Nivîskara jin, Rosa Montero wek yek ji rojnameger û nivîskara jin a hemdem a wêjeyê tê nasîn. Ew di gelek berhemên xwe de cih dide çîrokên jinên hatine jibîrkirin û hêjayê gelek xelatan tê dîtin.
Rosa Montero kîye?
Nivîskara jin a ji Îspanyayê, Rosa Montero di 3 yê Çileya 1951’an li Madrîdê tê dinyayê. Bavê wê li Pelewanê gavan e û diya wê jina malê ye; ew li bajarê Madrîdê Cuntro Caminos ê mezin dibe. Rosa ji ber nexweşiya zirav, neçar dimîne ku heya 9 saliya xwe di mal de bimîne. Lê belê ev yeka han li pêşiya fêrbûna wê nabe asteng û bi awayek pir baş fêrî xwendin û nivîsînê dibe. Dûvre ew ê bikaribe biçe Enstituya Madrîd Beatriz Galindo yê û di 17 saliya xwe de dest bi xebatên xwe yên zanîngeha Madrîdê dibistana Felsefe û Hûnerê (Facultad de Filosofía y Letras) dike.
Dest bi karên rojnamegeriyê dike
Rosa Montero piştî salekê û şûnde ji bo dibistana rojnamegeriyê tê pejirandin û di salên xwe yên zanîngehê de beşdarî kar û xebatên komên serbixwe yê şanoyê dibe. Piştî dibistanê wek rojnameger dest bi kar dike û di sala 1976’an de, li El Pais ê dest bi xebatê dike. Di sala 1977’an de, di rojnameyê de dest bi weşana hevpeyvînan dike. Salek şûnde, wê ji bo xebata xwe xelata “Manuel del Arco” bigirta û biba yek ji jina yekem. Her wiha di sala 1979’an de, romana wê ya yekem a bi nave Kronolojiya Dijminahiyê (Crónica del desamor) di sala 1979’an de hate çapkirin. Di sala 1980’an de jî, ji ber nivîs û raporên xwe yên wêjeyî xelata rojnamegeriya Navnetewî werdigire û di wê salê de dibe sernivîskara kovara heftane ya El Paîs ê.
Di qada wêjeyê de xebatek girîng dide meşandin
Rosa Montero di sala 1981’an de Fonksiyona Delta (La función Delta) weşand. Piştî salekê jî ew ê berhevokek ji hevpeyvînên xwe, ku berê di El Paris de hatibûn weşandin, bi sernavê (Cinco Años De País) Pênc Salên El Parîs ê weşandiba. Her wiha bernama bi navê ‘Ez ê wek Şahbanûya Tevbigerim (ku min di sala 1983’an de dişopand) tevbigerim, serkeftinek bû. Ew di heman demê de, di sala 1987’an de hêjayê xelata Hevpeyvîna Cîhanî tê dîtin û di sala 1990’î de (Tremor) tê çapkirin. Rosa ji bo zarokan jî bi taybet xebatekê dide meşandin. Ew ê yekemîn çîroka zarokan a bi nave (El nido de los sueños) di sala 1992’an de bê çapkirin. Di salên pey re ew ê berhema Bedew û Tarî di sala 1993’an de û La vida Desnuda jî di sala 1994’an de çap bike.
Serkeftinên di qada rojnamegeriyê de
Rosa Montero di qada rojnamegeriyê de jî dibe xwedî serkeftinên mezin û di demek kin de pêşketinên mezin dide çêkirin. Bi taybetî di sala 1994’an de xelata rojnamegeriyê werdigire. Ew di sala 1997’an de ji bo berheman xwe ya bi nave (La hija del cannibal) xelata Romana Biharê wergirt. Jina rojnameger û nivîskar Rosa Montero, di sala 1999’an de ew ê berhema xwe ya bi nave Azwerî (Pasiones) çap bike û di sala 2002’an de jî, berhema bi navê (Estampas bostonianas y otros viajes). Yek ji berhema wê ya herî baş a bi nave (La loca de la casa) di sala 2003’an de tê çapkirin. Vê pirtûkê xelata “Qu Leer” ji bo pirtûka herî baş a ku li Îspanyayê di sala 2003’an de hatî çap kirin û xelata “Grinzane Cavour” ji bo baştirîn pirtûka biyanî ya ku di sala 2004’an de li Îtalyayê hatî çap kirin, wergirt. Di heman demê de, di 2005’an de, Çîroka Padîşahê Rohnî (Historia del Rey Transparente) xelata “Qué Leer” wekî pirtûka herî baş a ku di sala 2005’an de li Îspanyayê hatî çap kirin, digire.
Berhemên wê di qada şanû û sînema de
Romanên wê li Îspanya û gelek welatên Ewrûpa û Emerîkayê bi awa û formên cûrbecûr ên hunerî tê pêşandan. Bi taybetî di nav de lîstikên şano, kurtefîlm, fîlmên dirêj, opera û xebatên cuda yên hunerî de tê destgirtin û pêşandan. Xebatên Rosa bandorek mezin li cîhana Îspanyayê dide çêkirin. Pirtûkên wê bi sî zimanan hatiye wergerandin; her wiha ji zanîngeha Puerto Rico doktoraya rûmetê werdigire. Di sala 2018’an de ew ji hêla Zanîngeha Katolîk a Pontîfîk a Perû ve wekî Profesora Rûmetê ya Zanistên Mirovan hate tayîn kirin û ew Endamek Rûmetê ya Zanîngeha Málaga ye.
Hin ji berhemên wê wiha ne:
•Crónica del desamor (1979)
•La función Delta (1981)
•Te trataré como a una reina (1983)
•Amado Amo (1988)
•Temblor (1990)
•Bella y Oscura (1993)
•La hija del caníbal (1997)–Primavera Novel Prize, 1997; Critics’ Circle of Chile Award, 1997
•El corazón del Tártaro (2001)
•La Loca de la casa (2003)–Qué Leer Prize for best book of the year, 2004; Grinzane Cavour Award for best foreign language book published in Italy, 2005; Roman Primeur Prize (Saint-Emilion, France), 2006
•Historia del rey transparente (2005)–Qué Leer Prize for best book of the year, 2005; Mandarache Award, 2007
•Instrucciones para salvar el mundo (2008)–Cognac European Literature Festival Readers’ Prize (France), 2011
•Lágrimas en la lluvia (2011)
•Lágrimas en la lluvia (graphic novel, 2011)–Barcelona International Comic Fair Best Comic Award by popular vote, 2011
•La ridícula idea de no volver a verte (2013)–Madrid Critics’ Prize, 2014; Plessis-Robinson Library Robinsonnais Book Award (France), 2016
•El peso del corazón (2015)
•La carne (2016)
•Los tiempos del odio (2018)
•La buena suerte (2020)
•El peligro de estar cuerda (2022)
