Zanista jinê civakê ronî dike

- Berîvan BOTÎ
297 views
Zanist, di kûrahiya hizrê me de bi meraq, ceribandin û ezmûnên jiyanî tê bidestxistin. Ev zanabûn bi jiyana rojane re dibe yek. Beyî ku mirov pê bihese gav bi gav dibe parçeyek jiyanê. Di destpêka dîrokê de, ango di çanda xwedavendan de zanabûn bi destê jinê hatiye afirandin.

Dema em li rastiya civakê binêrin, em ê bibînin ku ev zanista ku jin afirandiye bi hezaran salan weke avake zelal herikî ye û xwe gihandiye heta roja me ya îro. Ziman, çand, kedîkirina lawiran, çandinî, parastin, hekimtî û ji hemûyan giringtir jiyana civakî hemû bi destê jinê hatîye afirandin. Ev zanebûn, nirx, destketî û berhemên ku hatine rêzkirin, tevî hemû teknolojî û derfetên sedsalên dawî, îro nikare werin afirandin.

Her civakek xwedî çandekê ye

Eger em zanabûna jinê ya di derbarê ziman de bigrin dest, ji despêka avabûna civakê heta roja îro di nava hemû civakan de ji zimanê xwe yê resen re dibêjin zimanê dayîkê. Jiber ku yê ku despêkê bi zarok re diaxive, peyvan û hevokan pêş dixe jin e. Ev zanabûn kesekî fêrî jinê nekiriye, an ji cihekî negirtiye. Jin di xwezaya xwe de afrêner e. Çawa ku hemû zindîyên li ser rûyê erdê xwedî zimanekî bin, jina dayîk jî xwedi vê taybetmediya xwezayê ne. Ev taybetmendî bi rêya jinê derbasî civakê jî dibe. Em nikarin jin û xwezayê ji hev cudatir binirxînin. Dema em zanabûna jinê ya di derbarê çandê de bigrin dest, dibînin ku her civakek xwedî çandekê ye. Dema em dibêjin çand, hemû  berhemên civakî yên hatine bidestxistin tê bîra me. Dema kesek jidayîk dibe, heta dawîya jîyana xwe li gorî nirx û pîvanê civaka xwe tevdigere. Çand, di nava civakê de cara yekem bi destê jinê hatiye afirandin. Hemû nirxên ku heta roja îro di civakê de hatine afirandin em ji bo xwe çand dibinin. Ev bi destê jina dayîk hatine afirandin. Kilamên ku dayîkan digotin yek ji van nirxên çandê ne. Jin bi zanabûna xwe ya xwezayê awaz û peyv didanê û bi saetan distirîyan. Her weha jin neqş çêkirin, teşî rêstin, merş çêkirin. Bi zanabûna xwe li ber rengê xwezayê şêwe dan û jiyan avakirin. Ev jiyan li gorî pîvanê wekheviyê ava dikirin. Dadwerîya di nava civakê de bi hefsengiya xwezayê re dikirin yek û civakek demokrat ava dikirin. Em dikarin bêjin ku şêweyê jiyana çandî pêşdixistin.

Êdi jin xwedî biryar e

Kedikirina lawiran jî bi destê jinê pêş ket. Lawirên ku zilaman bi tîrê xwe qetil dikirin û dixwarin, jinê ew di mal de kedikirin. Bi zanabûna ku ew lawir wê jiyana civakî hin zêdetir hêsan bikin ev gava girîng avêtin. Bi kedikirina lawiran re fêrî çêkirina mast û penir jî bûn. Peydakirina havên ya ku heta roja îro jî didome mirov acebmayî dihêle. Çawa di wan deman de bîra vê dibin û havên çêdikin? Ev hemû nişaneyên berbiçav yên zanabûna jinê ne. Gelek jin di wan deman de ji bo ji nexweşiyeke re giyayek an jî dermanek peyda bikin gelek tişt ceribandin û ji ber vê yekê jiyana xwe jidest dane. Lê bi van ceribandinan zanabûnek mucizeyî jî derdixistin holê. Bi armanca ku ji bo mirovahiyê her roj tiştekî nû keşf bikin di wan de meraqek bê dawî çêdibe bi vê meraqê zanabûna wan pêş dikeve. Lê em di roja îro dibînin ku li hemû qadên jiyanê, ev zanabûna ku bi keda jinê hatiye afirandin, bi destê zilam tê rêvebirin. Yê ku serdest e zilam e û bûye dizê zanistê. Weha li jinê kirine ku di nav civakê de gelek caran jin bizane jî yan şerm dike yan jî newêre bêje ku ez dizanim. Jin ji rastiya wê bê par hiştine. Zilam vê zanabûnê li gorî berjewendîyên xwe li hemberî jinê bikartînin. Hemû diroka ku jinê bi zanabûna xwe, eşq û mereqa xwe hûnandiye û pêş xistiye îro kirine malê xwe. Heger heta îro hîn jî di malên me de hinek zanabûna çanda xwezayî hebe û dibe parçeyek ji jiyana me, bê guman ev berhemê keda jina dayîk e. Ji bo ku ev diroka winda bi zanabûnekî rast derkeve holê û jin disa li zanista xwe ya xwezayî, li çanda xwe ya xwedavend vegere Rêberti rêya zanista jinê ku hemû rastiya jinê digire nav xwe nîşan da. Ew mêjiyê ku bi qirêja sistema kaptalist hatiye xetimandin îro bi gavên zanista jinê Jineoloji safî dibe û civakê ronî dike. Êdi jin xwedî zanist e û li her cihî xwedî biryar e.