Beriya 50 salan serboriyên şoreş û têkoşînên azadiyê yên gelên cîhanê bûn çavkaniya îlhamê ji bo zayîna şoreşa Kurdistanê. Rêber Apo destketî û kêmaniyên van hewldanan ji bo gihandina jiyaneke azad û civakiyeke sosyalîst berfireh tehlîl kir. Li ser vê esasê wî di destpêka sedsala 21’ê de destnîşan kir eger mirovahî bixwaze xeyalên xwe yên azadiyê pêk bîne divê sedsala 21’ê bibe sedsala şoreşa jinan a ku xwe dispêre paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê. Tevî hemû êrîş, embargo û tecrîda giran niha zêdetirî 12 sal in ku Şoreşa Rojava bi vê nexşerêyê bi pêş ve diçe û rûpelên nû di dîroka şoreşa gel û jinan de dinivîse. Di vê çarçoveyê de em dixwazin guh bidin dengê jinên azadîxwaz ên ku ji welatên cuda berê xwe dan Rojava û di nivîsandina vê dîrokê de cihê girtine.
Ivana Hoffmann: Ez ê bi canê xwe biparêzim
Şoreşa Rojava bi berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ya li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê, li seranserê cîhanê deng veda. Bi sedan şervanên enternasyonalîst ji çar aliyên cîhanê parastina Rojava weke erkekî dîrokî dîtin û pêk anîn. Jin a ciwan Ivana Hoffmann a ji Elmanyayê yek ji wan enternasyonalîstan bû ku di Roja Jinên Cîhanê ya 8’ê Adara 2014’an de di şerê parastina bajarê Til Temir de şehîd ket. Wê digot: ‘Ez dixwazim têkoşîna ku hemû gelên bindest digihîne hev nas bikim û eger pêwîst be jî beriya her tiştî şoreşa Rojava bi canê xwe biparêzim. Dema ku xwişk, bira, heval, dayik, bav û hevrêyên min ji bo azadiyê û ji bo xwe ji kapîtalîzmê rizgar bikin têdikoşin ez nikarim bêdeng bimînim.’
Berxwedana serketî ya YPJ-YPG-QSD ya li dijî DAÎŞ’ê îspat kir ku jin û gelan bi rêxistinkirina hêzên xweparastinê û têkoşîna hevpar dikarin xwe li dijî siyasetên mêhtinger û qirkirinan biparêzin. Ji bilî vê, avakirina pergaleke xwerêvebirina gelan a li ser hîmên neteweya demokratîk û bi pêşengtiya jinan di avakirina aboriya komînal, siyaseta demokratîk, pergala perwerdeya bi zimanê dayikê û hemû karûbarên civakî de, hişt ku hêviyên jiyana azad û şoreşê di nava civakê, tevgerên azadîxwaz û jinên cîhanê de ji nû ve zindî bibin û belav bibin.
Anna Cambell: Hêviya mirovahiyê ye
Hêlin Qereçox (Anna Cambell) a ji Brîtanyayê destnîşan kir ku bi naskirina Şoreşa Rojava re wê fêhm kir ku serdema şoreşan hîn bi dawî nebûye: ‘Ev pir balkêş bû. Di demekê de ku gelek kesan digotin, ‘şoreş êdî nabe’, şoreşeke rasteqîn niha diqewime! Min tenê dixwest beşdar bibim û bibim alîkar. Lê paşê min fêhm kir ku tiştê herî girîng ku ez dikarim bikim fêrbûna jê ye. […] Ev şoreş ne tenê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ev şoreşa hemû mirovahiyê ye, hêviya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji bo azadiya hemû jinan têbikoşim.’
Alina Sanchez: Xwerêvebirin berpirsyariyek e
Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez) a ji Arjantîn jî sala 2017’an di civînekê de ya bi gelên Kolombiyayê re hate lidarxistin, Şoreşa Rojava ji bo xwe û gelên cîhanê wek ‘ronahiya hêviyê’ pênase kir. Weke encameke ji xebatên avakirina şoreşê wê di salên 2015-2017’an de meşandibû, wê bal kişand li ser girîngiya yekîtiya jinan, hembêzkirina tevahî beşên civakê û têkoşîna li dijî zêhniyeta dewletperest a ku vîna civakê pûç kiriye. Ji ber vê yekê, wê bicihanîna bîrûbaweriyê ku ‘xwerêveberin ne tenê mafek e, lê berpirsiyariyek e’ wek ‘pêngava herî dijwar di van du salên dawî de’ bi nav kir. Şehîd Lêgerîn da zanîn ku ev xal ji bo pêkanîna heqîqî ya sosyalîzmê hem li Rojava hem jî li welatên Amerîkaya Latîn, têgihiştinên bingehîn in.
Elefterya Hambî: Ji baweriya me ditirsin
Tenê mehek piştî şehadetên Şehîd Lêgerîn û Şehîd Hêlîn di pêvajoya berxwedana Efrînê ya 2018’an de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, Elefterya Hambî (Eva Maria Steiger) ji têkoşîna ekolojîk a Daristana Hambachê ya li Elmanyayê rabû û berê xwe da qada Şoreşa Rojava. Bi armanca pêşxistina kesayeta xwe weke jineke mîlîtan û hûnandina stratejî û torên têkoşîna hevpar a li dijî baviksalarî û kapîtalîzmê tevlî nava refên YPJ’ê bû. Elefterya got, bi naskirina hêz û xwebaweriya Şoreşa Rojava re wê fêhm kir bê çima ne tenê Tirkiye, lê hemû pergala moderniteya kapîtalîst ji vê şoreşê ditirsin: “Ew ji baweriya me ditirsin ku em dikarin xwe azad bikin. Eger hemû mirovên li cîhanê wê yekê fêhm bikin, wê çi bibe? Ew ê rabin û dest bi avakirina cîhanek nû bikin! Ez fêhm dikim ku hin kes ji vê yekê pir ditirsin, ji ber ku li vir cîhaneke nû pêk tê.” Elefterya meşa xwe ya azadiyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve bi coş û kelecan dewam dikir.
Sarah Handelmann: Kesayetek nû, civakek nû
Wekî Elefterya, derhênera şoreşger Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) a ji Elmanyaya Rojhilat jî 2019’an di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê Medyayê de gihîştibû şehadetê. Hêz û dostaniya têkoşîna azadiya jinê ya li Bakur û Rojavayê Kurdistanê cesaret da Sara ku sînorên pergala kapîtalîst derbas bike. Lêgerîna wê ya xwebûnê û armanca pêşxistina kesayeteke şoreşger ew bir çiyayên Kurdistanê: ‘Armanca min a herî mezin avakirina kesayetek nû ye, ji ber ku bi kesayetek nû civakek nû tê afirandin.’ Weke gelek jinên enternasyonalîst, Şehîd Sara jî bîrdoziya azadiya jinê, modela konfederalîzma demokratîk, nirxên hevaltiyê, rêbazên weke rexne û rexnedayînê yên Rêber Apo pêşxistine weke çekên sereke yên têkoşîna azadiyê û ji bo çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê nirxandiye.
Rêxistinên jinan li Rojava dorpêçê dişkîne
Her çiqas dewleta Tirk û hêzên hegemon di van 12 salên dawî de hewl dane dorpêça tecrîdê ya li derdora Îmraliyê û Şoreşa Rojava teng bikin jî, ramanên Rêber Apo her ku diçe li nav jinên cîhanê belav dibin û dibin bersiva lêgerînên wan ên azadiyê. Ev yek di pêngava navneteweyî de ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rê ve diçe, her wiha di torên hevgirtinê yên jinan û komîteyên ‘Jin Rojava Diparêzin’ de ku ji sala 2019’an ve li gelek welat hatin birêxistin kirin, xuya dike. Serdanên kesayet û rêxistinên jinan li Rojava dorpêçê dişikînin. Danûstandinên zindî bi jinên Rojava re, çavdêriyên jiyanê û tevlîbûna xebatên li komîn, meclîs, akademî û kooperatîfên jinan tên meşandin îlham dane gelek jinan da ku li welat û bajarên xwe jî hewldanên nû yên rêxistinbûna xweser a jinan, lêkolînên li ser rehên modernîteya demokratîk li herêmên xwe, projeyên jiyana civakî, aboriya komînal û ekolojîk destpê bikin. Çandina baxçeyên şîfagerî li Brazîlyayê û damezrandina Baxçeya Ş. Hevrîn Xelef li Berlînê, nîqaşên jinên Afxanistanê li ser rêbazên xweparastinê, avakirina torên hevgirtinê û kooperatîfan li Endonezya, ji nû ve zindîkirina çanda kevnar a xwerêvebirina civakê li Rojhilatê Efrîkayê çend ji van mînak in. Bi zanebûna ku pergala tecrîdê û her êrîşek li dijî Tevgera Azadiyê û Herêmên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê êrîşek li dijî destketiyên şoreşê û hêviyên azadiyê yên tevahî jinan e, em ê di salvegera 12’mîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de hewldanên hevbeş ji bo parastin û înşaya şoreşa jinê û civakê li her derê û di her kêliya jiyanê de hîn xurttir bikin. Gotinên watedar ên Şehîd Hêlîn Qereçox îro ji her demê zêdetir derbasdar in: “Em îro têkoşîneke gerdûnî dimeşînin a ku wê yan bi azadiyê yan jî bi tinebûyînê bi dawî bibe û gihiştiye asta şerê cîhanê yê sêyemîn. Em nikarin xwe ji vê yekê bidin alî û ji kesên din hêvî bikin ku tiştên em xîret nakin an jî jê ditirsin li şûna me bikin. Dem dema lehengî û biryaran e, dema hevrêzî û rêxistinbûnê ye. Dem dema çalakiyê ye!”
Gotinên watedar ên Şehîd Hêlîn Qereçox îro ji her demê zêdetir derbasdar in: Ev şoreş ne tenê ya Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ev şoreşa hemû mirovahiyê ye, hêviya mirovahiyê ye. Dem dema lehengî û biryaran e, dema hevrêzî û rêxistinbûnê ye. Dem dema çalakiyê ye!”