Bîbî Kewkeb Bextiyarî: Yekemîn jina sefernamenivîs a Îranî

- Berjin TEKOŞER
236 views
Di tevahiya dîrokê de jinên pêşeng ên ji gelên Îranî derketine ku di her warî de bi rola xwe rabûne, di hêla çandî û nivîsînê de gelek gavên mezin avêtine. Helbet danasîna wan û behsa van jinên pêşeng kirin, erka nivîskaran e ku bi gelemperî ev erk girtibin ser xwe jî, wan xwe li jinên di warên cuda de bi rola xwe rabûne, kerr û kor kiriye.

Em ê di vê nivîsê de hewl bidin li ser rol û jêhatîbûna jinê ya di warê nivîsînê de bisekinin, em ê hindekî be jî perdeya li ser heqîqeta jinê bidin alî…

Qebîleya Bextiyarî

Gelê Bextiyarî yan jî qebîleya Bextiyarî ku wek Lor tên pênasekirin, wek yek ji gelên qedîm ên Îranî tên pênasekirin ku li başûrê rojavayê Îranê dijîn. Her wiha di nav de rojavayê Çarmehal û Bextiyar, li rojhilatê Xozistanê, başûrê Loristanê û li rojavayê Îsfehanê dijîn. Gelê Bextiyarî bi zaravayê Bextiyarî diaxivin ku tê gotin yek ji zaravayên zimanê Lorî ye. Qebîleya Bextiyarî ji du şaxan çaharleng û heftleng pêk tê. Çarleng bixwe ji 5 beşan in û heftleng jî dabeşê 4 beşan dibin; jixwe her beş jî ji çendîn tayîfeyan pêk tê. Ev beşên ku jê re dibêjin nexşeya rêxistinî ya eşîra Bextiyarî, vedigere qerna 16’an a mîladî û li ser bingehê çîn û pergala bacê ya taybet a eşîrên Bextiyarî hatiye birêxistinkirin. Mirov dikare bibêje, salên dirêj van eşîran bêyî ku hiştibin dewlet destwerdanê li kar û barên wan ên navxweyî bike, xwe bi xwe bi awayekî bi rê ve birine.

Jiyana Bîbî Kewkeb

Bîbî Kewkeb Bextiyarî yek ji wan kesên giring ên qebîleya Bextiyariyan e. Qebîleya Bextiyarî di mijara parastina çand û nasnameya xwe de, hema bêje di tevahiya dîrokê de bi roleke giring rabûye. Bi taybetî di dîroka Şoreşa Destûra Bingehîn a Îranê (Şoreşa Meşrûte) de bi roleke giring rabûne. Ji aliyekî ve bal birin ser parastina mîrateyên çandî yên kevnar ên weke helbestên Şahnameya Firrdewsî û dîwanên Nizamî Gencewî yên hêjayî heft peyker û Eskendernameyê, ji aliyê din ve jî parastina axa xwe kirine li dijî êrişên dagirkeriyê yên Rûs, Ingilîz û Osmaniyan ên di  dîrokê de. Ev jî rola wan a diyarker a di tevahiya dîrokê de pirr eşkere berçav dike. Ev jina hêja ku xwedî li çanda xwe derdiket û ew diparast, ger û geşteke dirêj a Ewrûpayê dike û dixweza çandên din jî binase, ti caran neket bin bandora çanda rojavayî û bi awayekî herî bi hêz bergirî li nîşan û mînakên çanda xwe ya neteweyî kiriye. Ji ber ku ew pirr bi çanda xwe ve  girêdayî bû, her cihê ku biçûyayê, li wir ev çanda xwe ya dewlemend diparast. Heta, heger bizanibaya ku xeter li ser çanda wê heye, yek ser zend û bend badidan û ew diparast.

Hin agahiyên derbarê Bîbî Kewkeb a Bextiyarî de

Bîbî Kewkeb a Bextiyarî, keça Nasirxan Serdar Bextiyarî ye. Ew sala sala 1271´ê ya Şemsî (li gorî hesabê salnameya belav 1892´yan) di nav qebîleya Bextiyarî de tê dinê. Hêjayê gotinê ye ku Nasirxan demeke dirêj hikûmeta parêzgehên giring ên Îranê yên wek Esfehan û Yezd bi rê ve birin û yan jî bi meqama Îlxanî ya hemû Bextiyariyan serweriya vê eşîrê kiriye. Bîbî Kewkeb zaroktiya xwe di bin konê reş ê qebîleya Bextiyarî li mêrgên kesk û çiyayan bihorand. A rast derbarê zaroktî û nûciwantiya Bîbî Kewkeb de zêde bi tiştekî nayê zanîn; ji ber ku di vê mijarê tiştek nehatiye nivîsîn. Em tenê vê çendê dizanin ku wê xwendina xwe di bin çavdêriya mamosteyên herî baş ên Esfehanê de biriye serî. Paşê xwendina berhemên edebî û metnên dîrokî û olî dewam kiriye, pêwendiya xwe bi zanist û wêjeyê re xurt kiriye û perwerdehiya xwe domandiye.

Jinên hûnerperwer ên Îla Bextiyarî

Di serdema Qacaran de jinên jîr û xwedî çand hene ku di warê helbest, edebiyat, huner û dîrokê de bûne çavkaniya berheman û heta roja îroyîn jî berhem û helbestên wan di bîr û hişê mirovan de mane. Em behsa wek jinên wek Tawus Xanim, Dilşad Xanim, Mahtaban Xanim û Axabacî dikin; her sê jin jî di helbestnivîsînê de jêhatî bûne… Bi taybetî ji hêla helbest, strangotin, xwendin û nivîsînê de jinên Bextiyarî xwedî ezmûn û jêhatî bûne. Yek ji wan jinên bi nav û deng ên Bextiyarî jî mirov dikare bibêje, Bîbî Meryem bû. Ew xwedî agahiyeke berfereh û haydariyeke bêhempa bû, di radeyekê de ku Serokê Kompanyaya Petrolê yê Ingilîz, Sir Arnold Wilson di bibîranînên xwe de li ser vê taybetmendiya wê dinivîse û dibêje, “Li vir hewce ye ku ez bibêjim, min di nav gelê Îranê de, çi di nav jin û mêran de û çi jî di nav siyasetvanên vî welatî de, kesek ku bi qasî wê Bîbî Xanimê xwedî agahî be, nedîtiye.”

Siyaseta dema xwe pirr baş şîrove dikir

Bîbî Kewkeb, di warê çand, zanist û wêjeyê de yek ji jinên Bextiyarî yên herî bi nav û deng e. Wilson, piştî ku Bîbî Kewkeb ê weke keseke jîr û zana ya wê demê bi nav dike, li ser dîtin û pêşbîniyên xwe yên li ser desthilatdariya Qacaran jî wiha dinivîse: “Bîbî Xanim di wê baweriyê de ye ku heta selteneta Qacaran li vî welatî hikûm bike, gelê vî welatî wê rojeke xweş jiyan neke û rewşa gel her ku biçe wê xirabtir bibe, rewşa heyî wê neyê sererast kirin.”  Belê ev jî pêşbînî, nemaze rastxwendina siyaset û rewşa welat a ji aliyê Bîbî Kewkeb ve dide nîşan ku di demekê de ku jinan qet nedikarî bipeyivin, ew nirxandinên wiha giring dike û rewşa ku welat û gel ber bi felaketê ve dibe, baş dibîne. Mirov dikare wê wek jinan yekem a Îranî bihesibîne ya ku sefera Ewrûpayê dike û serdena welat û bajarên cuda de kiriye di dema gera xwe de ji bo tomarkirina bûyeran. Ew tevî hevserê xwe dest bi gera Ewrûpayê dike. Serdema sereke ya sefera wê ya ji bo Ferengistanê, ji bilî dermankirina nexweşiya xwe, armanc serdana bavê xwe, Nasir Xan Serdar Cengî Bextiyarî bû; ku ew jî ji ber nexweşiya xwe li Elmanyayê, li bajarê Hamburgê dima. Nivîsa orîjînal a vê  seyahetnameyê di arşîva mamosteyekî pispor ê ziman û wêjeya Farsî yê Zanîngeha Tehranê, tê ragirtin. Ew mamosteyê pispor jî neviyê Bîbî Kewkeb e.

Hêza wê ya di nivîsînê de

Bi gotina wê, ew ê seyehatnameyê di demeke ne dûr de weke pirtûk çap bikira; mixabin ev yek pêk nehat. Bîbî Kewkeb di vê gera xwe de hemû çavdêrî, bihîstin, bûyer û rûdanên giring û giranbûha bi baldarî tomar û şirove kirin. Ev seyahetname berfirehiya agahdarî, rastbûn û hêza jêhatîbûna wê ya edebî û nivîsandinê nîşan dide. Seyahetnameya Bîbî Kewkeb ji bilî hûrbûn û dîqeta di nivîsînê de, bi şêweyekî gihiştî û bi îstiqrar, her wiha wêjeyeke têr û tije hatiye nivîsîn. Ravekirina ayet û hedîs û gotinên pêşiyan bi Erebî û Farsî, garantîkirina beytên cihêreng ji helbestvanên wek Rûmî û Hafiz, bikaranîna terkîbat, biwêj û biwêjên wêjeyî, her wiha bikaranîna cureyên qafîye û hevsengiyê, berfirehiya agahdarî, şopandina nivîskar di metnên wêjeyî yên Farsî û bi taybetî jî bandora nivîskar nîşan dide ku yek ji pirtûkên edebî yên hevpar bû û ev yek pirr eşkere ye. Bîbî Kewkeb piştî ku behsa sedemên gera xwe ya Ferengistanê yanî Ewrûpayê dike, asta çand û wêjeya jinan di dîwana Qecarî de vedibêje. Li vir, ji bo ku hêza nivîsandin û vegotinê ya Bîbî Kewkeb were nîşandan, bes e ku meriv behsa çend hevokan ji Seyahetnameya wê bike.

Nirxandinên wê yên di derbarê civaka Ewrûpî de

Nameyeke ji Bîbî Kewkeb heye ku elaqe û baldariya Bîbî Bextiyarî ya ji bo pêşwazîkirina mêvanên siyasetvan û berpirsên wî yên payebilind nîşan dida. Heger yekser di nav karê siyasî de nebe jî elaqeyeke wê ya mezin ji vî warî re hebû. Ew roja 7’ê Rezbera sala 1339’ê Şemsî (29´ê Tebaxa 1960´î) de koça dawî dike û di tirba malbatî de hate veşartin. Bîbî Kewkeb Bextiyarî yek ji jinên navdar ên eşîra Bextiyarî ye ku di jiyana xwe de bûye çavkaniya xizmetê û bandoreke wê ya ber bi çav hebûye. Hevdîtina bi ulema, nivîskar û siyasetvanan, nexasim axaftina bi wan re dikir ku nêrînên zelal li cem Bîbî Kewkeb bi pêş bikevin û asoya wê berfirehtir dikir. Lê, bêguman çalakiya herî giring a Bîbî Kewkeb gera Ferengistanê û tomarkirina bîr û bûyerên vê gerê bû. Ji ber ku ev ne tenê gerek ji rêzê bû; wê dixwest bi vê gera xwe rewş, çand û civakên cihê binase û li gorî wê bibe xwedî nêrîn û şîroveyeke giştî li ser rewşa wê demê. Ew di vê gera xwe de li ser çand, wêje û tiştên xuyanî yên gelên Ferengî yanî Ewrûpî vedibêje. Lê belê xala balkêş û bi nirx a di seyahetnameyê de ew e ku Bîbî Kewkeb, piştî vegotina diyardeyên madî û manewî yên welat û bajarên Ewrûpayê, rexneyan li civak û çanda wir dike.