Çekên kîmyevî

- Adîfe BÊRÎVAN
75 görüntüleme
“Heger wiha dewam bike, ew ê di şerê cîhanê yê sêyem de çekên kîmyewî werin bikaranîn. Kesên ku ji vî şerî xilas bibin, di şerê cîhanê çaremîn de bi tenê wê bikaribin dar û keviran bi kar bînin” Fîlozofê navdar Albert Einstein di nivîsa xwe de bal dikişîne ser çekên kîmyewî û talûkeya paşeroja mirovahiyê.

Dîroka çekên kîmyevî

Mirovahî cara yekem, 22’yê Nîsana 1915’an de, dema Almanan êrişî Belçîka kir, bi çekên ‘kîmyewî yên modern’ hesiya. Ji wê rojê hetanî sala 1968’an di gelek şeran de ev çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Her çiqas ev çek salên berê jî hatibin bikaranîn jî, yên herî bi bondor û talûke di destpêka sedsala 20’î de dest pê kir. Di sala 1942’yan projeya Manhatan hat destpêkirin. Encam 1945’an de bombeya atomê avêtin Hîroşîma û Nagazakî. 120 hezar mirov bi van çekan mirin. Ji ber ku di encama bikaranîna van çekên kîmyewî de karesetên mezin pêk dihatin, Neteweyên Yekbûyî rêxistinek bi navê ‘Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW)’ saz kir. Navenda wê li Holanda li Den Haagê ye. Ev rêxistin peymanek amade kir û ji bo vê peymanê bi cih bîne ket nava hewldanan. Ji bo çekên kîmyewî werin qedexekirin çend peyman amadekirin û Tirkiye jî ev peyman îmze kir û bû aliyekî vê peymanê.

Li Kurdistan bikaranîna kîmyasal

Dema di sala 1984’an de şerê çekdarî dest pê kir, di dîroka Tirkiyê de jî bikaranîna çekên kîmyewî careke din dest pê kir. Di komkujiya Dersimê de jî dewleta Tirk ev çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bi kar anîbû. Gelek kesên wê demê beşdarî komkujiya Dersimê bûbûn jî, di bîranînên xwe de ev yek piştrast kirin. Dema di salên 1990’î de şerê li Kurdistanê geş bû, dewleta Tirk a dagirker li himber gerîlayên Kurdan di gelek şer û pevçûnan de, ev çekên kîmyewî careke din bi kar anîn. Li çiyayê Cêdî li Gundê Bilika 11’ê Gulana 1999’an de dewleta Tirk a dagirker li dijî 20 gerîlayên ARGK’ê careke din çekên kîmyewî bi kar anîn. Piştî salan dîmenên vê karesetê di Roj TV de hatin weşandin. Ev car dewleta Tirk li ser sûc hatibû girtin. Di van dîmenan de diyar dibe ku Necdet Ozel yê ku piştre bû serfermandarê artêşa Tirk jî hebû. Wekî din di gelek şeran de dewleta tirk a dagirker li dijî gerîlayên Kurd ev çekên kîmyewî bi kar anîn. Ev yek dema ku malbatên şehîdan cenazeyên zarokên xwe ji morgan digirtin dibûn şahid. Gelek caran dewleta Tirk ji bo vî sucê xwe yê dij mirovahî veşêre, cenaze nedidan malbatan. Ev sucên dewleta Tirk gelek caran di çapemeniya cîhanê de jî hate dîtin. Her ku dewleta Tirk li dijî şervan û gerîlayên Kurd tengav dibe, serî çekên kîmyewî yên cureyên wan cûda ne dide.

Li Rojava sûcên dewleta Tirk

Dewleta Tirk û çeteyên wê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de li dijî Rojavayê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin. Lê şervanên Kurd li dijî van êrişên dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî didan. Şervanên Kurd kêlî kêlî derbeyên giran li dewleta Tirk û çeteyên wan didan. Ji eniya şer hin agahî dihatin, şik û guman hebûn ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar tîne. Di heman demê de, hin birîndar rakirin nexweşxaneyê. Li ser laşê van birîndaran şopên çekên qedexe û kîmyewî hebûn. Ev yek bi foto û dîmenan jî hatin tespîtkirin. Di sala 2017’an de li çiyayê Kato di tunêlên şer de dema li hember gerîla bi ser neket gaz avêt tunêlê. 5 gerîla 53 roj bê navber li dijî gaza kîmyevî li ber xwedan 1 şehîd bû û 4 kes rizgar bûn. Şehîd Şoreş Karer jî kesek ji wan 4 kesên sax filitîbû û di hevpeyvînek xwe de behsa şahidiya xwe ya bikaranîna çekên kîmyevî dikir.

Li hember çekên kîmyevî berxwedana gerîla

Sal derbasbûn hetanî roja me dewleta Tirk a dagirker di her êrîşên dagirkeriyê de ev çekên kîmyevî bi kar aniye. Di sala 2021’ê de êrişî Herêmên Parastinê yên Medya dest pê kirin. Cihê destpêkê yê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku şeva 23’yê Nîsanê dest pê kir, qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bû. Artêşa Tirk ku li pêşberî îradeya gerîla nekarî encamê werbigire, bi rojan ji hewa û bejahî ve bombardûmaneke giran li çeperên şer kir. Gerîla jî hemû teknîk û êriş bi hostatî pûç kirin. Artêşa Tirk ji ber ku nekarî berxwedanê têk bibe, bi gazên kîmyewî bi dehan carî êrişî çeperên şer kir. 7 gerîlayên bi pêşengiya Serhat Giravî ku Mamreşo kirin keleh û 10 rojan rê nedan, bi gazên kîmyewî şehîd bûn. Dîrokê li Mamreşo li hember gazên kîmyevî şahidiya lehengiya 2 jinê Kurd Ruken Zagros û Sarya Diyar dikir. Piştî berxwedana Mamreşo berxwedanek ku 83 rojan dewam kir, berxwedana Girê Sor bû. Di tunêlên şer yên Girê Sor de 7 gerîla şehîd bûbûn û 3 gerîla jî bi birîndarî xelas bûbûn. Ev 3 gerîla bûbûn şahid ku dewleta Tirk a dagirker bi çi rengî çekên kîmyevî bi kar anîne. Gerîlayên jin bi tevlîbûn û rengê xwe di bin fermandariya Zinarîn de berxwedanek dîrokî dan. Di sala 2022’yan de dîsa di şerde dema artêşa Tirk ji gerîla darbeyên giran dixwar, dîsa çekên kîmyevî bi kar anî. Li Çiyayê Reş şer giran bû. Darbe li ser darbeyan li dijmin dihat xistin. Dema dijmin derfetên ji herêmê bikişîne nedît, çekên kîmyewî bi kar anî. Li Çiyayê Reş 8 gerîla di encama vê êrişê de şehîd bûn. 5 gerîlayên jin di bin fermandariya Şevîn Şemzînan dîrok nivisîn. Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybetî jî li dijî Zap û Avaşînê dewam dikin. Îsal dîsa, artêşa dagirker ji ber nikare li hemberî berxwedana gerîla encamê bi dest bixe giraniya xwe daye teknîk û çekên kîmyewî. Dagirkeriya Tirk di vî şerê xwe yê qirêj de xitimiye û serî li bikaranîna teknîk û çekên kîmyewî dide. Li gorî bîlançoya şer a meha dawîn ku HPG’ê eşkere kir artêşa dagirker li dijî gerîla bi sedan caran çekên kîmyewî û gazên bi jehr bi kar anîne.

Bêdengiya cîhanê û têkoşîna gel

Dema ku ev yek pêkdihatin û cîhan jî bêdeng bû. Dewleta Tirk a dagirker ji vê bedengiyê sûd wergirt û di hemû êrîşên li dijî gerîla de, serî li van cûre çekan da. Dîsa esas rêxistina ku di vî warî de berpirsyar bû ku midaxle bikira ‘Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî ‘ (OPCW) û NY bûn, herdu sazî jî bêdengbûna xwe domandin. Heger sazî û dezgehên navnetewî û mirovahî bêdeng bejî dive kurd tu caran dev ji têkoşîna xwe ya li dijî çekên kîmyewî bernedin. Lê kurd û dostên kurdan li ber derê avahiya ‘Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyawî (OPCW)’ erk û berpirsyariya wan bibîra wan dixin. Divê van kiryarên dewleta Tirk a dagieker, wek Helebçê di nav siyaseta cîhanê ya gemar de winda nebin. Divê ku mirovahî û di serî de kurd hîsabê vê yekê bipirsin…