Sînema divê erkên xwe bi cîh bîne

- Bêrî DERSIMÎ
251 views
Sînema, di qada çand û hunerê de weke dîsîplîneke hunerî a heftemîn, li gorî yên din, pir ciwan e. Lê, ji ber ku bi pêşketina teknîk û teknolojiyê ve girêdayî derdikeve pêş, di roja me ya îro de, yek ji qada herî pêş û bi bandor qada sînemayê ye. Mirov dikare bêje ku di avakirina civakê de yek ji qada ku herî zêde bikaribe rol bileyîze ev qad e.

Di heman demê de eger berovajî vê were bikaranîn jî xwedî roleke erîşkar û tahrîpkar dileyîze. Dîsa em dikarin bêjin ku ji ber di roja me de bi destê desthilatdariyê weke sektoreke hatiye sazumankirin, di xirakirina çanda civakî de jî rol dileyize. Êdî rewşeke weha heye ku weke mêvaneke bêdestûr di nava mala me de bi rehetî cîh digire.

Sinema kete xizmeta desthilatdariyê

Berê hîn zêdetir, erkeke sînemayê yê afirîner li pêş bû. Ev bi giştî di berhemên keda mirovahiyê de pêşketî bûn û ji ber vê yêkê jî nirxên mirovahiyê ne. Hunera sînemayê bi qasî 2 sed sal berê dest pê kiriye. Di salên pêşî de sînema bê deng û bê reng bû. Ev dema sînemayê piranî di şexsê Charlie Chaplîn de tê zanîn. Di wan deman de asoya mirovan firehtir, xeyalên mirovan azadtir bû. Şêweya ku di sînemayê de dihat bikaranîn di mirovan de hêza wate dayînê pêş dixist. Ji ber ku weke îro her tişt bi awayekî amade nedihat pêşkeşkirin. Ji bo mirov bifikire, biafirîne jî hîn tişt dihatin hîştin. Lê her ku teknîk pêşket, bikaranîna teknîkê ket destê desthilatdaran. Êdî sînema li şûna ku aso û têgihîştina mirovan, hêza watebarkirina mirovan pêşbikeve, berovajî wê hîn zêdetir ji bo mirovên ku li hemberî pergalê dernekevin bên avakirin, hat bikaranîn. Bi vî awayî bi demê re li şuna mirovên zindî, weke di roja me îro de em gelek pê re rû bi rû dimînin, mirovên weke robot derketin holê. Ango sînema êdî dûrî cewherê xwe û li dijî armanca xwe tê bikaranîn. Pir bi ziravî û hosteyî, weke peykervanek li ser mêjî û çanda civakê dixebite. Di her kêliyê de erîşî hêst û fikrê mirovan dike. Hin mijarên civakî û hin rastiyên civakî derdixe pêş û di bin re jî derbarê wê mijarê de bi awayekî plankirî, zêdetir li ser tiştên ku dixwaze bide disekine û wan di ziravtiya jiyanê de derdixe pêş.

Hin film xizmetî qirkirina çandî dikin

Çanda civaka Kurd ji bo yên derveyî xwe, bi taybet jî ji bo sînemaya Tirk, her tim di aliye mijar û çavkaniyê de rolêke mezin lîstiye û hîn jî dilîze. Lê mixabin, di sînemaya Tirk de  mirovên Kurd û civaka Kurd weke ku paşverû, medeniyet nedîtiye, hov e, nezan e tê nîşandan. Lê beramberî vê her tim Tirk û çanda van jî weke pêşe û zanebûnê didin gelê Kurd nîşan didin. Lê ev polîtîkayên asîmîlasyonê ya ku dewleta Tirk li ser civaka Kurd meşandiye, çiqasî bandora xwe kiriye û ji bo gelê Kurd ji cewherê xwe derkeve bingehek çawa daniye li ber çavan e. Di vê mijarê de weke dagirkerên Ewrûpî û Emerîkî tevgeriyane. Çawa ku di bin navê modernkirinê li ser gelê Aborjîn, yê Çerm Sor û gelên Efrîqî qirkirina çandî meşandine, devleta Tirk jî dixwaze heman rêbazê li ser gelê Kurd bi meşîne. Bi vî awayî rola bişaftinê, ji cewher valakirinê û xwesteka şibandina xwe, di Kurdan de pêşxistin armanca huner û sînemaya ku bi zîhniyeta desthilatdar ya Tirkbûnê ve tê pêşxistin e. Carna ne bizanebûn be jî ev nêzikatî derdikeve pêş. Ji ber ku bi vê zîhniyetê ve hatine mezin kirin.

Di sînemaya Kurd de lawazbûn hene

Belê, me di aliyê Tirkan de ev femkir, lê di aliyê Kurdan de, ma kesêke ku bi zanisteke dîrokî vê qada sînemayê ji bo pêşxistin û mayendekirina çanda Kurdînî bikarbîne nîne? Ez bêgûman hewldanên heyî bi temamî tûne nakim. Lê mabesta min ew e ku niyet û xwesteka me heye, ev başe, lê ji ber qelsbûna me ya zanista dîrokî, em di ziraviyan de winda dikin. Ji bo vê jî di nava pergala kapîtalîst de, lawazbûnên me xizmetî desthilatdariye dike. Tiştên ku em dikin, pir caran berovajî armanca me, li me dizivire. Mînakên vê gelek in. Mesela fîlmên weke ‘Mavî Rîng, Bahoz, Ben ve Roz’un Sonbaharı’ û hwd. em dikarin ji vê re mînak bidin. Em dikarin mînakên xwe hîn zêde bikin. Heta ne tenê di qada sînemayê, di hemû qadan de, ev tişt derdikeve pêşberî me.

Hewldan û xwestek kêm in

Yilmaz Guney, di nava şert û mercên ewqas zehmet de, bi kesayeta xwe ya berpirsiyar û civakî, li gorî demê şoreşger, xwest ku sinemayê weke amûreke ji bo îfadekirina hebûna gelê Kurd bikarbîne. Yilmaz Guney, di dîroka me ya çand û hunerê de, pir bi rûmet û girîng e. Lê piştî wî, kesekî din derneket. Bi destpêkirina tekoşîna rizgariya gelê Kurd, derfetên gelek mezin hatin bi destxistin. Çanda Kurdan ya azadîxwaz ku her tim bi  êrîş û tunekirinan re rû bi rû mabû, bi tekoşîna azadiyê re, careke din zindî bû. Keç û xortên Kurd, jin û zilamên Kurd, di temenê xwe yê ciwan de di nava tevgera azadiyê de destan nivîsandin. Şervanên azadiyê bi berxwedaneke bêhempa, bi eşq û azveriyên di asta Mem û Zîn de, ji bo azadiya xaka xwe, ji bo nasnameya xwe tekoşîn kirin û hîn jî dikin. Di van 40 salan de, em dizanin ku tevgera azadiyê li ser nirxên çanda civakî yên komînal mezin bûye, her tim hêza xwe bi vê rastiyê girtiye û heta roja me ya îro hatiye. Li ser vê kokê, tekoşîna me ya azadiyê, ne tenê ji bo gelê xwe, ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn û ji bo hemû gelên cîhanê pêşengtî dike. Rewabûna xwe êdî mîsoger kiriye. Gelek kesên hunermend yên derveyî me, ji vê tekoşîn û çanda azadiyê ya ku bi kedên mezin hatiye afirandin, dixwazin sûd werbigrin û di qada sînemayê de bidin nîşandan. Lê belê çima di êniya me de ev hewldan û xwestek, liv û tevger di asta ku tê xwestin de pêşnakeve? Sînema weke yek ji qada hunerê ya herî pêşketî, li ser girseyeke pir mezin bandor dike. Êdî ne tenê di salonên sînemayan de tê temaşekirin. Mirov dikarin her şev, her seat ango her keliyê di mala xwe de an jî li ku derê bixwazin dikarin fîlmekî temaşe bikin. Her weha gelek qenalên TV’yan derketine. Qenalên Kurdan yên TV jî êdî gelek hene. Lê mixabin em di qada sînema de pir qels in. Yên ku huner û eleqeya wan bi sînemayê re hene, divê vê pewîstiyê weke erk û berpirsiyariyeke demê bibînin û pêdiviyên vê bi cîh bînin.

Divê çanda komînal were afirandin

Em hunera xwe, bi nêrîna moderniteya kapîtalîst pêş naxin. Divê li hemberî êrîşên modernîteya kapîtalîst, di eniya xwe de weke alternatif, ji bo afirandina çanda komînal tevbigerin. Ev ne xeyal e, ne jî tişteke weke ûtopyayê ye ku em nikarin bigihêjin. Dibe ku weke ûtopya bibînin, lê mirovê Kurd bêyî ku pir dûr biçin, jiyana gûndê xwe û çanda xwe yê tenê çend sal berê bînin bîra xwe jî bes e. Wê bibînin û jê bawer bikin ku ev çanda komînal ne ûtopya ye. Di van heremên qedîm ya ku jê re Mezopotamya tê gotin, pir bi kûr hatiye jiyîn û hîn jî di asteke de tê jîyîn. Di dîroka mirovahiyê de civakbûn li ser vê rastiyê hatiye pêşxistin. Heta roja îro jî gelê Kurd, weke proto-Kurdên di destpêka civakbûnê de heyî, her bi çanda komînal, li derdora jin dayikê jiyiyan e û heta vê demê hatine. Bi vê çandê xwe ji her awayê dagirkeriyê parastine. Lê niha çima civaka Kurd û çanda Kurd ewqasî biçûk hatiye dîtin? Tevî vê hemû hêzên desthilatdar jî li dijî Kurdan in. Dema ku mirov vê rastiya Kurd fêr dibe, hîn baştir têdigihe. Ji ber vê yekê em dibêjin ku pêwîst e em heqîqata xwe ya civakbûnê, li ser zanista dîrokî bidin rûniştandin. Tekoşîna me ya azadiyê, bi vê armancê dest pê kir û hîn jî bi vê armancê berdewam dike. Li ser vê esasê, di çiyayên azad de, di nava jiyana tekoşerên azadiyê de jî, ev çanda komînal tê jiyîn. Ji xwe tekoşîna azadiyê jî, ji bo jiyaneke komînal, wekhev û azadixwaz bê avakirin, li her qadê û di her kêliyê de tê meşandin. Em êdî nikarin weke berê tenê bi niyetên xwe nêzîk bibin. Ji ber ku têgihiştina di derbarê heqîqatan de pir şîlo bûye, rastî pir hatine berovajîkirin. Ango di nêzîkatiya dîrokê de xeletiyên pir mezin hene. Pêwîst dike, em destpêkê xwe ji van şaşitiyan rizgar bikin.

Di sînemayê de her kêlî xwedî wateyekê ye

Di sinemayê de jî, bê em çarçika kamerayê çawa bikartînin gelekî girîng e. Di çarçikê de her kêliyek xwedî wateyekî ye. Ji ber vê yekê be bi awayekî zirav, ji armanc û têgîhîştineke çawa re rê vedike, em çi dixwazin, divê her tişt baş were hesabkirin. Û pêwîste em bi heman ferasetê li fîlman binêrin. Filmên ku em temaşe dikin gelo çi dixwazin bidin me? Di têgîhiştina me de dixwazin çi ava bikin, berê me didin kû û kîjan têgihiştîne? Divê em her tim di van aliyan de di nav lêpirsînekê de bin. Ev bibe felsefe û feraseta me ya jiyanê. Ji xwe felsefe jî, xwe li ser pirs û gûmanan dide rûniştandin. Û jiyan bê felsefe nabe. Wê demê, pêwîst dike her tim têgîhiştinên me vekirîbin û her tiştên ku em dibînin, dibihîzin û dizanin, bi awayeke zanistî ji lêpirsînan derbas bikin. Wê demê em ê her tim zindî û lêgerînvanên heqîqatê bin… Jiyana me her tim bi coş û moral be, kesayetên me bi vîn û azad be…