Dileke germ lêdide, dibe dengvedana jinên ciwanên Kurd ku li dûrî welatê xwe, li Ewropayê mezin dibin. Dilek lêdide û di her lêdanê de bi dengek berz banga tolhildanê dike. Dilek lêdide ku di 9ê Çileya 2013ê de ji bo kêliyekî sekinî – lê tenê ji bo ku niha bi tempoyekî hîn bilindtir di dilê jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropa de lê bide. Ew dil ê Şehîd Leyla Şaylemez e…
Lêgerîna Welat
Her ciwanek ku li Ewropa mezin dibe divê vê pir baş bibîne: Em di encama talan, metingerî û şerê li ser Kurdistanê tê ferz kirin de hatin van deran. Hin malbat ji ber gundê wan hatin şewitandin mecbûrî koçberiyê bûn, hin malbatan ji ber metirsiya girtinê welatê xwe terikandin. Hin malbat ji ber êşkenceya rejîma faşîst, hin ji me ji ber metirsiya komkujiyê ji welatê xwe dûr ketin, hin malbat jî di salên 50’an û 60’an de hatin Ewropayê. ji ber ku di encama mêtingehkirina Kurdistanê de nekarîbûn debara malbata xwe bikin. Ciwanên Kurd yên vê demê li Ewropayê nifşa sisêyan in. Malbatên me di encama şer û şerê taybet, polîtîkayên qirêj yên dijmin de hatin Ewropayê. Lê li Ewropayê jî ev Şerê Taybet nesekinî. Siyaseta bişaftinê, bênasname hiştin, ji civakê dûrxistin, ezezî û kariyerîzm bi awayekî zirav di hişê me de tê çandin. Gelek malbatên welatparêz hene ku dixwazin li dûrî welat jî çanda xwe fêrî zarokên xwe bikin. Lê çiqasî fêrî bikin jî, dibistan û zanîngehên ku em lê dixwînin, têkîliyên me, heta medya û bandora wê hemû yên dewletê ne.
Li dijî jinên ciwan êrişên taybet
Êrişên li ser jinên ciwanên Kurd hîn kûrtir in. Ji ber ku jineke ciwan ji bo civakê xwedî roleke giring e: Jinên ciwan dibin pêşengên fikrên nû, pêşengên guhertina zêhniyeta civakê. Jinên ciwan hem ji bo parastinê hem jî ji bo pêşxistina çandê stûnên bingehîn in ji bo her civakê. Ev dibe sedema bingehîn ya êrişên pergala kapîtalîst û lîberal ya Ewropa ya li dijî jinên ciwan. Bi vî rengî hewl dide jinên ciwan di pergalê de bê rol bihêle. Pergal dixwaze dîrokê li me bide jibîrkirin. Keseke bê dîrok bê ‘xwebûn’ e. Ev kes dikare bê bikaranîn û bê tewandin. Niha em li pergalê dinêrin û dibînin ku hem bi teknolojiya xwe, hem bi medyaya xwe, bi reklamên xwe, bi dibistanên xwe, bi her tiştê di dest de dike armanc ku hest û fikrên jinên ciwan dagir bike. Dixwaze dagir bike ku jineke bê vîn, jineke serî tewandî ango jineke klasîk derxe pêş. Bi tundiyeke pir zirav bangî me dike: Gewhera xwe ji bîr bike, li keyfa xwe binêre, pere û xweşikbûnê bifikire û xizmeta pergala kapîtalîst bike! Lê ewqasî şer, aloziyên civakê, rûxandina çand û wîjdana mirovatî, komkujiyên jinan, tundî û destdirêjî heye. Em ê beramberî van çawa çavên xwe bigirin? Çawa tenê xwe bifikirin? Çawa jiyaneke winda û sernizim bijîn? Ma koletiya herî mezin ne ew e ku em vê rastiyê bizanin, lê perdeyekê deynin ber çavên xwe?
Rêya ber bi xwebûnê ve
Her ciwaneke Kurd li Ewropayê rû bi rûyê bi sedan nakokî ye. Gelo wê bibe kesayeteke civakî, exlaqî û polîtîk, an hemwelatiyeke baş ya dewletê ku tenê berjewendiyên xwe û jiyana xwe difikire? Hin ciwan ji vê nakokiyê direvin, direvin û jiyana lîberal hembêz dikin. Di eslê xwe de ev reva ji nasnameya xwe ye. Lê piranî ciwanên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin, vê nakokiyê her tim di dilê xwe de weke birîneke vekirî hîs dikin û dixwazin bersivekê, dermanekê jê re bibînin. Dermanê vê jî tenê û tenê bûyîna ‘xwe’ ye. Ango serwextî û zanîna dîroka xwe, bi çanda xwe jiyîn û li gorî vê bûyîna kesayetek civakî, exleqî û polîtîk. Ger ku em dixwazin birastî vegerin kokên xwe ku em Xwebûna xwe fêr bibin, divê em bi xwe bikevin lêgerînê. Em bikevin lêgera welat, kok, çand û dîroka xwe. Lê kîjan welat? Kîjan dîrok û kîjan çand? Welatê ku em behsa wî dikin di bin êrişên herî hovane de ye. Hîn jî nasnameya me ya azad nayê pejirandin, hîn jî Kurdên ku ji bo azadî têdikoşin weke terorîst tên binavkirin û dibin armanca êrişan, hîn jî jinên li welatê me di temenê biçûk de bi zorê tên zewicandin, jin tên revandin û kuştin. Rast e, vegera welat dermanê jiyana azad e, lê ji bo em bikarin vegerin cih û warê xwe, divê em têkoşîna rizgarkirinê jî bimeşînin.
Leyla zû bi rastiya xwe hesiya
Yek ji wan jinên ciwan ku zû ket ferqa rastiyê jî heval Leyla Şaylemez bû. Heval Leyla li bajarê Mêrsîn a Tirkiyê ji dayîk bûye. Ji ber şopandin û gefa dijmin malbat neçar dimîne ku koçî Ewropa bike. Di kolanên sar û gewr yên Ewropayê de heval Leyla ti carî rehet nebû, ti carî bi pergala kapîtalîzmê re nebû yek. Ji ber wê hem jiyana xwe hem jî rewşa Kurdistanê lêpirsîn dikir. Wê dipirsî; ‘Ez çima li Ewropayê me, Rêber APO çima dîl hate girtin, Kurdistan çima hîn di bin dagirkeriyê de ye? Ji bo bersivekê ji van pirsan re bibîne Leyla ketiye nava xebatên ciwanan. Di vir de dixebite, lê hîs dike ku ev xebat ne bes e. Her ku diçe hişmendiya heval Leyla pêşdiket û êdî ev tişt baş didît: Dûrî welat mezinbûyîn ne xwestek û biryara me bû, ji kokê xwe dûrketin jî bi heman şewazê. Lê dîsa vegera welatê xwe, serxistina nasname û çanda xwe di destên me de ye. Ew tercîh e, biryar e, îrade ye. Vegera welat di heman demê de azwerî û lêgerîn e. Welatê me ne azad e, heta ku welat azad nebe, em jî azad nabin. Ji ber vê heval Leyla ji bo xwe û gelê xwe biryarekî pir sotîner digire.
‘Ronahî’yek pê ket
2010 dibe sala ku Leyla dibe Ronahî, ji bo jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê hatine dinê an jî li vir mezin bûne dibe ronî. Di sala 2010’an de biryar dide tevlî Tevgera Azadiyê bibe. Ev biryar a têkoşîna azadiyê ye. Ev kêlî dibe kêliyeke şoreşê. Ji ber ev kêlî li dijî polîtîkayên bijaftinê û pergala baviksalar derbek mezin e, bi biryara xwe wan pûç dike. Di vê kêliyê de hevala Ronahî sozek dide xwe, dide welatê xwe, dide hemû jinên cîhanê. Heval Ronahî jiyana pergalê ji bo xwe nepejirand, layiqî xwe nedît, ji ber ku têkoşîna jinên leheng ên mîna Şehîd Ronahî û Şehîd Bêrîtan li ber çavên xwe didît. Kêliya ku heval Leyla dibe RONAHÎ tam ev kêlî bû: Kêliya ku bandora pergalê di carekî de red kir, li rûyê dijmin keniya û ala tolhildanê rakir! Dilê Hevala Ronahî ji bo şoreşê, ji bo guhertina vê cîhanê, ji bo welateke azad şewitî, ji ber vê karî zîncîrên koletiyê di carekê de bişkîne. Ji ber ku hest û fikrên heval Ronahî ne korbûn, ewqas zindî bûn ku nekarî çavên xwe bigirta. Her sala ku li Ewropayê derbas dibû, acizbûn û hêrsa heval Ronahî li dijî vê pergalê mezintir dibû. Bi vê hêrsê xwesteka tolrakirinê jî dibû kuleke mezin di dilê heval Ronahî de. Di vî alî de heval Ronahî ji bo me jinên ciwan ên Kurd li Ewropayê mînakek mezin e. Tevî êrişên lîberalîzmê, di her şaneya laşê xwe de ew bi pirsgirêkên jinan û welatê xwe difikirî. Her şaneya laşê wê ji ber vê şewitî…Şewitî heta ku bi xwe bibe agirek li dijî qirêjiya pergalê û bibe ronahiyek ji bo me jinên ciwan ên Kurd ên li Ewropayê mezin dibin.
Kêliya ku henaseya me sekinî
Xeyala herî mezin a Şehîd Leyla çûyîna welat bû. Ji bo tola xwe bike tofanek mezin, her dixwest biçe çiyayên azad. 2010’an berê xwe dide çiyayên azad. Lê piştî 2 salan ji ber pirsgirêkên xwe yên tendurustiyê neçar dimîne erkên xwe yên şoreşgerî li Ewropa bidomîne. Li Elmanyayê çalak tevlî xebatên ciwanan dibe, bi kesayeta xwe ya xwîngerm, zindî û jêhatî pêşengiyê dike. Di xebatan de pir caran ji hêla polîsên Elman ve tê şopandin. Ev ji bo heval Ronahî nabe asteng, ji ber li beramberî dewleta Elman sekna wê zelal bû, bêtirs bû. Lê dema pirsgirêkên ewlehî zêdetir bûn çû Parîse ku li wê derê bikare hîn ewletir bixebite. Lê Parîs nebû cihek ewle. Dewletên Ewropayê careke din rûyê xwe ya rast, kîn û nefreta xwe li dijî jinên şoreşger bi hemû hovîtiya xwe nîşan dan. Di rojekê de henaseya jinên Kurd sekinî, pê re henaseya gelê Kurd: 9ê Çileya 2013’an Hevala Sakîne Cansiz (ku yek ji damezrînerên PKK ye), hevala Fîdan Dogan (Nûnertiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK li Parîsê) û Leyla Şaylemez bi destê sîxurekî û bi komployek navnetewî hatî plankirin şehîd bûn. Şehadeta her sê hevalan di navenda kapîtalîzmê de komkujiyek mezin bû.
Berpirsyariyên me
Ev komkujiya hovane û dijmirovahî hem li dijî xeta azadiya jinê, hem li dijî Rêber APO ye, hem siyasî ye, hem civakî ye. Heval Sara yek ji avakarên partiyê bû. Di heman demê de pêşenga herî mezin a pêşxistina Tevgera Jinê bû. Di civaka Kurd de heval Sakîne Casiz destanek e: Jina porsor ku bi sekna xwe ya wêrek çokên dijmin da lerizandin. Bi saya şehîd Sara gelek jin tevlî şoreşê bûn û li gel hemû jinan, di serî de jina Kurd nêzî azadiyê kir. Dema em dibêjin Şehîd Sara, em qala nûnertiya Tevgera Jinê dikin. Bi şehîdxistina heval Sara dixwestin destkeftiyên şoreşa jinê û projeya jiyana azad a Rêber APO pûç bikin. Ji ber vê jî ev komkujiya hov di heman demê de êrişa li ser tevahî jinên cîhanê ye. Heval Rojbîn dibû dengê gelê Kurd ê têkoşer. Heval Rojbîn di kar û xebatên karê derve de bê tirs, bi seknekî zelal a jina azad nûnertiya gelê xwe dikir. Jineke pêşeng bû li ser şopa Şehîd Sara ku stûyê xwe li hemberî siyaseta Ewropa neditewand û rêya xwe şaş nedikir. Ji ber vê êrişekî polîtîk e, êrişekî li dijî dengê azad ê gelê Kurd e. Dijmin pir sîstematîk dixwest ku gelê Kurd bitirsîne û hêviyên şoreşê bişkîne. Di heman demê de ev komkujî êrişek e li dijî nasnameya jinên ciwan. Bi şehîdxistina heval Leyla dewletên Ewropa dixwazin ku jinên ciwan dûrî siyasetê bin, di nav pergalê de bihelin û kesên li dijî pergalê radibin, divê kuştin jî bigirin ber çavan. Ango dixwazin me bitirsînin, me bêdeng bihêlin, kiryarên xwe bidin pejirandin û me bikin şirîkên vê pergalê. Ev jî yekser êrişekî li dijî nasnameya jinên ciwan e.
Em ê armancên wan pêk bînin
Her sê heval di oxira têkoşîna azadiya jinê û azadiya Kurdistanê de şehîd bûn; ji bo Kurdistanek azad, pêşarojek azad, ji bo jiyanekî bê xeteriyên tundî, destdirêjî û jinkujî. Her sê hevalan jî xwe derbas kiribûn, ji bo armancekî mezin, ji bo xeyal û fikrên mezin şehîd bûn. Ji ber vê domandina xeyalên hevalan berpirsyariya me ye, şopandina fikir û armancên mezin ên hevalan jî peywira me ye. Em nikarin vê komkujiyê bipejirînin, em ê ti carî jî nepejirînin. Tolhildana şehadeta her sê hevalan hîn li ser me ye, weke barekî giran û erkekî pîroz li ser me ye. Erkekî pîroz e ku divê wan jinên ciwan ku heval Leyla nekaribû rêxistin bikira, em rêxistin bikin. Ev têkoşîna li dijî bişaftinê û lêgerîna welat, lêgerîna azadiyê ku heval Leyla xwest di jinên ciwan de zindî bike, divê em zindî bikin. Destpêk di xwe de, dûv re di hemû jinên ciwan ên Kurd ku li Ewropa mezin dibin de. Dibe ku bi komkujiya Parîsê xwestin me bitirsînin, lê li şûna ku em xwe paş ve bikêşin pêwiste hîn bêtir em xwe rêxistin bikin ku bikarin xwe biparêzin. Welatên Ewropa her tim xwe weke pirr demokratîk in nîşan didin, lê em baş dizanin ku bê parastina cewherî (ango parastina çand, parastina fîzîkî, parastina zîhnî) em nikarin li vir hebûna xwe biparêzin. Pergala baviksalarî weke lîtavekî ye ku dixwaze me her tim bikşîne nava xwe, me bifetisîne, ango ev pergal ji bo me jinan mirin e. Birastî jî komkujiya Parîsê pir eşkere nîşan dide ku êrişên li ser nasnameya jinên ciwan pir pergalî, pir bi plan û heta dawî xwînsar in. Li dijî vê divê em rihê tolhildana ji baviksalariyê ku em ji Şehîd Leyla fêr bûn mezin bikin. Di her xebatê de divê em komkujiya Parîsê bînin bîra xwe. Em wisa bînin bîra xwe ku rûyê rast yê dijmin çî ye û bersiva me divê çawa be divê zelal be. Wisa ku rastiya dijmin û di heman demê de xeyalên şehîdan her li ber çavên me RONAHÎ bin.