Li te digerim heval, li ser şîverêyên bi pêlavên sor tepisî.
Her bihostek erdê ji min re dibêjin me hezar carî ramûsandiye lingên wê.
Dibêjin; rêça me wê diyar kiriye, em bi meşa wê vebûne û em di xeta wê de dirêj dibin.
Dişopînim, ew min dibin ber bi qûntarên Heftanîna heft reng ve.
Qûntar dibêjin wê li vir negere Hevalê!
Ew ti car li gel min ranewestiya, çavên wê ji mêzekirina lûtkeyan ne qerimî
Û ew bi balindan re li Navsera Xantûrê bi hewa diket.
Li te digerim Heval! Li hêlînên baz û balindan, ji min re dibêjin;
“Tu jî dereng mayî rewiyê, mîna me!”
Ewê beriya me tevan xwe gihandiyê Navsera çiyayê Kaf’ê. Xwe bi xweliya xwe ji nûve afirandiye û bêwarî ji xwere kiriye perestgeh, ger tu dixwazî xwe bigihînî wê, divê tu hemû dem û waran bibihûrînî!
Li te digerim Heval! Di her dem û warî de tu xûyayî,
Di ti dem û wextî de ez nikarim xwe bigihînim te.
Ev dara ku ez li bin rûniştim, erda wê hîna bi xwêdana te şil e!
Lê te nabinîm.
Bêhna te ya ji bayê Bakur tê û hindava min diyar dike
Û ez li raserî tevahî bilindbûnan diçim û têm
De rabe carek birqandina çavên te bila şewq bide dilê min.
Te carek ji kaniyên azadiyê av vexwariye
Dizanim, navegerî
Ji xwe tu ji cihê xwe ne live, li ser textên xwedewendan
Ezê werim delalê, bi hilmek çikiyayî û çongên ji taqetketi be jî
Ezê xwe bigihînim te
Hîvê şewqa xwe li çiyayên bi heybet dabû, dema te ji min re lorikên dayîkek dilşewat vedigot.
Pala me li hev bû û dilopên xwêdana te li ser milên min de diketin
Ew kêliyên heqîqetê bûn heval te bi min re par ve dikir.
Niha di dest min de nexşeyek ji evînê hûnandî
Li pişta min bîr û baweriya azadiya me pêvtir tu tiştek nîne li gel min
Li te digerim heval, te dibînim
Di çavên zarokek çav xirmaş de tu mîna pêta hêviyê şewq didî…
Mizgîn remza egîdiya jina Kurd e
Mizgîn Zerya (Ayşe Tucî) ew jina xwedî hêviya azadiyê bû, di sala 1997’an de li navçeya Wan Şax’ê çavên xwe li cîhanê vekir. Ew di nava malbatek welatperwerde mezin dibe. Piştî demekê malbat ji ber zextên dewletê koçî metropolan dike. Mizgîn li Stenbolê xerîbîyek kûr dijî. Giyana wê ti car ew koç pêk neanîye, giyana wê bi hemû hebûna xwe ve li Şax’a serhildêr niştecîh bûye û bi rik dev ji warê xwe bernedaye. Çaxa dijmin ji malbata wê hinekan digirin û dewlet cinayetên kujer nediyar pêk tîne, wê demê Mizgîn sonda tolhildanê dixwe û berê xwe dide Şax’ê. Li ew warê ku di wateya rast de ti car ne terikandî, giyan û bedena xwe digihîne hev. Di hebûna xwede yekîtî bidest dixe û dikeve li ser rêça çiya. Ji Şax heta Garê ew şîverêyên nû vedike. Ew Mizgîn Zerya ye. Ew mîna Mizgîniyek deryayî ji gelê xwere dibe hêvî. Li Garê perwerdeya xwe ya bingeha gerîlatiyê dibîne û di demek kurt de di xwe de guhertinên xurt çêdike. Xwe digihîne nêrandinek dîrokî û gerdûnî, dibe şervana paradigmaya demokratik, ekolojîk û azadixwaziya jinê. Di warê leşkerî û bîrdozî de perwerdeyên pîsporiyê li dû xwe dihêle û dibe fermandareke kamil. Bi gihaştîbûna xwe ya di warê ezmûnên jiyanî de ji hevalên xwe yên ciwan re dibe palpişt. Sala 2018’yan berê xwe dide Heftanîna heft reng. Ew fermandarek jîr û jêhatiye lewma ji aliye tevahî hevalên xwe ve rêz û hezkirin dibîne. Dema dijmin berê xwe da qada Heftanînê, Mizgîn bi awayek çalak xwe tevlî cenga giran dike. Pisportiya xwe ya di warê çeka xwe de nîşanî tevahî cîhanê dide û gelek derbên giran li singa artêşa Tirk dixe. Her roj mîna xwe ji cejnekê re amade bike derdikeve meydana cengê û serkefinên hêja bidest dixe. Dibe tolhînera qirkirina ku ev sedan sal in li ser gelê wê tê meşandin. Mizgîn, di 20’ê Tebaxa 2020’an de tevî hevalê xwe Zana Gevaş, li herêma Pîrbila ya li ser qada Heftanînê digihîje bê miriniyê.
Mizgîniya ji Pîrbila bilind dibe, asîmanên Kûrdistanê ronî dike. Mizgîn remza egîdiya jina Kurd e. Mizgîn, neviya Xwedewendên radest nebuyî ye. Ew di bêdawîtî û bêwariyan de ebedî bûye. Ewê ji bedewbûna herî kûr re nûnertî kiriye lewma ew ji nava dil tê hez kirin, lewma ew ji serî heya tiliyên ling rêz dibîne. Mizgîn dilpak e, Mizgîn Fermandareke gihaştî û şervaneke di cengên giran de bê eman e. Mizgîn heval e lewma ew her tim ya lê tê gerandin e.