Clara Lemlich di 28’ê Adara 1886’an de li Gorodok a Ukraynayê, ji dê û bavek oldar ji dayik dibe. Ji ber ku ji bo keça wan dibistana Cihûyan nîn bû, ew ê perwerdeyek fermî nedîtiba. Her wekî gelek zarokên din ên keç ew ê bi zimanê “Yidce” fêr bûba. Malbata wê dixwest wê bişînin dibistanek dewletê, lê wê dît ku yekane dibistana ku Cihûyan nedihewand dibistana Gorodok bû.
Jina ku jiyana xwe di ber têkoşîna jinên kedkar de dibexşîne, xebat dike, ked dide û têdikoşe. Clara Lemlich Shaveson di 1’ê Çileya 1886’an de, li bajarê Kishinjov a Ukraynayê tê dinyayê. Tevî ku dayîk û bavê wê naxwazin jî, ew fêrî zimanê Rusî dibe. Ji xwendinê pir hez dike, ji bo ku bikare pirtûk bikire, pêwistiya wê bi pere heye. Ji bo wê jî, bi xwendina nameyên cîranên xwe û dirûtina bişkokên wan pere qezenc dike û pê pirtûk dikire.
Ew di sala 1903’an de, ji bo ji qirkirina Kishinjov rizgar bibin, tevî malbata xwe diçe Amerîkayê.
Destpêka jiyan û têkoşînek nû
Piştî ku derbasî Amerîkayê dibin, li Lemlich New Yorkê wek karkera tekstîlê dest bi kar dike. Li gel hevalên xwe yên jin ên kar, wê li dijî mûçeyên kêm, demjimêrên xebatê yên dirêj, nêzikatiyên heqaretbar ên serkar û nebûna derfetên pêşveçûna kariyerê şer û têkoşîn kir. Ew bû endama Yekîtiya Navneteweyî ya jinên terzî. Ew her wiha dest bi xebata serokatiya sendîkayê dike.
Ew koçberek Ukraynî ya karker bû. Ji bo rêxistinkirina jinên karker di pîşesaziya cilûbergan de li Amerîkayê têdikoşiya. Her wiha mîna damezrênera Sendîkaya Navneteweyî ya “Karkerên Cilûbergên Jinan” di nav organîzatorên greva 20,000 kesî de cih digirt. Ji bo mijara mafê jinên karker hertim bi sendîkavanên zilam re di nav danûstandin û pevçûnê debû. Heta li mala lênêrînê ya ji bo kesên temen mezin ku ew lê dijiya jî, wê rêxistineke perestaran organîze kir. Ew yek ji wan jinan bû ku heta henaseya xwe ya dawî têkoşiya.
Hîn di temenek biçûk de fêrî têkoşînê dibe
Clara Lemlich di 28’ê Adara 1886’an de li Gorodok a Ukraynayê, ji dê û bavek oldar ji dayik dibe. Ji ber ku ji bo keça wan dibistana Cihûyan nîn bû, ew ê perwerdeyek fermî nedîtiba. Her wekî gelek zarokên din ên keç ew ê bi zimanê “Yidce” fêr bûba. Malbata wê dixwest wê bişînin dibistanek dewletê, lê wê dît ku yekane dibistana ku Cihûyan nedihewand dibistana Gorodok bû. Malbata wê nedixwest ew bi Rusî bixwîne û bizanibe, ji ber wê jî destûr nedidan ku pirtûkên Rusî bikire. Lê, wê bi dizî xwe fêrî Rûsî dikir û miqabilê pirtûkên Tolstoy, Gorki û Turgenev, zarokên keç ên jixwe mezintir fêrî stranên gelêrî yên Rûsî dikir.
Clara tenê ji bo ku bikare bixwîne kar dike; bişkokên cilan didirû ku bikare pirtûk bikire û bixwîne. Jixwe bi zimanê Yîdîş pir baş dedizanî binivîse. Ew bi nivîsandina nameyan ji bo dayikên ku nexwende ne û dixwazin ji zarokên xwe yên li Amerîkayê re name binivîsin, pereyan digire da ku bikare pirtûkan bikire. Dema ku bavê wê refa pirtûkan li aşpêjê di bin ciheke veşartî de dibîne, hêrs dibe û tevahiyan dişewitîne û Clara neçar dimîne ku ji nû ve dest bi berhevkirina pirtûkan bike. Vê carê li binbanî pirtûkan diveşêre. Ew ê vê carê jî ev cih ji aliyê cîraneke wan bihata keşfkirin, lê wê cîrana wan ev raz parastiba. Her wiha di pirtûkxaneya xwe de belavokên şoreşgerî jî didan.
Serî rakirina yekemîn
Malbata Lemlich di sala 1904’an de ji Ukraynayê reviya û li Lower East Side ya New Yorkê bi cih bû. Mîna gelek keçên koçber, Clara Lemlich li firoşgehek cil û bergan li Lower East Side dest bi kar dike. Ji ber ku bavê wê nedikarî karekî mayînde bibîne, bi gelemperî Clara debara malbata xwe dikir. Di destpêka salên 1900’î de, pîşesaziya cilên amade li Amerîkayê gelek pêş ket. Her wiha dahênana nû rê li ber hilberînek zûtir û erzantir vekiribû.
Tevahiya pîşesaziya cilûbergan ji hêla mêran ve dihat rêvebirin û piraniya hêza kar ji jinên ciwan û koçber ên Îtalî pêk dihat. Ew rojê 12 heta 14 saetan, heftê 6-7 rojan dixebitîn, di berdêla wê de jî, wan rojane hema bêje du dolar distand. Piranî jî diviya bû karker alavên xwe, tevî makîneyên dirûnê, bi xwe peyda bikin.
Rojekê gava ew tê ser kar, qet nikaribû cihek bibîne an jî bisekine; ku kumê xwe yê xweşik ê ku bi pereyên berhevkirî kirîbû bi awayek hêrs bûyî radibe ser kursî û banî jinên din ên ciwan dike: “Li karxaneyê ji bo jinan odeyek a ku bikarin cil û bergên xwe lê biguhertin, tine. Heta cihek nîne ku em kum an jî cilê xwe lê hilawêsin. Em mirov in! Em jin in, em hemû ciwan in. Em jî wek hemû jinên din ên ciwan hez ji kumê xwe dikin û çima cihek ku em bi awayek rêk û pêk tiştên xwe lê deynin, tine.” Ev jî dibe yekem serîrakirina Clara. Li gel karkerên din ên jin, wê li dijî xebata dem dirêj, mûçeyên kêm û muameleya xirab a ji aliyê serkar ve dihat kirin, serhildana xwe berdewam kir.
Piştî rojek dirêj a li kar, ew diçû pirtûkxaneya giştî da ku bixwîne an jî dersên dibistana şevê bigire. Tenê çend saet beriya ku biçe kar xew dikir. Clara bawer dikir ku yekane rêya guhertina jiyana bi hezaran jinên ciwan encax rêxistinbûna wan e.
Ji bo wê xwe rêxistinkirin giring bû
Di sala 1906’an de tevlî Yekîtiya Karkerên Sendîkayan ILGWU dibe û dibe endama lijneya rêveberiya herêmî. Ew weke ajîtator û rêxistinvanek ji bo mafên karkeran di pîşesaziya cilûbergan de dihate nasîn û li gelek kargehan grev li dar xist. Di navbera salên 1906 û 1909’an de, li kargeha Weissen & Goldstein û kargeha Leiserson ji grevên giştî re rêbertiyê dike û di çalakiyên li derdora Manhattanê de axaftinan dike. Hertim ji cihê ku kar dikir dihat qewitandin. Her ku karek ji dest dida, li cihek din dest bi kar dikir û li her cihekê jî ji nû dest bi têkoşîna maf dikir. Di dema grevekê de hevde caran tê girtin û polîs perasiyê wê dişkênin. Lê tevî vê jî Clara di çend rojan de dîsa vedigere cihê grevê.
Piştî qeyrana aborî ya 1908’an, karmendên pîşesaziya cilûbergan saetên xebata xwe bêtir zêde kirin û mûçeyên wan kêmtir bûn. Mesrefên ji derzî û ta bigire heta fatûreyên elektrîkê jî ji mûçeyên karkeran dihatin birîn û xwediyên kargehan hewl didan ku bi vî rengî ji qeyrana aborî xwe rizgar bikin. Beriya qeyranê ku saetên kar di hefteyê de 65 saet bûn, bûn 75 saet û qezenca karkeran di hefteyê de tenê 5 dolar bû. Şîrketa Triangle Shirtwaist yek ji wan kargehan bû ku şert û mercên xebatê tê de pirr xirab bûn. Karker li dijî van şert û mercên xirab ên kargehan têdikoşiyan û dest bi xwe rêxistinkirinê dikirin. Harris û Blanc, xwediyên kargeha Triangle, bi helwestên xwe yên dijî sendîkayan dihatin naskirin. Ji ber wê, di payîza sala 1909’an de, 150 endamên Sendîkaya Navnetewî ya Karkerên Jin ji kar tên avêtin. Di dawiya Îlona 1909’an de, karkerên Triangle ketin grevê, lê di bin zexta xwediyên kar de, polîs mudaxele dike û gelek karkerên jin ên sendîkayî tên girtin. 5 hefteyan hewld didin greva wan bişkênin û ji bo wê jî serî li her tiştekê didin û heta pere didin çeteyan da kû êrişî çalakvanan bikin.
Grevên giştî û destpêka têkoşînek nû
Di 22’ê Mijdara 1909’an de, Sendîkaya Herêmî ya 25an, ku girêdayî OLGUyê ye, banga greva giştî dike. Li avahiya Cooper Union, rêberên mêr ew ê bi saetan li ser metirsiyên grevê baxivin. Clara ji ber ku ew ti rêyekê pêşniyar nakin, aciz û xemgîn dibe. Clara piştî çend rêberên sendîkayan ku di nav wan de serokê Federasyona Karkerên Amerîkî Samuel Gompers û seroka Yekîtiya Jinan Mary Dreier hene, dest bi axaftinê dike: “Min guhdarî tevahiya axaftvanan kir, êdî tehemula min a ji axaftinên vale re nemaye. Ez jineke karker im. Ez yek ji wan jinan im ku di şertên xirab ên kar de min dest bi grevê kir. Tiştekên ku bêjim heye. Ez ji axaftinên vale yên axaftvanan westiyam. Em li vir ji bo biryara grevek giştî bikin an jî nekin, kom bûn. Ez dixwazim daxuyaniyek ji bo greva giştî were dayîn.” Bi gotina wê herkes bi coş dibe û biryara greva giştî tê dayîn.
Di 25’ê Mijdara 1909’an de, zêdetirî 20 hezar karker, ku %80’ê wan jin bûn, li 600 kargehên li New York, Philadelphia û Baltimore û derdora wê dixebitin, ku nêzîkî 40 hezar karker lê dixebitîn, dest bi grevê dikin. Daxwazên wan ên sereke bidawîanîna taşerontiyê, hefteyê 52 saet kar, rojane û bidawîanîna kêmkirina mûçeyan ji bo lêçûnên materyal û birqê bûn. Ev grev ku wek serhildana 20 hezarî hatibû bi nav kirin, 11 mehan dom kir. Di 10’ê Şubata 1910’an de bidawî bû. Ev jî bo yek ji greva herî mezin a dîroka Dewletên Yekbûyî.
Di 2’ê Sibata 1910’an de, Sendîkayên Jinan, kluba Wekheviya Siyasî, kluba Lîberal a New Yorkê û Komîteya Jinên Sosyalîst li Carnegie Hall civînek lidar dixin da ku li dijî muameleya xerab a li dijî kesên di grevê dene protesto bikin û ji bo alîkariya jinên girtî yên di grevê de, dayîna kefalet û cezayên pereyan, her wiha ji bo tezmînata grevê pereyan berhev bikin. Hol bi alîgiran tijî bû. Jinan kaxezên ku li ser “girtî” nivîsî bû, li ser sînga xwe girêdabûn. Konfederasyona Sendîkayên Jinan a Neteweyî ya Amerîkayê (NWTUL) bi xwediyên kargehan re danûstandin kirin û li gorî daxwazên xwe li hemû kargehên tekstîlê ji bilî Şirketa Triangle Shirtwaist peymanên danûstandinên kolektîf bi dest xistin. Herçend hin şert û merc hatibin erêkirin jî, lê tam tiştên ku Clara û hevalên wê dixwestin nehatin pejirandin.
Clara heya dawiya jiyana xwe têkoşîn kir
Clara piştî grevê, li firoşgeha cilûbergan a New Yorkê dikeve lîsta reş. Ji ber ezmûna xwe ya pêşengiya grevên giştî, wê enerjiya xwe vê care da “Tevgera Mafê Dengdanê” û alikarî da damezirandina Yekîtiya çîna karkeran ku ji bo Mafê Dengdana Jinan, wek komeke ji çîna karker a mafê dengdanê dixebitî. Wê mafê dengdana jinan wek şerteke bingehîn a ji bo guhertina civakî ditît. Ew di sala 1926’an de beşdarî Partiya Komînîst a Shavelson dibe û tevî jinên din ên Partiya Komînîst, Konseya Jinan a Yekîtiya Çîna Karkeran ava dike. Ew bi hev re, kooperatîfa zarokan jî di nav de, gelek karên din dikin. Rêxistina jinên malê ewqas bi bandor bû ku di sala 1929’an de, Lemlich û karkera alavên malê Rose Nelson Konseya Jinên Karker ên Yekbûyî ava kirin. Ew di Komîteya Amerîka ya Lêkolîna rewşa Sendîkayên Karger li Ewrûpayê de jî erk digire. Weke organîzatora Yekîtiya Amerîkî ya li dijî Şer û Faşîzmê, ew ê gelek caran li dijî çekan axaftin bike.
Dema ku ew di sala 1954’an de ji (ILGWU) teqawît dibe, ji arikariya ku diviya bû pê bidin, bêpar dimîne. Di 81 saliyê de wê dibin mala kal û pîran a li Los Angeles. Di 12 Tîrmeha 1982’an de, li New Yorkê koça dawî dike. Wê li pey xwe jiyanek tijî têkoşîn, kar û ked hişt.



