Li Kurdistanê bi hezaran keç û xortên ciwan ji bo azadiya gelê xwe, berê xwe dan çiyayên azad û canê xwe diyarî jiyaneke bi rûmet kirin. Ji ber vê gelê Kurd bi salan e ji bo azadiya xwe şer dikin û di oxira azadiyê de berdêlên giranbiha didin. Yek ji wan pêşengên serbilind Zelal Yilmaz e.
Li ser xaka Serhedê, li bajarê Erzurumê çavên xwe li dinê vedike. Ew di nava malbateke welatparêz de jiyan dike û bi çanda Kurdewarî tê mezin kirin. Her ku mezin dibe, dibe xwedî lêgerîn. Bi zêdebûna lêgerînên xwê re, ew dikeve ferqa dagirkeriya li ser welatê xwe û jiyana ku li ser Kurdan tê ferzkirin. Bi dijwarbûna van êrîşan re û bi taybet jî bi komkujiya li Parîsê ya ku sê jinên pêşeng Sara, Ronahî û Rojbîn lê hatin qetilkirin, Zelal nema dikare xwe li hember van kiryaran bigre. Weke zelaliya navê xwe bi biryardariyeke zelal, biryara beşdarbûna jiyana azad dide.
Li çiyayên azad gerîlayeke Serfiraz
Êdî Zelal li çiyayên azad navê xwe dike Berjîn Canda, gerîla Berjîn bi serbilindî ber bi wargehên gerîla ve dikeve rê. Ew êdî li çiyayên azad gerîlayeke serfiraze. Mîna çiyayên Zagrosan yên bilind, ew jî di meşa xwe ya azadiyê de pêngavên mezin davêje. Di salên xwe yên destpêkê de gelek taybetmendiyên milîtaniya Apo’yî di xwe de avadike. Bi sekna xwe ya ji xwe bawer di nava dorhêla gerîlayên jin de, xwe di xeta bîrdoziya rizgariya jin de xwe kûr dike û xwe hînî dîroka jina berxwedêr û pîvanê jina azad dike. Ew jî bi van pîvanên azadiyê ve xwe dixemilîne û dibe yek ji şopdarê Sarayan. Li ser xeta jina azad dimeşe, lewra hemû hewildanên wê jî ewe ku bibe jineke asî mîna çiyayên Kurdistanê.
Jina Dilwêrek û Pêşeng
Ji bo bûyina Şervaneke xurt di hemû şert û mercan de, di hemû zor û zehmetiyan de ew kedeke mezin dide û dibe xwedî meşeke xurt. Xwe di warê pisporiya leşgerî de pêş dixe û her kêliyeke li serê çiyayên Kurdistanê wek perwerde digre dest. Ji bo tola êşên gelê xwe ji neyaran bigire wek jineke pêşeng erkên dîrokî hildigire ser milên xwe. Lewra ew di armanca azadiyê de bi biryar e. Bi vê biryardariyê soz dide ku ewê tu carî nehêle dijminê xwînxar bi hêsanî li ser axa bi nirx ya Kurdistanê de bimeşe û êrîşî nirxên gelê Kurd bike. Her ku li çiyayên Kurdistanê gavên xwe davêje, dibe çalakvaneke xurt ku êdî ji bo hemû şert û mercên zehmet dikare her erkekî giran hilgire ser milên xwe. Êdî tu zehmetî nikare li pêşiya meşa wê bibe asteng, ew mîna çiyayên Kurdistanê asê ye, bi hêz û îradeyeke mezin tevdigere. Bi hevaltiya xwe ya dilpak, bi jîrbûn û zanebûna xwe ve dibe gerilayek jin ya pêşeng. Gerîla Berjîn çiqasî di nava pratîkeke dijwar de be jî, parêznameyên Rêber Apo teva dixwîne. Xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de kûr dike. Lewra ew dizane ku ji bo xwegihandina milîtaniyeke Apoyî pêwîst e xwe bi ramanên Rêber Apo nas bike. Berjîna dilêr jî, her di nava hewldana pêkanîna felsefeya jiyana azad de ye. Ji ber ku her armanca wê ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Weke jineke ciwan xwe ji pêvajoyeke dijwar ya şer re amade dike, da ku bibe bersiveke xurt.
Dildara azadiyê, Berjîn, ji bo tekoşîneke hîn bi hêztir bide meşandin, berê xwe dide qada Xakurkê. Li qada Xakurkê ji bo ku li beramberî êrîşên dijmin bersivên di cih de bide, da ku careke din dijmin nikaribe gavên xwe bavêje ser axa pîroz, her tim di nava hewldaneke mezin de ye. Berjîna çiyayî qada Xakûrkê gav bi gav digere, gelî û kaniyên wê nasdike.
Berjîn ji aliyê hevalên xwe ve bi rukenî, kedkarî, fedekarî û wêrekiya xwe tê nasîn. Bi van teybetmendiyên xwe di dilê her hevaleke/î xwe de cihekî bêhempa digire.
Canfedaya Welatê Rojê
Di sala 2021’an de dema ku êrîşên dagirkeriyê li ser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê pêk tên, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi bersiveke xurt wan pêşwazî dikin û derbên giran li dagirkeran didin. Berjîna dilwêrek jî li qada Xakûrkê li beramberî êrîşên dagirkeriyê di sengerên pêş de cihê xwe digre. Ji ber ku ew xwedî danehevên xurt e, di nava şerê hebûnê de roleke girîng dilîze. Weke gerîlayeke pêşeng erkên xwe yên demê pêk tîne. Di nava şerekî wiha dîrokî de dibe çalakvaneke xurt û wek gelek qehremanan ew jî pêşengtiya vî şerî dike. Hêzên dagirker li beramberî hêza jin ya ku di herî pêş de şer dike, bêçare dimîne. Lewra jinên şoreşger yên wek Berjîn nûneriya xeta fedaîtî dikin û dîroka azadiyê dinivîsin.
Berjîna dilderyayî di tevahî jiyana xwe de, ji bo jiyaneke azad dibe xwedî sekneke tekoşînvan. Tevahiya jiyana xwe bi hezkirina welat, fedekarî, dilnizmî, îrade, cesaret û qehremantiyê ve dadigre. Ew weke pêşengeke şerker di meşa xweyî azadiyê de, herdem serkeftinê ji xwe re esas digre. Lewma heta henaseya xwe ya dawî tekoşîna xwe dewam dike.
Berjîn Candaya ku li Rojava ji Hesekê heta Şedadê li hember DAIŞê şer kir, bi şanaziya serfiraziya destanî(epic,epos) gav avêt çiyayên Kurdistanê. Çiya ji bo wê hogir û rêhevalên herî girîng ên gerîlla bûn.
Gava ku li tunelên şer yên Xakurkê diber xwe dida di heman demê dilê wê ji bo rêhevalên wê yên li Avaşîn, Zap û Metînayê jî lê dida. Gerîlla Berjîn Canda di 7ê Nîsana 2024’an de li herêma Xakurkê bi ber ava Çemê Lolanê ku ji ber baranê coş bibû ket û gihîşt nav revê Şehîdan. Lehengiya xwe û sekna xwe ya zelal a di xeta azadiya jinê de li dû xwe hiştiye.
Di rêka tekoşîna parastina nirxê civaka xwe de, dighêje bêmiriniyê. Ew di esîmanên bê dawî yê welatê rojê de, tevlî karwanên nemiran dibe. Her ku lehengeke vê xakê şehîd dibe, rêhevalên wan bi hêrseke mezin diçin ser dijmin û tola rêhevalên xwe radikin. Lewra şehîd ji bo gihiştina heqîqetê û azadiyê canê xwe feda dikin. Ew ê dîrok tu carî fedekarî û dilsoziya wan lehengan jibîr neke. Ew ê di nava rûpelên dîrokê de destanên qehremantiya wan werin nivîsandin. Ji ber şehîd ew in yên ku pêşeroja gelan ronî dikin. Ji ber wê jî ewê gelê Kurd herdem wan bi bîr bîne û wan bidin jiyankirin.