Emily Murphy: Jina ku herikîna dîrokê guhert

- Berjin TEKOŞER
263 views
Emily Murphy (14’ê Adara 1868- 27 Çileya 1933’an), parêzvanek bi hêz a jin û zarokên Kanadayê bû. Her wiha wê pêşengtiya çar jinên din dikir, ku bi hev re wekî “Pêncên Navdar” dihatin binav kirin. Bi taybetî di dozên gel de ku hewl dida statûya jinê wek şexs diyar bike û bide qebûl kirin jî bi vî navî dihatin bi bîranîn.

Murphy dema ku sala 1868’an hat dinyayê, hîna çîrûskên ronîbûnê negihabûn Kanadayê û di mijarên mafên jinan de pêşketinek nebû. Murphy jinek bû ku bi pirsgirêkên zarok û jinan re ji nêz de eleqeder dibû.

Ew di zaroktiya xwe de baş tê perwerdekirin
Emily Murphy di 14’ê Adara 1868’an de li Kanadayê çavên xwe li jiyanê vedike. Dayik û bavê wê, Îsak û Emily Ferguson û dapîr û bapîrê wê kesên perwerdekirî bûn. Bapîrê wê Ogle R. Gowan bi xwe siyasetvan û xwedî rojnameyekê bû. Yanî bi kinahî ew di nav malbatek ku ji nêz de bi siyaset û perwerdeyê re eleqeder dibin de mezin dibe. Ew bi xwişk û birayên xwe re li ser bingehek wekhev hat mezinkirin. Di demekê de ku bi gelemperî zarokên keç bê perwerde diman Emily, li Toronto, Ontario, li Kanadayê di yek ji dibistanên bi nav û deng a “Bishop Strachan” de perwerdehiya xwe dît. Emily dema li Torontoyê ders dixwend, xwendekarê teolojiyê Arthur Murphy, ku kahînek Anglican bû, nas kir û bi hev re zewicîn. Piştî jiyana bi hev re ava kirin, çûn Manîtobayê û di sala 1907’an jî mala xwe bar kirin Edmonton, Albertayê. Murphy xwedî çar zarokên keç bû.

Ji bo mafê dengdanê yê jinan dixebitî
Murphy di navbera salên 1901-1914’an de, di bin navê “Janey Canuck” de, çar pirtûkên populer ên nexşeyên rêwîtiya welatparêz nivîsî û ew yek ji jina yekem bû ku di sala 1910’an de erka desteya birêvebirina nexweşxaneya Edmonton dayînê. Ji bo ku qanûna Dower a sala 1917’an a di dema hikûmeta Alber de derbas bibe, zext dikir. Ev, rê nade kesekî zewicî ku bêyî razîbûna hevjîna xwe xanî bifiroşe. Ew endameke “Equal Franchise League” ê bû û bi “Nellie McClung” re ji bo bidestxistina mafê jinan a dengdanê dixebitîn.

Yekemîn dadwera jin
Ew di sala 1916’an de, ji ber hinceta ku ji bo şîrketên têkel ne guncaw e; her wiha piştî ku ji beşdarbûna wê ya ji doza “fahîşeyan” hat qedexekirin, Murphy serdozgerê giştî protesto dike û ji bo darizandina jinan daxwaza dadgehek taybet a polîsan û ji bo destpêkê jî hatina dadwerek jin a ji bo vê dozê dike. Serdozgerê giştî jî vê yekê dipejirîne û Murphy wek dadwera polîs dişîne dadgeha li Edmonton, Albertayê. Di roja yekem a Murphy de ya li dadgehê, li gor qanûna Emerîkaya bakur a Brîtanyayê ji ber ku jin wek “kes” nayê dîtin, tayînkirina wê ji aliyê parêzerekê ve hat redkirin. Her carekê ev îtîraz hat red kirin û di sala 1917’an de dadgeha bilind a Alberê biryar da ku jin li Albert kes in. Murphy destûr da ku navê wê weke berendama Senatoyê were pêşandan, lê belê ev yek ji aliyê Serok Robert Borden ve paşde hat zîvirandin, ji ber ku li gor qanûna Emerîkaya bakur a Brîtanyayê (BNA), hîna jî jinan wek senator nayê naskirin.

“Doza kesan”
Murphy ji sala 1917’an heya sala 1929’an, kampanyaya ji bo tayînkirina jinekê li Senatoyê birêve bir. Di doza kesan de, di encam de jinan di çarçoveya qanûna (BNA) de, ku di dawiyê de ew weke kesayet bi nav kir û bi vî rengî maf bidest xist, ku bibin endamên Senatoya Kanadayê û bi vî rengî rêberiya “Pêncên Navdar” kir. Murphy di sala 1919’an de bû seroka Federasyona Enstituya Jinan a nû. Murphy, di çarçoveya qanûna Dower de ku mafê mulkiyetê yê jinan û dayîna mafê dengdana jinan jî di nav de, di gelek çalakî û xebatên reformê yên ji bo jin û zarokan de cih girt, rol lîst. Her wiha di mijarên wek narkotîk û madeyên hişbir de jî, ji bo ku guhertin bên çêkirin, xebat meşand. Ji ber hin sedemên cihê yên Murphy pir caran çêbû ku ew wek fîgurek binîqaş derkeve pêş. Wê di sala 1922’an de, di derbarê qeçaxa bazirganiya tiryakê ku li Kanadayê wek qanûnên li dijî bikaranîna tiryakê diparêze, “Şema Reş” nivîsand.

Di mijara pirsgirêkên jinan de hişyar bû
Herçend ku Murphy ne endama Senatoya Kanada bû, xebata wê ya ji bo hişyarkirina pirsgirêkên jinan û guheztina zagonan ji bo bihêzkirina jinan, ji bo tayînkirina di sala 1930’î de ya Cairine Wilson, jina yekem a ku di meclîsê de xebitî, krîtîk bû. Emily Murphy di 27’ê Cotmeha sala 1933’an de, li Alberta, Edmontonê ji ber nexweşiya şekir jiyana xwe ji dest da. Her wiha ew di sala 1958’an de, ji aliyê hikûmeta Kanadayê ve wek kesa xwedî girîngiya Dîroka Neteweyî hat hilbijartin.

Hin berhemên wê:

Finda Reş

Li derveyî welat çavdêriyên Janey Canuck

Li rojava Janey Canuck

Şêverêyên vekirî

Tovên Çam

Jêgirtinek girîng: “Îro em ji her demê bêhtir pêşengên jin dixwazin. Rêberên ku ji navê xwe natirsin, dixwazin derkevin û şer bikin. Ez difikirim ku jin wê bikarin şaristaniyê rizgar bikin. Jin kes in.”