Teatra Sarya Baran, ji şanoya jinan re pêşengiyê dike

- Newaya Jin
311 views
Şoreşa Rojavayê Kurdistan ê di 19 Tîrmehê de despê kir. Ev şoreş li ser xeta sêyemîn xeta parastina gelan meşiya. Ev jî ji gelê Kurd re firseteke dîrokî bû. Ji ber ku divê şoreşê de Kurd gihîştin asta herî mezin ya têkoşîna ber bi azadiyê ve. Ev şoreş di heman demê de şoreşa parastina çand û hunera gelan bû. 

Li kêleka pêşxistin û xurtkirina mûzîk, govend,  sînamayê, beşa şano jî hat xurt kirin. Şano bi hevokekê mirov nikare pênsebike. Bingeha xwe ya dîrokî gelek kur û dirêj e. Kêfxweşî, zor û zehemetî, êş û azara gelan bi rêya şanogeran hatiye pêşndan û heta roja me ya îro hatî ye. Teatra Sarya Baran jî komeke şanogeran e û li bajarê Qamişlo kar û xebata xwe dide meşandin. Kengî hatiye avakirin û xebateke çawa dide meşandin Endama Komê Bera’e Hesen bersiva pirsê me da.

Koma bi navê Teatra Sarya Baran kengî û çawa hate avakirin?
6’ê Gulana 2018’an li bajarê Qamişloyê li navenda Niwêla ya Çand û Huner bi 4 jinan me dest bi karê xwe kir. Çawa ku jinên Kurd pêşengî ji Şoreşa Rojava re kirin û xwe gihandin tevahiya cîhanê; bûn hêvî û sembola jin û gelan, ji aliyê şanoya Kurdî ve jî Teatra Sarya Baran li Rojavayê Kurdistanê ji şanoya Kurdî re pêşengî kir. Her wiha hewl dide xwe bigihîne her sê parçeyên din ên Kurdistanê. Em dixwazin li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşengiya ji şanoya jinê re bikin. Di şanoya Kurdî de Teatra Sarya Baran bi sekina xwe ya hunerî, bi rengê jinê balê dikşîne ser xwe.

Xebat û berhemên komê yên yekem kîjan e û di nava kîjan şert û mercan de ava bû?
Xebata me ya yekemîn lîstika zarokan a bi navê “Diziya Bexçe” bû. Me bi coş û kelecanek mezin dest bi lîstika xwe kir. Em tevlî festîvalan bûn, li gund û bajaran geriyan. Me xwe gihand gelek zarokan. Lîstikvanê “Diziya Bexçe” mezin bûn, lîstikên bi navê  “Jina Bi Tenê, Diqîrim, Aştî di Baskê Çûkê de ye û Em Hene” amade kirin û derketin pêşberî gel. Bi van lîstkan tevlî festîvalan bûn, li bajaran geriyan û û daketin qadan. Hejmara xwe zêde kir û ji bo lîstikên nû xwe amade dikin.

Wek komek xweser û di heman demê de ku zarok jî di nav de cîh digirin, karê we bandoreke çawa li Rojava kir?
Li Kurdistanê em koma yekemîn e ku di şanoya Kurdî de komeke xweser in. Em hêvî dikin ku komên xweser yên din jî ava bibin; em bi hev re bêhtir mezin û xurt bibin. Teatra Sarya Baran xwe li ser du beşan bi rêxistin dike. Tîma zarokan û ya mezinan. Beşê me yê zarokan li gor pedagojî em wan perwerde dikin. Yên ku temenê wan gihîştine, em wan beşdarî tîma mezinan dikin. Zarok bi hezkirina şanoyê mezin dibin û bi xeyaleke mezin bi mamosteyên xwe derdikevin ser dikê. Bi mamostên xwe re derktina ser dikê ji bo zarokan dibe moraleke mezin. Malbat dema zarokan li ser dikê dibînin bi destê zarokê xwe digirin û tên cem me. Dixwazin zarokên wan li cem me perwerde bibin. Heman demê hêzekê dide jinê, ku dikare bi tena serê xwe komekê ava bike û bi rêve bibe. Hêz, vîn û nêrîna exlaqî û xweşik (etîk-estetîk) bi rêya fikir û xeyalên jinan derbasî jiyanê dibe.

Her wiha kom bernameya çîrokê jî amade dike û çîrokan kom dike. Destpêkê bi “Hebû Tune Bû ” destpê kir, niha jî bi “Çîrokê Çîvanokê” dewam dike. Çima çîrokên Kurdî? Vî karî li ser kîjan bingeh û lêgerînê destpê kir?
Li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi rêya ENKS’ê êriş li ser zimanê Kurdî hebûn. Dixwestin li dibistanan zimanê Kurdî rakin, bi zimanê Erebî perwerde were dayîn. Weke hemî welatparêzan me jî nerazîbûna xwe nîşan dan û me dest bi vî karî kir. Me çîrokên Kurdî kom kir û li gorî çand û folklora Kurdî dest bi kişandina wan kir. Bernameya “Hebû Tune Bû” her hefte bi çîrok û çîrokbêjeke nû, salekê li ser qenala Jin TV hate weşandin. Ji bo weşana nû me bernameya “Çîrokê Çîvanokê ” amede kir. Di vê bernamê de tenê zarok hene. Em vê carê ji devê zarokan li çîrokê zarokan guhdarî dikin. Armanca me ew ku; zarok bi çanda resen û zimanê xwe mezin bibin.

Şanoya Kurdî bandoreke çawa li ser huner û civaka Kurd dike? Girîngiya şanoya Kurdî çi ye û li vê qadê jin bi roleke çawa radibe?
Şano neynika civakê ye. Em xwe dispêrin têgihiştina Neteweya Demokratîk, ekolojîk û hevjiyana azad. Em di lîstikê xwe de dixwazin zimanekî nû ava bikin bi gelan, xwezayê û wekheviya zayendan di nava hevsengiyekê de nêzîkatiyeke jiyanê ava bikin. Ji ber xwezaya civakbûnê ev e, em li pey vî zimanî digerin. Em hewl didin ku bibin zimanê jinê.