Tovên xwedawendan, bi xwebûna xwe gul vedan

- Gulçiya Baran
47 views
Ji daran dipirsim, kanî siya min? Ji ber demekê min li rex wan dilîst, lê di carekê de min siya xwe nema dît, dibe ku bizanibin. Lê nabêjin roja te girtiye, dibêjin me nedît. Ji teyran dipirsim kanî gulên min? Ji ber her dem ew li derdora wan difirîn. Lê nabêjin ji ber çûyîna rojê çilmisîn, dibêjin me nedît.

Ji bilûrê dipirsim kanî dengê min? Ji ber di rojên buharê de dengê min pê re dibû yek. Nabêje di tarîtiyê de dernakeve deng, dibêje min nedît, ne bihîst, ker bûm. Ji riyên dirêj dipirsim kanî hevalên min? Ji ber em her dem rêwiyên wan bûn. Lê nabêjin kesên di zindanan de li ber xwe didin ew bûn, dibêjin me nedît. Ji ezman dipirsim kanî rengê min? Ji ber ez her dem di bin siya wê de bi reng bûm. Nabêje hatiye dizîn, dibêje min nedît.

Kanî Hêvîyên min?

Ji dayika xwe dipirsim kanî hêviyên min? Ji ber bi wan re ez di hembêza xwe de xwedî kiribû. Nabêje dijmin biriye, dibêje min nedît kor bûm. Ji zarokan dipirsim we nedîtiye zaroktiya min? Ji ber pirî caran xeyalên min, hevalên lîstokên wan bû. Nabêjin li vî welatî zarokatî qedexeye, dibêjin me nedît. Ji jiyanê dipirsim kanî azadiya min? Ji ber di rastiya wê de min gavên xwe davêt. Nabêje azadî dîl girtine, dibêje min ne dît. Ji mirinê dipirsim kanî ruhê min? Ji ber rojekê ruhê min bibû mêvana wî. Nabêje ruhê te zindiye nikarim pê, dibêje min nedît. Ji axê dipirsim kanî berhemên min? Ji ber min jî tovên xwe li ser çandibû. Nabêje bi hovîtî hatiye tepisandin, dibêje min nedît.
Ji heqîqetê dipirsim li kuderê ye rastiya min? Ji ber di demekê de xwedawend bûm ez weke jin. Nabêje zilam diziye û veşartiye, dibêje min nedît. Ji dîrokê dipirsim çi bûye ji hebûna min? Ji ber rojekê di temenê wê de weke Kurdekê hebûm. Lê nabêje Kurd tên qetil kirin, dibêje min ti carî bi navê Kurd nebihîstiye û min nedît.

Dermanê jiyanê

Ji doktor dipirsim ev in birînên min, lê dibêje derman ji te re tune ye. Wî dişopand jiyana min, nabêje rastiya jiyana her jineke di bin dagirkeriyê de ev in û fikirê Rêber Apo ji te re dermanin. Dibêje, min dermanê te nedît. Ji kê dipirsim dibêjin me nedît. Bila carekê wijdan biaxive û bibêje min dît. Tenê bila carekê neyê jibîrkirin, wê demê gelo wê bersiv çi be, min dît an nedît?  Bêguman mirovên ku wijdanê xwe parastine wê bibêjin me dît. Lê mixabin ji çaxê ku zordarî û desthilatdarî li ser zemîna mirovan pêşketiye ta roja îro, gelek kesan wijdanê xwe ji dest dane û kurmê desthilatê ketiye xwîna wan. Li hember vê serhildanên mezin derketine û yên ku ev zulm qebûl nekirine, her çendî lawaz be jî mîna çemekî heya îro herikîna xwe berdewam kirine û di nava pêlên xwe de heqîqet parastine. Ji bo ku mirov vê pirsgirêkê ji kok de çareser bike û dawî li zulmê bîne, pêwîstî bi naskirina çavkaniya wê heye. Lewma di destgirtina her zihniyetekê de, pêwîstî bi destgirtina dîroka wê jî heye. Civakeke ku beriya hezar salan di nava wekhevî û xweşiyê de jiyan dikirin, civakeke ku jin rêveberiya wê dikir, çawa gihişt vê astê ku îro rêveberên wan mîna hebûnekê jî pejirandin?
Ger ku mirov pirsan bike belkî bi hezaran pirs derkevin. Lê di vir de ya esas peydakirina bersivên wan in. Bi taybet ji bo jinan heqîqeta xwe û civaka xwe nasîn dibêtiyeke nebe nabeye. Pêwîste bizanibin kê hilma azadiyê ji ser wan qut kir û ew bêhilm hiştin. Kîjan armancê navê cadûgerayî bi dûv wan xistin û ew şewitandin. Kîjan zihniyetê ew kirin cariye û xistin zindanên bi navê harem. Kîjan hişmendiyê ew bi zindî xistin nav axa cemidî û defin kirin. Kîjan pergalê ew harem nîşandan û kirin xenîmetên şerên xwe. Û kîjan bîrdozî ew kir meta û di bazaran de da firotin. Di encamê de hemû xaçerêk li ser riyekê digihêjin hev û ew jî hişmendiya baviksalar e. Ji roja ku ev fikir û hestên desthilatdariyê kete dilê zilamên serdest, êdî jin ji xwedawendîtiyê daketin asta ku weke zindiyekê neyê hesibandin. Lewma vê hişmendiya zilamsalar ji kolekirina jin destpêkirin, di şexsê wê de civak kolekirin û welatên gelek netewên demoqrat xistin bin dagirkerî û mêtîngeriya xwe.

Keziyên Berxwedêr

Li hember vê destdirêjiyê bi sedan berxwedêr û serhildêrên jin derketin. Jinên ku ji parastina fikirê xwe daneketin û bi şewatê razî bûn derketin. Jinên ku ji bo teslîm nebin xwe bi keziyên xwe ve daliqandin derketin. Û jinên ku xwe ji lat û piran avêtin da ku serî netewînin derketin. Ev sekin weke mîratekî ji hinav û cewherê wan jinan derbasî nifşên piştî wan bû.
Bi pêşketina Modernîteya Kapîtalîst ku azadiyeke sexte pêşkêş dike jî, jin bû çavkaniya sereke ya bazarê. Her çendî jinan ev rsatî di hundirê xwe de qebûl nekiribin jî, lê ji ber hêza wan têr nedikir ku, li hember wan serî rakin, mîna ku qeder be bêdeng man û ev çarenûs bi zorê pejirandin. Tişta girîng di vir de, erê xwe weke ku razîne nîşan dan lê tu wextê hêviyên azadiyê ji dil û çavên xwe dernexistin û wenda nekirin. Ew li benda pêşengên xwe man, ji ber vê êş, azar û zulma heyî daqurtandin. Bi hilatina roja ku bi zayina Rêberê mirovahiyê Rêber Apo re, mizgîniya azadiyê hat dayîn. Rêber Apo ji zarokatiya xwe ve ev koletiya ku li ser jinê tê ferzkirin dît, ji wan rojan de nerazîbûna xwe nîşan da. Li hember firotina jinan a mîna lawirekî ku qaşo navê mehr lê dikin û jinan li hember çend çewal genim û ceh difroşin, qebûlnekirina xwe nîşan da. Di wan rojên zarokatiyê de soza tola wan giyanên ku li xelasiyê digerin da. Bi avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê, ji destpêkê ve bi gotina, “Ez li xeyalên xwe yên zarokatiyê xiyanet nakim” pîvanên jiyana nû danî. Lewma bi gotina ku, “Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe” dest bi sazkirina civakeke nû ya demoqrat kir. Rêber Apo bi hêza jin bawer kir û ji avabûna partiyê ve jin weke hebûna sereke danî kêleka xwe û pê re meşiya. Bi dahurandina zihniyeta hezar salî, rastiya jinan a ku hatiye nixumandin eşkere kir û rola pêşengtiyê da jinan. Li ser esasî azadiya jin fikrê modernîteya demoqratîk avakir û kir modela jiyana nû. Di encama vê nêzîkatiyê de jinên ku toveke ji xwedawendan mabûn, careke din hişyar bûn, li rastiya xwe hayil bûn û bûn xwebûn.

Felsefeya Serok Apo Çanda Xwebûna Jinê ye

Ji bo azadiyê bi hezaran jin ref bi ref herikîn nava şoreşê û pêşengtî kirin. Bi dayina gelek berdelên giranbuha ve asta fedayitiya jin û girêdanbûna wê bi ax û azadiyê re nîşan dan. Bi wê pêşengtiyê ve jin bû partî, bû rêxistin û bû artêş. Bi taybet sekna ku jin di nava gerîla de raber kir, tevahî cîhan di nava matmayînê de hişt. Gerîlayên YJA-STAR’ê ku ji roja avabûna partiyê heya îro têkoşîn û şerekî bêhempa nîşan dan, ji tevahî jinan re bûn mînak û modela herî resen a azadiyê. Herî zêde jî li hember zihniyeta koletiyê, şerê rizgariyê dan meşandin. Bi taybet di şerê man û nemanê de ku di van salên dawî de bi hemû dijwariya xwe ve berdewam dike, gerîlayên jin bi pêşengtiya xwe ve mohra xwe li dîrokê dan. Mîna Zîlana ku xwe di nava dijminê jinan de kir bombe û canê xwe feda kir, mîna Bêrîtana ku li hember teslîmiyetê bi tilîlî xwe ji latan avêt û mîna bi sedan jinên ku canê xwe kirin mertal, ew jî îro di gorepanên cenga herî giran de heman performansê raber dikin. Bi tekoşîna xwe ya 50 salî ve jin dikare di kîjan astê de rola xwe bilîze û bêyî wê jiyan nabe ji her kesî re raber kirin. Lewma bi felsefeya Rêber Apo re careke din jin li hebûna xwe û çanda xwe zivirîn. Rêber Apo bi baweriya ku da jinan ve bingehê şoreş, partî û civakeke nekeftî danî. Ji ber vê îro herî zêde jin xwe li beramberî Rêber Apo deyndar dibînin. Bi van hestan ve jî têkoşîneke di lutkeyê de raber dikin da ku Rêber Apo ji girava Îmraliyê derbixin.