“Ji her demê bêhtir îdîayên sosyalîzmê ji bo mirovahiyê pêwîst in. Mirovatî yan wê bi sosyalîzmê re hebe yan jî wê di nava barbariya kapîtalîzmê de têk biçe. Heger em nexwazin ku mirovahî ji holê rabe, divê em heta dawiyê di sosyalîzmê de israr bikin.”1
Ji sala 1990’î ve piştî hilweşandina dewletên sosyalîst hêzên sermayedar û NATO’yê hewl didan bi şerên nû, bi qirkirinên fîzîkî, çandî û exlaqî serweriya xwe di asta cihanê de misoger bikin. Li hemberî vê rewşê gelek kes û rêxistinên şoreşger ên cîhanê ketin rewşeke reşbînî, biguman û bêhêvîtî. Rêber Apo ev nêzîkatî bi gotina “Yên divê şerm bikin û guman bikin ne şoreşger in, lê emperyalîst in” rexne kir û rastiya “Nîzama Nû ya Cîhanê” ya pergala kapîtalîst-emperyalîst wekî “Bênîzamiya herî mezin” di dîroka mirovatiyê de nirxand.
Hîna wê demê Rêber Apo hişyarî dabû ku wê pirsgirêkên ji sedsalên 19 û 20‘an di sedsala 21‘an de girantir li benda mirovahiyê bin. Bi tehlîlên xwe yên derbarê dîrok û serdemê de wî didît ku tenê nûkirina têgihiştin û pêkanîna sosyalîzmê wê bikare bibe çareseriya qeyranên mirovahiyê. Li ser vê bingehê Rêber Apo di teorî û jiyana têkoşîna azadiyê de hişmendiya sosyalîzma demokratîk a ku mirov, xwezaya mirov û azadiya civakê dixe navenda xwe û xwe dispêre enternasyonalîzmeke nû, pêş xistiye. Di heman demê de Rêber Apo afirandina azadiya jinê wekî armanc û erkeke sereke ya şoreşên sedsala 21’an pênase kiriye û serdemeke nû ya şoreşan îlan kiriye: “Di vê wateyê de serdema şoreşan bi dawî nabe, berovajî vê yekê em derbasî serdema şoreşên ziravtir û kûrtir dibin. Yan jî em serdema şoreşên çînî û neteweyî yên xam li pey xwe dihêlin û dikevin pêvajoya şoreşên kûr ên civakî, şoreşên çandî, şoreşên manewî û exlaqî.”2
Wetaya jiyan û nirxên exlaqî
Wekî Rêber Apo di parêznameya “Sosyolojiya Azadiyê” de jî berfireh nirxandiye, em di piraniya welatan de dibînin ku ji bilî %10 yên di kapîtalîzmê de berjewendiyên wan hene û %10 yên ku îro bi rengekî çalak û serwext li dijî kapîtalîzmê têdikoşin, derdora %80 civakê ji ber bandora zîhniyeta desthilat di rewşa obje de dimîne. Di rewşa heyî de xeteriya mezin ew e ku hêzên modernîteya kapîtalîst bi pêleke nû ya propagandayên olperest, netewperest û zayendperest piştgiriya girseyên ji bo şer û desthilatdarên faşîst qezenc bikin. Ji ber vê yekê di roja îro de israrkirina di mirovbûnê de, jinûvewatedayîna jiyanê û zindîkirina nirxên exlaqa azadiyê di hemû beşên civakê de erkeke sereke yê hêzên modernîteya demokratîk e.
Hêzên hegemon piştgirî da HTŞ’ê
Di rastiya Şerê Cîhanê yê 3‘yemîn de xuya dibe, bêyî şoreşên kûr ên çandî, manewî û exlaqî yên ku jin û civakê ji barbariya kapîtalîzmê xilas bikin em ê nikarin îdîaya xwe ya mirovbûnê biparêzin. Ji bo dewlemendiyên sererd û binerd, rêyên sotemeniyê û bazirganiyê bi dest bixin û li ser jin, civak û xwezayê mêtingeriyê ferz bikin desthilatdarên modernîteya kapîtalîst ti sînor û ti qanûnan nas nakin. Ji ber hesabên berjewendiyê saziyên navneteweyî li hemberî binpêkirinên mafên mirovan, dagirkerî û qirkirinên ji aliyê dewle tên wekî Tirkiye û Îsraîlê ve tê kirin, bêdeng û xemsar dimînin. Heman hêzên hegemon hem ji darbeya çeteyên Talîban li Efxanistanê, hem ji darbeya çeteyên HTŞ’ê li Sûriyeyê re rê vekirin û piştgirî dane wan. Carekî din hêzên modernîteya kapîtalîst Îslama Siyasî bi kar tînin da ku ew bikarin mêtingeriya xwe ya kevnar bi kirasekî nû yê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn li ser jin û gelan ferz bikin. Dema ku desthilatdarên HTŞ’ê di yek ji daxuyaniyên destpêkê de weke “Vekirina Sûriyeyê ji aboriya bazara azad e” ragihandin, eşkere bû çima hêzên hegemon niha hewl didin HTŞ’ê bi cilûbergên nû rewa bikin.
‘Nîzame nû’ zayendperest û olperest kûrtir bike
Xuya ye ku piştî têkbirina dîktatoriya zayendperest û netewperest a Baasê, sazkirina “Nîzamekî nû” ya dîktatoriyeke zayendperest û olperest wê qeyranên jin û civakê hîn kûrtir bike. Gelên Rojhilata Navîn rastiya vê projeyê nas kirine: Serjêkirina kesên ku doh cîranên te bûn; destdirêjî û qirkirinan li dijî jinan; zarokên ku di rêyên koçberiyê de ji ber sermayê jiyana xwe ji dest didin; hilweşandina xaniyan li ser serê malbatan; komkujiya birîndaran di nexweşxaneyan de; bi fûzeyên balafirên bêmirov armancgirtina ambulans û rojnamevanan; wêrankirina jîngeh û şûnwarên dîrokî; bombebarana balafirên şer a li ser gelê sîvîl ê ku ji bo parastina rûmet, ax û ava xwe kom bûne. Li pêşiya çavên alemê kiryarên heqaret, şikandina rûmetê û êşkenceyên herî hovane li dijî mirovên ku ji ber çand, bîr û baweriya xwe wekî “Kafir”, “Dijmin” ango “Terorîst” tên destnîşankirin. Li Kurdistan, Fîlîstîn û Sûriyeyê em rojane dibin şahîdê van sûcên li dijî mirovahiyê. Bi van kiryaran hêzên şerxwaz ên modernîteya kapîtalîst dixwazin bi me bidin qebûlkirin ku “Êdî qîmeta mirov nemaye û jiyan bêqîmet bûye!”
Hewl didin şoreşa Rojava dorpêç bikin
Îro careke din wekî di serdemên Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de nîjadperestî, olperestî û zayendperestî wekî amûrên qirkirinê tên tûjkirin. Ji ber ku hêzên sermayedar dizanin ku ew ê tenê bi pêşxistina dijbertiya navbera gelan û bi parçekirina ruh û bedena mirovan bikaribin hêza civaka exlaqî û polîtîk a Rojhilata Navîn têk bibin. Lê çawa ku di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de plangeriyên hêzên emperyalîst ji aliyê Şoreşa Cotmehê û têkoşîna enternasyonalîst a tevgerên karkeran ve hatibûn sekinandin, îro jî Şoreşa Rojava û berxwedana hêzên modernîteya demokratîk hesabên modernîteya kapîtalîst pûç dikin. Ji ber vê yekê hêzên hegemon bi êrîşên qirkirinê hewl didin ku têkoşîna parastina hebûnê ya Şoreşa Rojava û hêzên modernîteya demokratîk dorpêç bikin. Bi ser de heman hêzên qirker bi rûyê xwe yê lîberal raya giştî dixapînin û di konferansên navneteweyî de xwe wekî rizgarker nîşan didin. Lê em dizanin ku lîberalîzm û faşîzm du rûyên desthilatdariya modernîteya kapîtalîst û netew-dewletê ne. Di rewşên ku rûyê van hêzan ê lîberal bêçare dimîne, berê xwe didin faşîzmê. Di rewşên ku rûyê van ê faşîst dikeve tengasiyê de, ew berê xwe didin lîberalîzmê. Ji ber vê yekê bi rêya sererastkirina hinek reforman derbaskirina vê pergalê ne pêkan e.
Enternasyonalîzma sedsala 21’an
Rêber Apo di parêznameyên ku li Îmralî nivîsandiye de rastiya modernîteya kapîtalîst wekî pergaleke global a kedxwariyê û çavkaniya pirsgirêkên mirovahiyê bi kûranî nirxand. Beramberî vê yeke wî feraset û nexşerêya enternasyonalîzmekî nû ji bo çareseriya qeyranên mirovahiyê hem di asta gerdûnî de hem jî di asta parzemîn û herêman de pêş xistiye. Ji sala 2005‘an ve ev têgeha enternasyonalîzmê bi îlana Konfederalizma Demokratîk re bedena xwe dîtiye. Gavên ku ji bo avakirina Xweseriya Demokratîk û Neteweya Demokratîk li Kurdistanê hatine avêtin û bi taybet jî bi Şoreşa Jinê li Rojava / Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2011‘an ve şenber bûne îdîa şoreşgertiyê û sosyalîzmê di herêm û tevgerên cuda yên cîhanê de ji nû ve zindî kiriye. Nîqaşên derbarê pêkanîna demokrasiya rasterast û hevjiyana azad navbera jin û mêr de, tevî hewldanên avakirina komîn, meclîsên gelan, kooperatîf, akademî û pergalên edaleta civakî li herêmên cuda yên cîhanê mînakên vê yeke ne. Em dibînin ku qonax û taybetmendiyên pêvajoya înşaya jiyana sosyalîst li mekanên cûda dikarin hem ji hev cûda bin hem jî hêz bidin hev. Ya girîng jî ew e ku ev pêvajo ji aliyê hemû pekhatiyên civakê jin,mêr û ciwana ve bi hev re tê birêvebirin.
¡No pasaran!
Jin, ciwan, zarok, kal û pîrên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûriyan, Aşûrî, Ermen, Tirkmen, Çeçen, Misilman, Xristiyan û Ezîdî, jin û ciwanên enternasyonalîst ên ji çar aliyên cîhanê di kêliya nivîsandina vê nivîsê de bi berxwedana hevbeş ji bo parastina Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê yên Çemê Firatê dibin mînaka vê yekê. Şervanên YPJ-YPG û QSD’ê ji hemû pêkhateyan di çeperên hevbeş de bi vîna azadiyê û taktîkên xuluqkar êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê dişikînin. Her wiha ji aliyekî ve jî, îro ev 13 roj in ku bi hezaran mirov li ser bendava Tişrînê bi yekîtiya beden, ruh û jiyana xwe, bi peyam, awazan û govendên xwe ve bi xwe bûne bendavekî li dijî pêla nû ya êrîşên faşîst ên dagirkeriyê. Ew dizanin ku ew ne tenê çarenûsa xwe, lê siberoja azad a mirovahiyê diparêzin. Ji ber vê yekê jî ew li hemberî bombebaran û komkujiyên artêşa Tirk li ser karwan û kombûna gelan wê ti carî paşve gav navêjin. Her yek ji wan ji bo parastina jiyan û azadiya mirovahiyê amade ye û bi biryarin canê xwe feda bikin.
Sekna gelan li Bendava Tişrînê banga ¡No pasaran! (Faşîst wê derbas nebin!) a Dolores Ibárruri tîne bîra mirov. Ev şiyar di sedsala 20‘an de bûye remza berxwedana hevbeş a karker, cotkar, jin, milîs û gelên welatparêz û enternasyonalîst ên dijfaşîst a li Katalonya, welatê Bask û Spanyayê li dijî derbeya faşîst a Franko. Di sedsala 21‘an de jî tam 10 sal berê helwesta şoreşgerî ya vê şiyarê li Kobanê bi ser ket. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û Modernîteya Demokratîk a ku Rêber Apo di fikir, zikr û çalakiyên civakê de wekî cewherê Şoreşa Rojava avakiriye bûye çavkaniya vê hêza serketinê. Heqîqata vê felsefeyê dihêle ku îro carekî din şervan û berxwedêrên welatparêz û enternasyonalîst li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê li hemberî tevahiya êrîşên qirkirinê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di mirovbûn û jiyaneke bi rûmet de israr dikin û beşeke nû ya dîroka mirovahiyê dinivîsin.
Çavkanî
1- Abdullah Ocalan: Di sosyalîzmê de israr di mirovbûnê de israr e. Weşanên Serxwebûn-rûpel 120
2- Heman çavkanî, rûpel 48