Buhara jina Kurd

- Zeynep ERDEM
728 views

Em di meheke buharê germ re derbas dibin. Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya hilbijartinê bi hemû lez û beza xwe didome. Bi taybet hejmara namzetên jin di lîsteya HDP’ê de heyecan û kêfxweşiyeke mezin ava kiriye. Jin di asta herî bilind de tevli sîyasetê dibin. Bê guman ev hejmara mezin a namzetên jin xwe dispêre tekoşineke di her warî de ku bi salan hatiye dayin. Jin xwedî idayeke mezin in ku bikaribin qadên bi jinê têne naskirin (karê malê, xwedîkirin û mezinkirina zarokan û hrwd.) û qadên ku wekî yên zilam têne dîtîn (civak birêve birin, siyaset, aborî û hrwd.) bixin nava hev û jinan vegerînin qadên jê hatine dûrxistin. Ya dîtîr ku esasê vî karî pêk tîne jî, îdîaya jinan a pêşengtiya xebatên avakirina neteweya demokratîk e.

Di heman wextî de li Rojavayê Kurdistanê asta tekoşîna jinan û rolê ku di rêveberîya demokratîk de dilîzin, roleke sereke ye. Tevlîbûna jinê di xebatên parastina rewa de ku li Kobanê bixwe re serkeftineke dîrokî li hember çeteyên DAIŞ’ê anî, bala hemû cihanê kişand. Tekoşina jina Kurd a çil salî, berhemên xwe bi Şoreşa Rojava gerdûnî kirine.

Faşizma DAIŞ, hêza desthilatdariya zilam a di asta herî dijwar deye. Dest davêje hemu nirxên civakê û jinan li bazarên koleyan difroşe. Lê bi berxwedana Rojava re jî derket holê ku bi saya hêza ku jinê bi rêxistin kiribe, binkeftin ne mumkun e.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî jin di nava kar û xebatên xwe birêxistinkirinê de ne. Bê guman li vir jî ew mirasa jinê ya bi dehên salan ku bingeha tekoşînê pêk tîne, gelekî xurt e. Tevgera jina Kurd bandorê li jinên Îranî jî dike. Ji ber ku li Îranê, di nava rejîma meleyan de bi ti awayî mafê jiyanê ji jinan re nîne. Îsal di serî de paytexta Îranê Tahran û bajarê Esfehan, li gelek bajarên Îranê bi dehan jin rastî êrîşên asîtavêtina ser rû hatin. Hin ji wan jinan jiyana xwe ji dest dan û gelekê wan jî seqet man. Ev hovîtiya li hember jinan, bê guman êrişeke pergala desthilatdariya zilam e. Lê li cihê ku zulm di asteke bilind de be, derfetên tekoşinê jî xurt in. Yek ji welatên Rojhilata Navîn ku tê de hêza tekoşineke xurt heye jî Îrane.

Lê bêguman, radîkalbûna tekoşina jinê bi pêşengîya jina Kurd li Rojhelata Navîn, hêzên serdest ditirsîne. Ji ber ku vê herêmê ji çanda xwedawendan re malovanî kiriye, îro jî jin li ser vê erdnigariyê, xwedî li vê mirasa xwe ya giranbuha derdikevin û hêviyên nû çê dikin. Hêza ku jina kurd derxistiye holê, modela jiyana azad afirandiye.

Li her çar perçên Kurdistanê jin xwe ji avakirina neteweya demokratîk berpirsiyar dibînin. Li Bakurê Kurdistanê, wê desthilatdariya zilam di şexsê hukumeta AKP’ê de bi tekoşîna jinan têk biçe. Li Başurê Kurdistanê bi lêgerina azadiyê, wê azadiya di bin bandora hêzên derve de ku kengî bixwazin dikarin şûnde bistînin, bi destê jina birêxistinkirî veguheze jiyanek azad û demokratîk. Li Rojhelatê Kurdistanê jî jinên Kurd êşên hemû jinan veduguhezînin tekoşinê û hesab ji desthilatdariyê dipirsin. Ev jî bi xwe re hêviyê dide hemu gel, bawerî û rengên cuda yên civakên li Îranê..

Ev tekoşîn hemû di şoreşa Rojava de ketiye meriyetê û mînakek berbiçav derxistiye holê. Û tekoşina li beşên din ên Kurdistanê tê dayin jî, ne xeyal e. Rastî bi xwe ye ku gelek encamên wê, ji niha ve, di nava civakê de derketine holê..