Bi têkoşîna rojekê ev qirkirin ranaweste

- Dengîr Güneş
182 views
Xweza bi kiryarên mirovan roj bi roj can dide, jan dide û diqîre. Ev nîşaneyên siberoja me ya tarî ne. Ev trajedî ye. Salê carekê bi rojeke bibîrxistinê ev pirsgirêk nikarin werin çareserkirin. Lewma di dewsa rojeke pîrozbahiyê de divê rojên têkoşîn û parastina ekolojiyê hebin.

Roja ekolojiyê na, jiyana ekolojîk!

Ji sala 1972’an ve 5’ê Hezîranê weke “Roja Ekolojî ya Cîhanê” tê pêşwazîkirin. Lê ekolojî ne mijara rojeke, êdî pirsgirêka binghîn a sedsalê ye. Ji ber gavên çareseriyê nayên avêtin rewş xirabtir dibe û karesatên nû diafirîne. Jixwe kronolojiya rojên taybet a bi awayekî fermî hatine îlankirin di heman demê de nîşaneya pirsgirêkên heyî ne. Ango, di kîjan mijarê de binpêkirin, alozî yan xemsarî hebe, di dewsa çareseriyeke bingehîn de weke nîşaneya hewldanên çareseriyê rojek hatiye diyarkirin. Weke mînak tenê di çarçoveya ekolojiyê de bi navê Roja Daristanan a Cîhanê, Roja Avê, Roja Cotkaran, Roja Bahewayê, Roja Têkoşîna li Dijî Hişkesalî û Çolbûnê û Roja Habîtatan a Cîhanê jî hene. Navê van hemû rojan hem bi naveroka xwe gelekî girîng in, hem jî pirsgirêkên bingehîn yê ekolojî û mirovahiyê ne. Tevî ku ekolojîk her di rojevê de ye, yên di asta herî jor de vê mijarê nîqaş dikin û xwedî biryar in di dewsa ku gav biavêjin, li pey xapandinê ne. Yek ji berpirsyarê vê rewşê jî Neteweyên Yekbûyî, ya Roja Ekolojî ya Cîhanê îlan kiriye bi xwe ye. Ji xwe eger sozên xwe bi cîh anîbana, ev qeyrana ku hîn berî vê bi 200 salan Joseph Fourier tespît kiribû û di 1938’an de G. Steward Calendar hişyariya wê kiribû nedigihaşt vê astê. Îro em pêşbîniyên ku her du mirovên zanist û di dema xwe de kiribûn bi dijwarî dijîn. 

Yên xweza tine kirin, tine bûn

Bê guman ev dijberiya li dijî xwezayê bi sedsalên dawî re sînordar nîne. Ji ber ku sedem, hemû kêmahiyên însan ên ji destpêka dîrokê heta îro ne. Çavkaniya wê hişmendiya serdestiyê, xiyaneta destpêkê ya li dijî xweza û jinê ye jî. Ji dara destpêkê ya însan birriye, heta ajalên însan kuştine û paşê nifşê wan tine kirine yek bi yek bingeha vê danîn. Ji Sumeran heta Romayê gelek şaristanî jî bûne qurbanên van kêmahiyên xwe yê dijberî xwezayê. Weke însanên li Greva Paskalyayê ku ji ber êrîşên li dijî xwezayê derfetên jiyana xwe ji holê rakiribûn, pergala kapîtalîst jî bi temamî mirovahiyê ber bi tinebûne ve dibe. Dibe ku êrîşên ekolojîk ên destpêkê bi hin herêman sînordar bûn û ewqas nebûbûn sedema germahiya hewayê, lê ji ber di roja me ya îro de qirkirina ekolojîk di asta gerdûnî de pêk tê encamên wê gelekî berfireh in û barê hemû kêmahiyên mirovahiyê hildigire. 

Berpirsyar hêzên serdest in

Li hemberî vê rewşê hişyarî jî zêde dibin. Di encama gelek lêkolînên zanistê de jî tê destnîşan kirin ku eger pêşî li vê qirkirina ekolojîk neyê girtin, îhtîmala ku ev şaristanî heta dawiya sedsalê li ser lingan bimîne gelekî kêm dibe. Ji aliyê din ve di encamên qeyrana ekolojîk de para zanista pozîtîvîst jî gelek e. Zanist, di dewsa ku bi çekên nûkleerî, tovên genetîka wan hatine guhertin, aqilê çêker û xebatên hwd. yên jiyana ekolojîk tine dike re mijûl bibe, ji bo pêşîgirtina qeyrana ekolojîk ketiba nav hewldanan, pirsgirêkên heyî îro nedigihaştin asta “karesata ekolojîk”. Ji ber ev xeterî zêde bûye êdî em nikarin bi tedbîrên biçûk û dem kin jî pêşî lê bigirin. Bi têgihiştina hawirdorê a teng, nêzîkatiyên elît ên tevgerên ekolojîst ji sedemên pirsgirêkê rev heye û berpirsyarên sereke tên veşartin. Ji ber beyî ku navê vê pergala kapîtalîst û hemû kiryarên wê yên mêtînger, faşîzan û hişmendiya mêr werin ziman pirranî encamên wê tê nîqaşkirin ne têkoşîneke radîkal, ne jî çareseriyek bingehîn pêk tê. Heta gelek caran di dewsa hêzên modernîteya kapîtalîst de kes an civak weke berpirsyarê vê rewşê tên nîşandan. Bê guman di van encamên xirab de weke însan para me hemûyan heye, lê îro hêzên serdest û nexasim yên weke “G-20” tên binavkirin bi hemû polîtîkayên xwe pêşengiya vê dikin û me ber bi karesatên nû ve dibin. Daneyên heyî jî van sûcên wan eşkere dikin. Li gorî rapora Clîmate Transparency ku par berî civîna Neteweyên Yekbûyî ya “Peymana Hawirdor û Guherîna Avhewayê-COP28” weşandibû, yên ku herî zêde dinyayê qirêj dikin welatên G-20’in. Di nav wan de Emerîka, Yekîtiya Ewrûpayê, Çîn, Rûsya, Japonya û Hindistan di rêza pêşî de ne û ev her şeş welat xwediyê ji sedî 72’ê emîsyonê (hewaya qirej a belavî atmosferê dibe) ne. Di nav wan de bi rêjaya ji sedî 25 ê ku herî zêde dinyayê qirêj dike Emerîka ye. Lê tevî vê yekê Emerîka tazmînata ku weke ceza di berdêla vê qirêjkirinê de lê hatiye birrin jî nade. Ji xwe Emerîka berî niha jî bi salan hevpeymana Kyoto ya avhewayê mohr nekiribû.

Di bin navê “pêşketinê” de qirkirin 

Di van êrîşên hêzên serdest de ne tenê xweza, hemû nirxên mirovahiyê hedef in. Tevahî civak bi her tiştên ku hilberandine, bi ked, beden û hestên xwe, bi fikir û ramanên xwe, ango bi hemû aliyên xwe yên hebûnê û xwebûnê ava dikin ji bo berjewendiyên çend serdestan tên tinekirin. Bi vî awayî qirkirina ku em behsa wê dikin ji çarçoveya xwezaya ku em difikirin wirdetir e. Bi taybet jî di bin navê “pêşketinê” an “modernbûnê” de qirkirin û êrîşeke bê sînor heye. Ji xwe ji dîroka kapîtalîzmê ya heta îro jî diyar e ku pêşketina pergala kapîtalîst tim bi xwe re êrîşeke nû ya li dijî xwezayê û mirovahiyê aniye. Modernîteya kapîtalîst her tiştê ku hilberandiye ji bo dagirkerî û desthilatdariya xwe kûr bike, li dijî civakê bi kar aniye. Her ku pergala kapîtalîst xwe bi pêş xist, tundî jî dijwartir kir. Carna bi awayekî şer eşkere, carna jî bi polîtîka, şerê taybet, qirkirina ekolojî û hemû rêbazên din ev meşand. Ya rastîn pêşketina kapîtalîzmê, hilberandina çekan, tinekirina cûreyên ajal û nebatan, komkujiya daristanan, zêdebûna germahiya hewayê, hişkesalî, koçberî, xizanî, aloziya bajarbûnê û nexweşiyên nû bi xwe re tîne.
Tevî asta teknolojiya heyî jî heta niha li berhemên ku mirovên heyama berê hilberandine ti nirx zêde nekirine. Di çandiniyê, avahîsaziyê, hunerê û gelek mijarên din de ev rastî xwe dide der. Bi milyaran însan heta niha bi berhemên însanên neolojîtîk debara xwe kirin. Hîn jî şaristaniya kapîtalîst bi dagirkirina van nirxan xwe li ser lingan dihêle. Pergala kapîtalîst di ware azadî, civakbûn, exleq, polîtîka, çandinî, huner û dîrokî de nirxên mirovahî afirandine tine dike. Pêşketina kapîtalîzmê zilmeke demdirêj û gerdûnî ye û di encama vê de serketin û aramî na, berovajî vê paşketin, dijwarî û tinekirinê tîne. Armanca wê her dizî ye û talan e.

Li Kurdistanê qonaxeke nû a qirkirinê 

Li Kurdistanê jî ev êrîş û talan bi destê dewleta Tirk tên meşandin. Erdnîgariya Kurdistanê bi xetereyên mezin re rû bi rû ye. Gav bi gav ji avê heta çandinî, daristan û madenan polîtîkayên nû yên talanê dikevin dewrê û rewş her diçe xirabtir dibe. Di desthilatdariya AKP de ev êrîş tevî Bakurê Kurdistanê li Başûr, Rojava û li Rojhilatê Kurdistanê jî bê navber dewam kirin û gihîştin asta herî jor. Bi vî awayî li Rojhilata Navîn ya ku herî zêde komkujiya xwezayê dike dewleta Tirk e û berpirsyarê sereke yê vê qeyrana ekolojîk e. Bi kiryarên xwe yên talanker ji bo hemû Rojhilata Navîn xetereyên nû ava dike.
Dewleta Tirk êdî şerê li Kurdistanê jî bi van polîtîkayên talana ekolojîk dimeşîne. Ango bi qasî şerê li dijî gelê Kurd, li dijî xwezaya Kurdistanê jî şerekî dijwar heye û weke Heskîfa dîrokî ya bi vê hişmendiya faşîzan di bin bendavê de hate hiştin, bedelên wê gelekî giran in. Li Kurdistanê qirkirina ekolojîk weke stratejiyek şer û bi armanca qirkirina civakî jî tê meşandin. Di salên dawî de ev talan gihaşt qonaxeke nû. Polîtîkayên qirkirina xwezayê ku salên dawî bi êrîşên pirr alî li Şirnex û hemû herêmên Kurdistanê rû didin mînaka berbiçav a vê ye.
Ev êrîşên dewleta Tirk erdnîgariya Kurdistanê jî pirr bi lez diguherîne. Kurdistana heta niha bi daristan, çem û rûbarên xwe weke bihûştê hatiye binavkirin, roj bi roj vediguhere çolistanekê. Hişkesalî jî di asta herî jor a 60 salên dawî de ye û ji ber polîtîkayên dijberî ekolojiyê encamên vê bi dijwarî xwe didin der. Çend mînakên wê ev in: Pirraniya ava gola Ûrmiyê çikiya. Par jî ava Gola Wanê ji ber bendav, santralên enerjiyê û bandora germahiya hewayê 4 metro daket. Di gelek çem û rûbarên din de jî heman rewş rû da. Ji ber dewleta Tirk ava çemê Firat û Dîcleyê birrî, li Rojava erd û zeviyên çandiniyê ziwa bûn û li pirraniya bajaran heta ava vexwarinê jî tine bû. Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê asta çandiniyê ji %40 kêm bû. 

Em ê di 365 rojên salê de çi bikin?

Rewşa îro nîşan dide ku ne li Kurdistanê, ne jî li welatên cîhanê ji bo xweza û ekolojiyê rewşeke asayî yan rojeke were pîrozkirin nîne. Xweza bi kiryarên însan roj bi roj can dide, jan dide û diqîre. Ev nîşaneyên siberoja me ya tarî ne. Ev trajedî ye. Xetereyên wê her kêlî û bi her awayî xwe didin der. Salê carekê bi rojeke bibîrxistinê ev pirsgirêk nikarin werin çareserkirin. Lewma di dewsa rojeke pîrozbahiyê de divê rojên têkoşîn û parastina ekolojiyê hebin. Gelo çend rojên têkoşînê dikarin pêşî li vê qirkirina ekolojiyê bigirin? Ya ku xweza û mirovahiyê ji vê qirkirinê rizgar bike têkoşîna rojeke ya sembolîk na, “Rojên Ekolojî yên Cîhanê” heta “Salên Ekolojî yên Cîhanê” ne. Ya girîng ew e ku em ê di 365 rojên salê de çi bikin, têkoşîneke çawa bimeşînin û jiyaneke ekolojîk çawa ava bikin li ser vê bifikirin û êdî gav biavêjin.