîlmekê ku tê de jinek li Îranê tê “sengsarkirin”, ji hêrsa li hemberî qanûnên olî dest bi şewitandina qur’anê dike. Tevî ku ew tawanên li dijî xwe red dike û dibêje ev tenê çîrokeke jî, lêpirsîner israr dikin ku ev ne çîrok e, belkî bîranînên wê bixwe ne. Gulrox Îrayî li dijî cezayê “qesas” bû, gelek caran îmze avêt bin daxuyaniyên li dijî îdamê, piştgirî da girtiyên siyasî û hevdîtina bi girtiyên siyasî re jî beşek ji xebatên wê bû ku dadgehên rejîma Îranê li dijî wê bikar anîn.

Siyaseta girtin û çewisandinê ti caran ew netirsand

Rexmê ku ti hincetek ji bo girtina Gulrox tinebû, lê rejîmê xebat û têkoşîna wê ya mafê mirovan wekî hinceta girtinê dit û her carê ew dixistin pişt dîwarên zîndanê. Gulrox Îrayî di 8’ê Nîsana 2019’an de, piştî ku cezayê wê yê li zîndana Evîn bi dawî bû, hat berdan. Lê ji ber dosyayek din a ku di girtîgehê de li dijî wê hatibû vekirin, bi kefaleta 60 mîlyon tûmenî hat berdan. Di vê derbarê de, di 9’ê Mijdara 2019’an de û ji bo bi cihanîna hukmê hebsê ya heman dosyeyê, ji aliyê hêzên ‘ewlehiyê’ ve li mala xwe dîsa hat girtin û ew veguhestin girtîgeha Qerçek Veramînê. Ew gelek caran li girtîgehê nameyan dinivîse û hewl dide bi vî rengî dengê xwe bigihîne derve. Li hemberî bûyerên hundur û derve de hişyar tevdigere û dişopîne. Di nameyeke xwe ya ji girtîgeha Evîn de wiha dibêje: “Em ku ev zêdeyî qernekê ye li hemberî êş, belengazî, zilm û zordariyê li ber xwe didin. Em hatin kuştin, lê dîsan jî man. Me sofreyên vala vedan, lê dîsa jî berdewam kir. Li ser goran pênûsên me sirûda azadiyê xwend û niha jî nesakinîne û li dîwarê lerîzok ên paşverûtiyê dixin. Heta lerzîneke din! Em ê li ber xwe bidin heta ku şikestinên li ser laşê mêtingeriyê kûrtir bibin. Em li gel karkeran in ku mafê wan bi meh û salan in tê binpêkirin. Em li gel mamosteyên girtî ne ku, xwendekarên wan bêyî wan dest bi saleke nû ya dersê dikin. Em bi kolberên Kurdistanê re rastê gule û nifretê hatin û bi çalakvanên hawirdorê re em hatin şewitandin.. Lê em dîsan jî li ser daxwazên xwe yên mafdar ên heta azadiyiya xebatên partî û sendîkayan, heya ku îdam bê sekinandin, heta hemû girtiyên siyasî bên berdan, heta ev atmosfer li ser civakê nemîne, qada taybet a çapemeniyê bê şikandin, disekinin û têdikoşin.”

‘Zextên li dijî Zeyneb Celaliyan dewam dike’

Gulrox Îrayî di her mijarekê de hişyar û baldar bû; nexasim rewşa girtiyên siyasî di rewşa herî dijwar a zîndanê de jî dişopand û di vê mijarê de dinivîsî: Bi qasî ku li ser rewşa li zîndanan haydar bû, rewşa derve ya li welat jî, mînak rewşa jin, ciwan, mamoste, karger û hwd. jî ji nêzde dişopand û dengê xwe digihand civakê. Yek ji mijara ku wê herî nêz de dişopand jî rewşa girtiya jin a Kurd Zeyneb Celaliyan bû. Girtiya siyasî Gulrox Îrayî têkildarî veguhestina Celaliyan a ji nişkave ya ji girtîgeha Xoyê bo girtîgeha Qerçek Veramînê nameyekê dinivîse û dibêje; “Zeyneb Celaliyan yek ji kevintirîn girtiya siyasî ya Îranê ye. Piştî derbaskirina bi salan li girtîgehên curbicur û êşkenceyên giran, di van rojan de carekedin Celaliyan ji girtîgeha Xoyê ku nêzî malbata wê ye, veguhestin girtîgehek din. Zeyneb Celaliyan di van salên dirêj ên girtîgehê de, li hemberî hemû çewisandinan li ber xwe da û serî li ber zextên rejîmê yên îtirafên bi darê zorê ferz dikir, netewand. Zeyneb Celaliyan ne tenê şexs û girtiyek e; belku navê têkoşîna winda ya li atmosfera siyasî ya Îran a îroyîn e. Zeyneb mamosteya elfabeya azadiyê ye. Ew wate û feraseta berxwedanê ye ku ji aliyê dost û dijminan ve hatibû jibîrkirin.”

Gulrox Îrayî navê têkoşîn û berxwedana salên dirêj e

Dibe Gulrox li nav çar dîwaran heps kirin, lê nekarîn ramanên wê heps bikin û pêşî li herikîna ramanên wê yên azad bigirin. Dengê wê li nav çar dîwaran jî bi awayek bi hêz hat bihîstin û ti caran ne bixwe û ne jî hişt kesek zincîr li ramanên wê bide. Di her firsendê de bû dengê êşên gelê xwe û li ser rewşa civakî û siyasî ya li Îranê diqewimî nêrînên xwe parve dikirin. Di 11’ê Çileya 2018’an de, piştî serhildana gelên Îranê ji girtîgeha Evînê wiha dinivîse: “Me tiştên ku serkirdeyên her du aliyên desthilatdariyê û olperestên radîkal û reformxwaz û yên li ser masê rûniştine ji bîr nekir. Hem yên ku bi awayek hovane li pişt sûcên xwe rawestiyan, hem jî yên ku bi hîle, heqaret û tirsonekî di bin maskeyên xapînok û durûtiyê de xwe veşartine, ku ji sala 1980’an heya roja îro dîsan fermana tepisandin û gulebarana gel didin.” Gulrox  Îrayî di 24’ê Çileya 2018’an de ji ber piştgiriya xwe ya ji serhildanên 2018’an, piştî lêdan û zextan ji girtîgeha Evînê veguhestin girtîgeha Qerçek Veramînê. Ji bo şermezarkirina binpêkirina zagonên cudakirina sûcan û sirgûnkirina ji girtîgeha Qerçek Veramînê, dest bi greva birçîbûnê kir û bi vê sekna xwe jî da diyarkirin ku ew ê li hemberî zilmê ti caran serê xwe netewîne. Bêguman ev dirêjtirîn greva birçîbûnê ya di nav girtiyên siyasî yên jin de bû ku li pey xwe bertekên cidî yên cîhanî anî.

Ew dibe dengê Zanyar, Loqman û Ramînan

Ew li hemberê îdama her zarokeke vî welatî ku tenê ji ber ramanên xwe dihatin darizandin û diçûn ber darê sêdarê, bi hêrs û bi kerb bû. Di nav çar dîwar û mêjiyên zingarî yên rejîmê de qêrîn di qirika wê de asê mabû û ew difetisand..! Dengê kenê ciwanên vî welatî ku li nav destên zingarî yên rejîmê de can didan, di guhê wê de olan dida. Dengê kenê ku bi gotinên têkoşîn û berxwedanê têkelî hev dihat bihîstin… Gulrox di 2018’an de, piştî îdama sê girtîyên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Moradî, Ramîn Husin Penahî wiha dinivîse: “Di qeydên wan de gelek gorên komî hene û dîroka wan a şermê ya çil salî tijî komkujiyên li pey hev in. Kujerên 8’ê Îlona 2018’an li gel kujerên Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemholî, Elî Riza Ekberî Monfered, Seîd Sultanpor û bi hezaran azadîxwazên din ku bûne qûrbaniyên heman zêhniyeta rejîma dîktator, di roja soz hatiye dayîn de wê li pêşberî gelên Îranê bên cezakirin.” Berteka Gulrox li hemberî siyaseta darvekirinê pir hişk bû û ji bo vê jî têdikoşî. Ji ber vê wê di her firsendê de dengê xwe yê dijber bilindtir dikir. Ew di salvegera îdamkirina Şîrîn Elemholî û hevalên wê de wiha dinivîse: “Bi navê pênûs, bi bîranîna hevalê çiya û pirtûkê Ferzad Kemanger, ew ê ku demeke dirêje hatiye îdamkirin û hîna jî tiştên fêrî zarokên Kurdistanê kiribûn li ser lêvên zarokan in. Û bi diltengiyên dayîkekê ku êşa wê hîna di singa wê û navê wî li ser lêvên wê ye, stran dibije. Dema em li ber qamişên rêya Veramîn re derbas dibûn, me bi çavê ku li çiyayên Tûçal aliqî bûn Ferzadê ezîz bibîranî… Hêvîdarim ez hêjayê vê yekê bim ku destê xwe bi destên we ve girê bidim û layiqê meşa di vê rêya jêr û jor de ber bi sibeha azadiyê ve diçe, bim. Heya azadiya Zeyneb… Heya gihandina civakek ku tê de ne hejarî hebe û ne jî tirsa şikandina pênûsê hebe; ez ê bibim dilopek di deryaya hebûna we de.  Li gel spasiyên min ên ji bo hemû heval û hezkiriyên ku li gel min bûn, spasiyên xwe ji hemû girtiyên girtîgeha Qerçek Veramîn dikim ku li gel min û Atena bûn. Hemû kesên hêja û ezîz ku her yek wê bibin beşek ji vê pirtûka derdên vê civakê, di dema ku bê nivîsandin de.”
Gulrox Îrayî hîna li girtîgeha Evîn di  beşa jinan de girtiye. Zexta li ser girtiyên siyasî yên jin bê navber dom dike û di encama van zextên li ser girtiyên jin de, bi taybetî jî piştî serdana dawî ya dadwer Îman Efşarî ya ji bo beşa jinan a girtîgeha Evînê, nerazîbûna girtiyên jin pêk hat. Herî dawî Gulrox Îrayî jî di nav de, mafê têkilîdanîna bi malbatê re ji bo gelek girtiyên jin hatiye qedexekirin. Ji ber sizaya disiplînê ku berê ji jinan re nehatibû ragihandin, girtiyên jin ji mafê bikaranîna telefonê bêpar hatine hiştin û têkiliya wan a bi malbata re hatiye birîn. Lê wek her carê ti astengî û zext li pêşiya têkoşîna vê jina wêrek nabe asteng, berxwedan û têkoşîna wê weke têkoşîna bi dehan jinên din dewam dike.