Evîn Goyî: Pêşenga Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd

- Berjin TEKOŞER
125 views
Evîn Goyî ku di temeneke ciwan de beşdarî nava refên azadiyê dibe, bi wêrekî, ked û eşqa xwe ya bi axê re dihat nasîn. Ew zaroka serhildêr a Botanê bû. Bi çanda berxwedêr a Botanê hatibû mezinkirin; bi qasî eşqa ji ax û welat, bi heskirina xwe ya hevaltiyê jî dihat nasîn. Ew rêhevala dilnizm a hevalên xwe bû. Bi qasî dilnizmiya xwe wêrek, kedkar, rûxweş û rûken bû.

Weke çiyayê Cûdî serhildêr bû

Emîne Kara bi nasnav Evîn Goyî sala 1974’an, li gundê Hîlal ê Qilebana ser bi Şirnexê tê dinyayê. Ew ji eşîra Goyan e. Jixwe eşîra Goyan jî li herêma Botanê bi şervanî, wêrekî û egîdiya xwe tê nasîn. Bi sedsalan li dijî zilmê û zaliman li ber xwe daye, li ber êrişên li ser Kurdistanê rabûye, kariye hebûna xwe biparêze. Helbet ya ku ew parastî û jê re bûyî pal û pişt jî çiyayên Kurdistanê bûn. Ji bo wê, mirovên vê herêmê jî wiha wêrek û berxwedêr in. Evîn jî li herêmek wiha û di nav civatek wiha de tê dinyayê û mezin dibe. Gundê Hîlal ji ber welatparêziya xwe bi caran ji aliyê dewleta zalim a Tirkiyê rastê zext û zilmê tê û ji ber zextên rejîma Tirkiyê gund tê valekirin û gel neçarî koçberiyê dibe. Lê belê gelê serhildêr ê Botana rengîn ku ti caran li hemberî zilmê çong ne daniye û teslîm nebûye; vê carê jî wekî her carê li dijî zilmê ala berxwedanê hilgirt û têkoşiya. Jina pêşeng a Tevgera Azadiyê ku 34 salên xwe di ber têkoşîna gelê xwe de da, vê zilma li hemberî gelê xwe hîn di temenê biçûk de dibîne, zext û asîmîlasyona li ser çand û zimanê xwe hay dibe, ji bo wê jî li pey çanda berxwedêr a civaka xwe diçe. Ji ber wê, ew hîn di temenek biçûk de biryara xwe dide û gavên destpêkê yên têkoşînê diavêje. Têkoşîna wê ya pêşî jî li dijî kevneşopiyên civakî ye û li cihekê ku dibêjin nabe, nikare, ew gav diavêje û dibe deng û rengê têkoşîna jinên Botanê.

Gavên ber bi azadiyê ve

Di pêvajoyekê de ku li Kurdistan û Tirkiyê rewşeke pir aloz û xirab heye; bi taybetî jî piştî darbeya 12 Îlona 1980’î, dewleta Tirk bi hemû hêza xwe, berê êrişên xwe dabû Kurdistanê, dar û berên Kurdistanê bombe dikir. Gund vale dikir, mirov qetil dikir û girtîgeh bi azadîxwazan tijî dikir. Lê, li gel van zextan tovên hêviyê jî roj bi roj mezintir dibûn û ciwan, jin ref bi ref tevlî nava refên gerîla dibûn. Nexasim tevlîbûna jinan û berê xwe dayîna wan a çiyayên azad hemû kevneşop û adetên paşverû serûbinî kiribûn. Belê, li Kurdistanê gavên nû yên ber bi jiyaneke nû dihatin avêtin! Evîn Goyî di demên ku zilma li dijî Kurdan gihabû asta herî jor, di sala 1988’an de biryara tevlîbûna nava refên gerîla dide. Tevlîbûna Evînê bandoreke mezin li ser civaka wê, nexasim jî jinan çêdike û dibe deng û hewara jinên ku ji bo azadiyê dilê wan lê dide.

Ji gavên biçûk ber bi têkoşîneke mezin ve

Evîn dema ku nû beşdar dibe, yekser derbasî Başûrê Kurdistanê, herêma Heftenînê dibe. Piştî perwerdeya xwe ya sereke bi kelecaneke mezin li benda derbasbûna qadên têkoşînê dimîne û demekê şûnde jî jixwe derbasî Başûrê Kurdistanê, herêma Garê dibe. Ew heya sala 1993’an li vê herêmê xebat û têkoşîna xwe didomîne. Jixwe di wan salan de Rêber Apo nîqaşên Artêşbûna Jinê dabûn destpêkirin û gavên pêşî ên pratîkî dihatin avêtin. Ji beşdariya yek bi yek a jinan a nava refên azadiyê êdî ber bi artêşbûna jinê ve diçûn. Vê yekê di her gerîlayeke jin de heyecanek mezin dabû çêkirin. Lê ev heyecan weke pirdana perperîkekê di dilê Evînê de bi per û bask dibû. Ji ber ku wê dizanî erk û berpirsyariyek mezin ew ê bikeve ser milên wê… Wê dizanî ji bo ku ev xeyala wan a serxwebûnê pêk bê, divê xwe pêşbixin û xwe bi xwe, xwe birêve bibin. Ji bo wê jî, Evînê roj bi roj xwe pêş dixist û xwe ji bo vê pêvajoya dîrokî amade dikir. Bi vî rengî Evîn Goyî weke fermandara tîmê erka xwe ya yekem di Artêşbûna Jinê de digire û bi vê berpirsyariyê nêz dibe. Li Gabarê kongreya jinan hebû; lê Evîn di şerê sala 1994’an de bû. Lê dîsan jî di kongrê de wek fermandara tabûrê tê hilbijartin. Wê salê êrişên li ser gelê Kurd û Gabarê hemwext destpê dikin. Evîn di vî şerî de ji tabûra xwe re pêşengiyê dike û di pratîka gerîlatiyê de xwedî înîsiyatîf e. Li her bosta axa welat ked da, têkoşiya û bû xwedî pratîk. Weke navê xwe bi Evînî nêzî Kurdistanê dibû û bi eşq dixebitî.

Hezkiriya welat û hevaltiyê

Evîn ku hîn di zaroktiya xwe de xwedî taybetiyên bi hêz bû, dema tevlî nava refên azadiyê dibe, van taybetiyên xwe yên bi hêz bi têkoşînê re dike yek û roj bi roj bi hêztir dibe. Bi qasî bi hêz bû, xwedî zanebûn bû û jinek têkoşer bû. Hevalên wê yên têkoşînê yek ji taybetiya wê ya herî ber bi çav, wekî hezkirina wê ya erdnîgariya Kurdistanê pênase dikin. Ji ber vê taybetiya xwe jî her kesê dikarî pê re hevaltiyê bike. Ew her tim dilnizm û xweş sohbet bû. Ji ber vê çendê ye ku hevalên wê ji bo wê dibêjin; “Ew mîlîtana rastîn û heval bû.”  Hezkirina wê ya welat û hevaltiyê, her wiha hezkirina wê ya ji çiyayan re tiştek cuda bû… hestek wisa bû ku ne bi peyvan û ne jî hevokan dikare bê îfadekirin. Ji xwe mirov dikare vê yekê hîn di temenê wê yê biçûk de bibîne ku wê demê wê biryara derketina van çiyayan dabû. Di demekê de ku derketina ber derî jî ji bo jinê şerm dihat dîtin, wê biryara derketina çiyayan û têkoşînê da. Jixwe di wan deman de tevlîbûna jinan a nav gerîla û têkoşînê jî ji aliyê civakê ve wiha asan nedihat pejirandin; lê wê hemû qalibên ku ji bo jinê hatibûn danîn, hemû dîwarên ku li pêş jinê hatibûn lêkirin, bi erdê ve dikir yek û serî radikir. Ji bo wê ye, jê re jina serhildêr tê gotin. Evîn bi hezkirina xwe ya ji azadiyê re hemû dîwarên şermê yek û yek rûxandin û karî bi rengê xwe bibe awaza têkoşîna azadiyê. Sala 1997’an ji ber nebaşbûna tenduristiya wê, ew ji bo dermankirinê neçar dimîne ji qada Bakur derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Dawiya sala 1997’an derbasî qada Rêbertiyê dibe û ji perwerdeya Rêber Apo derbas dibe. Piştî ku perwerde diqede dîsa derbasî Başûr dibe û ji wir jî diçe Botanê. Bi kelecan û hêza ku ji perwerdeya Rêbertiyê girtiye dixwaze hîn baştir û bihêztir xebatên têkoşînê bike. Bi taybetî dema ku komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo pêk tê, Evîn pir bandor dibe û bi hîn baştir xwebirêxistinkirinê dixwaze ji pêvajoyê re bibe bersiv.   

Kêlî bi kêlî hûnandina jiyanê

Ji dema ku beşdarî nav refên azadiyê bû, bi eşqa welat, bost bi bost li axa welatê xwe geriya, çiya û deştên welatê xwe nas kir. Ev heskirina Evînê bi qasî ku Rêber Ocalan, felsefe û bîrdoziya wî ya azadiyê nas dikir mezintir dibû û ber bi şoreşê ve weke ava zelal diherikî. Ma kê dê ji wê baştir zilm û faşîzma dewleta Tirk nas bikira. Kê ji wê çêtir şahidî ji şewata gund û daristanên Kurdistanê, nexasim jî gundê xwe ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatî talankirin, bikira. Ev rastiya ku ji temenê wê mezintir bû hişt ku ew zû mezin bibe û bi rojên tolhildanê agirê dilê wê mezintir bibe. Ji bo wê, têkoşîna wê ya ji Botana serhildêr destpêkirî giha Zagrosan. Ji Zagrosan ber bi çiya û deştên welatê wê ve herikî… Heya ku gav bi gav xwe gihand çarparçeyên welatê wê… Dil û mêjiyê wê êdî ne tenê ji bo gelê wê yê bindest û jinên welatê wê dikeliya; têkoşîna wê êdî hemû Rojhelata Navîn girtibû ber xwe û dixwest bibe deng û rengê têkoşîna jinên cîhanê. Ji bo wê, li Reqayê di bin navê têkoşîna mirovahiyê de dibû hewara jinên Rojhelata Navîn û cîhanê. Evîna ku demek dirêj di têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê de cih digire û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dike, her wiha di avakirina pergala modernîteya demokratîk de jî dibe xwedî roleke giring. Evîn Goyî piştî têkoşîna xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê derbasî Fransayê dibe. Tevî ku tenduristiya Evînê pir cidî û giran e jî, Fransa serlêdana wê ya penaberiya siyasî qebûl nake, red dike. Lê, li vir jî têkoşîna wê ya azadiyê dewam dike; ji bo bibe dengê şoreşa jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê bê navber xebat dike. Evîna ku demekê li Rojhelatê Kurdistanê jî xebat meşandî, li Ewropayê jî yekemîn platforma “Jin Jiyan Azadî” li Fransayê ava dike. Di 23’ê Çileyê de, tam jî li bajarê ku di 9’ê Çileya 2013’an de Sakîne Cansiz û du hevalên xwe hatine qetilkirin, endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî jî li ber Komeleya Çanda Kurd a Ahmed Kaya tevî hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdulrahman Kizil hat qetilkirin. Her çend dixwazin duyemîn komkujiya Parîsê di tariyê de bihêlin jî, têkoşîna Kurdan a edaletê dewam dike.

Çavkanî: Ozgurpolîtîka / ANF/ Yenî Yaşam