Herkes nikare bibe destan û li wê destanê têkoşînek, dîrokeke nû bar bike. Lê Binevş Agal karibû vê bike. Navê xwe ji destana ‘Cembeliyê Mîrê Hekarî û Binevşa Narîn’ girt, lê bi berxwedana xwe destaneke nû ya lehengiyê nivîsand. Destanek weha pêşxist ku bi tu demî û mekanî re sînordar nemîne; her biherike, girseyî bibe, xwe mezin bike û bijî…
Binevş Agal, bi vê yekê bû leheng û pêşenga hemû deman. Li hemberî bêdengiya çendîn salan bû banga serhildanê. Ev bang xwe gihand her kesî û kefenê mirinê ya li gelê Kurd hatibû pêçandin çirand. Bi vê yekê PKK bû tevgera gel û derî li pêvajoyeke nû ya dîrokî vekir.
Jiyana xwe bi têkoşînê hûnand
Binevş Agal (Bêrîvan) di sala 1966’an de li gundê Bazîwan ya navçeya Qûbînê ya Êlihê di nav malbatek Êzîdî de çavên xwe li jiyanê vekir. Ew heta 15 saliya xwe li gund ma. Piştî darbeya 12 Îlonê ya 1980 ji neçarî ligel malbata xwe koçî Ewrûpayê kir. Lê belê weke jineke Êzîdî bi çanda xwe mezin bû û ti caran ne xwest ji koka xwe û axa xwe dûr bikeve.
Ew hîn di temenê xwe yê ciwan de li pey lêgerîna jiyana azad bû. Lewma pir xwend û lêkolîn kir. Ev lêgerîna wê hişt ku di demeke kin de tevgera azadiyê nas bike û jê hez bike. Ji têkoşîna gelê Kurd hêzeke mezin girt û bi agirê şoreşê bi her awayî kesayeta xwe ji nû ve ava kir. Asoya xwe fireh û vîna xwe xurt kir. Di çalakiyan de li pêş bû û li hemberî xiyanetê û êrîşên dijmin xwedî helwest bû. Li Ewrûpayê di Nîsana 1984’an de piştî şehadeta Mehmet Karasungur û Îbrahîm Bîlgîn, li hemberî darbeya 12 Îlonê meşeke dirêj hat lidarxistin û 300 km dewam kir. 40 kes tevlî bûn, lê weke jin tenê Binevş Agal beşdarî vê meşê bû. Piştî vê meşê di 1984’an de biryar da ku tevlî Tevgera Azadiya Kurd bibe û navê Bêrîvan li xwe kir. Weke endamek çalak xebat meşand. Dildarê welatê xwe û doza xwe bû, lewma dixwest ku di demekê kin de biçe çiyayên Kurdistanê. Berî bikeve rê ji malbata xwe re notek nivîsand û got, “Ji bo min mitale nekin, ez li ocaxa PKK’ê me”.
Hêz û bawerî da her kesî
Di sala 1985’an derbasî Libnanê bû û li Bekaayê li cem Rêber Apo perwerdeya bîrdozî û leşkerî dît. Li wir, di sala 1986’an de tevî Hozan Mizgîn û Yildiz Durmûş beşdarî 3’yemîn Kongreya PKK bû. Piştî perwerdeyê li Rojavayê Kurdistanê, li herêma Dêrikê xebat meşand. Di navenda her kar û xebata wê de jin hebû. Lewma bi vê biryardarî xwe bawerî da gelek jinan û pêşiya wan vir. Bi karê xwe yê serketî ne tenê li ser jinan, li ser hemû beşên civakê bandoreke mezin kir. Jineke Êzîdî bû û bi beşdarbûna xwe nexasim di nav civaka Êzîdî de guhertinek mezin çêkir. Bi dilsoziya xwe ya têkoşînê ew sînorên li pêşiya jinê hatibû danîn hilweşand. Bi vî awayî bingeha şoreşa jinê ya li Rojava jî danî. Piştî Rojava vê carê li Bakûrê Kurdistanê li Botanê xebat meşand û li wir asta serketinê bilindtir kir. Di 16 Nîsana 1988’an de berî biçe Botanê ji malbata xwe re nameyek nivîsandibû û weha gotibû: “Piştî 8 salan ji bo ez ji nû ve vedigerim welatê xwe yê delal Kurdistanê ez gelekî kêfxweşim. Jiyana li Kurdistanê jî, mirina li Kurdistanê jî xweş e…”
Rêxistina gel ava kir
Binevş tevî têkoşîna xwe, bi bîrdozî, dilsozî û pîvanên şoreşgerî yên xurt bi gel re pireke qewîm ava kir. Li Cizîrê cara yekembû ku jinek xebatên rêxistinkirinê yê gel bi rêvedibir. Bi xwestekek mezin rêxistina gel ava kir û bi awayekî xweser jin jî perwerde kirin. Ji bo jin di xebatan de bi awayekî çalak cîh bigirin ked û hewldaneke mezin da. Bi jinan re civînên destpêkê wê çêkir. Şêwaza xebata xwe, tempo û têkiliyên ku bi gel re danîn hişt ku di nav gel de gelek bê hezkirin. Zarok, ciwan, jin, pîr û kal bi her kesî re hevaltiyek xurt kir. Li Botanê ji bo ku xebatên wê bi encam bin, mal bi mal, kolan bi kolan geriya û li hemberî dijmin û astengiyan ti carî paş ve gav neavêt. Di azadiyê de bi israr û di hemû xebatên xwe de serketî bû. Lewma Bêrîvan, di nav gelê Botanê de bû nav û deng. Jinên Botanê ji bo jinek wiha bi hêz, wêrek û xwedî vîn dîtibûn gelek serbilind bûn. Vê yekê hişt ku jin bi xwe û bi hêza jinê bawer bikin, rabin ser piyan û pêşengiya serhildanan bikin.
Tovên berxwedanê çand
Binevş Agal li her cihê ku lê ma şopek hişt. Li her derê ku xebat meşand tovên berxwedanê çand. Di 18’ê Çileya 1989’an de dema li Cizîra Botanê kar dikir, hêzên dewleta Tirk a qirker mala ku ew lê dima dorpêç kir. Binevş li hemberî dijmin berxwedanek destanî nîşan da. Di encama gulebaranê de birîndar bû, lê heta guleya xwe ya dawî şer kir.
Bi şehadeta Binevş Agal re di nav gel de hêrseke mezin pêş ket û gel xwedî li şehîda xwe derket. Êdî Binevş Agal bûbû Bêrîvana Cizîrê, dengê hemû jinên Kurd û agirê serhildanan. Lewma ji bo bibin şopdarên vê berxwedanê û weke Bêrîvanê jîr û werek bin navê wê li zarokên xwe kirin. Jinên ku Bêrîvan wan bi rêxistin kiribû, piştî şehadeta wê li kolanan ji serhildanên gel re pêşengî kirin. Bê tirs li hemberî panzerên dijmin sekinîn, şer kirin û serî netewandin. Binevş Agal ji bo jinên Kurd êdî bû rihê serhildanê, rihê jina berxwedêr û bi Newrozê re bû yek. Newroza ku weke têkoşîna li dijî zilma Dehakan dihat pênasekirin, di salên 1990’î de bi têkoşîn û pêşengiya jinên Kurd ji nû ve geş bû. Êdî dîwarên tirsê hildiweşiyan, agirê azadiyê li her kolanê belav bû.
Dilsoza gel û welatê xwe
Rêber Apo jî piştî şehadeta Binevş Agal, lehengiya wê weha anî ziman: “Bêrîvan dema giha çiyayê Cudî nameyekê dinivîse û di vê nameya xwe de qala heybeta çiyayan û dilsoziya gel dike. Jixwe wisa jî ket nava gel. Her wekî ku pirr li çiyayan hat, pirr li gel jî hat. Di demek kin de xwe bi gelê Cizîrê da hezkirin. Bi vê yekê hişt ku gel rabe ser piyan. Ew jineke wisa bû ku pirr bi cewherî beşdarî perwerdeyê bû. Zêde nexwendibû, li gundekî mezin bibû, lê belê ewqas jidil û rast li me guhdar dikir, fêhm dikir ku gotinek me nedikir didu. Heta ji dest hat jî ev pêk anî.”