Her wekî navê wê jî diyar e, ew delal bû! Delala welatê xwe, delala dayîkên welatê xwe ku her henaseyek wê di dilê dayîkên vî welatî de bi hawaran ketiye. Delal bû bi delaliya lîlûzên çiyayên vî welatî ku bi rengê şahî û kenê xwe li bîbilkên çavên wê girtibûn û hey bi eşq dikenîn. Dikelijî bi hesreta Amed, Botan û Dêrsima birîndar… Ew evîn bû, vîn bû û dengê berxwedana efsûnî ya jinên vî welatî bû ku xwe li asoyên welatê min de xemilandî û bi dengê berz olanên Azadîyê dida…
Delal Amed, yek ji pêşenga têkoşîna jinên kurd, têkoşer û berxwedêra jin e ku di her qadeke xebata birêxistinkirina jinên Kurd de xwedî rolek sereke bû. Ew di salên herî dijwar, salên ku şerê çekdarî yê Tevgera Azadiyê gihabû asta herî jor beşdarî nav refên gerîla bibû. Di qonaxên girîng ên dîrokî ku di mijara xebat, rêxistinkirin û artêşbûna jin de ew ê bihata avêtin, beşdarî nav refên azadiyê bibû û bibû yek ji wan jinên pêşeng ên têkoşîna jinên Kurd.
Jiyanek bi têkoşînê hatî hûnandin
Hûlya Eroglu bi nas nav Delal Amed di sala 1974’an de li navçeya Amed Çinarê hat dinê. Di salên 90 de dibe şahidê êrîşên hovane yên dewleta tirk û 1992’an de ji bo ku bersiv bide van êrîşan biryara beşdariya nav refên azadiyê dide.
Ji sala 1992’an û heta 97’an li gel herêman ma û gerîlatî kir. 19’ê Gulana 1996’an de xwest bi çalakiyek fedayî li Amedê derb li dagirkeriya tirk bixe, lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî nekarî vê çalakiyê pêk bîne. 1997’an de ji bo ku biçe cem Rêber Apo berê xwe dide paytexta Surî Şam ê. Di sala 1999’an de carekedin vedigere çiyayên Kurdistan ê. Di heman salê de erka fermandariya hêzên taybet digire ser xwe û bi berpirsyariyek mezin vî karî birêve dibe. Heya sala 2003’an vê erka xwe didomîne û wê salê berê xwe dide qada Dersim ê. Ji sala 2004’an heya sala 2008’an fermandariya hêzên gerîla li vê herêmê dide meşandin. Delal Amed êdî ne tenê pispora şer, di heman demê de yek ji fermandara bi hêz û pispor a hêzên gerîla bû. Li gel berpirsyariya xwe ya fermandariyê, di perwerdekirina bi hezarî gerîlayan de jî xwedî roleke girîng bû.
Di 2008’an de piştî ku vedigere Herêmên Parastina Medyayê, erka fermandariya biryargeha navendî ya YJA Starê digire ser milên xwe. Di fermandariya biryargeha navendî ya Parastina gel, Komîteya PKK û Koordînasyona PAJK’ê de cih digire.
Fermandara artêşa jin
Fermandara nemir Delal Amed ku ji herêmên parastina medya bigire, heta qadên Botan û Dersim ê, xwedî ked û fermandariyek mînak bû. Delal Amed di gelek qonaxên bi zehmet ên têkoşîna azadiyê ya PKK’ê bi mîlîtaniyek fedayî tevgeriya û rol lîst. Wê ne tenê astengî û zehmetî nas kirin, di heman demê de bi xebata xwe ya her alî mohra xwe li van 27 sal ên têkoşîna xwe xist.
Tevgera Azadiya Gelê Kurd gelek fermandar û pêşengên têkoşîna azadiyê şehîd dan û bi şehadeta her yek ji wan karî ruh û henaseyek nû bide têkoşîna jina Kurd. Her wekî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinê PAJK jî tîne ziman; bi şehadeta her yek ji hevalên xwe wan pêngavek hîn mezintir a xebat û têkoşînê li Kurdistanê karîne bidin destpêkirin.
Delal Amed jî, çawa ku di salên 1992’an de faşîzma dewleta tirk li Kurdistanê teror pêk tanî û wek bertekek li dijî vê faşîzmê berê xwe dide çiyayên azad, vê carê jî, li dijî zext, kuştin û faşîzma ku qet dawî lê nedihat û bi taybetî li herêma Botanê her cure teror pêk tanî, ji bo ku bibe bersiva herî rast a demê berê xwe dide Botan ê. Warê berxwedan ê! Ruh û giyana xwe bi ava warê berxwedanê re dike yek û dibe yek ji fermandara efsanewî…
Beriya ku biçe botanê ew ê di hevpeyvîneke xwe de wiha bigota; “Em ê tola gel û şervanên ku li dema xweseriyê de şehîd ketin bigirin û bi berxwedanek şoreşgerî bersiv bidin dagirkeriyê.”
Navê têkoşînek demdirêj
Delal Amed bi meşa xwe ya ber bi Botanê ve û biryardariya ku di vê meşa xwe ya têkoşînê de raber dike, vînek ji pola raber dike û ji wir û şûnde jî dibe mînaka têkoşînek pir alî ya li dijî faşîzm û dagirkeriyê. Ew vîna ku di her pêvajoyekê de jina Kurd raber kirî û vediguherî deng û berxwedana têkoşîna serdem ê.
Bi fermandarî û rêveberên wek Delal Amed, îro bi hezaran jinên gerîla û fermandar di çeperên herî pêş ên têkoşînê de cih digirin û tu hêzek ew ê nikarıbe vê hêza ji pola ya jina kurd têk bibe. Ji ber wê, mirov dikare di şexsê Delal Amed de tehlîlek rastir a civaka kurd, şoreşa Kurdistanê bi awayê herî baş bike. Ew ne şexsek bû, civakek û gelek bû. Ew kesayetiyeke rast a pêşengtiya jinên têkoşer bû. Ev jî kesayeta berxwedêr a jina Kurd, sekna wê û vîna wê ku di tevahiya dîrokê de rol lîstiye, derdixîne pêş. Her wiha asta xebatên artêşbûna jina Kurd radixe ber çavan ku îro li cîhanê, ne di mijara çendanî û çawahiyê,
ne jî di mijara asta fermandariya wê mînakên wiha bihêz hebûne.
Bajarê Amedê di têkoşîna azadiya gelê Kurd de hertim navenda şoreşa demokratîk bû. Bi navenda bajar û navçeyên xwe re xwedî danehevek demokratîk a şoreşê bû. Delal Amed jî di nav çandek wiha de mezin bibû. Xwedî kesayetek şoreşa demokratîk û civakî bû ku hatibû avakirin. Delal Amed taybetmendiyên şoreşa Amedê û Kurdistanê di kesayetiya xwe de dihewand. Derketina kesayeta jina kurd a bi vî rengî ya bi hêz jî karektera xwe ji rastiyek wiha ya şoreşê digirt.
Têkoşînek ji Botan heya Dersimê
Her ku em li ser jiyana Delal Amed lêkolîn dikin û guh didin dengê wê yê ji têkoşîna 27 salan, em hîn zêdetir hay li kesayeta bi hêz a jinê li Kurdistanê dibin. Her wiha asta zanebûn, kûrbûn û bîr û baweriya wê dibin.
Delal Amed li Dersimê jî demeke dirêj dimîne û fermandariya hêzên HPG û YJA Starê dike. Dibe yek ji fermandarên pêşeng ên ku ruhê fedaîtiyê bi pêş xistiye û kariye di demên girîng ên têkoşînê de bi rola xwe rabe. Helbet fermandariya artêşekê hema wisa karekî hêsan nîne ku mirov bike, nexasim jî ger fermandariya artêşeke gerîla be. Jixwe, heger jinek artêşeke gerîla ya tê de mêr pirraniyê pêk tînin bi rê ve dibe, ev behremdariyeke mezin e, ji bo vê ferz e mirov xwedî îrade û înîsîyatîfeke wisa be ku bi awayî herî jêhatî û baş erkên xwe pêk bîne.
Ji artêşbûna jinê ber bi partîbûnek mezin ve
Bêguman jina Kurd di nav dîroka 47 salan a PKK’ê de, qonax bi qonax, gav bi gav pêşketinên dîrokî kirin. Bi vê rastiya Tevgera Azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo ku di her pêvajoyekê de bi proje û gavên nû nîqaşek di nav jinan de dida destpêkirin, jinên Kurd jî karîn xwe di nav PKK´ê de gelekî bi pêş bixin. Bi taybetî pêvajoya artêşbûna jinê, partîbûna jinê ku jinên wek Delal Amed derxistin hol ê. Pêşengtiya fermandarên wek Delal Amed hişt ku ev hêza jinê sal bi sal derdikve pêş û bandorê li tevahiya jinên cîhanê bike. Ger ked û fedakariya pêşeng û têkoşerên wek Delalan nebûna, ne pêkan bû îro evqasî bi hêz jinên cîhanê berê xwe bidana jinên Kurd. Jina Kurd bû pêşanga têkoşîna azadiya jinê li dinyayê. Delal Amed jineke Kurd bû ku tevahiya temenê xwe di ber xebat û têkoşîna gelê xwe û jinê de bext kir. Mirov dikarî di şexsê Delal Amed de ew heskirina welat, girêdana bi ax ê ku di jina Kurd de pir bi hêz e, civakîbûn, ked û heskirina ji jinê bibîne. Ew fermandarek evînê ya ku xwest li welatê xwe tê de jin bûn guneh hatibû hesibandin, reş bi ser de hatibû girêdan, ji nû de bi rengên serî rakirinê rabike û ji nû ve wateya rast a nêzbûna jinê avabike.
Ew her wekî navê xwe bû delala welatê xwe… Bû hestek ku di dilê her jinekê de lêdixst. Bû henaseyek li sînga her dayîkekê de bi sebir û kelecan mizginiya rojên xweş digihan…
Ew delala Amedê bû! Delala Botan û Dersimê..! Ew kenek bû ku di çavên welatê min de bi kelecanê ketibûn. Erê! Ew dengê serkeftinê bû ku hîna li asoyên welatê min olan dide; bi rengê jin, jiyan û azadî. Ew fermandar û fedaîyek nemir bû, dijîya û dida jiyankirin. Bi vê felsefeya xwe û nêrandina bi jiyanê ya şervanê Apoyî bû henaseyek heta hetayî.
Ew li Bakur bû rengê têkoşîna Sêvê, Pakîze û Fatma, li Rojava bû dengê Arîn, Viyan û bi dehan jinên pêşeng, li Rojhelat bû olanên Jin Jiyan Azadî û xwe li keziyên bi dehan jinan aland. Ev jina dilêr a Amedê, Delal Amed piştî ku demek dirêj li Herêmên Parastina Medyayê dimîne, vê carê berê xwe dide çiyayên Botan ê. Li vir jî li dijî dagirkeriya tirk bi fermandariyeke bi hêz radibe û derbên cidî li hêzên dagirker didin. Di navbera 11 û 15’ê Mijdara 2017’an de dewleta tirk a dagirker bi balafirên şer bombebaranek dijwar li ser herêma Bestayê dike. Fermandara nemir Hûlya Eroglu bi nasnav Delal Amed û duanzdeh hevalên xwe di vê bombebaranê de jiyana xwe ji dest didin.