Paulîne Roland jineke sosyalîst û femînîst a sedsala 19’an e. Ew yek ji perwerdekar û rojnamevana yekem bû ku dixwest perwerdehiya keçan bi ya zarokên kur re wekhev be. Têkoşîna wê bingehê perwerdehiya nûjen a îro danî.
Salên destpêkê û hevdîtina Saînt-Sîmon
Paulîne Roland di 7’ê Hezîrana 1805’an de, li Normandiyayê hat dinyayê. Di 16’ê Çileya 1852’an de, piştî ku ji sirgûna Cezayîrê vedigere, ji nexweşiya pişikê, ku di zîndanê de pê ketibû, her wiha ji ber rêwîtiya dirêj a keştiyê jiyana xwe ji dest dide. Dayîka wê ya piştî mirina bavê wê li postexanê dest bi kar dike, ji bo her du keçên wê Paûlîne û Irma jiyaneke wan a baştir hebe, wan dide dibistana taybet û dovre jî mamosteyê taybet ji bo wan digire. Paûlîne ku ji xwendinê pir hez dike, bi riya mamosteyê xwe bi ramanên li derdorên rewşenbîr û karkerên wê serdemê belav bûne dihese. Ew berevajî mijarên pûç ên ku hevalên wê pê re eleqedar dibin berê xwe dide mijarên bingehîn. Mamosteyê wan ê taybet Desprez, ku nêzî ramanên Saînt-Sîmon bû, rojnameya wan ‘Le Globe’ dixwîne. Ji bo Paûlîne ya ku perwerdeyek baş dîtiye, pîşeya herî baş mamostetî ye. Ew ji bo ku Fransî, erdnîgarî, dîrok û wêjeya îngîlîzî fêr bibe, diçe Parîsê. Wisa difikirî ku ew ê bi vî rengî hîn zêdetir nêzî Saînt-Sîmoniyan bibe. Helbet ji bo em bizanin ka Paûlîne Roland çima xwe hîn zêde nêzî Saînt-Sîmoniyan didît, giring e em fêm bikin ka Saînt-Sîmonî çi soz dida: Feylesof û ekonomîstê Fransî Saînt-Sîmon (1760-1825), ku ji bo reformên siyasî, damezrîna zanistek civakî ya rasyonel dikir armanc, destnîşan dikir guherînek civakî ya di encama pêşketina pîşesaziyê de çêdibe, wê mirovahiyê ber bi cîhanek nû ve bibe. Saînt-Sîmon pêşî ji ber broşura ku diweşîne bi nav û deng dibe, tê darizandin û dovre jî bere’at dike. Sîmon xwedî wan ramanan bû ku nêrînên serdest serûbin bike. Wî wekheviya di navbera jin û mêr de diparast, xewna jiyaneke li ser bingehê guherîna radîkal a têkiliyên civakî, hestiyarî û zayendî dikir. Engels, dê nêzîkî pêncî sal şûnde Saînt-Sîmonîzmê wekî sosyalîzma utopîk binav bike û wiha binivîse: “Perspektîfek berfireh a bi rastî jêhatî, ku destûrê dide em formên destpêkê yên hema hema hemû ramanên pê wî bibînin.”
Destpêka têkoşîna ji bo azadiyê
Prosper Enfantîn yek ji wan kesan bû ku piştî mirina Saînt-Sîmon dest bi tevgera Saînt-Sîmonîzmê kir. Her wiha di sala 1830’an de rojnameya ‘Le Globe’ dikire û ew bixwe dest bi weşandina vê rojnameyê dike. Di Mijdara sala 1831’an de, Enfantîn bangekê di derbarê jinan de di rojnameyê de belav dike. Di vê nivîsê de, ew diyar dike Saînt Sîmonîsm dixwaze jinên ku di raman û kesayetiyê de azad in kifş bike. Ev bang deng vedide û ji Parîsê, her wiha ji parêzgehan bi sedan name digihin wan. Piraniya xwediyên wan nameyan jî jin bûn. Ji ber cara yekem e bang li wan tê kirin ku di mijarên civakî de bi mêran re hevkariyê bikin. Ji ber ji şoreşa 1789’an û heta wê rojê kesî newêrîbû behsa wekheviya jin û mêr bike. Daxuyaniya Olympe de Gouges a têkildarî mafên jinan û daxwaza Condorcet ya hemwelatîbûna jinan ji aliyê parlementerên “şoreşger” ve hatibû red kirin. Ev jinên ku ji vê rewşê aciz bûn û di vê mijarê de nerehetiyên wan kom bûbûn, ji xwe re di nav Saînt-Sîmoniyan de cih didîtin. Flora Tristan li çar aliyê Fransayê geriya û ji bo xebatkarên têkoşîna ji bo perwerdehiya jinan, azadî û başkirina şert û mercên jiyanê yên karkeran xîtabî karkeran kir. Her wekî ku bixwe jî tespît dike, di nîvê destpêka sedsala 19’an de rewşa karkerên li Fransa û Îngîltere ji rewşa koletiyê jî girantir e. Jin di madenên komirê de, di cihên pir teng, şert û mercên herî zehmet de kar dikin. Ne tenê jin, rewşa zarokan girantir bû; zarokên pênc-şeş salî jî dihatin xebitandin. Her çî di sala 1841’an de xebitandina zarokên jêr heşt salî hatibe qedexe kirin jî, ev qanûn nedihat pêkanîn.
Gavên destpêkê yên têkoşîna Paûlîne Roland
Paûlîne Roland bi teza aborî û civakî ya vê tevgerê bawer dikir. Paûlîne ku li Parîsê mamoste bû, derfeta nasîna Saînt-Sîmoniyan bidest dixe û beşdarî civînên wan dibe. Di jiyana xwe de bi du zilaman re nasîna wê çêdibe, dibe xwediya sê zarokan. Paûlîne ku naxwaze bizewice, berpirsyariya mezinkirina zarokan bi xwe digire ser milên xwe. Ji ber dixwaze tenê bijî, rastî nerazîbûna xwişk û derdora xwe tê. Lê tevî ku her du bavên zarokên wê jî di mijara perwerdehiya zarokan de, ji hêla madî jê re nabin arîkar jî, ew di biryara xwe de bi israr e. Di heman demê de kareke nivîsîna pirtûkekê ji bo ciwanan jî digire: Kurte dîroka Fransayê ji destpêkê heya îro ji bo her du zayendan. Paûlîne dîsa dema li Parîsê bû teorîsyenê sosyalîzmê, bi kesê ku wek wê naîf û îdealîst Pîerre Loreoux re nasîna wê çêdibe. Leroux, bi Jean Reynaud re, projeyeke bi navê Ansîklopediya Nû dide destpêkirin û ji bo ensîklopediya heşt cildî ya ku ew bi xwe edîtorê wê bû, li nivîskaran digere. Li vir, Paulîne dest bi nivîsandina gotaran di warê dîrok û erdnîgariyê de ji bo gelek gotarên kevnar ên di Ansîklopediya Diderot de dike. Pierre Leroux, bi arîkariya George Sand di sala 1843’an de, li nêzî cihê Sand dirûne. Ew li nav Boussacê de falansterekê ku di nav de matbaa jî heye ava dike. Li dora xwe jî, malbata xwe û nêzî çil mirovî kom dike. Li vî cihî ku jiyana komîn dihat jiyîn, Lerroux yekemîn makîneya xwe ya modern a tîprêzî jî îcat dike. Lerroux, ji Paûlîne re vekirina dibistanekê li falansterê pêşniyar dike. Paûlîne bi zarokên xwe re wê bê wir, her wiha ew ê hevdeh salên herî xweş ên jiyana xwe li wir derbas bike û weke midûra dibistanê wê derfet çêbe ku bernameya wekheviya keç û xortan ku xeyala wê bû, di perwerdeyê de pêk bîne. Li aliyê din jî, wê ji du rojnameyên polîtîk ên demê ‘La Revue sociale’ û ‘L’Ėclaireur’ re jî gotaran binivîse.
Perwerde û xebata rojnamegeriyê
Di 1840 de, Leroux û Sand bi hev re dest bi weşandina La Revue indépendante kirin. Sand li vir sê pirtûkên xwe weke rêzenivîs weşandin. Paûlîne Roland jî bi awayek rêkûpêk ji vê kovarê re nivîs dinivîsî. Roland di van nivîsan de ewil şert û mercên karkirina jinan rexne dikir û digot ew vê yekê qebûl nake, di heman demê de jî, pirtûkek bi navê ‘Ji bo Zarokan Dîroka Îngîltere (L’Histoire d’Angleterre à l’usage des Enfants) dinivîse. Paulîne Roland yekem jin bo ku li Fransayê mafê dengdan û hilbijartina jinan daxwaz dikir. Her wiha di vê mijarê de çend nivîsar jî dinivîse. Mînak di nivîseke xwe ya rojnameyê de, di vê mijarê de wiha qala bûyerekê ku hatiye serê wê dike: Piştî Şoreşa 1848’an hikûmetek demkî tê îlankirin û hikûmet di nav du mehan de biryara hilbijartinê dide. Paûlîne ya wê demê li Boussacê ye, li ser esasê ku deng bide diçe şaredariyê. Karmendê li ber sindoqê erkdar e destûr nade ew dengê xwe bikar bîne. Bi vê helwesta xwe, Paulîne nîşanî me dide ka wê çawa xwe pêşxist û dîplomaya xwe ya mamostetiyê bidest xist û dovre jî, di sala 1848’an de, tevî hevala xwe Jeanne Deroîn kovara bi navê ‘La Politique des femmes’ bi sazî kir. Her wiha Jeanne Deroîn (1805-1894) di heman hilbijartinê de berendamtiya xwe datîne û bi vê jî balê dikişîne ser mafê wekhev ê hemwelatîbûnê. Rojnameyên wê demê bi karîkaturan tinazên xwe bi Deroînê dikin, destûr nadin li tu cihekê biaxive. Ji bo wê, ew sal ji Fransayê re yekem qonaxa fermî ya rêya ber bi mafê dengdan û hilbijartinê ya ji bo jinan bû. Di sala 1849’an de, atmosfera hema bêje azad a II. Komarê anîbû hê dihat hîskirin.Napolyon hîna darbe nekiribû. Komara Duyemîn qanûna 1791’ê ya ku komeleyên pîşeyî qedexe dike betal dike. Li ser vê yekê, bi sedan komeleyên pîşeyî li Parîsê hatin damezrandin. Paûlîne bi vê daxwazê diçe hemû komeleyan, hevpeyvînan çêdike û van hevpeyvînan jî li ‘La République’ yê diweşîne. Paûlîn jî wekî Pierre Leroux difikirî ku guherîna pêwist a di nav civakê de ne bi riya partiyeke siyasî, belkî bi komeleyên ji aliyê karkeran ve hatine damezrandin ew ê pêkan be.
Di qada perwerdehiyê de qonaxa têkoşîneke nû
Şoreşa 1848’an û îlana Komara II. ew ê ji bo mamosteyan jî rê li perspektîfeke nû vebike. Lê dema wezîrê perwerdeyê ji ber piraniya mûxafazakar a meclîsê ji wezîfeyê tê dûrxistin, zexta li ser mamosteyên laîk dest pê dike. Li ser vê yekê komek mamoste ku di nav wan de Paûline Rolland jî hebû, pêşî di nava xwe de kom dibin û piştre di rojnameyeke sosyalîst de bang li hemû mamosteyên Fransayê dikin. Bi erêkirina walîtiyê Komeleya Biratiya Mamosteyên Sosyalîst ava dikin. Dovre, wan di sala 1849’an de bernameyek perwerdeyê weşand ku dê sed salên pêş ji perwerdeyê pêşengiyê bike. Li gorî vê bernamê, zarokên keç û kur heya 18 saliya xwe xwedî mafê xwendinê ne, zarok li kreşê hem di bin berpirsyariya dayîk û bav, hem jî di bin ya mamosteyan de ne. Zarokên keç û kur ên ku dibistanê diqedînin divê bi awayekê ku du pîşeyan bizanibin bên perwerdekirin. Di bernameyê de hatiye nivîsandin ku “divê keç jî wek xortan azad, bi xebat, hezkirin, raman û karakterê xwe serbixwe, ne wek zêdekirina mêran, lê wek hebûnên jîr ên ku aîdî xwe ne û ne mecbûr in heta hetayê hewceyî mêran bin, bên mezinkirin.” Piştî ku Napolyonê III. di sala 1851’an de darbe dike û xwe wek împarator îlan dike, dîsa feraseta perwerdeyê ya di bin kontrola dêrê de vedigere. Di encama vê de jî bi sedan dibistan tên girtin. Paûlîne jî yekser ji vê rewşê bandor dibe. Destpêkê kovara L’Ėclaireur tê girtin. Paûlîne dinivîse: “Bêdengî li ser belengazan tê ferzkirin.”
Sînorên ji jinê re hatine diyarkirin radike
Di atmosfera aloz a piştî darbeya 1851’an gelek kesên nêzî Paûlîne tên girtin. Lê, Paûlîne xwe naveşêre, nareve. Hewl dide ji hevalên xwe yên girtî re bibe arîkar. Polîs diavêje ser yek ji civîna sendîkayê ku Jeanne Deroîn jî tê de bû û nêzî sî kesan digirin. Paûlîne ne li wir bû, lê bi ser mala wê de jî digirin. Paûlîn û Jeanne Deroîn derdikevin dadgehê. Paûlîn di dadgehê de saziya zewacê rexne dike, dibêje jin di rewşeke jêrî a mêr de hatiye hiştin. Ew dibêje di rewşa heyî de di nav serhildanê de nîne, lê wek fikir dipejirîne û pê bawer e. Ji bo vê heqîqetê jî belav bike ew ê heya dawî bixebite. Di salên 1851 û 1852’an de, du caran cezayê şeş meh girtîgehê lê tê birrîn. Ew li zîndanê jî ranaweste, ji lawê xwe, gelek kesên dinase re name dinivîse, civînên komeleya mamosteyan jî bi rêya nameyan ji nêz ve dişopîne. Di mehkûmiyeta xwe ya dawî de wê dişînin Cezayirê. Li Oranê girtiyên siyasî di rewşeke giran de dihatin ragirtin. Li vir jî arî girtiyan dike, lê vê carê jî wê ji yê din vediqetînin û dişînin Sétifê. Ji ber şert û mercên zehmet ên rêwitiyê nexweş dikeve. Piştî ku George Sand ket navberê û kurê wê wê salê di pêşbirka Latînî ya li seranserê Fransayê de bi ser dikeve, rayedar ji tirsa axaftina muhtemel a ku ew dê di vê merasîma xelata bi prestîj de bike ku wê rê li ‘skandal’ekê veke, ji bo Paûlîne efû derdixînin. Rewşa Paûlîne di riya vegerê de nebaş dibe û di Çileya sala 1852’an de, li Lyonê jiyana xwe ji dest dide. Gelek helbestvan bi helbestên xwe hevgirtina xwe ya bi van jinên pêşeng re nîşan didin: Verlaîne di helbestek xwe de ji bo Paûlîne Roland dibêje; “Ew hema hema wek Jeanne d’Arc bû”. Victor Hugo jî di pirtûka xwe ya helbestan a bi navê ‘Les Châtiments’ de wiha dibêje “Di wê de ne pozbilindî û ne jî kerb hebû; hez dikir, hejar bû, ew sade û aram bû.” Paulîne tiştên ku jê hez dikir got û di jiyana xwe ya kurt de li pey wateya rastî a peyvên mîna azadî û wekheviyê geriya. Paulîne Roland ji bo dema tê de dijiya xwedî ramanên pir pêşketî bû. Wê digot: “Dayikbûn yek ji erkên jinê ye, heta erkek pir zehmet e, lê di tu serdemê de nikare tenê yekane erka wê were hesibandin.”