Mexfî Bedexşî û Mehcube Herevî : Du helbestvanên jin ên bi nav û deng ên Efxanistanê

- Berjin TEKOŞER
391 views
Jin ne tenê ji hêla civakî û beşdarbûna hin qadên bi sînor, belku ji aliyê karên hunerî, nexasim jî di qada helbestê de bi rolên giring rabûne. Wan kariye hest û ramanên xwe bi rêya helbestan bi awayeke hostane bi rastiya civakî ya dema xwe bihonin û bibin dengê serdemên ku tê de jiyan e. 

Jinê kariye bi awayek herî baş hestên xwe biherikîne ser rûpelan û wan bi nexişandina hest û raman, bi têgîn û hestê jinane vebêjin. Helbet li gel vê gelek helbestvanên di dema xwe de jî bandor kirine. Ji bo wê, bi qasî ku di her serdemekê de di qadên cuda yên civakî, siyasî, çandî û hunerî de rol lîstine, karîne di qada helbestvaniya jinê de jî xwedî ked û bandorek berçav bin. Ew bêy ku mifte li hest û peyvên xwe bidin, karîne rê bidin bi awayeke azad hestên wan biherikin, bibin dengê aso û ramanên wan…

Jiyan û serpêhatiya Mexfî Bedexşî

Mexfî Bedexşî ji jinên helbestvan ên nav û deng a Efxanistanê ye ku bi navê Bîgem Nesb jî tê nasîn. Ew ji Bedexşanê ye û li Kabûl û Qendeharê dijiya. Ew keça mîr Mehmûd Şah Aciz bû; her çend ew siyasetmedarekî koçkirî bû, lê di heman demê de weke zanyar, helbestvan û nivîskarekî baş jî dihat nasîn ku tê gotin dîwana helbestên wî yên bi navê “Çar baxê Şahî” ji çapkirinê re amade bûye, lê mixabin çap nebûye. Mexfî Bedexşî heft nifş ji mîr Yarbîg Xan û yazdeh mifş jî ji Seyîd Celal Boxarî ku bi navê Mexdûm Ezem tê nasîn e ku ji xizmên Sadat li bajarê Buxarayê bûye. Navê diya wê Bîbî Cehan e ku eslê xwe Ozbek bû. Ew di nava malbateke helbestvan de mezin dibe.
Mexfî Bedexşî zanyarî û agahiyên giştî yên di derbarê zanyariyan de bi dizî û dûrî siyasetmedarên wê demê, ji mezin û zanyarên malbata xwe fêr dibe. Xwendina seretayî li cem babê xwe û birayên xwe, ku her du jî helbestvan in, temam dike. Ew hîn zaroke babê wê li bajarê Taşqerqanê jiyana xwe ji dest dide û malbata wê dovre li Bedexşanê bi cih dibin. Di wê demê de bû ku Ebdulrehman Xan, Şahê faşîst û despotîk malbata Bedexşî sirgûnî Kabulê dike. Li gorî Mihemmed Tahir Bedexşî, piştî sê mehan ji jiyana bi zehmet û bi êş, ew vê carê jî sirgûnê Qendeharê tên kirin.

Jiyana di sirgûnê de

Mexfî Bedexşî bîst salan tevî malbata xwe li Qendeharê di sirgûnê de dimîne û di van bîst salan de li gel mezinên malbatê perwerdeya xwe didomîne. Li gel xwendina pirtûkên dînî, pirtûkên wêjeyî û dîrokî jî dixwîne û bi awayekî zanistî fêr dibe û ji bo cara ewil li Qendeharê û di şanzdeh saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan dike. Mexfî piraniya helbestên xwe li taxa bi navê Qereqozî ku li wir jî dijiya, dinivîse. Ew ti caran nazewice û tevahiya jiyana xwe di sirgûnê de, li gel malbata xwe diborîne. Mexfî bîst û şeş salî bû dema ku ji Qendeharê derbasî Kabulê dibe û li Kabulê li ser berhemên wêjeyî yên helbestvanên bi nav û deng ên farsî ziman, ên wek Hafiz, Sedî, Rabî Belxî û hwd lêkolîn dike. Li vir, di encama xebatek berfireh a wêjeyî de, helbestên wê tam digihin.
Ew li Kabulê bi şandina nameyan û helbestên xwe yên ji bo helbestvana hevdema xwe Mehcube Herwî re têkilî datîne. Tê gotin hin berhemên wê di kovara Kabulê de hatine weşandin. Her wiha tê gotin navê wê li parkeke jinan û dibistaneke amadeyî hatiye kirin. Mexfî Bedexşî di 12 Çileya 1964’an de, li gundê Qere Qûze ya ser bi Fîz Abad ya parêzgeha Bedexşanê, di 85 saliya xwe de jiyana xwe jidest dide.

Dengê helbestên wê li tevahiya welatên Asya belav dibe

Ji jinên din ên hevdem û bi navûdeng ên vî welatî Mehcube Herevî ye. Êdî ne tenê li Efxanistanê, belku li welatên Asyayê jî ku bi zimanê Dêrî eleqe û nasîna wan heye, navûdengê wê belav bûye. Mehcube Herevî, bi navê rastîn Bîbî Sefufa (1285-1345 Xorşîdî) helbestvana ji parêzgeha Badqîs a Efxanistanê ye. Pênc hezar beytên helbestên wê hene ku di naverokên wan de azadî û demokrasî jî heye.
Nimûneyek helbesta wê:
Bilbil ewqasî naqîre
Feqîr hêlîna xwe tîne bîra xwe
“Mehcube” di strana azadiya mirovan de
Nifir nêçîra zilm û terorê dikin

Mehcube jî wek Mexfî li malê û taybet perwerdeyê dibîne. Ew ji bavê xwe fêrî rêziman, wêje, ilmên dînî û xweşnivîsê dibe. Ew di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsîna helbestan dike. Di destpêkê de bû endama Komeleya Wêjeyî ya Heratê û dovre li dibistana keçan a Heratê dest bi mamostatiyê kir. Yekem car meyla wê ya ji bo nivîsandina helbestan bi guhdarkirina helbestên Mestore Qorî destpê dike. Ew piştî ku dizewice diçe Qubtî Çaq a li taxa Heratê û di derbarê xwe de wiha nivîsandiye: Ez ji Komeleya Wêjeyî ya Kabulê spas dikim, ku belku jî gotarên birayên wêjeyî pirsgirêkên ku girêdayî teknîka helbestê ne çareser kirine; ji ber ku ji ber pirsgirêk û bi awayekê bi hevjînê xwe ve girêdayî me nikarim li cem alimên welat û ji bo bidestxistina kemalên xwe ya tê xwestin bikim. Ez bixwe li bajarê kevin û ji bajarê qalê dikim, diçim serdana maleke kevintir. Mîna girtiyekê ku bi tevahî ji cîhanê bê agah be. Ez jî hewl didim gel hişyar bikim, bi taybetî çîna jinê. Dibêjim, guhdarî dikim, distirêm, heya bi îzna xwedê bigihim meqseda xwe. Jiyana Mehcube Herevî ya hevjîniyê ewçend baş nebû û heya ku hevjînê wê sax bû, derfeta wê ya beştariya di nav derdorên wêjeyî de nebû.

Dîwana ji sê hezar beytan

Dîwana wê di sala 1347’an a Xorşîdî de ji aliyê Mihemed Alam Qewas ve, li Heratê tê çapkirin.

Nimûneyek ji helbesta wê;
Bajar li ber min teng bû
Ez straneke çolê dibêjim
Çolê ji hêstirên xwe dikim derya
Li golistana ku cil bi bîr dixim, qezaleyek xwend
Ez bilbilan bi ahengên xwe dikim şeyda
Ez ne qijik im daku ne li milê xwarê bêm
Ez dixwazim di lûtkeya pîroziya xwe de bim
Li orteya bûstanî de biqasî sîdarekê dirêj e
Ez bilindahiya wê sîdarê xeyal dikim
Ez serxweşê awirên te yên mest ê nergêsî me
Kafir im ger hûn poşman bibin, ez ê spasdar bim
Qameta te sedîr û cilên kulîlk, helbest sembolek ji xonçeyên ser lêvê
Ez li vir temaşeyê gul û golşen dikim
Ax! Ey xem, te nameya me nexwend bi serbilindî
Ger ez sed name ji bo te binivîsim.

Mehcube bi zanîn, heskirin gelek qîmet dide perwerdehiya zarokên keç. Ji ber wê jî, ji yekemîn kêliya damezirandina xwendingeha keçan a Heratê ku di sala 1326’an a Xorşîdî de hat damezirandin, wê erka bi rûmet a mamostetiya li wir pejirand. Wê ev erka pîroz heya sala 1340’an (dîroka xorşîdî), domand. Wê gelek xwendekar perwerde kir ku tê gotin piraniya wan dovre wek profesor, nivîskar xebat meşandin. Ew heya kêliyên dawî yên jiyana xwe jî, ji bo dibistana amadeyî Mêhrî, kovara Mêhrî, Kovara Herat û weşanên din ên welat eleqeyek mezin a wêjeyî û çandî nîşan da. Hertim dixwest dibistanên amadeyî bigihin asteke baştir û asta xwendina keçan baştir be. Bi zanist û dorhêla çandî re eleqeyek mezin raber dikir, ku hin caran ev mijar di helbestên wê de jî tên xuyan. Wê nirxek mezin dida perwerdehiyê. Ew di heman demê de parazvana azadiya jinê bû. Carnan ev hestên azadiyê di helbestên wê de olan dida. Nimûneyek ji helbesta wê ya di vê mijarê de;
Ezbenî, ev bextewarî ji bandora kîjan stêrkê ye
Jin ji qeyd û bendên hîcabê azad bûn
Zêdetir li pey zanîn û bidestxistinê ne
Mehcube Herevî ku xwedî dîwanek sê hezar beytî ye, sala 1967’an li Heratê çavên xwe li cîhanê digire.