Têkoşîna şoreşgerên Kurdistanê

- Elif Ronahî
122 views
Şoreşgerên Kurdistanê destpêkê ji bo hebûna xwe bidin qebûlkirin têdikoşin. Dibêjin ‘Kurdistan heye, mêtingerî heye û heta ku Kurdistan ji statûya mêtingeh rizgar nebe, Tirkiye jî nikare serbixwe bibe.’ Lê berevajiyê vê şoreşgerên Tirkiyeyê jî dibêjin, ‘Tirkiye jî mêtingeh e, em ê pêşî pirsgirêka Tirkiyê çareser bikin, piştre li pirsgirêka Kurdistanê binêrin’. Wekî di tevgerên şoreşger de jî dibêjin, ‘em ê pêşî şoreşê pêk bînin, piştre pirsgirêka jinê çareser bikin’.

Nêzîkatiya şoreşgerên Tirkiyeyê di destpêkê de wisa ye. Lê li vir rewşekî ku piştre guherî jî heye. Divê ev yek jî bê dîtin, di nêzîkatiyên Denîz Gezmîş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayanan de cudahî hene. Mînak dema Denîz Gezmîş dibin darve bikin wî dirûşmaya “Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk” berz kir. Ev pir giring e. Rêbertiya me di destpêkê de ji bo bi şoreşgerên Tirkiyeyê re tevbigere, dikeve nava lêgerînekê. Lê di wê pêvajoyê de nêzîkatiyên şovenîst ên şoreşgerên Tirkiyê jî dibîne. Di wateya giştî de nêzîkatiya şovenîst a şoreşgerên Tirkiyê hebû. Di nava Kurdan de jî tevgerên  netewperest hebûn. Mînak li Başûrê Kurdistanê pêşketina tevgerekî netewperest a li ser bingeha eşîrtiyê heye. Li aliyekî nêzîkatiya şoven, li aliyekî jî nêzîkatiya netewperest heye. Dema ku Rêbertî van nêzîkatiyên tevgerên çep ên Tirkiyê dibîne, ji nêzîkatiyên netewperest qut dibe û li ser tesbîta ‘Kurdistan mêtingeh e’ pêwistiyê bi rêxistineke cuda dibîne. Rêber Apo di sala 1973’an de bi komeke 6 kesî biryara rêxistineke cuda dide. Lê dema em di aliyê jina Kurd de bigrin dest rewş pir cuda ye.

Di serboriyên şoreşên cîhanê de jin

Li vir dixwazim bi çend gotinan balê bikişînim ser serboriyên jinan di şoreşên cîhanê de. Şoreşa 17’ê Cotmehê ku li Yêkîtiya Soviyetan pêk hat, şoreşa çandî ya li Çinê, şoreşa Kuba, Amerîkaya Latîn, her wiha dema em li pêvajoya komînîst a li Parîsê binêrin û vana hemûyan bînin gel hev, aliyekî hevpar derdikeve holê. Hemû jî pêwistiyên şoreşê dixin ya sereke û ya li pêş, dixwazin şoreşê pêk bînin û hemû civakê li ser vê yekê rêxistin dikin. Yekane armanca wan ev e, vê dikin. Li vir rewşa ku pirsgirêka jinê talox dike li pêşberî me ye. Ma li vir jin kêm têkoşiyan? Hem di aliyê şoreşa netewî û hem jî ji bo pirsgirêka azadiya jinê têkoşînek mezin kirin. Lê hemû jî bi dilêşî encam bûn. Çima? Eger pêvajoya şoreşê pêş bikeve, di hundirê vê de stratejiya şoreşê, îdeolojî û bernameya hatî diyarkirin pêwistiyên bingehîn ên şoreşê pêşwazî bikin, lê tevî van hemûyan eger jin di hundirê vê de pêwistiyên xwe diyar neke, rêxistin û sazîbûna xwe li ser bingeha fikra azad û vîna xwe nikaribe pêşbixe, dê tine bibe. Yên mayî an dibin tevger û rêxistinên civaka sîvîl a jinan an jî vegiguherin hewldanên sererastkirina qanûnên heyî. Ev jî bi xwe re avakirina civakeke li ser bingeha azadî û îradeya azad, ku tê de her du cins wekhev bin, nayine. Ger tu şoreşê pêk bînî û lingê wê yê stratejîk e ne danî, encamên wê dê her tim cuda bin. Di avakirina koma yekemîn a PKK’ê de jî îdeolojiya ku esas girtine bêguman îdeolojiya Marksîst Lenînîst e. Di qonaxa yekemîn ya koma PKK’ê de ev bi bandor e. Yanî a bi bandor feraseta Tevgerên Rizgariya Netewî û bidestxitina mafê çarenûsê yê netewî ye.