Çirûska agirê şoreşê

- Sarah MARCHA
246 views

Sarah MARCHA Û Amara AMÛDÊ

Clara Zetkîn ku jineke sosyalîst bû, heta roja me ya îro jî bi nav û deng e. Ji ber di warê têkoşîna cins û çînî de xwedî îrade û nêrîneke bi hêz bû, ew weke Sekretera Giştî ya Enternasyonala Sosyalîst a Jinan û seroka rojnameya wê hat hilbijartin. Konferansa duyemîn jî di sala 1910’an de li Kopenhagê pêk hat û di daxuyaniya encamê ya konferansê de, ku ji aliyê Clara Zetkîn ve hatibû dayîn, rojeke navnetewî ya têkoşîna jinê hat îlankirin.

Piştî demekê ev roj weke 8’ê Adarê hat zelalkirin. Clara Zetkîn digot, “Jin dikarin bibin çirûska agirê şoreşê” û bi rastî wiha bû. Li Rusya, di 8’ê Adara 1917’an de bi greva jinên karker şoreşa Sovyet dest pê kir. Dema em li dîrokê dinêrin dibînin ku weke encama rêxistinkirina navneteweyî ya jinên sosyalîst mîna şoreşa Rusya û serhildanên Liga Spartakûs ên Almanya yên di destpêkê sedsala 20. de pêk hatin, jin di pêşengiya şoreşgerî de rolekî girîng listin.

Tekoşîna Rosa Luxemburg
Di Şerê Cihanê yê Yekemîn de jî li hemberî şerê taybet û hişmendiya netewperest û desthilatdariya emperyalîst, helwesta radikal û têkoşîna jinên sosyalîst yên mîna Rosa Luxemburg, di dîrokê de rolekî girîng lîst. Di vê demê de armancên desthilatdaran ew bû ku tevgera karkeran a navneteweyî were parçekirin û belavkirin. Ji ber nêzîkatiya netewperest a gelek partiyên sosyalîst (yên weke SPD a li Almanya), hişmendiya enternasyonalîst ku di salên berê de hatîbû avakirin, bêbandor bû. Di encama vê de, di Konferansa Navneteweyî ya Jinan a Seyemîn de, ji aliyê çend partiyan ve tevlîbûna mîlîtanên jin hat qedexekirin. Lê belê jin guh nedan vê qedexekirinê û di sala 1915’an de konferansa xwe li dar xistin. Mîlîtanên Enternasyonala Sosyalîst a Jinan nûnerên ehlaq û aşitiyê bûn. Li Almanya bi taybet Rosa Luxemburg û Clara Zetkîn xeta enternasyonalîst a jin û gelan parastin. Herdu jin li hemberî xeta xiyanetê ya SPD, di avakirina Partiya Komûnîst a Almanya’yê de roleke pêşeng listin.

Nakokiyên bîrdozî astengî çêkir
Tevgerên femînîst ên burjuva, berî avakirina rêxistinên jinên sosyalîst xwe bi rêxistin dikirin. Lê belê ji ber bi tenê têkoşîna cins digirtin dest, dihatin rexnekirin. Flora Tristan ev weha dinirxand: “Pirsgirêka jinan mijareke gelekî berfireh û zehmet e. Ev pirsgirêk tenê bi çûyîna jinan a zanîngehan an tevlîbûna jinan a hilbijartinan çareser nabe.” Di wê demê de tevgerên fêmînîst mafê jinê tenê di çarçoveya pergala lîberal a dewleta kapîtalîst de digirtin dest. Lê belê ev tevger, ji bo azadiya hemû jinan çareseriyek pêşnexistin. Her weha ev tevger ji aliyê jinên sosyalîst ve weke parçeyek berdewamkirina pergala desthilatdar û amûrekî rewakirina lîberalîzmê hatin dîtin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, gelek jinên di nav tevgerên sosyalîst û tevgerên rizgariya neteweyî de cîh digirtin, xwe weke “tevgerên fêmînîst” pênase kirin. Di heman demê de destnîşan kirin ku eger têkoşîna çinî û têkoşîna rizgariya neteweyî nebe, têkoşîna azadiya jinê jî nabe. Lê belê tevgerên fêmînîst heta roja me ya îro jî li hemberî pergala kapîtalîzmê nikarîbûn bibin hêzeke ku karibin rêxistineke navneteweyî ya jinan ava bikin. Yek ji sedema vî jî ew e ku nikarîbûn nakokiyên xwe yên bîrdozî çareser bikin.

Parçebûna têkoşîna tevgerên jin
Jixwe di dîroka enternasyonalîzmê de jî nakokiyên bîrdoziyê her tim bûn mijara parçekirina jin û gelan. Di têkoşîna tevgerên karkeran de, di destpêkê de ji rêxistinên marksîst heta proudhonîst, ji mûtûalîst heta kolektîvîst, ji sosyalîstên utopîk heta repûblîkan, hemû tevlî Enternasyonala Yekemîn dibûn. Lê belê piştî binketina şoreşa Komûna Parîsê nêrînên cuda yên stratêjiya şoreşgerî derketin holê û nakokiyên di navbera tevgerên marksîst û anarşîst de kûr bûn. Marksîstan, bi armanca bidestxistina desthilatdariya dewletê, li ser bingeha pergaleke navendî û bi stratejiyekî hevbeş xwestin ku rêxistina navneteweyî û partiyên siyasî werin avakirin. Lê belê Bakûnîn û anarşîstan ev rêbaz weke desthilatdariya navendî ya otorîter didîtin. Wan jî dixwestin ku li ser esasê pergaleke federalî ya rêxistinên karker ên xweser (ji asta heri jêr-biçûk heta qadên herî jor-berfireh) rêxistina navneteweyî were avakirin. Ji ber van nakokiyan Enternasyonala Yekemîn negihişt encamên xwe û tevgerên marksîst, anarşîst û jinên endamên van tevgeran ji hev qûtbûn.

Piştî şer parçebûn zêdetir bû
Di navbera 1872 û 1877’an de di çarçoveya xeta anarşîst de hewildana Enternasyonala Antîotorîter derket holê. Di sala 1923’an de jî bi pêşengiya tevgera anarkosîndîkalîst a Îspanyayê hewildana Komela Navneteweyî ya Karkeran pêş ket. Lê belê  tevgerên anarşîst li hemberî êrîş û zordestiya ku hem ji aliyê hêzên faşîst, hem ji aliyê dewletên kapîtalîst, hem jî ji aliyê Rusya Sovyetê ve dihate meşandin nikarîbûn xwe biparêzin. Piraniya van tevgeran hatin tinekirin û piştî Şerê Duyemîn a Cîhanê ji ber komkujî û koçberkirina mîlîtanên pêşeng ên civakê bêhêz man. Tevî vê yekê rêxistinên jin ên federalî yên weke Mujeres Libres jî li Îspanyayê hatibûn tesfiyekirin.  Ji aliyê din ve di sala 1889’an de, li ser xeta marksîst bi navê “Enternasyonala Karkeran”, Enternasyonala Duyemîn hat damezrandin. Lê belê tevgera karkeran piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn, ji ber helwestên netewperest ên partiyên sosyaldemokrat a li dijî xeta şoreşger a navneteweyî, weke sosyaldemokratên reformîst û komûnîstên şoreşger parçe bûn. Di sala 1919’an de, piştî şoreşa Rusyayê, Enternasyonala Sêyemîn bi navê “Enternasyonala Komûnîst” hat damezrandin. Lê belê ji ber nakokiyên hundirîn yên di navbera xeta Stalîn û Troçkî de dîsa parçebûnek derket holê. Ji aliyê rêxistinên troçkîst ve hewildanên pêşxistina Enternasyonala Çaremîn hebûn, lê belê ji ber pirsgirêkên rêxistinî yên dijîn ev bê encam ma.

Jinên sosyalîst pêşengî kirin
Jin, di nav civakê û tevgerên çepgir de têkoşîna cins didan meşandin. Lê belê ji ber nakokiyên bîrdoziyê nikaribûn bibin yek. Ji ber vê yekê ji bo serketina şoreşa sosyalîst a demokratîk nikarîbûn bibin hêza guhartina pergala dewletperest û zayendîperest. Dema em li dirokê dinêrin jî dibînin ku di ezmûna şoreşên sosyalîzma pêkhatî de, jinên sosyalîst rolekî pêşeng listine. Her weha di pêvajoya şoreşê de maf û destketiyên ku jin afirandin gelekî giring bûn. Alexandra Kollontay jî yek ji van jinan bû û li hemberî jirêderketina şoreşê  têkoşîn da. Ji ber ku hîkumeta şoreşger li ser bingeha hişmendiya zilamê serwer û pergala burokratîk a dewletperest hate avakirin weke desthilatdariyeke navendî a dij-şoreşê tevgeriya. Pêşî li pêşketin û azadiya jinê girt û li hemberî tevgerên azadîxwaz kete nav tevgerê.

Konfederalîzma demokratîk a jinên cihanê
Ji bo pêşxistina projeya konfederalîzma demokratîk a jinên cihanê, divê di dîrokê de ezmûnên têkoşîna jinê û kêmasiyên wê baş werin lêkolînkirin û nirxandin. Ji ber vê yekê, di têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst, netewperestî û cinsiyetperestiyê de, bi giştî  hewildanên Enternasyonala Sosyalîst a Jinan û rêxistinên navneteweyî yên sosyalîst girîng in. Em dikarin weke encama vê lêkolînê, girêdayî perspektîfên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê çend xalên girîng destnîşan bikin.
• Yekbûna têkoşîna cins, têkoşîna çînî û têkoşîna azadiya neteweyî, yekbûna têkoşîna azadixwaz e. Ango yekitî, piştgirtin û rêxistinkirina jinên cihanê encex dikare bi hezkirina cins û têkoşînê pêk were. Di vê mijarê de ezmûnên weke rêxistinkirina Meclîsa Jinên Suriyê, Konferansên Jinên Rojhilata Navîn û yên Cihanê girîng in. Ji ber ku avakirina rojev û mekanîzmayên demdirêj yên koordînasyona hevbeş ji xwe re kirin armanc.

• Li gorî hişmendiya sosyalîzma demokratîk û neteweya demokratîk û dersên dîrokî yên li dijî hişmendiya zilamê serwer, dewleta netewe û desthilatdariya navendî, ji bo pêşxistina azadiya jinê rêxistineke xweser lazim e. Her weha ji qadên herêmî heta qada navneteweyî di her qadên jiyanê de pergaleke jin a navendî ya konfederal behtîr di cîh de ye. Di vê mijarê de ezmûna KJK’ê esas e.

• Di heman demê de pêwîst e ku jin di avakirina pergala giştî ya xweseriya demokratîk a gelan de rola xwe ya pêşeng berdewam bikin, bi rengekî radîkal xeta bîrdozî biparêzin û bibin hêza aşitî û parastina cewherî. Di vê mijarê de di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de, li qada giştî ji bo pêşxistin û parastina nûnertiya jinan, pergala hevserokatiyê encamên gelekî erênî derxistin holê.

• Ji aliyeke din ve, hem li hemberî bandora lîberalîzmê, hem li hemberî nêzîkatiyên dogmatîk, pêwîstî bi pîvanên hevpar ên azadixwaz heye. Bi rêya Jineolojiyê, li ser bingeha tehlîlkirina pergala desthilatdar û niqaşên siyasî, manewî û zanistî yên kolektîf, nakokiyên di nava nêrînên cuda yên jinan de dikarin werin derbaskirin û bi vî rengî dikare pîvanên rêxistina jinên cihanê werin diyarkirin. Di vî milî de modela “hevpeymana civakî ya jinê” dikare di cîhanê de bibe modela pêşxistina pîvanên rêxistina jinê û avakirina civaka ehlaqî û polîtîk.

• Ji bo pêşxistina pergaleke rêxistinkirî ya jinên cihanê, avakirina kesayeta mîlîtan lazim e. Di vê mijarê de ezmûna PAJK’ê û bi taybet teoriya qûtbûyînê û pîvanên bîrdoziya azadiya jinê dikare ji tevgerên jinên cihanê re asoyên nû vebike û wan bi hêz bike.

• Li hemberî têgihiştina zilamê desthilatdar û êrîşên wî ji bo avakirina kesayeta azad a jin û mêrên sosyalîst, sazkirina pergaleke xweser a perwerdeyê, projeya guhartin û veguhartina zilam, pêşxistina nirxên hevaltî û perspektîfên hevjiyana azad esas in.

Şoreşa jinên cîhanê
Di sedsala 20. de têgînên fêmînîzm û enternasyonalîzmê di nava civakê de lêgerîneke mezin ava kirin. Lê belê piraniya tevgerên jin ên cihanê negihiştin armanca xwe û parçe bûn. Ceribandinên xebatên Jineolojî û avakirina neteweya demokratîk yên ku di rastiya şoreşa Kurdistanê de derketine holê, ji bo gelek jin û tevgerên azadixwaz hêviyeke nû afirandine. Di encamê de li hemû parzemînên cihanê lêgerîna azadiyê û çalakiyên jinan careke din zindî bû. Ji bo pêşxistina Konfederalîzma Demokratîk û şoreşa jinên cihanê gavên şenber hatin avêtin û ji bo têkoşîn û rêxistinbûnên hevbeş derfetên dîrokî hene.