Şerê herî dawî mirov dikare bêje ku şerê hebûn û tinebûna desketiyên şoreşa Rojava bû. Ji ber vê Rêveberiya Xweser seferberiya giştî îlan kir. Çi hunermendên Rojava çi siyasetmedar hemû tevlî seferberiyê bûm. Em jî weke Komîna Film a Rojava beşdarî vê seferberiyê bûn.
Şoreşa Rojava bû qada pêşketin û afirîneriya çand û hunerê. Sînema jî yek ji wan qada ne ku ji destpêka şoreşê heta îro, di bin her şert û mercî de hebûna xwe parast, pêşket û hewl da bibe dîmenê şoreşê. Komîna Film a Rojava ku saziyek gelek giring a vî karî ye, ji roja ava bûyî heta îro mohra xwe li xebatên giring da. Li warekê ku şer li ser jiyan û civakê tê ferzkirin, afirandina filman dibe qadek têkoşînê û lêgera azadiya civakî. Weke eniyeke berxwedanê xebatên sînemaya şoreşger li gel zor û zehmetiyan jî dewam dikin. Piştî êrişên dawî yên Rojava jî rewş neguherî û xebatên sînemayê yên Komîna film bi têkoşîna civakî re bûn yek. Me jî weke rojname xwest em rewşa Rojava, hunera şoreşger û filma civakî bî endama Komîna Film a Rojava Nûpelda Herekol re baxivin. Herekol derbarê pêvajoya êrişan, helwesta qada hunerê, sînemayê û bandora wê ya li ser têkoşînê de bersiv da pirsên me.
Niha Rojava di şert û mercên şer de ye. Derbarê rewşê de hûn çi difikirin?
Şoreşa Rojava 14 sale tevî hemû aloziyên Rojhilata navîn xwe weke modeleke pergala jiyanî li ser piyan girt, tevî şer û pevçûnan jî kar û xebatên piralî serketî kir. Her salek ji van 14 salan bi şerên dijwar derbas bû. Bi taybet mirov dikare balê bikişîne ser binxistina terora DAIŞ’ê ku bi saya serê şervanên Kurd pêk hat. Têkbirina DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê deng veda û bû serketinek mezin a di asta cîhanê de. Lê li Surî û Rojava şer bi rengên cuda berdewam kir. Taybetî piştî rizgarkirina Reqayê û hin herêman dewleta Tirk bi awayekî vekirî êrişî bajarê Efrînê kir û piştre jî êrişî bajarê Serêkaniyê kir. Dibin navê ewlekariyê de 30 kîlometre xwest pêşde biçe. Her wiha bi rêya SIHA û IHA xwest kû peşengên gel bike armanca êrişan. Ji ber vê jî ti carî li Rojava rewşeke asayî çênebû. Piştî ketina rejîma BAAS a di serokatiya Beşar Esad de pêvajoyeke nû destpê kir. Piştre jî sala 2024 û 2025’an piştî hatina HTŞ’ê, êrişî Şehba kirin û dîsa gelê Efrînê neçar ma ku koçber bibe. Her wiha êrişî bajarê Minbiç û Bendava Tişrînê kirin û şerekî pir dijwar qewimî. Dîsa di vê salê de hukûmeta demkî ya HTŞ’ê êrişên xwe ne sekinand. Di destpêka meha Çile ya sala 2026’an de êrişî taxa Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Heta bajarê Rakka û Tebqa şer nesekinî û heta şer gihişt bajarê Hesekê û Qamişlo.
Ev salên şoreşê ne ku şer û berxwedan bi hevre meşiyan. Şoreşa Rojava modeleke jiyaniye ku bi pêşengiya jinan tê rêvebirin. Ji ber vê ev modela alternatîv ji aliyê gelek hêzan ve nehat pejirandin. Lê gelê Kurd û gelên azadîxwaz ev projeya jiyana azad pejirandin û hertim xwedî lê derketin. Îro jî ev berxwedana Rojava dibe îlham ji bo gelan.
Derbarê pêvajoya danûstandinê, peymanan û bidestxistina mafên nasnameyî û çandî yên ku bibe mafên bingehîn ên destûrî hûn çi difikirin?
Bêguman ev têkoşîn û berxwedan hertim bi armanca destxistina mafên nasnameyî û çandî bû. Bi saya xwîna şehîdên mezin em gihan roja îro. Berê Kurd weke mileteke bê nasname bûn û hebûna wan ti car nedihat qebûlkirin. Îro gelê Kurd gihaye asta ku di hemû cîhanê de were nasîn. Ev hem di warê çandî de û hem jî di warê nasnameyê de pêk tê. Ji ber vê jî ti dewlet nikare vê rastiyê veşêre û ji nedîtî ve were. Weke Rêber Abdullah Ocalan jî got gelê Kurd êdî îspatkirina hebûna xwe derbas kiriye û gihiştiye asta ku êdî qedera xwe tayîn bike. Bi rastî em nikarin têkoşîna bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan ya PKK dayî înkar bikin. Her çiqasî PKK hatibe fesîhkirin jî lê bi berxwedan û doza xwe hebûna Kurd an jî pirsgirêka Kurd li cîhanê da bihîstin û da nasîn. Dîsa desketiyên şoreşa Rojava bi saya Rêber Abdullah Ocalan hatin parastin. Ji ber Rêber Ocalan ket tevgerê û hişt ku peyman werin mohrkirin û pêkanîn. Bi modela komara demokratîk îro gelê Kurd li ser maseyên muzakere û maseyên dîplomasiyê gavên pir giring davêje. Pêvajoya ku li Tirkiyê û Bakur pêk tê, bandora xwe li Sûrî û Rojava jî dike. Mirov nikare van pêvajoyan jihev qut bigire dest.
Şert û mercên şer karên we çawa bandor dikin? Kîjan mijar herî zêde bandorê li ser we dihêle?
Şerê herî dawî mirov dikare bêje ku şerê hebûn û tinebûna desketiyên şoreşa Rojava bû. Ji ber vê Rêveberiya Xweser seferberiya giştî îlan kir. Çi hunermendên Rojava çi siyasetmedar hemû tevlî seferberiyê bûm. Em jî weke Komîna Film a Rojava beşdarî vê seferberiyê bûn. Li Rojava hema bêje her sal û demê şer qewimiye. Tevî van şeran Komîna Film a Rojava hertim xwestiye berheman derxe û filman çêbike. Taybet jî hewl daye destanên berxwedana li Rojava binirxîne û bi cîhanê bide nasîn. Her çiqas derfetên kêm û rewşên awarte bandorê li ser karê me yê sînemayê bike jî, mirov dikare bêje ku berhemên gelek giran biha jî hatin çêkirin. Dîsa weke plansaziya me Komîna Fîlm a Rojava îsal kiribû armanc ku fîlmên metraj dirêj û metraj kin çêbike. Lê ji ber şerê dawî me karê sînema beşek da sekinandin û em jî beşdarî seferberiyê bûn. Weke me got kar û xebat bi giştî nehat sekinandin. Hem belgekirina bûyeran û berxwedana Rojava, hem jî çalakiyên Komîna Fîlm a Rojava bi awayekî bandor berdewam kirin.
Di cîhanê de ji aliyê derdorên hunerî ve rewşa li vir hat rojevê û piştgirî hat dayîn. Ji bo wan hûn mesajek heye?
Gelek hunermendan, gelek sînemageran di vê pêvajo de xebatên baş kirin û bandor kirin. Her wiha gelek hunermend hatin Rojava, bi coş û moral tevlî nava gel bûn. Hat dîtin ku huner dikare di nava civakan de aştiyê jî çêke û li hemberî şer rihê berxwedanê xurt bike. Lewma her hunermend ji civaka xwe berpirse. Tenê bi vî rengî dikare bibe hunermendê civaka xwe. Jixwe armanca hunermendan ew e ku bibe deng û rengê gel. Ji ber vê ez bawarim dê bi bi rêya hunerê aştiya nava gelan jî pêk were.
Bi munasebeta 8’ê Adarê hûn dixwazin çi bibêjin? Ji Rojava ji bo jinên cîhanê peyamek we heye?
Wateya 8’ê adarê berxwedan û têkoşîn e. Bi hezaran jinên ku dengê wan hatibû dizîn bi saya berxwedan û têkoşînê bûn xwedî maf û hebûn. Îro jin di qadên leşkerî de jî di qadên siyasî de jî xwedî bandoreke mezin in. Çawa ku me got şoreşa Rojava ya jinê ye, 8’ê Adarê jî ji bo hemû jinan giring e. Dîsa bi saya berxwedan û têkoşîna ku hatî kirin, bi pêşengiya jin giha serketinê. Ji ber vê jin hertim bi saya berxwedan û çalakiyên xwe li hemberî bêedalatiyê dikarin şer bikin. Eger di vî warî de tênekoşe, pêşengî neke, wê hebûna wê herdem di nava metirsiyan de be. Bêdengbûna jinê tê wateya mirina xwe qebûl kiriye û neçare bênirx were dîtin. Ji ber vê divê hemû jin vê bizanin ku wê jiyan û civak bi pêşengiya jinan sererast bibe. Rêber Abdullah Ocalan di analîza xwe de got ”Jin Jiyan Azadî, ev her sê peyv ji hevdu cuda nabin, ger cuda bibin wê jiyan jî tine bibe.” Ez di wê baweriyê de me wê jin aşitî û aramiyê bînin cîhanê. Ji ber vê her jinek berpirsyara jiyan û azadiya civakî ye.
Di pêvajoya nêzîk de hûn difikirin ku ev pêvajoya ku li Rojava tê jiyîn wê bibe fîlm?
Helbet li Rojava gelek destan hatin jiyîn. Taybet jî fermandar Ziyad Efrîn bi berxwedana xwe dikare bi tena serê xwe bibe mijara filman. Di rastiya ku li Rojava tên jiyîn de qehremanên ku mohra xwe li dîrokê xistîn gelek in. Her kesên ku senarîst an jî derhêner, dikarin rastiya li Rojava lêkolîn bikin û vê bibînin ku gelek çîrokên qehremanên ku destanên bê hempa ji dîrokê re hiştine hene. Em jî weke sînameger erkdarin ku van destanan bidin zindîkirin û nehêlin ku ti car werin jibîrkirin. Mirov dikare bêje qadên weke sînemayê jî bûne amoreke sektorê. Lê weke sînamegerên şoreşger armanca me ew e ku em vê zindî bikin û di bîra dîrokê de bihêlin. Jixwe gelek ji van bûyerên dîrokî hatine belgekirin. Helbet gelek çîrok û destan hene ku em deyndarin ku belgefîlm û filman li ser wan çêkin. Ev jî di plansaziyên me de hene. Ji ber em vê xabatê jî weke berxwedanê dibînin û ji ber vê jî di her rewşê de xabatên me wê bidomin.
Kezi wekî sembola berxwedanê li hemû cîhanê belav bû. Di vê mijarê de hûn jî difikirin ku karekî hunerî bikin?
Kezî hertim bûye sembola jinên serhildêr. Berxwedana şervanên YPJ’ê hertim bû nîşane û mohra xwe li cîhanê da. Çawa çeteyên HTŞ’ê keziyên şervana YPJ’ê jêkir, li hemberî vê hovîtiyê mîna çalakiyekê kezî hûnanê deng veda. Di vê nîşaneyê de em bûn şahidên yekbûna rihê jinan. Ne tenê keziyên jinan, berxwedan û şerê ku jinan li hemberî zilamên desthilatdar kirî bi serê xwe wê bibe mijara filman. Bi rastî jinên Kurd herdem bi berxwedan û têkoşîna xwe bûne çavkaniya serketinê.
Li gorî şert û merc û pêşketinan, hûn di sala 2026’an de difikirin ku festîvala 6’an pêk bînin? Di planên wê de çi guhertin hene?
Ji ber rewşa şer Mihrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava piştî salên dirêj di sala 2025’an meha Mijdarê de hat lidarxistin. Me biryar dabû ku em her sal mihrîcana fîlman lidar bixin. Heya niha jî rewşek asayî derneketiye holê. Lê em ê hewl bidin li gorî derfetan dema pêş mîhrîcanê lidar bixin. Weke Komîna Fîlm a Rojava em bi biryarin ku îsal jî mîhrîcana filman lidar bixin. Her wiha mihrîcana me çawa hemû gel anî ba hev, wê dîsa bi heman rengî were rêxistinkirin.
Heke tiştên din hene ku hûn dixwazin taybet bibêjin, hûn dikarin lê zêde bikin.
Weke endama Komîna Fîlm a Rojava dikarim bêjîm ku em deyindarin. Di oxira welatek azad û aram de me gelek bedelên mezin dan. Komîna Fîlm a Rojava jî wê şopdara hevalên şehîd ên wekî Mazdek Ararat, Alî Rizgar Firas Dax, Nûjiyan Erhan û Halîl Dag bin û mîrateya ji me re hiştine em ê hertim biparêzin û mezin bikin. Heya ku em wan destanên hatine jiyîn bikin mijarên filman û belgefilman em ê bixebtin û em ê hertim helw bidin dîroka bêhempa ya gelê xwe, êş û azara jiyayî bi cîhanê bidin bihîstin û hewl bidin di dîrokê de xêz bikin. Ji ber vê em karê sînema bi wate dibînin û heya dawî em ê her hewil bidin kar û xebatên filman bidomînin. Ez çêkirina filman mîna hunerekê gelek giring dibînim. Di roja me de gelek derhênerên Kurd çêbûne ku bi hunera xwe, filmên cûr bi cûr çêdikin. Hunera çêkirina filman wê di asta dîrokî de rola xwe di doza Kurdan de berdewam bilîze.
