Jina rûbiken a Rojhelatê Kurdistanê. Bi dilgermî û kenê ku xwe li bîbilkên çavên wê alane, li asoyên dûr dinêre… Li welatê rojê, li dengê berxwedana ku bi dengê Viyanê nerm û xweş olan dide, bi rengê Şîrîn banga serîrakirinê dide û bi kenê bi dehan jinên Rojhilat dirûşma“Jin Jiyan Azadî” diqêre û her jinekê vedixwîne govenda têkoşînê. Her wekî navê xwe Arî bû! Têkoşer û jîr bû! Ew Aryen Arê, jina rûbiken a bajarê Selmasê bû.
Vaye, dîsa kenê xwe li rûyê wê alaye û bi dengê berz û nerm li hevalên xwe, jiyanê dinêre û weke ku bêje; ‘Ez rengê hêviyê me ku bi dengê kenê xwe li çavên min xistiye, we dikim mêvan. Bibin hevrê û biherikin ku ji mêjde ye wiha bi coş û reqsa azadiyê nekelîbûm.’
Bû xwedî têkoşînek mezin
Zeyneb Eyverî bi nasnav Aryen Arê, Fermandara nemir a Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ ê. Aryen Arê di sala 1985’an li gundê Aşnakê yê bi ser bajarê Selmasê tê dinyayê. Ew di nav malbatek welatparêz de mezin dibe û hîn di temenê xwe yê biçûk de Tevgera Azadiyê nas dike. Li gel naskirina Tevgera Azadiyê, Aryen Arê hîn di temenekî biçûk de rastiya dewleta Îranê, zilma li ser gelê Kurd jî nas dike û li pey lêgerîna azadiyê diherike. Bi taybetî rewşa ku çi di civakê de û çi jî ji ber polîtîkayên taybet ên rejîma Îranê ku jin rojane pê re rûbirû ne, bala Aryen Arê dikşîne û dixwaze çarenûsa ku danîne pêş jinê biguherîne û bixwe pêşeroj û çarenûsa xwe diyar bike. Di sala 1999’an de, bi dîlgirtina Rêber Apo re ku rê li serhildanên girseyî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê vekir, nasîna Aryen Arê ya ji Tevgera Apoyî re hîn zêdetir pêş ket. Wekî her ciwaneke Rojhilat, dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd di wê de jî hejandinek mezin çêdike û ji wê rojê de hîn zêde li ser ramanên Rêber Apo diponije û dixwaze rastî û felsefeya azadiyê fêm bike.
Ev lêgerîna Aryen Arê hîn di temenê biçûk de destpê dike û heya sala 2006’an dewam dike; ev lêgerîn wê ber bi yegane rêya ku ji mêjdebû di hişê wê de deng dida, dibe. Aryen Arê di nav lêgerînek wiha de, di sala 2006’an de biryara beşdarbûna nav refên gerîlayên azadiyê dide; ew berê xwe dide çiyayên azad, xwe bi awayê herî baş perwerde û birêxistin dike. Li gel lêgerînên xwe, asta xwe ya siyasî, rêxistinî û leşkerî digihîne asta herî berz û hewl dide ji daxwazên jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re bibe bersiv. Helbet ev hewldana wê ya bêhempa dihêle ku di demek kin de xwe ji her hêlê de perwerde bike û pêş bixîne.
Ew her tim bi berpirsyarî nêz dibe
Aryen Arê li gelek qadên cuda xebat û têkoşînê dide meşandin û bi erk û berpirsyartiya ku di qada leşkerî de girt ser xwe, wek Fermandarek nimûne ya HPJ’ê di qada leşkerî de rol lîst. Li gelek qadên cuda yên wek Şaho û Urmiyê gerîlatî kir, wek fermandarek nimûne tevî hemû kar û xebatên têkoşînê dibe û bi sekin, nêzîkatî û beşdariya xwe ya xebatê jî, ji hevalên xwe re pêşegtiyê dike. Fermandara HPJ’ê Aryen Arê, her wiha wek Endama Konseya Leşkerî ya HPJ’ê di perwerdekirina hêzên leşkerî de jî xwedî rolek sereke bû. Dilnizmî, dilgermî, sekina Apoyî û di her karekî de pêşengtîkirin, hin taybetmendiyên Aryen Arê bûn ku dihişt di dilê hevalên xwe de cih bigire. Xwedî ked bû, bi keda xwe jiyan ava dikir, hevaltî û hezkirin dida avakirin. Ji ber wê, ger mirov bêje ew sembola hevaltiya rast û kedê bû, di cih de ye. Aryen Arê fêr bû ku hertiştekê bi kedê ava bike. Jê re zehmet bikêşe, ava bike û wek darekê ku heya kulîlk bide, av bide û mezin bike.
Armanca avakirina şoreşa jinê
Aryen Arê sekinandin çiye nedizanî! Her kêliyek dagirtî, bi wate û bi coş dibihorand. Bi taybetî coşa şoreşa jinê; nexawim têkoşîna ku roj bi roj li Rojhilatê Kurdistanê mezin dibû ew bi kelecanê dixist û dixwest bi xebata xwe di serî de zîhniyeta felsefeya azad, rêxistinbûna jinê jî pêş bixîne, mezin bike. Ji bo ku bikare ji daxwazên jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re bibe bersiv, yekemîn gav di xwe de da destpêkirin û li hemberî zîhniyeta desthilatdar şoreşa mezin di xwe de da destpêkirin. Bi perwerde û sekna xwe ya Apoyî hewl dida hevalên xwe yên jin jî perwerde bike û arasteyê vê heqîqeta mezin bike da ku ji şoreşa mezin a jinên Rojhilat re amade bike. Ew di wê baweriyê de bû ku encax mirov destpêkê di xwe de şoreşê pêk bîne, ewcar dikare bibe xwedî hêza birêxistinkirina civaka xwe jî. Ji ber wê bû ku hemû hewldanên wê di vê çerçoveyê de pêş diketin. Aryen Arê her tim hewl dida şêwazê şer û jiyana gerîlayê modernîteya demokratîk ava bike, bijî û bide jiyîn. Aryen bi van hemû taybetmendiyên xwe karî bibe Aryena tevahiya gelê Rojhelatê Kurdistanê ku di oxira pêşerojên azad de giyan feda dikirin.
Her kêlî bi têkoşînê watedar dikir
Wê di hevpeyvîneke xwe de bigota; ‘ger ez bijîm, ez dixwazim bi wate bijîm. Ger ez bikarim bijîm, ez jiyanek xweşik dixwazim.’ Ev du peyv rastiya vê şoreşgera mezin ku ka çawan di her kêliyekê de jiyan watedar kir û wisa jiya, radixe ber çavan. Armanca wê jiyanek xweşik, watedar û bi têkoşîn bû. Wisa jî jiya û da jiyîn. Wate bi hebûna xwe, li her kêliya têkoşîna xwe bar kir û zanî ka li pey çiye û çi dixwaze. Ev e rastiya Aryena Rojhilatê Kurdistanê ku divê her jinek Rojhilatê Kurdistanê hîs bike, têbigihije, bijî û bide jiyîn. Aryen Arê di hevpeyvînek xwe de behsa komploya 15’ê Sibatê dike ku çendî bandor li ser kiriye û wiha dibêje; “Dema ku komplo rû da ez ciwan bûm. Bi belavbûna nûçeya dîlgirtina Rêber Apo, jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi destgirtina pankart û dirûşma ‘Bijî Rêber Apo’, daketin qadan. Jin û ciwan bi yek deng û hevgirtinê li dijî komploya 15’ê Sibatê serî hildan û ev bû noqteyek girîng a di dîroka têkoşîna gelê Rojhilatê Kurdistanê de.” Arîn her wiha behsa jinên Rojhilatê Kurdistanê dike ku ka çawa ji raman û felsefeya Rêber Apo bandor bûn û dibêje: “Birêxistinbûna jinên Rojhilatê Kurdistanê wek YJRK, KJAR û her wiha HPJ bersiva herî bi hêz ji komploya 15’ê Sibatê re bû. HPJ hêza parastina jinê ya li dijî pergala mêr-dewletê ye. Ev mezinbûna têkoşîna jinê jî bi saya xebat û têkoşîna Rêber Apo bû.”
Ji nû de avakirina jiyanê
Endama Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê HPJ’ê Aryen Arê, di bernameyek Aryen Tv’yê de behsa şehîdên meha hezîranê; nexasim Zîlan, Zeyneb Kinaci û Zîlan Pepûle û bandora wan a li ser têkoşîna jinên Rojhilat dike û wiha pê de diçe: “Meha Hezîranê ji bo Tevgera Apoyî û ji bo tevahiya gelên Kurdistanê xwedî wate ye. 30’yê Hezîranê bi şoreşgeriya Zîlanan, ji Dêrsimê heta Merîwanê, ev roj bûye navê fedayîtî û qehremaniyê. Di şexsê van şehîdên pîroz de Apogeriya heqîqî derket pêş û bi hemû kiryarên xwe ve nûnertiya fikir û felsefeya Rêber Apo kirin. Ev her du şehîdên Tevgera Jin di dîroka azadiya jinê de bûn ronahî û rênîşana ji jinên Kurd re. Ji bo vê jî em di salvegera şehadeta van hevalan de soza xwe ya têkoşîn û tolgirtinê dubare dikin û di şexsê wan hevalan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.”Aryen Arê di beşek din a nirxandina xwe de jî wiha dibêje; “Li Rojhilatê Kurdistanê rastiya fedaîtî û berxwedanê di şexsê Zîlan Pepûle û şehîdên ku di şopa wê de meşiyan de digihîje wateya xwe ya rastîn. Şehîd Zîlan Pepûle tu carî pergala dagirkeriya Îranê qebûl nekir û li hemberî wê her tim şer û têkoşîn kir. Ji bo ku feraseta wan a dagirker û serdestiya zilam hilweşîne li Merîwanê û tevahiya Rojhilatê Kurdistanê têkoşiya. Berxwedana wê ya li hember teslîmiyetê û li hember dagirkeriya Îranê, bû pîvan û xeta şoreşgeriya jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê.” Aryen Arê ji destpêka beşdariya xwe ya nav têkoşina azadiyê û heya kêliya ku giyana xwe ji dest da; hewl da her kêliya jiyana xwe bi têkoşîn û xebatê bar bike. Ew di dîroka 3’yê Kanûna 2023’yan de, dema ku li ser erk û berpirsyariya xwe bû, tevî hevalê xwe Êrîş Berxwedan di encama êrîşek hewayî ya artêşa dagirker a dewleta Tirk de şehîd ketin. Fermandar Aryen Arê di van salên têkoşîna xwe de tişta ku bi hemû hevalên xwe da fêrkirin ew bû ku çawa her kêliyek ji têkoşîna azadiyê bi wate bijî, xwe birêxistin bikin û bi avakirina zîhniyetek rast a kes, xwe bigihînin civakek birêxistinkirî. Ev rastî û heqîqeta jina jîr a Rojhilatê Kurdistanê bû deng, reng û ahenga xebat û têkoşînek demdirêj a jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Jiyanek bi wate ku li pey xwe jiyanên nû ku ji nû de dipişkivin ava kir û her roj mezintir dibe.
