Rojnameger û jina komînîst Marie-Claude Vaillant-Couturier, yek ji jina ku di nav tevgera jinên Elman û Fransî de şopa xwe hişt. Jina ku jiyana xwe di ber têkoşîna xwe de bexşand û ev jî bi fedakariyên mezin ên bi berxwedanê nîşan da.
Hin jinan bi berzkirina dengê xwe yê dijber, hinan jî bi daxwaza beşdariya her qadeke siyasî, civakî û aborî û hinan jî bi hunera xwe hewl dan bibin dengê têkoşîna tevahiya jinan… Û Marie jî yek ji wan jinan bû ku bi xebatên xwe yên ji bo jinan û têkoşîna xwe ya her alî xwest cudahiyekê di xebat û têkoşîna jinan de bide avakirin.
Jina komînîst a herî naskirî
Ew wek jina komînîst a Fransî dihat nasîn. Heft navên cuda bikar tanî û zêdeyî heft jiyanên cuda dijiya. Tişta hevpar a van cudahiyên jiyanê jî, azadî, wekhevî û bîrîkirina wê ya ji hevgirtinê bû. Vaillant-Couturier di 3 Mijdara 1912’an de tê dinyayê. Malbat di nav derdorek huner û wêjehez û çepgir de cih digirt. Dayîka wê Cosette de Brunhoff, yekem editor sereke ya Vogue France (1920) bû. Bavê wê jî, Lucien Vogel yek ji weşanger û edîtorê kovara Vu û kovara modeyê ya Vogue yê bû. Marie piştî ku ji dibistana amadeyî mezûn dibe, diçe dibistana şevî ya Dresdenê û Akademiya Hunerên xweşik a Berlînê. Di 18 saliya xwe de ji Vogueyê re wek model dixebite û dibe nûçegihana kovara Vu. Jina ciwan a “Rolleiflex” ê, di bin navên Marivo, Clairette û Marie Luca îmze avêt bin gelek berheman. Di dîroka 1933’an de bilindbûna Elmanyaya Naziyan kir nûçe û wêne û dîmenên kampên komkirinê yên Oranienburg û Dachau yê bi awayekî weşartî kêşandin. Dûre jî, ji bo L’Humanitéyê wek nûçegihan di derbarê şerê Îspanyayê û Tugayên navnetewî de nivîsand.
Jixwe wê demê ve, bi Danielle Casanova yê re ku avakera Yekîtiya Jinên Ciwan ên Femînîst bû, tevlî Partiya Komînîst a Fransayê (PCF) dibe. Piştî ku di sala 1939’an de Partiya Komînîst a Fransayê îlegal hat îlan kirin û şûnde dest bi xebatên Vaillant-Couturier ji L’Humanité re dike. Dema ku Wehrmacht di sala 1940’an de Parîs dagir kir, ew bi nasnavê Mavet’le beşdarî Résistance’a bû.
Marie peywendiya di navbera PCF, dilxwazên çekdar û partîzanên (FTP) de çêdikir, berxwedana sivîl û leşkerî koordîne dikir. Di sala 1942’an de ji aliyê tîmên taybet ên hikûmeta hevkar ên pispor di nêçîra komînîstan de tê girtin û radestî Gestapoyê tê kirin. Dema ku di girtîgeha La Santé de tê lêpirsînkirin, danîna her agahiyekê red dike. Bêdeng dibe û di 24’ê Çileya 1943’an de wê rêdikin kampa Auschwitz ê. Di tevahiya rê de tevî 230 jinan strana Marseillise dixwîne; ku ji wan tenê 49 kes paş de zivirîn.
Jiyana xwe di ber têkoşînê de bexşand
Vaillant-Couturier êdî bi awayek weşartî di nav Komîteya Girtiyan a Navneteweyî de çalak bû. Ew di kampa komkirinê ya Ravensbrück ê de girtî bû. Di sala 1944’an de û piştî mirina Casanova serokatiya berxwedana Fransayê digire ser mile xwe û karî di nexweşxanê de gelek kesan rizgar bike. Piştî ku bixwe jî rizgar bû û hat berdan û şûnde jî, ew ji bo ku li mirovên nexweş û li ber mirinê neö binêre, dîsan du mehan li kampa komkirinê dimîne.
Di sala 1946’an de, Marie yek ji jina yekem bû ku ew ê behsa darizandina Nürnberg bikira û dehşeta wê demê anîba ziman û jiyaba. Dema ku ew dice ser korsiya şahidan ew ê qala heqaret, şikenceya hevalên xwe yên girtî û odeyên gazê bikira. Piştî rizgariya xwe û şûnde, di sala 1943’an de bi Perre Villon, yek ji destpêkerên Komîteya Koordînasyona berxwedanê yê bi nasnavê Roger Ginsburger re bizewiciya.Her wiha Marie wek alîkarê serokê meclîsa netewî, dibe parlementer a jin yek ji yekemîn jinên parlamenter. Wê li dijî kolonyalîzmê û ji bo mafê jinan kampanya ji bo rakirina qanûnên suçên şer ên Naziyan ku digotin dem di ser re çûye, daba destpêkirin. Marie heta mirina xwe yanî dîroka 11’ê Kanûna 1996’an di nav têkoşînê debû. Ew wek Sekretera Giştî ya Federasyona Jinên Demokratîk a Navnetewî, di sala 1981’an de di dema şerê sar de ji Parîsê koçî Rojhelatê Berlînê dike û heya 1954’an li wir dimîne. Marie jiyana xwe heya roja mirina xwe ji bo bîranîna kesên ku di dema Naziyan de li kampên komkirinê hatin qetilkirin û sirgûnkirin bexşand.
Têkoşîna ji bo rastî û heqîqetê
Bi tu awayî niyet Vaillant-Couturier tune bû ku dest ji kar û xebatê ber de û di xebat û komîteyên cuda yên wek komîteya Navnetewî ya girtiyan de bi awayek çalak dixebite. Heta dema ku di kampa komkirinê ya Ravensbrück ê girtiye jî, li hemberî zîhniyeta kujer û qirker têdikoşe.
Marie ji têkoşîna ji bo jinan bigire heya têkoşîna li dijî zîhniyeta qirker a Naziyan, di her kêliyê de ji bo mafê jin û civakê xebitî û xwest bibe deng û rengê civak ê. Heta ji bo ku kujerên kampên komkirî yên Nazî bên darizandin û heqîqet weşartî nemînin, bê rawest xebitî. Her wekî ku di tevahiya jiyana xwe de bê rawest têkoşan da meşandin, heya kêliya jiyana xwe ya dawî, heya ku karî henase bikşîne, dest ji xebatên xwe berneda. Ew di 11’ê Çileya 1996’an de jiyana xwe ji dest dide.
Wek sekretera giştî ya Federasyona Demokratîk a Navnetewî (FDIF), di dema şerê sar ê sala 1951’an de ji Parîsê diçe Berlîn ê û heya sala 1954’an li wir dimîne.