Rojnamevan û femînîsta Îranî Sadiqeh Dowlatabadi yek ji kesayetên pêşeng ên tevgera jinê ya Fars bû. Sala 1882’an (li gorî hin çavkaniyan sala 1883’an) li bajarê Isfahan ê Îranê ji dayik bû. Bavê wê Haj Mirza Dowlatabadi hiqûqnasekî olî yê pêşverû, dayika wê jî Khatameh Begum bû.
Bavê wê destûr da ku keça wê li Tehranê perwerdeya bi Farsî û Erebî werbigire. Sadiqeh piştre li Akademiya Dar-ol Fonoun’ê perwerdeya xwe ya navîn dewam kir û li gel du birayên xwe Yahya û Muhammed Ali ku ji pêşengên Tevgera Meşrûtiyet û Komeleya Perwerdeyê bûn, perwerdeya xwe dewam kir.
Di 15 salî de hate zewicandin
Malbata wê heta astekê xwedî jiyaneke azad bû, lê belê ji ber ku di wê demê de ji bo zarokên keç dibistan tine bû Sadiqeh Dowlatabadi hîn di 15 salî de neçar ma ku bi kesekî bi navê Etezad al-Hakma re bizewice. Ji ber ku nebûn xwedî zarok, di demeke kurt de ji hev cihê bûn. Dowlatabadi jiyana xwe ya ji niha û pê ve bi têkoşîna ji bo wekheviya jinan dwam kir û li Îranê bû yek ji aktîvîstên jin ên pêşeng. Piştî ku zewaca wê bi dawî bû li Tehranê bi cih bû û bi komek ji jin ên pêşeng Komeleya Mokhadderat ava kir. Komele ji aliyê jineke bi navê Banoagha Begum ve dihate birêvebirin û destpêkê karên xwe bi rengekî îllegal dimeşand. Endamên komeleyê sala 1905’an piştî ku biryarnameya destûra bingehîn li Tehranê ji aliyê Muzafferduddin Şah Kaçar ve hate îmzekrin, piştgirî dan ku ev kar bê pêşvebirin. Lê belê li gel vê piştgiriyê jî dema ku pêşnûmeqanûna Îranê ya nû hate amadekirin, mafên jinan ji nedîtî ve hatin. Her wiha hin endamên parlamentê yên ku bi piştgiriya jinan hatin hilbijartin, li ber perwerdeya jin ên ciwan rabûn.
Ji bo serxwebûna aboriyê ya jinan xebitî
Komeleya Mokhadderatê giranî da ser wî karî ku dibistanên keçan bêne avakirin, rêjeya lêçûnên cihêzê bê kêmkirin, piştgirî ji hilberîna xwecihî re bê dayin û Banka Neteweyî ji nû ve bê vekirin. Dowlatabadi ku dixwest alîkariyê bide tevlîbûna jinan a li nava kar, bi çend jinên ji komeleyê li nava kafe û kargehan digeriya û hewl dida tevlîbûna jinan a li hilberînê û aboriya xwecihî teşwîq bike. Sala 1909’an piştî ku şêwirmendên malî yên Rojavayî ji bo Îranê hatin wezîfedarkirin, Rûsyayê ultîmatom da Îranê. Li ser vê yekê Sadiqeh Dowlatabadi û jinên din ên endamên komeleyê li parlamentê civîneke mezin lidar xistin. Çekên ku xistibûn binê kiras û kefenên li xwe kiribûn bi rengekî sembolîk nîşan dan û peyama wê yekê dan nûnerên welêt ku eger nikarin welêt bi rê ve bibin û nikarin li ber hêzên biyanî rabin hingî divê xwe bidin aliyekî û bihêlin ku hinekî din welêt bi rê ve bibin.
Sadiqeh Dowlatabadi sala 1915’an li Isfahanê vegeriya. Endama Komeleya Azadiya Jinê bû ku wê demê ji komeleyên din bêhtir bal dikişand ser mafên jinan û li ber kevneşopiya serweriya mêr a serwer radibû. Di sala 1918’an de şîrketa ‘Seyidat Îsfehan’ ava kir û ji bo jin ji aliyê aboriyê ve serbixwe bibin li Îsfahan, Yezd û Kirmanê sê febrîqeyên kincan vekir. Di sala 1921’ê de piştî ku çû Tehranê şîrketa ‘Tajarib Al-Seyidat’ ava kir ku weke dewama armancên şîrketa ‘Seyidat Îsfahan’ ên li wî bajarî bû.
Ji ber ku dibistan ji keçan re vekir, êşkence lê hate kirin
Dowlatabadi di wê baweriyê de bû ku yekane rêya pêşveçûna jinan perwerde ye. Li Isfahanê bi mezûna Dibistana Emerîkayê ya Tehranê Badraldji Rakhshan Dibistana Şerîatê ava kir ku yek ji saziyên sereke yên wê demê bû. Lê belê dibistanê tenê sê mehan dewam kir. Piştî vê yekê di sala 1917’an de dibistaneke din a keçan vekir ku navê wê Om-al-Madares (Dayika Dibistanan) bû. Ev dibistan jî ji ber nerazîbûna muxafazakarên oldar hate girtin û Dowlatabadi hate binçavkirin û sê mehan êşkence lê hate kirin.
Rojnameya dengê jinan ava kir
Dowlatabadi ku dest ji têkoşîna xwe berneda, bi çend jinan re li Isfahanê komeleyek bi navê Khatin Isfahan ava kir ku bal dikişand ser mafên jinan. Sadiqeh Dowlatabadi dît ku ji bo perwerdeya jinan pêwîstî bi nûçe û gotarên li ser pirsgirêk û fikarên jinan heye û ji bo rojnameyeke bi navê ‘Zaban-e Zanan’ (Dengê Jinan) ava bike serî li Wezareta Perwerdeyê da. Beriya ku bersiv ji Wezareta Perwerdeya Mîllî ya li ser serlêdana ji bo rojnameya ‘Zaban-e Zanan bê dayin di sala 1919’an de li mala xwe rojname bi çar rûpelan weşand. Piştî rojnameya ‘Shokofe’ ya bi edîtoriya Maryam Omid, rojnameya ‘Zaban-e Zanan’ rojnameya destpêkê ya li ser mafên jinan bû û ragihand ku tenê jin û keç dikarin serlêdanê bikin. Rojnameyê beriya her tiştî girîngî da perwerdeya keçan û destnîşan kir ku divê ji bo wan dibistan bêne avakirin. Li gel vê yekê cih da mijarên ‘hilbijartina hevjîn’, ‘pîvanên zewacê’ û ‘pîvanên îdareya malê’. Pîvanên kevneşop û baviksalar ên li vê qadê rexne kir û ji bo guhertina wê planên nû pêşkêş kir.
‘Tu sed salî zû ji dayik bû!’
Rojnameya ‘Zaban-e Zanan’ li pêşberî meseleyên welêt xemsar nebû. Di sala 1919’an de peymana ‘Anglo-Pers’ rexne kir, bandora Îngiliz şermezar kir û lîderên siyasî rexne kir. Ji ber vê yekê jî tundrewên olî êriş birin ser ofîsa rojnameyê û gef li Dowlatabadi û jinên din ên li rojnameyê dixebitîn xwarin. Ev gefxwarin li pêşiya wan nebû asteng. Serokwezîrê Îranê Tonekaboni nameyek ji rayedarên Isfahanê re şand û ferman da wan ku rojnameyê kom bikin. Serkêşê rayedarên Isfahanê biryara komkirina rojnameyê bi gotina ‘Tu sed salî zû ji dayik bû’ ji Sadiqeh Dowlatabadi re ragihand. Dowlatabadi ev bersiv da: “Hûn şaş in; ez sed salî bi derengî ji dayik bûm. Ji ber ku eger rewş bi vî rengî bûya, min ê destûr nedabûya jinên di bin zextê de ne bibûya dîlgirtiya zincîrên we yên mêr.” Rojname bi 57 hejmaran weşana xwe kir. Piştî ku di 1’ê Çileya 1921’ê de hate qedexekirin, Dowlatabadi vegeriya Tehranê û karên xwe li vê derê dewam kir. Li gel komek ji jinan Komeleya Tecrûbeyî ya Jinan û dibistanek ji bo keçên dezavantaj ava kir.
Tevlî Kongreya Jinê ya Navneteweyî bû
Sadiqeh Dowlatabadi di sala 1922’an de çû Fransayê û rojnameya ‘Time’ jî di nav de ji gelek rojnameyan re li ser serxwebûna jinê gotar nivîsî û kolejek ava kir. Sala 1926’an tevlî Kongreya Jinê ya Navneteweyî bû. Di kongreyê de li ser mafên jinan axaftineke girîng kir. Careke din li Îranê vegeriya û vê carê ne tenê ji bo mafên wekhev têkoşiya, di heman demê de hewl da nêzîkatiya sernixumandinê jî rake. Di sala 1935’an de bû yek ji damezrînerên Navenda Jinê ya Îranê. Sala 1951’ê dema ku Muhammed Musaddik qanûna hilbijartinê revîze kir Dowlatabadi nameyek jê re nivîsî û bang lê kir ku mafê dengdanê yê jinan jî tevlî bike. Daxwaza wê nehate qebûlkirin, lê belê li gel hevalên xwe yên ramanger û aktîvîst di vê çarçoveyê de hewldanên xwe dewam kir. Li Îranê mafê hilbijartinê û dengdanê yê jinan di sala 1962’an de hate naskirin. Lê belê Dowlatabadi ku ji bo vê yekê kedeke mezin da, bêyî ku vê rewşê bibîne di 30’ê Tîrmeha 1961’ê de li Tehranê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da û li goristana Zargandehê hate veşartin.
Gora wê ji holê hate rakirin
Di wasiyeta xwe de kir şert ku ti jin bi rengekî sergirtî tevlî merasîma cenazeyê wê nebe. Alîgirên tundreiyê jî ev yek ji xwe re kirin hincet û di sala 1979’an de êrîş birin ser gora wê. Êrîş her wiha li hemberî gorên birayên wê Muhammed Ali û Mahmud Neriman jî hate kirin. Di dema şaredariya Mahmud Ahmedinejad de bi armanca jiholêrakirina gora wê li vê derê parkek hate avakirin. Sadiqeh Dowlatabadi ku goreke wê jî nema be, bi têkoşîna xwe ya ji bo mafên wekhev ên jinan di dîroka têkoşînê ya jinên Îranê de tevlî karwanê nemiran bû…
* Ev nivîs di İlona 2024’an de bi zimanê Tirkî di rojnameya me de hate weşandin.
https://www.newayajin.net/fars-kadin-mucadelesine-yon-veren-isim-sadiqeh-dowlatabadi/