Bajarên ku li pey me nayên
Rast nîne Kavafîs
Bajar li pey me nayên
Em ji ku diçin
Ew li wir dimînin
Keçikek bi zorê tiliya xwe dişkîne
Kanê Kavafîs?
Bajar çima li pey me nayê
Ezezok e, bîranînên me vedişêre
Li kolan û malên xwe
Me dixeyîdîne
Jinek, çarika xwe
Li stûyê xwe dipêçe
Bajar terka me dike Kavafîs
Û em nagihîjin welat û deryayên din
Amed me li van dûrahiyan dixeyîdîne
Me êdî bajar nîne!
Ne Bilîs me dibe keleha xwe ya çiyayî
Ne Akropolîs me dibe sifra yezdanan
Ne jî Wan…
Peykerên me çêdike li gel yên pisîkên xwe
Hela Mêrdîn!
Me surgun dike davêje ey Kavafîs
Ji me re bajarekî nû bibîne…
Kê vê helbestê nivîsî, kîjan ez bû ew, kîjan mirov, kîjan kurd, kîjan jin? Çimkî li pey her tiştî çîrokek heye. Niha ez a ku van gotinan dinivîsim jî êdî çîrokek e, hûn ên ku van gotinan dixwînin jî…Ev helbest jixwe zû de bûye çîrok. Lê çîroka çi û çîrokek çawa? Min jî heta wê rojê wek we gelekan ji wê helbesta Kavafîs a ku digot: Dê ev bajar li pey te were…hez dikir. Lê ew roj… piştî wê roja reş…
Çîrok wiha bû: Piştî dozdeh salên li zindanên xerîbiyê, bi mesref û emegek gelek mezin a malbatên welatperwer û leheng, me bi zorê û bi rêwîtiyek digel qeyd û kelemçeyên li nav erebeyek wek tabûtê, xwe avêtibû Mêrdînê… Yanî welatê xwe, yanî axa xwe û malbat û gelê xwe. Hem em ji nû ve geş bûn, hem jî malbat û gel…
Di nav wan kêliyên serdanê yên kurt de jî, her carê bavê min digot: Ha li wî aliyê me Qamişloka rengîn heye, ji wî aliyê din pê de Amûdê…û hwd… Welat çi şêrîn bû lo! Ne xetereya lînçê li vir hebû ne jî hukmê neyaran. Her çarşem ji bo me şahî û gihîştina welat, dîtina dildariya welatperweran bû. Hema bêje êdî zindan ne xem bû, çimkî li welat, zindan jî ne zindan bû. Lê ew roja reş hat û teva ku hêj nebûbû salek jî em deh heval, yanî du jin û heşt mêr, hatin surgunkirin! Sûcê me ev bû: Di nav wê çar dîwarê de jî me ewlehiya dewletê xistibû tehlîkê! Herçî ez bûm,ji bo ders û xebatên kurdî min zerarek mezin dabû wan.. Îja di wê roja germa li dawiya Temûzê de, dîsa kelemçekirî me birê xistin. Cara ewil ez ji hêrsan girîm û cara ewil dema ji welat derbas dibûm, min nexwest di wan kunên wê erebeya zindanê de li welat binhêrim! Na, ew daxwaz çûbû. Welat nema welatê min bû! Welatê ku nedihat hewara min, welatê ku nedikarî bike ku ez di zindanên wî de girtî bimînim, êdî ne welatê min bû. Ne bajar û gundên wî bala min dikişandin êdî, ne darên wî yên ku erebeya zindankeran me bi lez û bez ji wan dûr dixistin dilê min dikirin helbest! Herçî Kavafîs bû, zehf jê aciz bûbûm! Ew jî wek wî helbesta xwe ya xapînok di çavên min de reş bûbû! Ji ber ku helbesta wî, herî pir bi vê risteya xwe li dilê min neqişîbû:
Dê ev bajêr li pey te were
Tu biçî li ku jî bi tenê namînî…
Lê mixabin min hem ji tecrûbeyên xwe yên berê hem jî ji rastiya wê kêliyê dizanibû ku ne tenê bajar, lê zindana wî jî li pey min nayê û welat min tik û tenê dihêle. Te dî hin dem hene ku dibên qirç!..û hin tiştan li ruh û hişê mirov dişkînin… Ê min jî wê kêliya surgunê bû ku hem qedr û wateya wê helbestê li ba min şikênand hem jî mene û rengê welat! Ez xeyîdîm û min şingeşing ji kelemçê anî û ji hevala li ba xwe re got; Welat ne ê me ye ku ê me bûya ê qet nebe karibûya nehîşta ku em ji zindanên wî bên surgunkirin. Welatê ku nikare me li zindanên xwe jî bisitirîne êdî ne welat e! Loma jî wê çiqas got: Mizgîn…rabe em ji Ameda bajarê te derbas dibin, belkî wê ya mala we be!..jî, min serê xwe danî ser çenteyek zindanî û nema çavên xwe vekir. Lew qirçeqirça wê şikestinê dewam dikir, di tevî şaneyên min de olan dida û min derbasê zanînek din dikir..
Ne welat ew welat e! Ne Kavafîs rast dibêje
Ne tenê bajar, tu tişt li pey te nayê. Helbest rast nabêje. Tu tik û tenê yî. Hevalên te tik û tenê ne. Hew birîndar bi birîna xwe dizane. Li surgûnê salek gelek zor derbas bû. Ne ez êdî, ew ez a berê bûm, ne welat,ne bajar…Loma jî min wek kurd, şoreşger, girtî, jin û mirovek din wê helbesta li destpêkê nivîsî. Ew helbesta ku niha kêliyên şikandinên we jî aniye bîra we û bûye ya we. Ew helbesta xeyîdî, ew hesta ku rastiya dijwar û ne yar, baskên wê şikênandiye…
Rast nîne Kavafîs
Bajar li pey me nayên
Em ji ku diçin
Ew li wir dimînim
Kanê Kavafîs
Bajar çima li pey me nayê
Ezezok e, bîranînên me vedişêre
Li kolan û malên xwe
Me dixeyîdîne
Jinek çarika xwe
Li stûyê xwe dipêçe
(Ax ew jin ez bûm, ku bubûya min ê xwe bi wan kelemçeyan bifetisanda û bi wê çarikê)
Bajar terka me dike Kavafîs
Û em nagihîjin welat û deryayên din
Amed me li van dûrahiyan dixeyîdîne
(Bajarê perçebûn û xemgîniya min)
Me êdî bajar nîne
Ne Bilîs me dibe keleha xwe ya çiyayî
(Bajarê zarotiya min)
Ne Akropolîs me dibe sifra yezdanan
(Bajarê min ê mîtolojîk)
Ne jî Wan…
Peykerên me çêdike li gel yên pisîkên xwe
(Bajarê min ê xewnan)
Hela Mêrdîn!
(Bajarê min ê şekestina dil,gotin û caman..)
Me surgun dike davêje,ey Kavafîs
Ji me re bajarek nû bibîne!
Em bi saxî û selametî gihîştin vê nouqteyê, dawiya vê nivîsê…Lê hê jî bê bajar in em. Jixwe bajarên ku xêra wan ji wan re tinebe, dê çawa ji me re hebe?
Lê dîsa jî bila vê helbesta xeyd û qeyd û surgunê, vê helbesta şikestinê tim li pey bajarekî be,bajarê ku dê dilê me geş bike û dengê şikestinê bibire..