Bi pêşengiya jinan pêşerojeke nû

- Rojbîn DENÎZ
26 views
Pirsgirêkên avadanî yên dewlet-netewên ku nêzî sed sal e gelan ber bi krîzên mezin ve dibin, krîz û rewşa êdî nameşe, di her warî de xwe nîşan dide. Dewlet netewên ku li Rojhilata Navîn yek bi yek hildiweşin, xetimîn û krîza heyî ji ber ferzkirin, neçareserî û kaosa ku pergala kapîtalîst li ser Rojhilata Navîn ferz dike çêdibe. Krîza bîrdoziya kapîtalîzmê, îro Rojhilata Navîn xistiye nava buhran û nediyariyekê. Bêguman ev ji ber xwe ve çênebû.

Bi polîtîkayên zayendperestî, netewperestî û olperestiya ku hebûna netew dewletan in, li cihê ku pirsgirêkên civakî çareser bibin kûr bûn, civak di bin zextan de hiştin, parçe kirin, bi polîtîkayên zayendperest, jin veder kirin. Neçareserî, kaos û krîz, bi navbeyînkariya van bîrdoziyan, gelên Rojhilata Navîn ber bi buhranek kûr û nediyariyê ve kişandin. Pergala kapîtalîst ji bo pirsgirêka xwe hewl dide bi şerê cîhanê yê 3’yemîn çareseriyê bibîne. Netew dewlet û dîktatoriyên ên ku sed sal berê hatibûn avakirin, yek bi yek hildiweşîne, li cihê wan hewl dide pergalên zorê yên ku sed salan bidomin ava bike. Krîza dîzayna ku tê xwestin bi şerê cîhanê yê 3’yemîn û piştî were pêşxistin, li Rojhilata Navîn li ser gelan, baweriyan û diyarkirina çarenûsa jinan tê pêşxistin. Di vî şer û krîza ku çêbûyî de, li gel xeta Modernîteya Kapîtalîst û Îslama siyasî, weke xeteke alternatîf, hebûn û pêşketina Modernîteya Demokratîk berbiçav bûye. Rojhilata Navîn di vê rewşê de di şerê cîhanê yê 3’yemîn de bi nexşeriya van sê xetan dimeş e. Berdewamkirina pergala Netew-dewletan ku sed salan hat ceribandin, wê Rojhilata Navîn ber bi xwekuştinê ve bibe. Li cihê ku riya 3’yemîn a Rojhilata Navîn bigihîne nasnameya wê ya gewherî, mayîna di nava neçareseriyê de û di riya kor de lêgerîna rê, dê hewldanek tewş û pûç be.

Di riya 3. de Şoreşa Rojava

Riya sêyemîn 12 salan, li dora Şoreşa Rojava teşe girt û di şexsê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de çareserî pêş xist. Nîşan da ku bê Netew-dewletan jî gel dikarin bi nasnameyên xwe yên çandî û baweriyan bi hev re bijîn. Pêşengên herî bi bandor û giring ên riya sêyemîn jî jin in. Mifteya çareseriyên ku li Rojhilata Navîn çêbibin jin in. Çareseriya bêyî jinan, tê wateya kûrkirina krîzê li herêmê û li hemû cîhanê pêşîvekirina li şerên qirkirinê.
Rojhilata Navîn, bi taybetî erdnîgariya Kurdistanê, di sedsala dawî de gunehên di dîrokê de dubare jiya û gihişt roja îro. Ji ber zihniyetên desthilatdar, zordariyên xwe weke pirsgirêka beka’yê zindî hiştin, di vê erdnîgariyê de gelek komkujî çêbûn. Hewl dan hemû demografiya Rojhilata Navîn biguherînin, gelên qedîm ên vê erdnîgariyê, bi statuya penaberan li devê deriyên kapîtalîzmê kirin parsek, hewl dan jiyan û baweriyên ku civakê pêk tînin, bi darê qirkirinê bikin xeleka herî qels li herêmê. Di bingeha tiştên anîn serê Rojhilata Navîn de, şerê zordariya mêr ê ku pênc hezar sal berê li dijî dijî jinan hat destpêkirin heye. Di sedsala borî de jî di hedefa şerên ku Modernîteya Kapîtalîst û Îslama siyasî derxistin de jî jin hebûn. Pir diyar e ku hewl dan bi şer îradeya jinan bişkînin, bikin rewşeke herî qels, di dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de pêşerojeke bê jin ava bikin.
Di civaka Rojhilata Navîn de, pirsgirêkên jinan ên ku kokên wan digihin dîrokê, di roja me de bi zext û mêtinkariyê zêdetir hatine kûrkirin. Ev rewş gihiştiye asteke ku jinan dorpêç dike, di bin zextê de dihêle û ji jiyanê dûr dixe. Di xirecira şerê cîhanê yê 3’yemîn de, li Rojhilata Navîn, heta li cîhanê jin bûne hedefa zextên herî giran ên mêtinkariyê. Li ser bedena jinan, ked û ruhê wan, bênavber zextên civakî çêbûn. Dem û mekanên ku jin bikarin di nava ewlehiyê de bijîn, ji dest wan hatin girtin, ber bi trajediyên mezin ve hatin dehfdan.

Şoreşa Jinê bû tola pênc hezar salan

Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistanê ku di bin bandora olperestî, netewperestî û zayendperestiyê de hatin hiştin; jin bi têkoşîna xwe di gelek qonaxên zor re derbas bûn. Nêzî nîvsedsaleke bîrdoziya jinan a Rêber Apo bi şoreşa jinan teşe girt. Jinan di şerê cîhanê yê 3’yemîn de ku Rojhilata Navîn di nav de ye, şer kirin. Em dikarin ji vî şerî re bibêjin tola pênc hezar salan. Jinan ji bîrdoziyên pergala kapîtalîst ên paşverûtiyê li ser jinan ferz dikin tola xwe girtin. Ne tenê tola xwe girtin, pêşengiya xeta sêyemîn a ku vê serdemê ji nava krîz û buhranê rizgar bike kirin, bûn riya rizgariya mirovahiyê.
Têkoşîna jinan bi şoreşa Rojava re, bi pergala Rêveberiya Xweser şênber bû. Îsbat kirin ku li Rojhilata Navîn bi Rêveberiya Xweser, gel û jin dikarin bê dewlet xwe birêve bibin. Ji bo civakên Rojhilata Navîn di vî warî de bûn mînak. Bû qada ku Şoreşa Jinan lê pêk hat. Li dijî bîrdoziya zayendperest, olperest û netewperest, paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk a Azadiya Jinan, weke xeteke ku hemû jinan di nava xwe de bihewîne ava bû.

Rejîma Esad hilweşiya

Krîza ku bi şerê cîhanê yê 3’yemîn ê ji bo dîzayna herêmê derketiye her diçe mezintir dibe. Hilweşîna netew-dewletan, dîktatorî û rejîman didome. Rejîma Baasê ya ku 61 sal domiya û desthilatdariya Esed a ku 53 berdewam kir, ji ber şerê navxweyî yê 13 salan û pergala zordar, bi destên komên çete yên HTŞ, SMO û DAIŞ’ê ku Tirkiye li pişt wan e bi carekê hat hilweşandin. Bi vê hewl didin li cihê rejîma despot Baasê, komên zordar û hov weke rûpûşa Îslama siyasî bixin rûyê Rojhilata Navîn. Rewşa li Sûriyeyê diqewime, tabloya dîzyankirina Rojhilata Navîn e. Bi şerê cîhanê yê 3’yemîn ku 25 sal in didome encamek wiha derket. Pêvajoyeke nû ya ku gel, bawerî û nasname bi êriş û tunebûnê re rûbirû ne li pêş me ye. Gelek hukûmetên despot ên li Rojhilata Navîn hilweşiyan an jî guherîn, ji bo jinan tenê zagonên şerî’etê anîn. Hewl didin li herêmê Sûriye jî di nav de modeleke weke Efxanistanê ferz bikin. Armanc ew e ku jin di nava çarçavên reş û malan de werin hepskirin. Di van rêxistinan de jin rastî zext, newekhevî, mêtinkariya beden û kedê û pêkanînên vederkirinê tên. Plan dikin ku jinan bikşînin nava çerxa koletiyê.
Bîrdoziya ku di bin êrişên li dijî Şoreşa Rojava de veşartiye ev e. Li xeta Şehba-Til Rifetê, êrişên  dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên Kurd, bi tecawiz, weke xenîmet revandin û serjêkirin, nîşan dan ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê vê bîrdoziyê dikin pratîkê. Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk, tenê bi dijminahiya Kurdan re bi sînor namînin, di heman demê de dijminahiya li dijî jinan heye. 40 sal in gerîlayên tevgera azadiyê, bi pêşengiya gerîlayên jin, li her derê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a faşîst berxwedaneke destanwarî meşandin. Jin bûn pêşeng û çavkaniya vê şoreşê. Şoreşa Jinan a ku îro ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê bûye çavkaniya îlhamê; ji felsefeya Jin Jiyan Azadî ya Rêber Apo xwedî bû, bû xwedî teşe.

Tirkiye êrişî destketiyên jinan û gelan dike

Tirkiyeyê bi polîtîkaya îmhaker a li dijî gelê Kurd, çanda hevpar a gelan û înkarkirina jinan, 12 salan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê êrişên xwe domand. Komên hov ên weke DAIŞ’ê ji bo derbe li destketiyên Kurdan û jinan bidin bi kar anî. Şengal, Kobanê, Minbic û Reqa bi berxwedan û têkoşîna azadiya jinan li cîhanê bûn sembolên berxwedanê. Van bajarên ku DAIŞ li wan têk çû, şaşewaz ma, bûn cihên jiyana hevpar a jinên Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan û Ermenî.
Her dem hewl hatiye dayîn ku çerxa dîrokê li gorî qirkeran bigere. Li Sûriyeyê piştî hilweşîna rejîma despot a Beşar Esed, bi destê komên çete yên Tirkiye li pişt wan e, dagirkirina ji sedî şêstî Sûriyeyê dîrok berevajî kiriye. Tabloya nû ya Sûriyeyê ku hewl didin bi destê komên cîhadîst dîzyan bikin, ji bo jinan, gelan û baweriyan zor xuya dike. Bi rêveberiyên cîhadîst hewl tê dayîn çareseriyê bînin. Lê baş tê dîtin ku dê Sûriye li ser krîz û qeyranê neyê avakirin. Dijberî wê, dê pirsgirêk kûrtir bibe û divê were dîtin ku dibe Sûriye veguhere gola xwînê. Heta îro netew-dewletan û Îslama siyasî ji bo herêmê ji derveyî rûxandin, koçberî, mêtinkarî, xwîn û destpotiyê pêve tiştek bi xwe re naniye.

Jin wê destketiyên xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, riya sêyemîn e û weke çareseriya ku pêdiviya hemû herêmê pê heye li pêşiya me ye. Tecrubeyên 12 salan nîşan da ku çanda jiyana hevpar, li Rojhilata Navîn, bi şoreşa jinan a ku jinan bi şoreşê gihandiye hev, pêkan e. Ji ber vê sedemê, zehmetiyên dîrokî û têkoşînê, divê têkoşîna jinan a siyasî û rêxistinî berfireh bike û têkiliyên wan bi hêz bike. Yekitiya jinan, li dijî zilmê di têkoşînê de roleke diyarker dilîze.
Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” veguheriye efsûna yekitî û hevgirtina jinan. Her ku jin şîfreyên bîrdoziya dijminahiya jinan a kapîtalîzmê analîz dikin, têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev ji nû ve nehatiye afirandin, nîşan dide ku Rojhilata Navîn bi gewherê xwe re dibe yek. Kesên ku şerê bê jin û pergala nû ya cîhanê difikirin divê asta têkoşîna jinan bibînin, li gorî wê hesabên xwe bikin.
Felsefeya “Jin Jiyan Azadî” ji bo jinan bûye qada têkoşînê û awayê jiyanê. Jin dê destkeftiyên xwe yên ku nîvê sedsalek e, bi ked û têkoşînê bi dest xistine, ti carî ji despotan re nehêlin.