Bîbî Xanima Esterabadî, yan jî Bîbî Fatime Esterabadî yek ji nivîskara bi nav û deng ya dema Meşrûte ( Tevgera Meşrûte, yan jî tevgera makezagonî, tevgerek destûrî ya komeke hewldan û bûyeran e ku ji bo sînordarkirina desthilatdariya padişahiya Îranê hatiye destpêkirin.
Her wiha pêvajoya sazîkirina mafên destûrî yên wekî azadiya kesane, dadwerî û serweriya qanûnê) ye. Bîbî Xanima Esterabadî, wê di rojnameyên cihê de gotaran binivîse û gelek gotarên wê vê li ser parastina perwerdehiya zarokên keç be. Ew bi awayek herî baş vê yekê diparêze û ji bo wê dikeve nav hewldanan.
Jiyana jineke Lûr
Bîbî Xanim di sala 1274’ê Hîcriye Qemerî, li Nûkendê tê dinyayê. Dayîka wê Xedîce Xanim û bavê wê jî Mihemmed Baqirxanê Esterabadî ye ku serokê qebîleya Enzan e. Beriya Meşrûte û piştî wê, zanist û wêje di nav Enzaniyan ku ew bixwe jî beşek ji Lûrʼan bûn pêş ket û gelek kesayetên jin jî di van qadan de pêş ketin. Lê di navbera wan de kesayetên wek Bîbî Xanima Esterabadî (Bîbî Fatime) jî ew ê pêş biketana; ku ew neviya Baqirxanê Enzanî ye û di sala 1237 heya 1300 Şemsî berhemên xwe bi navê “Meayeb-Elrecal” çap dike. Her wiha ev wekî yekem pirtûka femînîst a jinan wê li hemberî pirtûka “Tedîbal-Elneswan” bihata nivîsîn.
Girîngiyek mezin dide perwerdehiya zarokên keç
Ew yek ji nivîskara dema Meşrûte bû ku li ser girîngiya perwerde û pêşketina jin û zarokên keç pir disekinî, girîngiyek mezin dida vê yekê. Bi vê re jî sînordar nedima û xebat û têkoşînek mezin jî di vê rêyê de dimeşand. Her wiha Bîbî Xanim wek yek ji jina tenz nêvîs (mîzah) dihat nasîn. Ew bi qasî di pênûsa xwe de di kar û xebatê xwe de jî kêrhatî û jêhatî bû. Nimûneya wê jî “Dibistana Doşîzeyan” e ku yekem dibistana zarokên keçe ku di sala 1324’an de; hemwext li gel şoreşa Meşrûte ji aliyê Bîbî Xanimê wê bê damezirandin. Bêguman vekirina vê dibistanê rastî pêla dijberî û nerazîbûna gelek zilaman hat û li gel gefên zilaman ên wek wêrankirina dibistanê, ev dibistan hat girtin. Ev dibistan heya salekê girtî dimîne; heta gelek alîgirên Meşrûte û nûnerên meclîsê jî ditirsiyan ku ev dijberî veguhere qeyranek siyasî û ji ber vê jî bêdengiya xwe diparastin.
Têkoşîna li dijî zayendperestiyê
Di dîroka têkoşîna li dijî newekhevî û zayendperestiyê de, nexasim ronakbîriya jinê de, mijara avakirina dibistana zarokên keç xwedî ciheke girîng e. Ew pirtûka “Meayeb-Elrecal” di çar beşan de dinivîse. Ew di vê pirtûkê de ji mêran dixwaze dest ji terbiye kirina jinan berdin,û banga li pey xwe dîsîplîn û perwerdekirinê de biçin, dike. Tê gotin ku di perwerde û pêşketina Bîbî Xanimê de rola dayîka wê pir li pêş bûye; rexmê ku dayîka wê xwendin û nivîsandike baş nîn bûye jî, lê girîngiyek mezin daye perwerdehiya keça xwe û di vê mijarê de yek ji alîkara wê ya herî mezin bûye. Keça Bîbî Xanimê di bîranînên xwe de dibêje, yek ji meleyan di dema xodbeyê de gotiye; “Divê mirov li ser vî welatî bigirî ku lê dibistanên keçan vedibin.” Piştî rexneyên tûj ji meclîs ê, Bîbî Xanimê carekedin gilî kir û dibistan vekir. Melqa Melah, neviyê Bîbî Xanimê jî di vê mijarê de dibêje; “Vê dibistanê gelek deng veda. Melayê mizgefta Ebdulezîm di xodbeya xwe de gotibû ku peyva “Doşîze” rê li “şehwet” ê vedike û wiha dibêje; “wey li miletekê ku dibistana keçan hebe!” Ew di berdewamiya axaftina xwe de dibêje ku hemû melayên din jî bi vî rengî li dijî dapîra wê radibin.
Li dijî her cure paşverûtiyan sekinî
Bêguman ji ber ku diya Bîbî Xanimê li derdora Şah dima, vê yekê jî dihîşt ku Bîbî Fatime, ango Bîbî Xanima Esterabadî hîn ji nêz de hem jiyana heremsera nas bike û hem jî cihana derve tecrûbe bike. Helbet ev yek wê li ser fikir û ramanên wê yên femînîstî jî bandorek mezin çêbike. Ji ber ku serdema ku ew lê bû hema bêje serdema zilamsalar bû û ramanên zayendperest û dijberê jinê di nav civakê de pir li pêş bûn. Li hemberî ferasetek wiha kûr sekinîn û têkoşîn meşandin, nexasim jî daxwaza perwerdehiya jinê kirin ewçend ne hêsan bû û wê di demeke wisa de dest bi xebatek wiha kir. Bîbî Xanim di temenê ciwan de dizewice û ji vê zewacê heft zarokên wê çêdibin. Li gor hin nivîskaran tê gotin ku hevjînê Bîbî Xanim ji ber ku nedikarî xwe li ber fikir, raman, zanist û helbestvaniya Bîbî rabigire, diheside… Melqa Melah, neviyê Bîbî Xanimê di cihek din de jî dide diyarkirin; “Melayên din jî li dijî dapîra min çalakî pêk anîn. Seyîd Elî Şûşterî jî belavokek belav kir û tê de nivîsî ku ev dibistan aîdê jinekê ye ku li dijî ol e. Mala wî cihê kombûna hunermendan e û ew tê de tar lêdidin.” Bi vî rengî ew hedef nîşan didan.
Gavek ber bi azadiyê
Bêguman zextek mezin li ser Bîbî Xanimê tê çêkirin û bi vê re jî sînordar namînin, yekser wê dikin hedef. Bi vê jî dixwazin wê çav tirsî bikin û gav pê paşde bidin avêtin. Jixwe di nirxandinên jor de jî pir baş xûya dibe ku mele û zilamên paşverû ji her alî de êrîşê wê dikin, bi van nêzikatî û êrîşan re, civakê jî li hemberî wê birêxistin dikin. Helbet wê dibistanên zarokên keç ew bitirsandana; ji ber ku li gel zarokên keç dayîk û dapîrên wan jî fêrî xwendin û nivîsê dibûn. Ji ber wê jî a ku mela û zilam ditirsandin ev rastî bû . Bi rêya vê dibistanê jinan jî derfetek ji bo xwe perwerdekirin û fêr bûnê bidestxistibûn. Ji ber wê jî ev dibistan vê wek yek ji serketina herê mezin a li dijî newekheviya zayendî bihata pênasekirin. Ev derfeta ku di destpêkê de ji bo malbatên dewlemend li pêş bû, bi hewldan û lêgerîna jinan pêşkevtin zêdetir bûn û bi demê re mijara perwerdehiya girseyên keç û jinan berfirehtir bû û beşeke mezin a jinan girt nav xwe.
Encama xebata salên dirêj
Bîbî Xanim li gel kar û xebata xwe ya li dibistanê, civînên siyasî û çandî jî li dar dixist. Wê her wiha li Tehranê tevî Refet Elseltenê, Bedî Elseltenê, Ferhet Eldolê û Enwer Elseltenê “Encûmena Îtam” avakirin. Jixwe bi gelemperî armanca vê yekê jî avakirina derfetekê ji bo perwerdehiya zarokên keç ên sêwî bû. Bêguman di encama kar û xebata wê ya ji bo dibistanên zarokên keç, di salên piştre jî wê gelek dibistanên zarokên keç bihatina avakirin. Her wiha wê keça wê Molûd Wezîrî, li Tehranê dibistana “perwerdehiya doşîzeyan” ava bikira. Bîbî Xanim Esterabadî di sala 1921’an, li Tehranê koça dawî dike û li pey xwe xebat û têkoşînek mezin dihêle.